|
Knyazê
Îbrahîm (profêsor) BÎRANÎN DERHEQA ÞEKROYÊ XUDO DA Derbeke
giran dîroknasî, çand û hunera gelê Kurd ket; gelê me ewledekî xweyî
navdar, dîrokzan û zanyarê xweyî netewî undakir. Ev derba giran hema
peyî wefatbûna Þekroyê Xudo Mihoyî elbera xwe da kivþê. Tê bêjî
meriv nikare tu cureyî wê fikra neyar ra razibe, ku îro bira û xerxazekî
meyî hêja, welatparêz û hevalê meyî amin, ewledê gelî bi nav û deng
di nav meda nîne. Ew dilê bi
salan ji boy pêþvaçûyîna dîrêok, çand û zanista gelê kurd
bi hizkirin lê dixist îdî sekinîye. Bê þik bi serê Þekroyê
Xudo, em dikarin bêjin siterkeke geþ ji esmanê rewþenbîrya kurdî ket.
Þekroyê Xudo ne ku tenê dîrokzan bû,
pirsgirekên dîroka kurd û Kurdistanêva mijûl dibû, ew usa jî
rewþenbîr, dersdar û zanyarekî naskirî bû, rojnemevan, wêjevan,
wergerekî pispor bû: xudanê bi dehan kitêbên dîrokzanîyêye giranbaha
û bi seda gotarên ulmî-îzgeryêye
cuda-cuda bû, kîjan ji bo me
xwendevana bûne pirtûkên perwerdêye
giranbaha. Bi dehan xwendevan bi alîkarîya mamoste bûne zanyar, sîyasetmedar,
dersdar, rojnemevan, xebatçîyê
civakîye navdar. Ez
îro bi þekirdarî bîr tînim, ku di nava jîyana minê civakî û zanyarî
da kedê wî mirovê paqij û xêrxaz pir bû. Hela ez xwendekarê dibistana navîn bûm,
ji minra li hev hat wekî vî
birayê qencra bivim nas. Rojekê hevalên min, ciwanê kurd gotin ku îro
kurdekî me têzê doktorîyê diparêze. Em çar heval; ez, Barîyê Mehmûd,
Knyazê Hemîd û Teyfûrê Celalî rabûn çûne Akadêmîya Ermenîstanêye
zanestî, para kurdzanîyê. Me ulumdarê xweyî hezkirî pîroz kir. Eva
sala 1963- a bû. Salê dûr û dirêj derbaz bûne, lê hetanî naha ez wê
rojê bîr nakim. Piþtî
wê me civînên kurdaye cuda-cudada hev didît. Em li mala nivîskara da
(wexta enenekirina pirtûkan eftandarê kurda), li civînê xwendkara, evarî
u þevbîrkên çand û hunera kurdada rastî hev didatin. Van civînada, ew
her dem bi axavtin û pêþniyarê xweye aqil û kerhatîva cuda dibû. Bi
kurmancîke paqij fikir û nêrinê xweye ulmî, li ser çand û hunera me,
pêþketina dîroka me dîyar dikir. Ne ku tenê
kurdî, wî usa jî bi zimanê ermenî û rûsî heyetîya gelê me
temamîya cihanêra dikir nas. Ewî welatparêzî û xêrxazîya xwe henberî
nivþên meye gênc qet venediþart
û her tim dixwest alîkarbe. Min
dibistana navin nû xelaz kiribû, li rêdaksîya rojnama “Rya Teze” ez
rastî wî hatim. Wê demê rêdaksîyayêda rewþenbîr û helbestvanê
meye navdar Mîroyê Esed, Qaçaxê Mirad, Elîyê Evdilrehman, Tîtal Mûradov,
Emerîkê Serdar, Egîtê Xudo, Karlanê Çaçanî û yêd mayîn kar
dikirin. Sala 1966-a bû,
rojnemê da gotareke bi navê “Paþwextîya wî geþe” derheqa min da
tev sûretê min weþandibûn. Rewþenbîrên meye navdar ji bona
xelazkirina dibistana navîn ez pîroz kirim. Mamoste
Þekro bi xêrxazî û mezintayêke germva vebiþirî û got: “Êy, Knyaz,
de bêje, te xwendina xwe ku berdewamkî, dixazî bibî çi ?” Min
elbêra got: -Þekro
Xudoyêvîç, yûrîst (dozvan). Mamoste
ser axavtina xweda zêde kir: -Malavayo,
em li cev te dikevin, duþurme xalê teyî rehmetî Wezîrê Nadirî dikeve
bîra me, ne ew çira rewþenbîrya me bû, helbestvan, wêjevan, dîrokzan,
dersdar û xebatkarekî civakêye eyan bû. Ewî cara yekemîn ser jîyan û
dîwana helbesta Meleyê Cizirî lêkolîn kir. Bi texmîna min, tu dikarî
bibî rojhilatnasekî baþ. Cand-huner û wêjeya me hewcî kadroyê gence. Ew
heval-hogirê dorêye rêdaksîyayê ji fikra wîra qayîl bûn. Min xatirê
xwe ji wan xwest û çum. Sal
derbaz bûn, bûme xwendekar, qebûlî aspîrantûrayê bûm, têza doktorîyê
nivîsî, hatim cem Þekroyê rehmetî. Min got: -Aha
min distêrtasîya derheqa têkîlîyên wêjeya kurd û azerîya da nivîsîye.
Van roja ezê xweyîkim. Ewî xebata mine ulmî ji min stend. 2-3 roja lê
nirî û fikra xweye zanestî ji
alîyê para kurdzanîyê ya înstîtûta Rojhilatazanînê ya Akadêmîya
Ermenîstanêye Ulmî nivîsî û da min. Ji bo min dîsêrtasîya li bajarê
Bakûyê xayî dikir. Þewra Akadêmîya Azerbaycanêye Ulmîda hejmara
kurdnasa kem bû, ji boy min dikarîbûn pirsgrêk derketana, lema jî Þekro
ji minra got: -Çêtire
wekî em, mamsoteyên xweye
eyan û seydayên mezin profêsor Qanatê Kurdo û Hecîye Cindî tera bivne
alîkar, wekî bên Bakûyê û tevî xebata þewra înstitûta Rojhilatnasîya
Akadêmîya Azerbaycanêye Ulmî bibin. Usa jî bû. Qedir
û sîyaneta wî di nava gelda rojbiroj bilind dibû, wî nivîsarê xweye
zanyarîyêye kerhatîva em þa dikirin. Unîvêrsîtêta Êrevanêye Dewletêda
para kurdzanînêda dersê dîroka kurd û Kurdistanê dida. Sala
1978-a têza doktorîyê bi navê “Pirsgirêka avtonomîya Ýrakê”
stend, paþê bû profesor. Sala 1990-î hat bijartin wek akadêmîkê Akadêmîya
Ermenîstanêye Ulmî. Bîranînên
baþ û kardar derheqa wî zanyar û mirovê qencda gelekin, kîjana bêjî
kîyana nebêjî. Ji wana yek bi taybetî bîra mindaye. Sala 1987-a minê têza
doktorîyê xweyîkira, kîjan pêþkeþî wêjeya kurdaye navnetewî – ya
ûrisa, ermenîya, azerîya û gelên Sovêta berê min lêkolîn kiribûn.
Þewra Akadêmîya Azerbaycanêye Ulmî da ji mera gotin ku, pêþekzan û
zanyarê wan gelaye eyan gerekê wexta xayîkirina têza doktorîyê
amedebin. Ez hatime Êrîvanê, elbera min mam Þekrora têlêfon kir, ewî
mal bû, gotê min – were mal, em qawekê vexûn, çika halê te çawanê?
Em bajarê Êrîvanê da cinarê hev bûn. Mala me li taxa Komîtasê da bû.
Êvar bû, ez û pîreka xwe Gogerçîn çûne mala Þekro. Rêva Gogerçînê
ji min ra got: -Tu
zanî ku îro rojbûyîna xûþka Fîrîcêye. Firîca
Hecî Çewerî, keça Hecîyê Cindî û pîreka Þekroyê Xudo bû. Pêþekê
xweva bijîþka zaroka bû, xwe jî doktora ulmê zanistê bû. Rastî jî
cawa digotin xatûna kurmancî bû. Me
deste kulîk kirî, em çune mal, me derî xist, xûþka Firîce eþq derî
vekir, em teklîfî mal kirin. Elbera me çay û qawe vexar, gotûbêj kir
û derheqa xebata minda mamoste Þekro pirsî, min ji wîra derheqa xebatêda
qisekir, wî ji min pirsî: -Bi
texmîna te, ki dikare tevlî xebata þewrê bibe ? Min
got: -Mirovekî
usa lazime ku doktorbe, prifesor, haj temamîya pirsgirekên çand û hunera
kurdî hebe û zanyarekî naskiribe. Çimkî ew navê herine Moskovayê ji
alîyê VAKE (Attêstasîya Ulmîya Tewrebilind) bê îzbatkirinê. Min got
ku, hûn, doktorê ulmî filalogîyayê S.K.Nalbanyan, ji Moskovayê
M.S.Lazarêv, ji Gurcistanê Î.V.Mêgrêlîdzê, ji Azerbaycanê akadêmîk
Bekir Nebîyêv û yêd mayîn. Mamoste Þekro elbera got: -Ez
ser sera, ser çeva hazirim. Xûþka
Firîcê elbera got: -Þekro,
min jî bîr nekin, ezê jî bême bajarê Bakûyê. Em çawa birê Knyaz
tenê bilêlin? Rastî
jî usa bû. Wexta
têzê hemû heval tev jî hatin. Þekro çivîna þêwrêda axavtineke ulmîyê
usa kir ku bi destlihevxistina hazirava hatê qebûlkirinê. Karekî
Þekroyê Xudoyî boy netewa kurdîtîyêyî girîng ew bû ku, ew
netewperverekî saxlem bû. Ew
dûrî olperestîyê, cîperestîyê û qewnperestîyê (xweperestîye) bû.
Ew ji alîyên olîda kurdê êzîdî bû. Lê wî serî heta binî hiþ,
aqil, feresetva kurdê eynîsî xweyî dikir. Her wext jî wî olperestî
rexnê dikir û digot: “Bavo, tu musulmanî, ez êzidîme, ew kurdê
xiristîyane, yanê zaza û elewîye, ne hernese kurde.” Ev
olperestîya ku îro bûye nexweþî ketîye nav gelê me, niftê ser agirê
dijminê me da dike. Fikra Þekroyê Xudoye dîrokî îzbatîya xwe hê saxîya
wîda hate kivþê. Cîyê ku ji bîr binim ku salên 1988-1990-da wexta þerê
ji boy Qerebaxa Çîya nav ermenî-azerîyada diçû, ermenîya Azerî ji
Ermenîstanê derdixistin, azerîya jî ermenî ji Azerbaycanê derdixistin,
wê demê hinek Êzdyên xwefiroþ û olperest dindestê miletçyên ermenya
da dijî kurdên musulman bûne hacet. Wî çaxî li gundê Erezdeyanê mala
Barîyê Hecî dan ber gulla, ew birîndar bû. Usa jî li gundê Norkyankê
Þemo û herdû jînê wî bi destî olperestan hatine kuþtinê. Bi vî
teherî 30 hezar kurdê musluman ji Ermenîstanê mecbûr bûn, derketin.
Gelek wekîlê olperesta digotin – em êzdîne, kurd muslumanin, em gelekî
cudane, ola me êzdîye, zimanê me jî êzdîkîye. Hilbet ev ji alîyên
dewleta Eremnîstanêda bi zanyarî dihate kirin, ku bêtifaqyê bikin li
nav Kurda. Wana millet ji hev cuda dikir, wekî kurda perçe-perçê bikin.
Ji çî-warê wan koçber bikin. Vî halê dijwarî û çetinda Þekroyê
Xudo tevî rewþenbîrên kurudê êzîdî, yên wek Karlanê Çaçanî, Sehîdê
Îbo, Eskerê Boyîk, Çerkezê Reþ, Þerefê Eþîrî, Emerîkê Serdar û
yêd mayîn himberî wan olperesta û zanyarê ermenîya þerkarî dikrin,
diçûn gundê kurdê musulman, li nava kurdên musulman û êzdîya da
xebateke girîng dikirin. Evê
yeke îro her kurdekî musluman bîr tîne û bi dilovanî diþekrîne. Dewleta
Sovêtê hilweþîya, kurd çî-warê xwe koçber bûn, belayî Rûsîyayê,
Qazaxistanê û komarên Sovêtêye cuda-cuda bûn. Hinek di alîyê sîyasîda,
hinek alîyên aborîda, hinek ji ber dijwarîyê cuda-cuda da belayî
dewletê Evrûpayê, Amêrîkayê, û Awistralîyayê bûn. Pareke kurda
hatin komara Qazaxistanê cî-war bûn, ji xwera germaya çand û huner û
yekîtîya kurdê Ermenîstanê anîn. Ew tiradîsyayê berê ku komara
Ermenîstanêda hebûn careke din li Qazaxistanê berdewam kirin. Þekroyê
Xudo sala 1994-a cu serbajarê Rusyayê, bajarê Moskvayê “Navenda lêkolînê
kurdologîyê” vekir û bû serekokê wê. Navendê bi serokatîya Þ.X.Mihoyî
14 pirtûk, usa jî bi kollektîv xebata “Dîroka Kurdistanê” çap kirîye.
Yek ji torîvanê vê xebatê Þekroyê Xudoye. Wî usa jî rêdaktorîya wê
xebatê kirîye. Navendê salê cuda-cudada pirtûkên giranbiha wek yên bi
navê “Dîrok- dialêktologîya giramêra zimanê kurdî”, “Dîyalêkta
kurdîye zazakî”, “Þeref-xan Bîdlîsî – emr, jîyan û dinezanêbûna
wî” û monografîyê cuda-cuda weþandine. X.M.Mihoyî
alîyê navnetewîda nav dengê bilind qazanc kirîbû, ew her tim li Parîzê,
Bêrlînê, Waþîngtonê, Stokolmê û Moskvayê tevlî konferansên
rojhilatzanyê bûye. Sala
par Navenda çanda kurdê Qazaxistanê konferansa navnetewîye bi navê
“Netewa kurd: Îro û pêþerojêda” derbaz kir, navendê usa jî Þekroyê
Xudo teklîfî wê konferansê kiribû. Evarekê
berî konferansê Þekro bi têlêfonêva min gerîya û gelekî ber xwe
ket, ji ber tundurîstîya xwe nikare bê Almatê, tevlî xebata konferansê
bibe. Wî hîvî kir ku ez ji navê wî hemû beþdarê konferansê pîrozkim
û vî karê baþ û kerhatîda serkeftinê dixwezim. Paþê fikra xwe aha
tomerî kir: “Ez zef þame ku îro Qazaxistan, bajarê Almatê bûye
navenda pêþdaçûyîna dîrok, çand, huner û wêjeya kurdî, ew çî ku
berê li Êrîvanê dihate kirinê îro bi açixî li Almatêda berdewam
dike û gihîþtîye asta navnetewî. Min bîhîst ku hûnê îsal ji boy
dibistanan kitêben zimanê kurdî neþirkin û bernama rêberîya metodîkîyêye
zimanê kurdî wê bê weþandinê. Bilî wî we bi dehan dersdarê zimanê
kurdî hazir kirine. Ez pir þa dibim ku li Qazaxistanê helbestan, nivîskar,
rojnemevan û dersdarê kurda xizmeta çand û hunera kurdî dikin”. Rastî
jî meriv jîyan û karê rewþenbîr û zanyarê kurdî eyan bîr tîne,
nikare wan xizmetê wî neþekrîne û hemû tiþta jî nikare di nava çend
rûpêlada çî-war bike. Ev mijareke gelekî girîng û mezine ku paþwextîyê
hêjayî lêkolîneke bi taybete. Îro em tenê teselîya xwe bi teþtekîva
divînin û divêjin: “Rehme tebe, birayê delal! Te bi hatina xwe em nava
behra zanistêda hiþtin, çûyîna xweva te gelek çem û kanî miciqandin.
Gelê kurd karê teyî biqîmet tu car bîr nake, navê teyê her wext dîroka Kurd a zanyarî bixemlîne.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org