|
Bi
giþtî siyaseta Turkiyê ya derve (
Xeleka duhem) Dr.Ebdilmecît
Þêxo Pêwendiyên Turkiyê bi
Emêrîka re Piþtî þerê cîhanê
yê duhem têkeliyên Turkiyê bi Emêrîka re hîn bi hêztir bû, Emêrîka
dixwast roleke giring û stratîcî bideTurkiyê, ji ber ku Emêrîka
dixwast bi alîkariya Turkiyê bi tundî li dijî Soveytistana berê raweste
û destên wê yên dirêj li Rojhilata Navîn jî kurtir bike. Ji bo pêkanîna
vê armancê, Emêrîka pir baregehên leþgerî li ser xaka Turkiya û
Kurdistanê ava kirin û li hember vê yekê, Turkiyê kanî bû gelek alîkariyê
di warên çek û diravî de ji Emêrîka bistîne. Di dema ku
Turkiyê beþek ji Qubrisê di sala 1974 an de dagîr kir, ta radeyeke pêwendiyên
herdu welatan bersarî bûn. Lê piþtî ku þoreþa îslamî bi seroketiya
A.E. Xomênî li dijî Þahê Îranê Muhemed Riza Behlewî di sala 1979 de
bi serket û piþtî ku Afganistan ji aliyê Soveyetistanê dehate dagîrkirin,
peymaneke berevanî û aborî di navbera Emêrîka û Turkiyê de di sala
1980 î de hate morkirin. Lewra jî têkeliyên van herdu dewletan li gor
berjewendiyên hevbeþ bi hev re hîn xurtir bûn.Turkiyê li bin siya vê
peymana du alî jî gelek alîkarî (darayî, leþgerî ) ji Emêrîka dîsan
wergirtin. Gava ku cengê
sar bi dawî hat, Sovyetistan û welatên sosyalîst ji binî de hatin felþandin,
mirov bawer dikir ku rola Turkiyê di stratîciya Emêrîka de lawaz bibe, lê
weke ji me re tête xûyankirin ku ev texmîna ne pir rast
e. Ji ber ku hîn baþ tête zanîn ku çawa Turkiyê kane rola kilîtekê
yan pirekê di navbera Asiya û Ewropa de bilîze, ewa dikane akamên xwe li
Belkan, Asiya Navîn, Kafkasê û Rojhilata Navîn bike û li dijî neyarên
Emêrîka raweste. Herweha jî giringiya Turkiyê ji Emêrîka re hîn
pirtir dibe, çimkî ewa dizane ku "Neft
û Gaz" li welatên ber
"Deriya Qezwînê "
gelek hatine dîtin û ew dewletan jî, têkeliyên xwe dîrokî, netewî,
çandî bi Turkiyê re henin. Li aliyeke din jî, Emêrîka hêvî dike û
belkî bawer dike ku evan welatan li ser þopa dêmokratiya Turkiyê u ne ya
Îrana radîkal biçin. Li hember berjewendiyên Emêrîka, Turkiyê jî
berxwe dide ku Emêrîka zorê bide ser dewletên ewropî, ta ku
ewanan wê di nav xwe de mîna endam bipejrînin. Li gor nirîna me jî,
çareserkirina kêþa kurdî û binpêkirina mafên mirovan liTurkiyê niha
ji Emêrîka re ne derd e û ewana jî nabin
sedemên têkçûna têkeliyên Emêrîka bi Turkiyê re.
Siyaseta Turkiyê li hember dewletên îslamî û cîhana erebî Weke
tête zanîn gelê Ereb jî mîna pir gelên din li dora 400 salî di çarçewa
Împiratora osmanî de dijîn, gelê Ereb di vê baweriyê de ye ku (Dewleta
Osmanî) di bin bandêra(parola) ola îslamî de welatê Ereban dagîr kiri
bû. Li aliyê din jî,Turk dibêjin; Ereb û hin dewletên ewropî koledar,
pîlanên xwe li dijî me çê kirin û dewleta me hilweþandin, ji ber vê
jî di destpêkê de têkeliyên van dewlatan bi hev re pir xerap bûn û
gelþiyeke mezin di nav wan de hebû. Mîna me berê jî nivîsî bû;
Turkiyê dewleta îslamî ya yekem bû ku damezrandina
dewleta Îsraîl rewa dît û ewa pejirand, têkeliyên dîplomasî hîn
di sala 1950 î bi wê re girêdan û ewa bû ye endamê gelek hevpeymanên
navdewletî li dijî welatên erebî û îslamî. Di encama van
hevtêkeliyên xurt de, gava ku du dewletên erebî Misirê û Sûriyê xwe
ji yektiyekê re amede
dikirin,Turkiyê hîn di sala 1957 an de li dijî yekitiya herdu dewletan
rawestiya û ewê hêzên xwe
yên leþgerî þandin ser sênora dewleta Sûriyê û ewê xwest Sûriyê
bi vê yekê bitirsîne û lingên wê li berhev xîne. Herwisa jî Turkiyê
rêk dabû Emêrîka ku ewa hêzên xwe yên leþgerî ji baregeha leþgerî
"Incerlik" biþîne Libnanê û ewa (Turkiyê ) di sala 1958 an
de, di " Netewên Yekgirtî
" de li dijî azadiya
Firansa nirîna xwe derbirî û ta niha jî Turkiyê naxweze bêje ku ewê hîn
di sala 1939 an de herêma Îskenderonê bi erêkirina Firensa dagîr kiriye
.
Di dema ku komara Turkiyê ava bû, ewê giringiyeke mezin hîn ne
dida dewletên erebî û cîhana îslamî ta ku têkeliyên erênî bi wanan
re çê bike. Lê piþtî ku guhertinên siyasî li fêz û gurepana cîhanê
de hatin holê. Turkiyê ji wê hîngê de berxwe dide danûstandinên
beranberîbûn û hevteraziyî bi welatên îslamperest re li gor sudên xwe
bihûne. Tevî ku Turkiyê di
sala 1976 an de dibe endamê
"Rêxistina Kongira Îslamî, lê dîsan
têkeliyên wê bi dewletên erebî û îslamî re erneyênî ne,
ango helwestên wê hêlkandî ne û ne cîwest in. Di vê derbarê de
Turgut Ozal carekê ragîhandi bû; "Belkî em kanibin aþitiyê bibin
navçeyên erebî û îslamî, em emede ne hemû pirojeyan li wir bi pêk hûnin,
ew pirojeyan dikanin wan herêman di warê aborî de bi pêþ xînin, wek
nimûne em dikanin evê ji çemên xwe bigînin "Girava Erebî" û
wirzeyên çandinî li wir dewlemend bikin …" Lê Turkiyê,
siyaseta xwe li hember cîhana erebî û îslamî di salên nudî de
li ser van bingehan danîye;1- Kutabûna þerê sar û rûxandina Yekitiya
Soveyt.2- Þerê kendavê yê
duhem.3-Diyalogên Ereban bi Îsraîl
re û hêdî pir dewletên Ereb
jî wê dipejirînin û dijmantiya wê nakin.4-Xurtbûna þepêla îslamî
li Turkiyê.5- Turkiyê pêwendiyên
xwe di warên bazarganî, pirojeyên aborî û yên din kêrhatî bi Dewletên
Kendavê, Mexribî, Misir û Urdinê baþ kirine. Lê divê em bêjin jî, pêwndiyên
wê bi Sûriyê û Îraqa berê re ji bo pirsa avê, ango ji bo çemên
Feratê û Dicle ne rind bûn
û dê di duhatî de jî ne
rind bin. Ji bo parvekirina ava van herdu çeman çar hevpeymanên navdewletî
jî li darketine. 1-Hevpeymana firansî – birêtanî di 13.12.1920 î
de.2-Hevpeymana Lozanê di 24.07.1923 an de .3- Hevpeymana dostanî û dirawsêyeyî
di navbera Firansa (Sûriyê) û Turkiyê, li Ankerê di 30.05.1926 an de ji
bo parastina çema Qiwêqê li Helebê. 4- Hevpeymana Helebê di navbera
Turkiyê, Firansa û Birêtaniya di 3.05.1930 î de. Di sala 1966 an
de li Hêlsinkî biryar hati bû istandin, li gor wê, divê cidabûn di
navbera van herdu rudawên xweristî de tune be; 1- Cihderê avê ji ku
dibe, bila bibe.2-Av di kuderê re diherike bila biherike . Turkiyê û Sûriyê,
Turkiyê û Îraqê ji bo çareserkirina kêþa parvekirina ava herdu çeman
gelek caran bi hev re hevdîtin çêkirin û di sala1982 an de her sê
dewlet bi hev re rûniþtin, lê ta niha jî ewanan bi hev re ne gihane
hevpeymaneke cîwest, yanê Sûriyê û Îraqê hîn nizanin parên wanan di
avê de çiqas in, lê divê em
bêjin jî, Turkiyê di sala 1987 an de soz daye Sûriyê ku ewê bi kêmasî
di her saniyekê de 500 M. ev ji çema Feratê bi ser Sûriyê de biherikîne
Turkiyê dixweze
hîn pirojeyên berbestên avê, ji bo berjewendiyên xwe li dewltên herêmê
bi kar hûne; 1- Turkiyê
"Pirojeya Ava Boriyên Aþtiyê" di sala 1987 an de ragîhand,
armanca Turkiyê ji vê pirojeyê ew bû; ku ewa avê ji çemên
Sihan û Çîhanê bide welatên Rojhilata Navîn, Turkiyê dixwast ji piþt
vê pirojeyê di her salekê de
li dor du Milyar Dolar qezenc bike. Lê dewletên erebî eva pirojeya ji ber
van sedemên jêrin nepejirand.1-Dewletên erebî ditirsiyan ku mafê
bikaranînê avê herdem li gor daxwazaTurkiyê be, û ewa avê ji xwe re mîna
çekekê bi kar hûne.2-Kirîna avê ji Turkiyê ji bo weletên Ereban pir
buha bû. 2-"Pirojeya
Xabê;" eva pirojeya ji 22
berbestên avê û ji 19 wargehên ênergiya cêlanê (kehrebê ) pêk
hatiye. Ji berbestên herî
giring, berbesta Ataturk e, ewa di sala 1992 an de li ber çema Feratê
hatiye avakirin. Mîna tête nivîsîn; ewa bi pirbûna ava xwe li cihanê
ya 15 ê ye. Di encamê de mirov kane bi sanahî bêje, ku niyaza Turkiyê
ji van pirojeyên jorîn ev e; ku ewa
bi riya avê hevsarê dewletên Ereban di warê çandinî bi dest xwe ve hûne û
bi ser de jî dixwest û dixwaze ava xwe
bi çekan û zêrê reþ biguhêre. Kêþa herêma
Îskenderunê: Firansa û Turkiyê di 20.10.1921 ê de bi hev re peymanek li
darxistin, li gor wê peymanê sînorek di navbera Turkiyê û Sûriyê hate
çespandin û dîsan li gor wê peymanê, sistêmeke rêvebiriyê û taybet
li herêma Îskenderunê bi cih hat. Eva sistêma li gor berjewendiyênTurkiyê
bû, Turkiyê kanî bû, zimanê turkî li vê herêmê jî bike zimanê
fermî, ewê hejmara hemwelatiyên xwe (Turk) li vê herêma erebî pirtir
kir. Lewra jî gava ku Turkiyê di sala 1938 an de bi alîkariya Firansa
hilbijartin li herêmê kir, dengên kêmnetewa Turkan di encumena
bilind de, ya ku ji bo rêvebiriya herêmê hati bû hilbijartin, pirtir bûn.(
Yên Turkan 22 nûner û
yên Erebên surî 18 nûner bûn ). Turkiyê bi vê
destdirêjkirinê tenê qayil ne bû, ewê di wê salê de jî hêriþek leþgerî
bire ser herêma Îskenderunê, lê Firansa li dijberî Turkyê û hêriþên
wê ranewestiya. Bi ser vê de
jî, di 23.06.1939 an de Firansa ji bo qazancên xwe yên koledarî, herêma
Îskenderunê raberî Turkiyê
kir. Bi vî awayî beþek ji axa Erebên Sûriyê jî mîna Kurdistanê di
bin nîrê komara Turkiyê de
ma ye. Di nirîna me
de, ne Sûriyê û ne jî dewletên din erebî, dagîrkirina herêma Îskenderunê
ji xwe re kirine qisawet, Sûriyê car caran
wê herêmê tîna bîra xwe û li ser wê di civatên navdewletî
de dipeyve û dibêje; em dixwazin herêma Îskenderunê bi riya
" Netewên Yekgirtî " dîsan li me vegere..Lê diyar e ta roja îro
tu kes guhên xwe nade van daxwaz û bergerînên qels û sistexavî. Dumahîk
heye
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org