|
28
çepkegul li ser gorna nemir M.M.Berzanî bin Dr.Ebdilmecît
Þêxo
Di
sereta de ez jî mîna her Kurdekî bi bûneya bîranîna 28 saliya þehîdbûna
serokê nemir M.Mistefa Berznî serê xwe li ber gorna wî bi xemgînî, bi
serbilindî û bi þehnazî ditewînim. Weke
diyar e, di dîrokê de gelek miletên cîhanê nasnamên xwe yên netewî
bi kesayetî û qehremanên xwe yên navdar tên nasîn,herweha jî gelê me
jî di sedsala bîstan de li seranserî cîhanê
bi navê serokê nemir, têkoþerê gewre M.M.Berzanî hatiye
naskirin. Serok
Berzanî dîrok e, serok Berzanî þoreþ e, serok Berzanî raman e, helbest
e, çêrok e, serok Berzanî çemek mezin di nav pirêzeyên hestên niþtimanî
yên gelê Kurdistan de ye, serok Berzanî ziman gelê Kurd û hemû netewên
din li Kurdstanê û kawayê sedsala bîstan e. Lewra
jî nivisîn û axivtin li ser vî lehengî nemir di kurtebîranîne de
gelek dijwar e, lê ez dixwzim di vê bîranîna pîroz de çend gotinên
Prof.Qenatê Kurd û xanima wî dermafê nemir Berzanî de hûnim zimên. Gava ez li Lênîngrada
berê di salên 1978-1988 an de xwendekar bûm, Nemir Q. Kurdo ji min re
got; gava ez li Lênîngradê xwendekar bûm, mamostên min ji min dipirsîn,
tu çi milet î ?, min gote wan, ez Kurd im, ewan li min vedigerandin û
digotine min, yanê tu Berzanî yî. Yekser ji þabûnên mezin re, stêr bi
çavên min diketin, dilê min di sîngê min de mîna çûkan sema dikir,
min digote xanima xwe yaRus Nadêjda, binêre ! Binêre! Çawa miletê me bi
navê vî þêrî hatiya bihîstin !
Çawa vî dilêrî navê me, navê gelê Kurd xistiye dîrokê, vêca
çawa ezê xwe niha serbilind nebînim !! Dîsan
Q.Kurd gote min; gava nemir Berzanî hate Mosko, ez û xanima xwe çûn cem
wî, em bûne mîvanên wî, me gelek axftin kir, ewî rewþa hevalên xwe
û ya xwe li Sovyetistanê ji me re got; me li çavên wî temeþe dikir, me
wêneya Kurdistanê, me çem û þaxên Kurdistanê tê de didîtin, hîn me
wa hîngê bawer dikir ku serokekî me , qehremanekî me weha mezin hebe,
divê em qet ne xemxwar bin, dê gelê me rojekê azad be. Dîsan nemir
Qenatê Kurd gote min, min xwast hinekî henekan bikim, û min yekser ji cênêralê
mezin pirsî, tu zanî goraniyan bêjî? Ew keniya, û gote min, na ! Min dîsa
ji wî pirsî li tu zanî semayê bikî ? Dîsan
nemir Berzanî nermik keniya, û gote min,,na ! Lê min ji wî re
got; dêmek tu ne kurd î. Dîsan Berzanî bi giyaneke zor sivik keniya û
heneka min bi xûn sivikî pejrand, Qenat hîn got; min hemû riweþtên rêbertiyê
û mezinahiyê di serok Berzanî de dîtin.û hêviyên min bi rizgariya gelê
Kurd gelek xurt bûn. Dîroka
me ya nûjen diçespîne, ku serokê nemir bi lehengî û bi pîdarî li
hember dijminên xwe têkoþîn dikir û ramanên wî ne tenê li Kurdistana
Îraqê nirxbuha bûn, lê ronahiya rêbaza wî ya netewî li seranserî
Kurdistanê ta niha cihê rêzdariyê ye. Lewra jî ew
dibe sîmbola tevgera azadîxwaza her çar beþên Kurdistanê. Bi
vê bûneya mêjoyî, ez silavên welatparêzî ji
pêþmergê serok, rêzdar Mesud Berzanî, û ji hemû kurdistaniyên
dilsoz re diþînim û dibêjim hemûyan , hûn hemî dilþad û serfiraz
bin û bi rizgariya Kurdistanê bextewar bin.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org