|
Berêz
Muhsin Cewamêr dixwaze bi navê serokê nemir
M. M. Berzanî bi
hestên netewî yên kurmancaxêvan
bilîze Dr.Ebdilmecît
Þêxo Rêzdar
Cewamêr hîn di rêça xwe ya þaþ de diçe û ewî dîsan di 30.07.2007
an de gotarek bi navnîþana
"………… bi zimanê erebî ….di pir malperan de weþandiye.Ew di
gotara xwe de dibêje; " Bila dilovaniya xwedê li rêberê Kurd
Mistefa Berzanî be ,di dema ku ewî di danîþtinekê de bi Dr.Mustefa
Muslim û hevalên wî re goti bû;"ez
ti caran nivîsandina kurdî ku bibe latînî napejrînim…"
ji ber ku hin Kurdan bi
tîpên latînî –turkî
girtine û rudawên dengên latînî –turkî
li ser tîpên kurdî pêktînin, lewra jî dengên kurdî
reseniya xwe winda kirine.. û hin tîp jî ji zimanê kurdî
hatine avêtin …." Ewa
dîsan dinivîse;" Ez nizanim ji bo çi hin Kurd tîpên latînî pîroz
dibînin û ewqas evîndarên wan
tîpan in, tu dibêjî, qey ewan ji ezmên hatinê xwerê….". Ew
hîn dibêje; "eger pêwîst be hemû gelên cîhanê bi tîpên latînî
binivîsînin, lê pêdivê Kurd van tîpan nepejrînin, ji ber ku bi karanîna
van tîpan, ziman, çand, kelepur, dîrok, û erdnîgarya gelê Kurd li
Bakur hema hema winda kirine, û gelê Kurd mîna neteweke serbixwe nabînin….û
wan bi Turkên çiya nav dikin ……" Bi
ser van gotinên jorîn de jî, nivîskar M.Cewamêr xwe dixe hin çewtiyên
din, ewa dixwaza ji bo du, sê tîpên erebî yên ku di bin bandora pirtûka
pîroz(Qoran) de ketine nav zimanê me, tîpên kurdî –latînî nepejrîne,
bi sedama ku Kurd nikane wan tîpên
erebî bi latînî bi kar hûne, ango bikaranîna wan tîpan bi latînî, tîpên
erebî yên resen têtin
guheztin .::…" Di
rastiyê de min nedixwast dîsan bersiva mamoste M.Cewamêr bidim, ji ber ku
min û çend hevalên din jî mîna nivîskarên berêz, Dr. Husên Hebeþ, Heyder Omer
HelîmYosiv, Hesen Silêvanî, Selah Sadallah Elî Cefer, Selîmê Biçûk
bersiva wî û yên mîna wî wek Ferhad Þakilî li ser zimanê kurdî û
astengiyên zimên ji zû de dabûn. Me ji wî û ji yên mîna wî lava
kiri bûn ku ewanan hinekî bi aramî û zanistî kêþeya zaravên me bipelînin
û ne bi dara zorê li nav çavên zaravê kurmancî yên bi tîpên latînî
bidin …lê mixabin hêriþkirin li ser zaravê kurmancî û tîpên latînî
hîn berdewame …ez û bi
sedan rewþenbîrên kurmancaxêv li çar beþên Kurdistanê gelek ji
helwestên van berêzan mîna Muhsên Cewamêr û Ferhad Þakilî matmayî
dimînin. Ez bi xwe pir caran ji xwe dipirsim, ma gelo çima ev pirsa niha
ji aliyên van kesanan de pir bi
neyînî germ dibe..? Çima wezareta perwerdeyê li Kurdistana azad çavên
xwe li ser van hêriþên ne
rewa dadimrîne???? Ma gelo perlemana Kurdistanê li piþt van kesayetiyan e
???? Ma gelo hin siyasetmedarên detltdar bi nehênî li piþt van berêzan
radiwestin?? Bi rastî gelek pirsên din bê vîna min di serê min de derin
û tên !!! Li
alîyekî din berêz serokê herêma Kurdistanê kek Mesud Berzanî bi awakî
vekirî li pêþ nivîskar, ronakbîr û siyasetmedarên parêzgeha Dohokê
goti bû; niha ne dema çareserkirina
pirsgirêkên zimanê kurdî ye …û h. w.d
"lê tevî vê, Muhsên Cewamêr di nivisîndina xwe de li ser vê
mijarê hîn berdewam dike, ew û pir mixabin ta niha nirx nedaye nivîsarên
nivîskar û ronakbîrên kurmancaxêv û ne jî ew nerxê dide nirîna
serokê herêmê kek Mesud Berzanî…lê bi ser vê de jî ew
dixwaze bi peyvên serokê mezin, nemir Mila Mistefa Berzanî bi hestên
welatparêzên Kurdistanê bilîze û çavên me hemûyan li ser þaþiyên
xwe bigre. Di sebaret peyvên
nemir M.M Berzanî li ser tîpên kurdî
–latînî de, ez nizanim ta kîjan radeyê nirîna serokê me yê pakrewan
li nik rêzdar Muhsên Cewamêr belgekirî ye ???? .Herweha mirov dixwaze dîsan
pirsên din ji kek Muhsên Cewamêr bike; eger serokê nemir rast ev gotinan
kiri bin, çima ewanan niha tên ser zimên ? Çima gava ku serok ev gotinan
kirin, nivîskar û rewþenbîrên me li hemû beþên Kurdistanê guhdar
nekirin yan di belgeyekê de nexwendin … ????eva li aliyêkê, lê li aliyê
din, bi melyonan kurdistanî M.M.Berzanî mîna serokê gelê Kurd dibînin,
siyaset û rêbaza wî ya netewî di dil û mêjiyên hemûyan da ne, ango
nemir Mistefa Berzanî siyasetmedar, têkoþer û ramangîrê
kêþeyên dêmokratî û azadiyê bû …ew ne zimanzan bû, ez
gelek bawer dikim, ku ewa niha hîn xweþ ba, ewî, dê biryara
standardkirina zimanê me bi erkkên zimanzanên
hemû beþên Kurdistanê ve bibestanda, peyv û pêþniyarên serok
Mesud Berzanî di vê derbarê de nimûneyeke gelek zelal e.. Di
encama van bawerî û vepirsînên min de, ez lava ji hemû zimanzan û
ronakbîrên her çar beþên
Kurdistanê dikim ku ewanan bi aramî û hêminî gotar û lêkolînên xwe
derbarê zimanê kurdî û astengên wî binivisînin, divê ewanan
niha li hukumeta herêma Kurdistanê çareserkirina vê pirsgirêkê nelezînin,
çimkî hukumeta me hîn nû ye, û mîna her kesek dizane ku niha bi sedan
aloziyên siyasî li Îraqê henin, hukumeta Kurdistanê di hevkêþeyeke
siyasî mezin û giring de y, lewra jî hêgin û germkirina
kêþa zimanê kurdî di vê qonaqa pir nazîk de, ne li gor
berjewendiyên netewa Kurd e, bi
texmîna min, belkî dijminên me sudan ji pêþniyar û nirînên van hin
rewþenbîrên þoran mîna Muhsên Cewamêr û Ferhad
Þakilî wergirin û qelîþtekên
mezin di navbera Kurmancaxêv
û Soranaxêvan de peyda bikin
.. Ez bi hêvî me ku em hemî bi
çavên bilind li pêþniyarê serokê herêma Kurdistanê kek Mesud Berzanî
temaþe bikin, ji ber ku ew baþ dizane ku niha çiqas heyama siyasî li
Kurdistanê nazîk û hestwer e.
Almaniya.28.08.2007
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org