Kongireya salane ya Navenda PENa Kurd
Li Berlînê di roja 08.03.2003an de
Vexwendin:
Ji hemû endam, berendam, heval û hogirên Navenda PENa Kurd re
Gelî birêzan,
Navenda PENa Kurd wê kongireya xwe ya salane li Berlînê bike; em bê sînor her nivîskareke/î kurd, ya/yê baweriya wê/wî bi daxuyaniya PENa Navneteweyî (PEN – Charta) û rêbaza Navenda PENa Kurd tê, vedixwin vê kongireyê.
Dem: 08.03.2003, katjimêr 10:00 – 19:00
Cih: Literaturhaus Berlin, Fasanenstr. 23, 10719 Berlin,
Tel.: 0049 30 887286-13, www.literaturhaus-berlin.de
Rojev:
1. Vekirina civînê bi rawestana yek xuleyê li ser giyanê cangoriyên Kurdistanê
2. Bixêrhatina mêvanan, xwendina gotinên wan û silavnameyan
3. Hilbijartina komîteya birêvebira civînê
4. Hilbijartina komîteya çavdêrî û hijmartinê
5. Awireke kurt li rewþa wêjeya kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê, Sovyêta berê û Ewropayê, gotar ji aliyê van birêzan ve têne xwendin: Haydar Iþik, Hesen Îrandost, Pîr Xidir Silêman, Helîm Yûsif*, Mustefa Reþîd û Eskerê Boyik
6. Raport:
a. Raporta kar û barê salên çûyî
b. Raporta darayî
c. Raportên her çar komîteyan
7. Gengeþî li ser raportan, rexne û rexnelixwegirtin, pêþniyar û amojgarî
8. Gengeþî li ser rêbaza Navenda PENa Kurd û pêkanîna guhertinên pêwist
9. Hilbijartin:
a. Hilbijartina serek
b. Hilbijartina endamên komîteya birêvebir
c. Girtin bi sirûda neteweyî Ey Reqîb
10. Êvara wêjeyî
Êvarê emê bi mêvanên xwe re herin þîvê bixwin -cih û dem wê di civînê de werine diyar kirin-. Piþtî þîvê emê bi mêvanên xwe re guh bidin berhemên hin nivîskar û helbestvanên kurd û di nav re emê bi stran û awazên hin hûnermendên kurd dilþa bibin.
Bi rêz û silavên me re
Ji dêl komîteya birêvebire giþtî ve
Dr. Zerdesht Haco,
Bremen, 02.02.2003
Têbînî:
- *wê gotara wî ji aliyê birêzekî/e dî ve were xwendin, ji ber ew bi sedema ku ne li Berlinê ye, nikare li civînê amade bibe.
-
Hin ji mêvanên me yên birêz ev in: Birêz Terry Carlbom, sekretêrê giþtî yê PENa Navneteweyî (Swêd), birêz Lucina Kathmann (Meksîko), yek ji cihgirên serokê giþtî yê PENa Navneteweyî, hin nivîskarên elman yên hevalên me; emê serekê Navenda P ENa Elman, birêz Johanno Strasser û cihgira wî, birêz Karin Clark jî vexwênin civîna xwe.- Ew nivîskar û helbestvanên ku dixwazin di êvara wêjeyî de berhemên xwe bixwênin, dikarin bi Kurdî, Inglîzî û Elmanî bixwênin; ev derfet li pêþiya endam û herkesî
beþdar vekiriye.- Navên hemû kesên ku heta niha serî li Navenda PENa Kurd dane di lîsteyeke taybetî de
hatine weþandin. Mafê dengdanê tenê yên wan endaman heye, y ên ko pereyên endametiya xwe ya 2 salan (120 €) heta bi 03.03.03an da bin. Hijmara kontoyê Navenda PENa Kurd ev e:Navenda PENa Kurd, Konto-Nr.: 4 757 403 00, Blz.: 700 800 00, Dresdner Bank, Germany.
-
li gor pêþniyarên endaman rojev heta bi 02.03.2003an dikare were guhertin.- Ev name tenê bi riya eMailê tê weþandin, em ji hemû endam, heval û hogirên Navenda PENa Kurd, bi taybetî xwediyên alavên ragihandinê, tika dikin, ku ew vê nameya me bi awayekî herî fereh biweþênin.
- Ji bo têkiliyan: Dr. Zerdeþt H
aco, Tel: 00 49 177 3351016