|
Bi
giþtî siyaseta Turkiyê ya derve (
Xeleka sêhem ) Dr.Ebdilmecît
Þêxo Kêþeya Musilê û Baþûrê
Kurdistanê: Di dîroka nûjen de diyar e ku li
gor hevpeymana "Sayiks -Pîko " di sala 1916 an de û piþtî þerê
cîhanê yê yekem ku dewletên koledar, dewletên Ereban û du beþ ji
Kurdistanê ji "Împiratora Osmanî" dagîr kirin. Firansa Rojavayê
Kurdistanê di çarçewa Sûriyê de zep kir û Birêtaniya wîleyeta Musilê( bajarê Musilê û Baþurê Kurdistanê) ji ber dewlemendî û stratîciya wê ya ciyografî, di çarçewa Îraqê de xiste bin nîr û
destlatdariya xwe. Þerê cîhanê kuta bû, lê di
navbera Turkiyê û Birêtaniya de gelþî li ser wîleyeta Musilê berdewam
bû, lewra jî evan herdu dewletan xwestin kêþeya wîleyeta Musilê li nik
"Komka Netewan"çareser bikin. Hîn di hevpeymana "Lozanê" di sala 1923 an de
serokê þandeya komara Turkiyê Îsmet Înêno goti bû :" Hemû rîniþtvanên
wîleyata Musilê Turk û Kurd in, li wir bi van sê
zimanan têtin axivtin; Turkî, kurdî û erebî. Lê Kurd bi regez
û koka xwe ne "Arî "ne, ewanan bi binyata xwe "Toranî
"ne…û ewî hîn got ibû; piraniya rûniþtvanên wîleyata Musilê
Turk û Kurd in û eger piraniya hemwelatiyên bajarê Musilê Ereb bin jî,
ewa na be sedemek ku danîþtvanêm þarê Musilê çarenûsa wîlayeta
Musilê bi giþtî çareser bikin, ji ber ku gelê Ereb di wîleyetê de kêmnetew
e…. û bi ser dejî ewî nirîna
xwe weha vekirî derbirî bû ; " Turkiyê ne amede ye ku wîleyeta
Musilê bide tu hêzên din li cîhanê . Li gor biryara "Komka Netewan
" di sala1925 an de diviya bû, wîleyeta Musilê di çarçewa dewleta
Îraqê de bimîne û di sala 1926 an de, Musil û Baþûrê Kurdistanê bi
fermî di çarçewa dewleta Îraqê de ma ye . LêTurkiyê ta roja îroyên her du
çavên xwe di bajarê Musilê û Baþurê Kurdistanê de mane Wek Nimûne;
weke ku rojnama "Hiriyet" di 6 .06. 1994 an de bername û
pirojeya serokêTurkiyê Turgot Ozal eþkere dike û dinivîse; pirojeya
Turgot Ozal ew e ku ewa dixwaze Îraqê parve sê dewletên biçûk bike1-
Dewleta erebî. 2- Dewleta turkî.3- Dewleta kurdî.. Yanê niyaza wî ew bû
ku ji bajarên Musilê(erebî) û parêzgeha Kerkukê (kurdistanî) komareke
turkmanî ava bike û paþê wê bi dewleta Turkiyê ve girêde. Lê li aliyê
din "Partiya netewa turkî" dibêje; divê em wîleyeta Musilê(
Musil û Baþurê Kurdistanê ) ya ji aliyê Birêtaniya de hati bû dagîrkirin,
dîsan wê rizgar bikin û wê
têxin çarçewa dewleta Turkiyê. Her weha, Sulêman Dêmêrîl jî di sala
1995 de xwest ku sênor di navbera Îraqê û Turkiyê de serast bibe û dîsan
wîleyeta Musilê têxin bin destên xwe . Piþtî þerê Kendavê,Turkiyê di
14.05.1997- 21.06.1997 de hêriþek leþgerî ajot ser Baþurê Kurdistanê. Dîsan Leþgerên Turkiyê bi
buhaneya hebûna wargehên Girîlayên PKK li çiyaên Qendîlê (Baþurê
Kurdistanê) di 21 .02. 2008 an de hêriþek mezin bir ser Baþurê
Kurdistanê. ArmancênTurkiyê yên nîzîk û rasterast ji vê hêriþê çi
bûn?1- Ewê dixwast wireyên gelê Kurd li herêma Kurdistanê ji binî de
hilweþîne 2- Ewê niyaz dikir ku bingeha avahiya jêrîn birûxîne, ta ku
hukumeta kurdî sernûva bi tijîkirina
valahiyan mijûl bike û wê ji xala 140 ji destura Îraqê ya nûh bidûrxîne
.3- Turkiyê dixwast þerê birakujiyê di navbera
Kurdan de peyda bike. lê dîsan Turkiyê nikanî bû armancên xwe
ji ber van sedeman bi chi bihanîna.1-
Girêleyên PKK
berxwedanên dilawerî û kamêranî li
dijî leþgerên Turkiyê kirin .2- Rêberên
herêma Kurdistana azad bi pêþengiya
serok Mesud Berzanî biryarek gelek hiþmendî
ragîhandin, ku rewsa siyasî çawa dibe, bila bibe, lê þerê
birakujiyê.kurdî –kurdî ne gengaz e.3- Yekbûna helwesta partiyên
kurdistanî li dijberî hêriþa Turkiyê 4-.Pêþmergên qehreman ji bo
berevanî û parastina Kurdistanê xwe amede kirin.5-Gelê Kurd li sê beþên
din jî û li dervayî welêt dengê xwe li dijî hêriþa Turkiyê
rawestiya.6- "Yekitiya
Ewropî" namek ji Turkiyê re þand û
ewê tê de nivîsî bû; eger tu ( Turkiyê )leþgerên xwe ji
Kurdistanê venekþînî û vê daxwaza me bi pêk nînî, dê
"Yekitiya Ewropî" li dijî hêriþa Turkiyê hin biryaran bistîne
.7-Emerîka jî ji Turkiyê re got, divê tu di hundir du heftan de leþgerên
xwe ji Kurdstanê vegerînî û divê astengî bi awayên siyasî, aþtiyane
werin çareserkirin, her weha j, goti bû, divê tu giringiyê bidî kêmnetewa
Kurd li Turkiyê.8-Serokê giþtî yê "Netewên Yekgirtî ", Birêtaniya,
Firansa, Îtaliya jî li hember
hêriþên Turkiyê bê deng neman. lê divê em vê rastiyê jî bidin xûyakirin
ku dewleta Îsraîl ji bo berjewendiyên xwe bi Turkiyê re, nexwest dengê
xwe li dijî hêriþên Turkiyê bilind bike. Lewra Turkiyê dîsan neçar bû,
leþgerên xwe di 29.02.2008 an de ji Kurdistanê vekþîne. Li vir
em kanin bêjin ku siyaseta Turkiyê li hember Îraqê û herêma
Kurdistanê ne li ser bingeheke dîrokî; zanistî û rasteqînî ye, lewra
jê ewa ne niha û ne di pêþerojê de nikane Îraqa fêderal perçe bike
û xewnên xwe yên toranî vejîne; ji ber ku, li gor nirîna me, ne dewletên
Ereb, ne gelê Kurd, û ne jî siyaseta gorepana navnetewî
rêbazaTurkiyê ya toranîst dipejrînin û bi ser de, dê ewanan hemû
bi tundî li dijî gavavêtên koledarî rawestin. Turkiyê û pêwendiyên wê bi
Îranê û bi hin komarên îslamî
re Tevî ku di dîroke de diyar e ku
"Împiratora Osmanî" û "Împiratora Sefewî"" li
dijî hev þer kiri bûn, têkeliyên wan di sedsalên duhatî de, ne bi dijmantî û ne jî bi dostanî dihatin naskirin. Lê piþtî ku þoreþa îslamî bi
seroketiya A.E- Xomeynî li dijî M.R. Behlewî di sala 1979 de li Îranê
bi serket. Turkiyê ji hewþvedana ola îslamî-îranî ya radîkalîst
ditirse, ji ber ku Îran berxwe dide akamên xwe di warê olî li hundir
Turkiyê bike. Lê gava ku Sovyetistan hilweþiya û komarên îslamî li
Asiya Navîn serxwebûnên xwe ragîhandin, vê carê
di navbera Turkiyê û Îranê de, berbirkek dest pê kir ; her yek
ji van herdu dewletan dixwaze van
komarên îslamî ji aliyên aborî û nemaze di warên
"Zêrê Reþ" û "Gaz" de
bi stratêciyên xwe ve girêde. Lê Turkiyê gavên xwe hîn ji vê
pirtir di destdirêjkirina nav dewletên Asiya Navîn
û Kafkasê de ( Ezerbêcan,Turkmanistan , Kazaxistan , Uzbêkistan, Kêrgîzistan û
Tacîkstan ) avêtine ; ewa ne tenê dixwze sudên aborî û diravî ji van
komaran bibînê , lê ewa niyaz
dike ku wan
dewlet û miletan di warên
siyasî, nijadî û çandî jî bi xwe ve bibestîne, ewa niha xwe mîna
birayekî mezintir ji pênc gelên
Turkaxêv re dibîne. Dîsan weke tête zanîn, rêxistina (E C O) ji bo
hevkariyên aborî di sala 1960 î de, di nav van dewletan de ,Turkiyê,Îran
û Pakistanê ve hatiye avakirin , lê piþtî rûxandina Soyetistanê,
di sala 1992 an de Ezêrbêcan
,Turkmanistan ,Uzbikistan , Tacîkstan
dibin endamên vê rêxistina abrî (E C O) û komara kêrgîzistan
di vê rêxistinê de ( E C O) mîna dewletek çavdêr tête destnîþankirin.
Turkiyê dixwaze bi van hewaldanên xwe, rola xwe di van herêman de hêztir
bike, ta ku ewa kanibe rêkê li pêþ armanc û daxwazên Rusiya û Îranê
li wan herêman bigre û li pêþ wanan mîna gêrbendekê raweste. Li aliyê din jî Turkiyê dixwaze bi van çalakiyên
siyasî, aborî , û çandî helwestên xwe li hember "Yekitiya Ewropî
" û dewletên Rojava xurt
bike . Turkiyê ji bo pêkanîna armancên xwe pir gav li van herêman avêtine.
Di warê siyasî de; ewê hîn di sala 1991 ê de serxwebûna van dewletan
bi þeweyekî fermî pejirand û balyozxaneyên xwe li wan komaran vekirin
û komîtek taybet
ji nav wezîrên xwe ji bo
karûbarên van balyozxanan destniþan kirin. Di warê leþgerî de; Turkiyê
hevpeymanek hevbeþ ji bo berevaniyê bi Ezêrbêcanê re mor kiriye.
Herweha jî ewê peymanên din leþgerî bi hin van komaran re girêdane. Di
warê aborî de; ewê têlên telîfonên xwe bi yên wan komaran ve girêdan,
pirojeyên bazarganî, gumrikî ( bacbirin ), çandinî, neftî, industrî
û riyên çûyên û hatine li
wan deran ava kirine .Dîsan Turkiyê di warê rêgihandina Neftê de
berberitiya Rusiya dike; ewa jî dixwaze Neftê ji "Deriya Kezwînê",
ji Bako di nav erdên xwe re derbazî Ewropa bike.
Herweha jî Turkiyê hewal dide ku têkeliyên
xwe yên aborî bi welatên din
îslamî re xurt bike. Di sala 1997 an de Turkiyê bi van heft
dewletên îslamî re; Misir , Pakistan , Îran , Bengladêþ, Nêcîriya
, Indunîsiya, Malîziya "Komeleya Heyþt Dewltî" damezrandin.
Armanca Turkiyê ev e; ku ewa
derhênanên xwarinî û çekên xwe bifroþe van dewletên jorîn. Di warê çandî de
jî, Turkiyê ji bo xwe gavên kêrhatî avêtine;1-Ewê di sala 1993
an de bi hevkariya van welatan; Uzibkstan, Turkmanistan, Kazaxstan, Kêrkîzistan,
Ezerbêcan, Alfabayeke hevbeþ bi tîpên latînî-turkî ji bo van welatên
jorîn terxandin.2- Evan welatan bi hev re ferhengên zimanê turkî bi
( zaravên turkî ) amede kirin û Turkiyê mamostên zimanê turkî
þandin û diþîne van welatên
Asiya Navîn 3-Turkiyê baregehên nûh ji bo tilfiziyonê ava kirin û
bernameyên nûh arasteya van
komaran dike . Tevî em dibînin ku Turkiyê çiqas
hewaldanan ji bo pêkanîna
armancên xwe li wan welatan dike, lê diyar e, riya wê ji ber van sedeman
ne ewqas dûz û serast e.1- Turkiyê di warên darayî, aborî û zanistî
de ne xurt e. 2-Serokê Kazaxistanê Nor Sultan Nizar Babayêf carekê goti
bû; Turkiyê dixweze mîna Sovyetistana berê bi serê me bike, ewa dixwaze
xwe ji me re weke birayekî mezin bide nîþankirin. 3-Ezêrbêcan û
Kazaxistan bi xwe dixwazin roleke pêþengî di Asiya Navîn
û hawîrdora wê de bilîzin4- Weke tête zanîn;
%45 ji rûniþtvanên Kazaxistanê bi zimanê rusî dipeyvin, bê
guman ewanan naxwazin peyrewiyê
ji dewletaTurkiyê re bikin. Lê di baweriya me de, tevî
van hin aloziyên jorîn ,Turkiyê destên xwe ji van dewletên Asiya
Navîn nakþîne, ji ber ku siyaseta dewleta Turkiyê di naveroka xwe de
nijadperest e û belkî ewa
dixwaze di pêþerojê de Împiretoreke turkî nûjen damezrîne. Têkeliyên Turkiyê bi dewleta
Îsraîl re Me berê di rêzên jorîn de goti bû;
têkeliyên Turkiyê û Îsraîlê di pir waran de hîn ji dest pêkê de baþ
bûn.. Turkiyê dewleta îslamî ya yekem bû , ku di sala 1049 an de
damezrandina dewleta Îsraîl pejirand , û ewê di sala 1950 î de pêwendiyên
dîplomasî bi wê re dest pê kir. Di destpêka salên 9o
î de têkeliyên herdu dewletan di pir aliyan de baþtir bûn. Ev
herdu dewlet jî li Rojhilata Navîn hevalên stratîcî ji Emêrîka re
ne. Di sala 1996 an de Turkiyê û Îsraî peymanên leþgerî
bi hev re morkirin û li gorî vê hevpeyama dualî, 16 peymanên nûh
di warê hevkariyên leþgerî de li darxistin, yekek ji wan hevpeymanan ev
e; Îsraîl kane ezmana dewleta Turkiyê ji bo balefirên xwe bi kar hûne;
lewra jî dewleta Îsraîlê ta niha gelek sud ji ezmana Turkiyê dîtine;
ewê jî pir pêzanên li ser dewletên dirawsê ji xwe re civandine .Li
aliyê din jî Turkiyê kane tangên Îsraîlê bikire; Îsraîl kane bi 600
milyon dolar 54 balefirên leþgerî yên Turkiyê nûhtir bike.Turkiyê divê
ajentiyê ji Îsraîl re bike û pêzanînên nehênî li ser Sûriyê, Îranê
û Îraqê bide Îsraîlê. Di
encama van hevkariyên jorîn de, Îsraîl jî alîkariyaTurkiyê û Emêrîka
kir û serokê PKK rêzdar
Ebedele Ocelan di sala 1999 an de ji aliyên wan de
hate revandin. Dîsan pêwîste em carek din li vir
biçespînin û bêjin; Têkelî
û hevpeymanên Turkiyê bi Îsraîl re encamên neyênî li hember herêma
Kurdistana azad jî rû dide;
di sala 2008 an de Turkiyê bi buhaneya hebûna "Girîleyên PKK"
hêriþek mezin bir ser
Kurdistanê de ajot, dengên pir welataên dêmokrat
li cîhanê li dijî wan
hêriþên ne dadmend bilind bûn , lê Îsraîl ji bo razemendiya Turkiyê,
bê deng ma bû. Turkiyê hîn ji vê pirtir gavên
xwe avêtine, bernamên xwe yên leþgerî amede kirine; ewa dixwaze
di destpêka 2020 î de baregehên çekên atomî li Kurdistanê ava bike. Dêmek
va ye em dibînin çawa Turkiyê dixwaze xwe li Rojhilata Navîn mîna Îsraîl
xurt bike, ewa ne tenê dixwaze rêkê li pêþ pêþketina tevgera azadîxwaza
Kurdistanê û destkewtinên gelê Kurd bike, lê ewa hîn dixwaze rêkê
li pêþ armancên Îranê jî li herêmê bigre. Li rexberî van hevpeymanên jorîn
; pêwendiyên aborî di navbera herdu dewletan de pêþda diçin; ewanan hîn
di sala 2000 î de "
Bazara Azad ya Hevbeþ" di nav xwe de ava kirin. Li aliyeke din jî
Turkiyê soz daye Îsraîlê ku ava çema Manoçatê bifroþe wê. Îsraîl
jî niyaz kiriye ku alîkariyêTurkiyê di
pirojeya "El Xab" û
bi taybetî di þêweyên avdana çandinî de bike. Bi vî rengî me gelek bi kurtî hin
xale ji siyaseta Turkiyê ya derve anîn zimên, lê em dixwazin biçespînin
ku eva mijara giring bi pêwîstiya pir lêkolînên berferh hene, lê
armanca me ev bû, ku em hinek ji ronahiya
mumekê bavêjin ser siyaseta Turkiyê ya derve û rolên
wê yên neyênî di Rojhelata Navîn û Asiya Navîn de bidin xûyakirin. Çavkaniyên
kêrhatî 1- Turkiyê û pirsên siyaseta
derve . Bi zimanê erebî, Xorþîd
Husên Delî. 1999. 2-Kurdistan di navbera serxwebûn û
dagîrkirinê de. Bi zimanê kurdî û erebî, Muhemed Mile Ehmed.2005.
3-El-Barzanî
û tevgera azadîxwaza Kurd,birê duhem . Bi zimanê erebî , Mesud Berzanî,1997. 4- Doza kurdî di kongirên
navdewletî de. Bi zimanê erebî, Dr. fuad heme Xorþîd mistefa, 2001. 5- Selemen
cenêralat el.nesir el Kurdistanî. (Gotar bi zimanê erbî ) 2008.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org