Lîsteya romanên kurdî (kurmancî)

              Îbrahîm Seydo AYDOGAN


        Hin statîstikên li ser romanên kurdî:

I-             Romana yekem ya ku bi kurdî hatiye nivîsandin. Þivanê Kurd e. (Ereb Þemo). Lê belê çapa vê romanê ya ku di destê me de heye ji zimanê fransî hatiye wergerandin. Wergera wê ya fransî jî ji zimanê rûsî hatibû kirin. Ji ber ku heta niha kesekî kurdiya wê ya pêþîn ku wergera rûsî ji wê hatiye kirin bi dest nexistiye (bi dest xistibe jî kes pê nizane), çapa ku niha di destê me de heye weke ya orjînal tê qebûlkirin.

II-            Heta sala 1980î, ji bilî Erebê Þemo, Eliyê Evdirehman û Heciyê Cindî, romannivîsên kurmancîaxêv derneketine. Heta sala 1990î hejmara romannivîsan bûye 12. Bi giþtî, hejmara romannivîsên ku heta niha hayê me ji wan çêbûye 46 e.

III-           Hejmara romanên kurmancî heta sala 1990î, 23 bû. Di navbera 1999-2003an de 31 roman hatine çapkirin. Bi giþtî, hejmara romanên ku heta niha hayê me ji wan çêbûye 76 e.

IV-         Ji 76 romanan 37 heb li Swêdê çap bûne û 23 heb li Stembolê çap bûne.

V-         Piraniya romannivîsên kurd li Swêdê bi cîh bûne û romanên xwe li wira nivîsandine. (Brîndar, Mehmed Uzun, Laleþ Qaso, Lokman Polat, Mahmûd Baksî, Silêman Demîr, Mustafa Aydogan, Bavê Nazê...)

VI-          Kurdên sowyetê berî kurdên din dest bi nivîsandina romanan kiriye. (Ereb Semo, Eliyê Evdirehman, Heciyê Cindî)

VII-        Di gelek romanan de agahiyên di derheqê nivîskêr de tune ne. Ji ber wê, gelek nivîskar nenas mane. Lê piraniya wan li Ewropayê dijî.

VIII-      Yekem romana ku ji aliyê kurdên Ewropayê ve hatiye çapkirin, Xanê ye. (Birîndar, 1982)

IX-         Nivîskarê ku di warê romanê de herî pir berhem dane, Mehmed Uzun e. (7 roman)

X-           Hejmara weþanxaneyên ku romanên kurdî (kurmancî) çap kirine, 31 e.

XI-          Piraniya weþanxaneyên kurdî li Swêdê bi cîh bûne. (10 weþanxane: Nûdem, Roja Nû, Orfeus, Apec, Helwest, Sara, Welat, Pelda, Jîndan, Newroz.)

XII-        Serê salên 90î, piþtî guherîna hin zagonan ya di dema Ozal de, êdî weþanxane ji nû ve li Stenbolê jî vebûn. Piþtî 1980, hemû weþanxaneyên kurdî hatibûn girtin.

XIII-        Weþanxaneya ku herî pir roman çapkirine, Nûdem e (8 roman).

XIV-      Piþtî Nûdemê, weþanxaneya ku herî pir roman çap kirine Roja Nû ye (7 roman).

XV-       Weþanxaneya ku cara pêþîn romanek çap kiriye, Ozgurluk Yolu ye. (Þivanê Kurd-1977, Stenbol, 112 p.)

XVI-        Di nav romanên ku me bi dest xistine de romana herî stûr, Bilîcan e. (Perwîz Cihanî, Doz-2002, 511 p.)

XVII-     Romana herî zirav, Pala Bêþop e. (Xemgînê Temê, Sara- sala nivîsandinê:1983, sala çapê li ser nehatiye nivîsandin, 76 p.)

XVIII-   Ji nav romanên ku me bi dest xistine, du romanên ku her yek ji du cildan pêk tê hene.

1-     Sê þev û sê roj, Xezeba Azadiyê (Laleþ Qaso, Nûdem-1999, Pelda-2000)

2-     Hawara Dîcleyê (Mehmed uzun, Avesta-2001-2002)

XIX-      Hin romanên kurdî berê bi zimanin din hatine nivîsandin û bi dû re wergeriyane kurdî. Romanên ku berê bi zimanin din hatine nivîsandin (bi qasî em dizanin) û bi dû re wergeriyane kurdî ev in:

1-     Zeviyên Soro (Nacî Kûtlay), berê bi tirkî hatiye nivîsîn û ev yek di çapa wê kurdî de hatiye diyarkirin.

2-     Hêlîn (Mahmûd Baksî), berê bi swêdî hatiye nivîsîn û ev yek di çapa wê ya kurdî de hatiye diyarkirin.

3-     Çiyayên bi xwînê avdayî (Bavê Nazê), berê bi erebî û rûsî hatiye çapkirin û ev yek di çapa wê ya kurdî de hatiye diyarkirin.

XX-       Ji ber ku kurd dûrî hevdu mane û têkîliya berheman û xwendevanan li ser pireyên serrast nehatine avakirin, civandina navê romanên kurdî jî bi qasî civandina hemû romanên kurdî zehmet e.

XXI-      Kêmhejmarî an jî pirhejmariya romanên kurdî asta wan ya hunerî diyar nake. Ji ber ku gelek romanên kurdî gelekî dûrî qaîdeyên romannivîsînê mane. Hayê gelek romannivîsên kurdî ji tevna romanê, zimanê edebî, ferqa çîrok û romanan, vegotina bûyeran û kronolojiya wan, þayes, psîkolojiya lehengan û bikaranîna teknîkên romannivîsînê tuneye. Mirov dibêje qey gelekan ji wan qet roman nexwendine û dest bi nivîsandinê kiriye.

Lîsteya me ji kesên ku di warê romanê de herî pir berhem dane dest pê dike. Pirtûkên ku li cem min tune ne, bi awayê îtalîk hatine nivîsandin û biniya wan hatiye xêzkirin.

 
1. Mehmed Uzun
1-     Tu (Orfeus-1985)
2-     Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê (Orfeus-1987, 154 p.)
3-     Mirina Kalekî Rind (Orfeus-1989, 119 p.)
4-     Siya Evînê (Orfeus-1991, 220 p.)
5-     Bîra Qederê (Sara-1995, 252 p.)
6-     Ronî mîna evînê Tarî mîna mirinê (Avesta-1998)
7-     Hawara Dîcleyê (2 cild) (Avesta-2001, 302 p.)
 
2. Ereb Semo
1-     Þivanê Kurd (1935- an jî 1930[1]) (çapa nû, Ozgurluk Yolu-1977, Stenbol, 112 p.)
2-     Jiyana Bextewar (1959) (çapa nû, Roja Nû-1990, 253 p.)
3-     Dimdim (1966) (çapa nû, Wesanên Roja Nû-1983, 205 p.)
4-     Hopo (1969) (çapa nû, Roja Nû-1990, 208 p.)
 
3. Eliyê Evdirehman
1-      Xatê Xanim (1958)
2-      Gundê Mêrxasan (1968)
3-      Þer çiya da (1989)
4-      Murtule Beg[2]
 
4. Lales Qaso
1-     Se þev û sê roj (Nûdem-1999, 328 p.)
2-     Wêran (Pelda-2002, 303 p.)
3-     Xezeba Azadiyê (Pelda-2000, 312 p.)
4-     Ronakbîr (Pelda-2003, 116 p.)
 
5. Medenî Ferho
1-      Berxwedan Jiyan e (1994)
2-     Mîza Mihemed (Nûdem-1995, 107 p.)
3-     Xaltîka Zeyno (Doz-1998)
4-     Marê di tûr de (Pêrî-1999, 192 p.)
 
6. Mahmud Baksî
1-     Hêlîn (Immigrant-institutet-1984, 118 p.)
2-     Gundikê Dono (Orfeus-1988, 107 p.)
3-      Lawikê Xerzî ( ?) (Nûdem)
4-      Serhildana Mala Eliyê Ûnis (Weþanên Azadiya Welat 2001)

7. Lokman Polat
1-     Kewa Marî (Helwest-1999, 272 p.)
2-     Fîlozof (Helwest-2002, 163 p.)
3-     Rojnamevan (Pêrî-2002, 109 p.)
 
 
8.Brîndar
1-     Xanê (1982)
2-      Soro (1983, 179 p.) 
 
9. Bavê Nazê
1-     Stockholmê te çi dîtiye bêje (Förtattores Bokmaskin-1987, 122 p.)
2-     Çiyayên bi xwînê avdayî (Wesanên Komela Jinên Kurdistanê li Swêdê-1989, 240 p.)
 
10. Sidqî Hirorî
1-     Kurê Zinarê Serbilind (Nûdem-1996, 156 p.)
2-     Evîn û Sewat (Nûdem-1998, 109 p.)
 
11. Silêman Demîr
1-     Sorê Gulê (Nûdem-1997, 224 p.)
2-     Koç (Roja Nû-1998, 188 p.)
 
12. Îbrahîm Seydo Aydogan
1-     Reþ û Spî (Doz-1999, 288 p.)
2-     Leyla Fîgaro (Mîr-2003, 163 p.)
 
13. Heciyê Cindî
1-     Hewarî (1967) (çapa nû, Roja Nû-1999, 421 p.)
 
14. Seîdê Îbo
1-      Kurdên Rêwî (1981-Erîvan)
 
15. Xemgînê Temê
1-     Pala Bêþop (Sara-1983, 76 p.)
 
16. Egîdê Xudo
1-     Dê û Dêmarî (1986) (çapa nû, Nûdem-1995, 112 p.)
 
17. Sahînê Bekirê Soreklî
1-     Wendabûn (Instituya Kurdî Besê Elmanî-1987, 118 p.)
 
18. Nûrî Semdîn (Nacî Kutlay)
1-     Zeviyên Soro (Weþanên Kurdistan-1988, 313 p.)
 
19. Ahmedê Hepo (Apiyev)
1-     Birîn (Azerneþr-1996, 207 p.)
 
20. Azad Bavê Sahîn
1-     Yên Perîþan (1991-Beyrûd)
 
21. Hesenê Metê
1-     Labîrenta Cinan (Welat-1994, 197 p.)
 
22. Bûbê Eser
1-     Gardiyan (Roja Nû-1994, 165 p.)
 
23. Mihemed Dehsiwar
1-     Çirîskên  Rizgariyê (Newroz-1995, 314 p.)
 
24. Ihsan Colemergî
1-     Cembelî Kurê Mîrê Hekarî (Apec-1995, 195 p.)
 
25. Mustafa Aydogan
1-     Pêlên Bêrîkirinê (Nûdem-1997, 171 p.)
 
26. Helîm Yûsiv
1-     Sobarto (Avesta-1999, 203 p.)
 
27. Zeynel Abîdîn
1-     Binefþên Tariyê (Doz-1999, 176 p.)
 
28. Fêrgîn Melîk Aykoç
1-   Mamosteyê Zinaran (Rewsen-1999)
 
29. Adil Zozanî
1-     Kejê (Pêrî-2001, 240 p.)
 
30. Mezher Bozan
1-     Av zelal bû (Pêrî-2002, 158 p.)
 
31. Omer Dilsoz
1-     Hêviyên Birîndar (Aram-2003, 162 p.)
 
32. Newroz Saîdpour
1-     Viyan (Sî-2002, 206 p.)
 
33. Mêvan (Betal Betê)
1-      Bêbextî (?)
 
34. Torî
1-     Mendik (Berfîn-2002, 195 p.)
 
35. Kemal Orgun
1-     Li Qerexa Þevê Hîvron (Sî-2002,)
 
36. Perwîz Cihanî
1-     Bilîcan (Doz-2002, 511 p.)
 
37. Remezan Alan
1-     Saturn (Avesta-2002, 151 p.)
 
38. Xursîd Mîrzengî
1-     Sînor (Jîndan-1995)
2-     Belqitî
3-     Ristemê Zal
 
39. M.Beþîr
1-     Sofî Remo (Medya-1999)
 
40. Reþat Aktaþ
1-     Veger (Rewþen-2001, 147 p.)
 
41. Jîr Dilovan
1-      Zenga Zêrîn (Mezopotamya-2003, 22 p.)
 
42. Enwer Mihemed tahir
1-      Geryan li babê berzê (Aso-2000, Hewlêr)
 
43. Hesen Silêvanî
1-      Gulîstan û Þev (Hawar-1996, Dihok, sala nivîsandinê 1987)
 
44. Nacî Taha Berwarî
1-      Ew Aþê Deravlêwergerandî (Hawar-2002, Dihok)
 
45. Menaf Osman
1-      Girê Þêran “Serhildan” (Aram-2003, 435 p.)
46. Eyup Kiran
1-      Dewrêþê Evdî (Mîr-2003)
 

Ev lîste ji bo xebateke lêkolînî ya doktorayê hatiye amadekirin û mijara xebatê
li gora romanên kurdî, di zimanê kurdî de lihevkirina wextane.
 
Ger kesên ku ev romanên ku li cem min tune ne li cem wan hebin bixwazin wan romanan ji min re biþînin (fotokopiya wan jî dibe), ez ê spasdarê wan bim.
Ez navnîþana xwe li jêrê dinivîsînim.
Îbrahîm Seydo AYDOGAN
77 rue Ecuyère
76000 Rouen/France
Telefona min a destan:  00 33 663 47 86 87
Telefona min a malê:  00 33 235 98 46 30
 

[1] Bn : Azadî Sêrîn.- «Romana jiyana kurdewarî û berxwedanê, Dimdim », Hêvî, 10-16 nîsan 1999, Stenbol. Cf : Murad Ciwan.- «Hustuyê devê û rastiya Mehmed Uzunî», Nûdem, n° 30, Bihar-1999, Stockholm.
[2] Nacî Kutlay dibêje ku Eliyê Evdirehman bi xwe di hevpeyvîneke xwe ya di sala 1984an de gotiye ku ew li ser romaneke bi vî navî dixebitî. Lê kes nizane bê çap bûye an na. Cf : Naci Kutlay.- “Romana Kurdî’’. War: Kovara Lêkolîn û Lêgerînê, n° 5-6, havîn-payiz 1998, Stenbol.