Armanca Turkiya niha ne PKK ye, lê rûxandina hukumeta herêma

KURDISTANÊ YE

 

Dr.Ebdilmecît Þêxo

 

  

Cîhana serdem bi hemû aliyên xwe ve pêþda diçe, gelek awa û alvên kevneþopî di jîna me de hatine gornekirin, yan eger ez bi zimanê zanistî bêjim; ewanan niha di rûpelên dîrokê de cihên xwe istandine. Zimanê siyasetê jî mîna hemû rudawên din hatiye guhertin,Gelek dengên dêmokrat û rizgarîxwez bi aþtiyane li dijî rêcîmêm dîktetur û dewletên ne dêmokrat bilind dibin. Ango cîhana me nûjentir dibe, lê xûya ye dewleteke mînaTurkiyê hîn li dervayî hevkêþiya yasayên pêþketina civaka cîhanê de gavên xwe yên siyasî li hundir Turkiyê, li KurdistanaTurkiyê, li dervayî Turkiye, bê pîvanên hiþmendî û bê rêzgirtin ji sinciya siyasî re davêje.

Turkiyê beþekî mezin ji welatê me dagîr kiriye ewê gelek raperîn û þoreþên kurdî bi hovane aþbetal kirine û rûya xwe ya siyasî di dîrokê de pir reþ kiriye. Di sala 1973 an de dîsan Toranperestên Turkiyê bi mebesta parastina hemwelatiyên Turk li girava Qubirsê, beþek ji wê giravê dagîr kir û dewleteke xwe li wir ava kirî ye û ewê carek din rûya xwe di mêjoya Rojhilata Navîn de û li qada cîhanê hîn reþtir kiriye.

Mîna min li jor gotiye; di bin sîbera niweya siyasî ya nû li cîhanê gelên Îraqê û Kurdistanê rêcîma Bexdadê di nîsana, 2004 an de bi alîkariya hêzên hevpeyman hilweþandin. Dagîrkerên Kurdistanê û dijminên dêmokratiyê bi vê bayê nû re serxweþ bûn, ewanan ji wê rojê de û ta roja îroîn pir bi awayên ne mirovane û têrorane  dixwazin dîwarên gelek bilind li pêþ pêþveçûna Îraqê û Kurdistanê dînin.Turkiyê herdem bi zelalî li dijî Kurdistanê û dêmokratîkirina Îraqê mîna segeke har xwe dide xûya kirin. Di vê mehê de dîsan dewletaTurkiyê gefgurên mezin li dijî hukumeta herêma Kurdistanê ragîhandin, û ewa dibêje; emê girîleyên PKK ji holê rakin û emê hemwelatiyên xwe Turkmanan li Kerkukê ji zordariyê biparêzin ...

Lê mebesta rastîn ya dewletaTurkiyê têkbirina hukumeta Kurdistanê ye û dagîrkirina  dilê Kurdistanê (Kerkokê ) ye. HukumetaTurkiyê ji pêkanîna biryara 140 î ji destura Îraqê derbarê kêþeya Kerkukê pir ditirse; ewa baþ dizane ku eger ev  biryara140 î pêk were, yanê di warê siyasî de  jî Kerkuk dikeve çarçewa Kurdistana Îraqê û di piþt re hukumeta Kurdistana Îraqê dê jiTurkiyê û ji pir welatên Rojhilata Navîn dewlemendtir û hêztir bibe û Turkiyê vê rastiya pîroz jî dizane ku hukumeta herêma Kurdistanê dê di pêþerojê de piþtvaniya gelê xwe li beþên din jî bike û ji bo wan beþan jî têkoþanên xwe ji bo zadiyê gelê Kurd li her sê beþên mayîn jî berdewam bike.

Lewra jî ne Turkiyê, ne Îranê û ne Sûriyê dixwazin dewleteke kurdî xurt li Îraqê were damezrandin.

Cîhana siyasî rind dizane ku çiqas serokê nemir M.M.Berzanî  rêz li dewlet û gelên  cîran dikir û ewî herdem ji bo çareserkirina astengan li hindir Îraqê û li dervayî Îraqê bi þêweyên aþtiyane amede bû. Serokê herêma Kurdistanê, pêþmergê serok, rêzdar Mesud Berzanî jî bi hiþmendiyeke bilind û pir bi mêrene bersiva dewletaTurkiyê daye, ewî bi bersiva xwe vîna gelê Kurd li her çar beþên Kurdistanê derbiriye. Gelê Kurd li welatê Kurdistanê tucarî hêriþî gelên din an dewletên  ne kiriye, ewî herdem  berevaniya xwe kiriye, herdem bi qehermanî li dijî hêriþên dagîrkeran rawestiye û ew hîn jî di bin siya pêþengên Kurdistanê û bi rêbertiya serok Mesud Berzanî amede ye ku li dijî hemû gefgur û hêriþên nijadperestan raweste. Di vê derbarê de "Baregeha navbendî ya hêzên berevaniya gelî û kurdistanî" di 13.04.2007 an de helwesta xwe ya netewî bi berpirsiyerke bilind daye xûya kirin û gotiye; "Em rêdanê nadin ku gelê me li Kurdistana Îraqê û hemû desketinên netewî ziyanê bibînin û emê bi hemî hêzên xwe wanan ji hêrîþên leþgerên Turkan biparêzin."

Lê piþtî rûxandina rêcîma dîktetur li Îraqê û damezrandina dewleta fêderal ji Kurdistanê û Îraqê heyama siyasî  bi rengekî din e,  li gor yasa û desturên dewletên fêderal herdu herêmên fêderal neçar in bervaniyên hevûdu li dijî hêriþên derve bikin. Ango berevaniya Kerkukê niha ne tenê ji erkên gelê Kurd de, lê gelê Ereb divê li gor desturê û li gor berjewndiyên xwe yên samanî berevaniya Kerkuka kurdistanî û ya îraqî bike.  Lewra jî em dibînin ku çawa serokê perlemanê Îraqê birêz Mehmud Meþhedanî bi vê watayê ji raya giþtî re dibêje; "Emê li helwestên serok M.Berzanî xudî derkevin û hîn jî ewî gotiye; ew destên ku xwe dirêjî karên navxweyî yên Îraqê bikin, dê ew destenan bên jêkirin." Û herweha jî serokê encumena wezîrên Îraqê rêzdar Norî El malikî jî ragîhand, "Em xwe tevlî karên cîranan nakin û bila cîran jî xwe tevlî karên me nekin."

Ez pir texmîn dikim ku Turkiyê di gefgurên xwe de derewan dike, erê ewa hêzên leþgerî ber bi sînora Kurdistanê ve dilivîne, lê ewa dixwaze bi van tektîkên xwe tirsê têxe dilên Kurdan, hukumeta Îraqê û hukumeta Kurdistanê, û helwestên hukumeta Îraqê li hember biryara 140 î sist bike. Ez hîn nikanim bawer bikim ku Turkiyê  nizane, ewa dê di þerê xwe de li dijî Kurdan û Îraqê bisernakeve, ji bilî vê rastiyê jî, faktoreke din giring heye, ewa jî ev e; koma netewên yekgirtî , yekitiya ewropî, hêzên hevpeyman yên navnetewî, hemû rêxstinên  mafên mirovan li cîhanê li dijî destdirêjên Turkiyê ne, û rûyaTurkiya ya berê reþ dê hîn di nav qada navnetewî de tarîtir bibe û dê gelek berjewendiyên xwe yên din winda bike.       

 Di her hal de divê dewleta Turkiyê yasayên pêþketina civakan baþ têbigêhe û xwe ji nexweþiyên zordestiyê û hêriþên berberyane rizgar bike û bila ewa xwe bi pêþvebirina doza dêmokratiyê li Turkiyê û li Kurdistana Turkiye xerîk bike, asteya aboriya xwe bilind bike û civaka xwe ji belengaziyê rizgar bike.Li aliyê din divê hêzênTurk yên dêmokrat û aþtîxwez, kesayetiyên ronakbîr û dêmokratîxwaz jî li dijî destlata xwe ya ne dêmokrat û þerxwez rawestin û divê ewanan mîna pir hêz û partiyên Erebên Îraqê destên xwe bidin hêzên kurdistanî û bi hemû alav û awayên aþtîyane dêmokratiyê ji Turkiyê û azadiya netewî ji Kurdistanê re pêkbînin, eva tenê rêyên pêþketina Turkiyê  û Kurdistanê ye.

Ma ye ez di vê çarçûvê hîn bêjim; bersiva gelê Kurd ya herî xurtir ew e, ku hêzên gelê Kurdistanê, hemî saziyên ronakbîrî, kesayetiyên serbixwe bi yekdeng gefgurên turanîstên gewr þermezar bikin û bi yekdeng piþtvaniya helwesta serokê Kurdistanê,  têkoþerê mezin, berêz Mesud Berzanî bikin, çimkî rêzdar Mesud Berzanî dengê 40 milyon Kurd e, dengê  rizgarbûna Kurdistanê ye.

                                                               

                                                                                        Tutlingên,15.04.2007 

                    

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org