Mano Khalil

Du filmên Kurdî

„Al-Anfal“ û „Davîdê Tolhîldan“

Baþdarî festîvala filmên navnetewî yên Rojhilat li Genêva Swîsrî dibin

 

Festival ku di navbera 7 ta 13 meha Nîsanê 2008 li bajarê Geneve li dar dikeve du filmên Kurdi helbijartin. Ev her du film ji produksîona Mano Khalil û co-produksîona wezareta Rewþenbîrî û televîzîona Swîsrî ne.

 

Filmê yekemîn „ Al-anfal - bi navê Allah, Baes û Seddam“, di dawîa sala 2005 an de hatiye dexistin. Mijara vî filmî operasîonên ku rêjîma Baes a Îraqê di sala 1988 an de li dijî miletê kurd li baþurê Kurdistan li dar xist, ku bêhtirî 182 hezar mrovên kur hatin kuþtin û bi hezaran gund bi erdê ve hatin serrastkirin, yan jî hatine wêrankirinû û sewitandin tîne ziman

Her ku mijara film bi taybetî li ser þerê Enfala ye û metodên ku rêjîma Baes bi kar tanîn ku miletê kurd qela bike, lê ji alîkî din ve di riya dokumentên rêjîma Baes li ser kêmiyabaran kirina Kurdistan û eþkencên ku bi ser kurdav e di zindanan de dihat tîne ziman.

Mesaja filmê Al-Anfal ne tenê dîrokê ji nuvre vedigerîne, lê li ser hêviya miletê kurd disekine, ku ev miletê ciqas jî bi sed hezaran þehîd dane tucarî namre û azadiya xwe wê bistîne. Ev film di demekê de tê þanî dan, ku mirov divê Xwînxuar Ali Hasan Almajid û hevalên wî ku li hêviya Sêdarê ne, û yen din ku li Dîmaþqa welatê Suriya a Baesî bi azad digerin ji bîr necin.

Filmê duemîn filmê “ Davîdê Tolhildane”, ev film berî salekê kete Produksîonê de û heta roja îro baþdarî dehan festîvalên navnetewî buye. Weke ku nemaye veþartî, her ku ev film li deverekê tê þani dan, li hember protetoya rejîma Tirk ru bi ru dimîne, Li hemu cihan, rêjîma Tirk di riya qunsilisxana xwe, dixwazin ku ev film li diniyayê neye þani dan. Helwesta rêjima Tirk ji qedexe kirina vî filmê ewe, ji ber ku cara yekemê ye filmek Kurdi bi cavên beyanî li ser rastiya û heqê miletê kurd di serxwebun û azadiye de tê þanî dan. Ji roja yekemin de, rojname û mediya tirk her derewan dike û axivtinên ne rast û þaþ li ser zimanê mirovên  ku di film de cih girtine derdixe holê, ev jî her bê besriv dimînin, daxwaza wan ewe ku Film bi mînak vala weke Terorîsm û alîkariya terorîsme bide nîþan dan û bê qedexe kirin, le tucar bi ser nekeve.

Fîlmê „Davîdê Tolhildan“ li ser jiyana xortê Swîsrî Davîd Rouiller e, ku bi xwe kurê serokê dadgha Federal a Swîsra a berê ye. Davîd dev ji jiyana xwe a komfort li Swîsra berda û ev buye heft sal, ku cihê xwe di nav refên Gerîlayên Kurd de dîtiye.

Fîlm li ser jiyana vî xortê Swîsrî diaxive û eu bi xwe mînake ku temaþevan jiyana Gerîla bi temamî nas bike. Nerîna dayka David ku berê xwe dide nav Gerîla daku kurê xwe bibîne dibe sahidê xebata kurda ji bo jiyanek azad û serbixwe.

Lînka Festivala filman a Rojhilat li Geneve ave:

 

http://www.filmoriental.com/fr/?p=programme

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org