|
Sînema
Kurd û Þerê Tirkî Yan jî, çîroka nu a filmê Davîdê Tolhildan
Carek
din rejîma Tirk di riya Qunselisên xwe de mudaxele dike, ku filmê kurdî
„Davidê tolhildan“ were qedexekirin. Filmê
derhinêrê kurd Mano Xeli „ Davîdê Tolhildan“ carek din ru bi ru li
ber çavsoriya rêjima Tirk ma. Rejîma
ceneralên tirk bi rengeki vekirî þer li dij vî filmî dike. Her ki çiroka
filmê Davîde Tolhildan hate sînema, lê çîroka duemîn a fîlm
û ceneralên tirk dest pê kir. Festivala
21an a filma li Singapor, ji çend mehan de beriyar stand ku filmê
Mano Xelil di festivale de, di bin beþê Sînema cîhanê de bê þani dan.
Bo
wilo film rengeki fermi di kataloga festivalê û di rojnama festivalê de
hat qeyd kirin û hat naskirîn ku roja 5.4. were þani dan û bîlêtên fîlm
jî hatin firoþtin. Berî vê deme û di roja 29 Adarê de li
Goethe-Institut Singapur film ji bo gelek dîplomasiyan li Sîngapor hat pêþkêþkirin,
di nav wan de, çend mirov ji Qunsilisa Tirkî li Sîngapor jî hazir bun. Roja
5. Nîsanê, namak ji dîrektorê festivalê Berêz Philip Cheah hat, têde
dibêje: mixabî bê ku ew razî be, fîlm û ji sebebên „meselên
navnetewî“ film ji festîvalê hat kiþandin. Zor lê hat, ku eu qerarek
wilo bistine. Di
wê rojê de, hemu mediya tirk, çi a xwendinî, çi jî erînî nivîsandî
ket dawet û govendê de, ku festîvala Sîngapor „Filmê PKK“ qedexe
kir. „Filmê PKK?“ Ji
min re gelek bê maene hat, ku tirk kêfa xwe dikin û dibêjin filme PKK,
ji ber ku film ne filme PKK ye, film ji PKK nehatiye finans kirin, û ti
kontrola PKK li ser derhênana film nîne, ma gelo bo çi Tirk ji kêfa
direqisin? Di rojekê de, mi di Internête de dît ku li Tirki zêdî ji 865
rupelan li ser filmê min di axiven, dibêjin, ku Singapora filme“
terroristan“ qedexe kir....!! Û bi regekî serkeftinê diaxivin
weke ku derbasî Ewropa bun...wh, ma gelo mesele çi ye..! Ji
bo wilo mi ji nuvre namek ji dîrektorê festîvale re Berêz Philip Cheah
re þand, min jê pirsî ma gelo mesele çiye? Ev film hate qebul kirin,
meane wê ewe, ku komîsîona festival film baþ dît, ma gelo bo çi carek
din film ji festîvalê derket...? Piþtî
du rojan Berêz Philip Cheah, dîrektorê festîvalê ji min re namak þand
û têde wilo hat nivîsandin: Berêz
Mano Erê,
qerar hat standin ku filmê te „Davîdê Tolhildan“
ji festîvalê bê kiþandin ji ber ku Qunsilisa
Tirkî li Singapor protestek mezin li
ber humumeta Sîngapor da þani dan. Filmê
te filmekî delale û lazime ku her kes wî bibîne, lê mixabin ev diniya
ku em têde dijîn diniyak xemgîne... Min
ji tere kataloga festîvalê sand. Bimine
di xweþî de Silav Philip !! Ez
jî weke Berêz Philip Cheah, direktorê Festivala Singapor dibêjim erê,
çi dinyak xemgîne û bêzare ku em têde dijîn, ev dinya dinyaya xwînxwarên
bi qewete, yen ku di dest de maþîna kuþtina mirova heye, diniyak xemgîne,
gava ku qapana asayê di destê xwînxwara de be, dinyak xemgîne ku mirov
ji bo nivîsekê bê kuþtin, dinyak xemgîne ku hunermend ji welatê xwe
bireve, ji ber ku karekî hunerî kir, dinyak xemgîne gava ku rêjîmek bi
qeweta xwe û bi diplomasîa xwe þerê filmekî bike, filmek ku beþek ji
rastî ye dide þanî dan...Xemgîne ev cîhan...Xemgîne, gava ku gur bibin
þivanên berxan... Xemgîne
gava ku 20 milîon kurd di bin destê Tirkan de bijîn û nikaribin zimanê
xwe bi kar bînin, xemgîne ku Ereb kurda dukujin, jiber ku kurd stranan bi
kurdî dibêjin... Xemgîne ev
dunya, xemgîne duniya Kurda. Dibe
hinek bêjin, bavo bo çi ev þer? Ma ne tev filmeke, û qediya...?Lê
mesele ne wilo ye, di filmekê de rastiya jiyanê tê þani dan, rastiya
dinyaya Kurda tê þani dan... Tirk
dibêjin ev film „ terorîste“ ma gelo bo çi li festîvalên cîhanî,
ên bi nav û deng weke Krakov film festival, weke Split film festival, weke
Solothurn film Festival,weke Orient film festival û festivalên din hat þanî
dan, ma gelo bo çi televizîona Swîsrî du caran ev fîlm þani da? Ma
gelo welatek weke Swîsra filmekî terrorist tucari di televizîona xwe de
dide þanî dan??? Ev pirs ji bo TIRKAN ne!!! Mudaxela
Tirkan li welatên ku filmê Mano Xelîl Davîdê Tolhildan þani didin ne
her dem dighê ermancên xwe, bi dehan name hatin bo hukumeta Swîsra ku
film ji Sînema bê wedexe kirin û li televizîone neyê belav kirin. Lê
hukumete swîsra namê wan herdem tavêt çopê. Tirkî
heta roja îro du caran bi serket, lê serkeftina wê dibe bela li serê wê.
Film deng distîne û xelek meraq digirin wî bibînin. Cara yekemîn li
festîvala filmên Emîrata erebi bun, wê demê film hatibu hilbijartin ku
di festîvalê de bê þanî dan, lê çend seatan berî dema ku bê temaþekirin,
dîrektorê festîvale Berêz Masoud Umralla Al Ali, xeber da berpirsiyarê
film ku wezareta kare derve a emîrata erebî, ji ber mudaxela Turkiye,
namak jêre þandine ku dibêje „ ji ber
biratiyê di nav tirkiye
û Emîrata erebi de, û ji bo karên navnetewî divê ev film bê
rawestandin“. Erê
mamuste Masoud Umralla Al Ali, karên
navnetewî û Dolar girîngtirin ji þanîdana filmekî li festîvala we, ma
ne tenê filmeke...û karên navnetewî û dolar girîngtirin ji gengeþiyê
li ser kuþtina deh hezarên Kurd, yan jî milîonên Ermen, yan jî sed
hezarên Yunanî, erê mamuste Masoud Umralla Al Ali, karên navnetewî girîngtirin
ji dizîbuna dîrokek Yunanî li Qunstntînopolis ku tirkan kirin dîrok bo
xwe û Agia Sofia yunanî guherandin bi mizgefta Suleyman... Gelo
bo çi Tirk harbune li dij vî filmî? Hesane,
ji ber ku cara yekemîne ku filmek bi rengekî rast, qewet, durust û hunerî
zulm û zordariya tirkan li dij miletê kurd tîne ziman û zelal þani
dide, cara
yekeme ku teorîa terrorîzmê ku tirkan bi þoreþa kurdî ve gerêdabu tê
þikandin û li derew dikeve...bo wilo tirk þerê vî filmê dikin.. Heta
roja îro di dîroka tirkî de hê þerek li dij tu filman wili nehatiye wek
li dij Filmê Davidê tolhildan, ji ber ku film bi zimanên beyaniya rastiya
þoreþa kurdistan tîne ziman. Tiþtek
dawi: çiqas zordariya tirkan li dij miletê Kurd mezin bibe, wilo wê þoreþa
Kurdî fireh bibe, çiqas zilm û zordariya Tirkan fireh bibe, wilo Tirkiye
weke welat wê bihele, dawiya wê tê, û wê ji hev perçe bibe... Û
dawî dixwazim di quhê ceneralên Tirkan de bibêjim: QERDASIM eger hun
dixwazin bighên tirêna Ewropa, divê ku hun mala xwe ji nijadperestiyê,
þofenîzmê û faþismê paqij bikin, ji ber ku mala we bêhna genî jê
difure, ji ber ku di mala we de, hê xwîna Ermen, Ynanî û Kurdan ziwa
nebuye. QERDASIM! Mano
Xelîl - Derhinêrê :Davîdê Tolhildan. Genêv
12.4.2008 http://www.filmfest.org.sg/screening-schedule.php?date=2008-03-29
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org