|
Biryara
tevgera me ne pir bi dilê min bû jî
Dr.
Ebdilmecît Þêxo Bê
pêþgotin û serdorên kin yan dirêj, piþtî ku sê ciwanên Kurd li
kolaneke sengera berxwedanê, Qamîþloka kurdistanî bi destên karmendên
dewleta nijadperest di roja 20.03. 2008 de hatin pakrewankirin. Piraniya
partiyên tevgera me ya azadîxaz 1-Eniya dêmokrat ya kurd li Sûriyê.2-Hevbendiya
dêmokrat ya Kurd li Sûriyê .3-Komîta hevgirêdana kurdî. 4-Partiya dêmokrata
kurdî -sûrî yekser di
vê rojê de daxûyaniyek bi
zimanê erebî weþandin .
Ewanan di vê daxûyaniyê de bi tundî destlatên Sûriyê bi
van hêriþên hovane tawanbar dikin, herweha jî tevgera me ji raya
giþtî û ji rêjîma þoven re rastrast dibêje;
" Eger çiqas qorbanî pir bin, gelê Kurd û bizava wê ya
siyasî di berevaniya mafên netewî yên gelê Kurd de bi hemû alav û þêwazên
dêmokratiyê dê berdewam bikin. Eger çiqas ji gelê me bi destên
destladarên Sûriyê jî pir werin kujtin,
gelê me natirse, ewê bi pîdarî berevaniya doza xwe ya dadmend
bike ...". Lê beriya ku tevgera me van gotinên jorîn û zor watedar
ji me, ji cîhana dêmokrat û siyasî re bêje; ewê ji gelê xwe re got;
" Em mîna protêstekê li
dijî vê tawanbariya qirêj, rewþa þînîya gelemperî radighînin û em
îsal cejna NEWROZ ê li hemû
herêmên Sûriyê û li dervayî welêt nakin ." Ez
jî mîna pir kesayetiyên rewþenbîr
û siyasetmedarên serbixwe û ne serbixwe bi du çavên vekirî li van
helwest û biryaran temaþe dikim. Tevgera me li aliyekî dibêje;
gelê Kurd û tevgera xwe dê têkoþînê bi hemû awayên dêmokrat
berdewam bikin, ewanan ji dayina qorbaniyan natirsin. Di baweriya min
de, ev nirînan dê gelek cihên
pesnê bana, û ewanan dê wek helwestên þehnazî û dîrokî di eniya
tevgera me de bihatana çespandin, eger tevgera me evan nirînên jorîn bi
ahengên NEWROZÊ li hemû herêmên Kurdistana Rojava, li hemû herêmên Sûriyê
û li dervayî welêt bixemilandana û bi agirên
NEWROZÊ çakoçên KAWAYAN
avdana. Pir
mixabin tevgera me bê ku ji gelê xwe re sedemên çênekirin yan ne
lidarxistina çejna NEWROZÊ
zelal bike, bê ku ewa di gotareke din yan di daxûyaniyek din de ji gelê
xwe re ronî bike;1- kanî ji bo çi pêwîste Newroz netê kirin ? 2- Kanî
zirar û ziyan çi ne ? 3- Ma
gelo kî pirtir sudan ji vê biryara me werdigre, gelê Kurd ? yan rêjîma
Bes? 4- Ma gelo, eva biryara armanca destlatên Sûriyê pêk nîne ??
Û bersivên hin pirsên
din pir pêwîste werin dayin. Lê
ez jî di vê nirînê de me ku destlata Sûriyê bi mebesta çavtirsandinê,
xûna sê xortên me li ber agirên mûman rijandin, ta ku tevgera me sed û
pêncî hesabî ji xwe re bike û gavekê pêþ de û du gavan di paþ da
bavêje û bi vî rengî hêz û vîna tevgera me sist bike. Dewleta Sûriyê
û dezgehên parastinê bi girtin û lêdanan ezmûnan bi tevger û gelê me
dike, ezmûna herî mezin, lêdan û kujtina Kurdan di 12 avdara 2004 an de
bû.Gelê Kurd li hemû herêmên Kurdistana Rojava û li dervayî welêt
raperîn û pirotêst kirin, dengê xwe li dijî Dehakên sedsalên bîst û
yekê bilind kir.Lê dîsan mixabin tevgera me ji ber jarbûna xwe nikanî bû
vîna gelê Kurd baþ derbibiriya û dengê gelê me ji sernûva nizim bû .
Eger çiqas Kurdistana azad pêþdikeve,
eger çiqas helwestên serkirdayetiya herêma Kurdistanê der mafên gelê
Kurd li her sê beþên din bi erênî têtin diyarkirin, ewqas destlatdarên
nijadperst li Sûriyê ji þiyarbûna gelê
Kurd li Sûriyê ditrisin, lewra jî ewanan dê herdem çavên tevgera me,
çavên gelê me bi hêriþên xwe yên dirinde bitirsînin. Tevgera me bi vê
biryarê bi xwe waneyek kêrhatî daye destlatên Sûriyê,
ji ber wê jî, rêjîma Sûriyê niha zane ku çawa bizava me li Sûriyê
biçerçewîne, ewa niha zane ku çawa çalakiyên
partiyên me kêmtir bike û ji wan re sînoran dîne. Dibe
ku tevgera me ji xwe re hin pîvanên siyasî kiribin û gotibe; eger me
Newroza xwe mîna berê li herêmên Kurdistanê, li herêmên Sûriyê
kiriba, dê wê hîngê Erebên herêman bi alîkariya dewltê hêrîþî me
kiribana û dê tevgera me jî nikanîba di bin vî barî de raba..
Eger em bêjin, ev texmîna rast be; ma gelo dîsan rast e ku em nehêlibin
ku gelê me Newroza xwe bike ? Eger dewleta Sûriyê her sal beriya Newrozê
yan di roja Newrozê de li kolanekê pênc
û þeþ Kurdên me bikuje, ma gelo emê dîsan Newrozê nekin ? Ma gelo rêjeya
Ereban li herêmên me çiqas in ? Kê gotiye ku ewanan dê li her derekê
kanibin hêriþî gelê me bikin ? Eger em ji hêriþên Erebên þovînîst
ditirisin, ma gelo li welatên ewropî jî peyrewên rêjîma Bes
xurt in ? Ma
gelo Ragîhandina Þamê di vê derbarê dê bê deng bimîne ? Rêxistinên
mirovane û dewletên cîhanê dê
bêdeng bimînin? 37 melyonên Kurd
dê li dijî hêriþên Sûriyê bê
deng bimînin ? Ma gelo Sûriyê niha ji vê yekê pir amede ye ? Çima em
weha jî texmîn nakin û nabêjin; "Eger miþk axê dikule, li nav çavên
xwe dike ." yanê belkî zordariya dewltê di vê demê de li Ereb û
Kurdan bibe sedema pêkanîna
dêmokratiyê ? Ez
jî dibînim baþ e ku tevgera me bi hiþmendî û bi pilanên hunerî gavên
xwe di hundir welatê Sûriyê de bavêje, lê pirsa min
ev e; ma kîjan helwesta
pirtir hiþmendî û pîvayî ye ?
Ta niha ez di vê baweriyê de me ku eger tevgera me di 21 avdarê de
zemawenda pakrewanan bikira û cejna Newrozê jî bi awayên þaristane
bi amedebûna Erebên dêmokratîxwaz
pîroz bikira, dê rastir ba û ev helwesta dê wateya berxwedanê û
xweragiriyê pirtir bida nîþankirin û pilanên rêjîma Bes beravêtî
biba Li
dawiyê ez dixwazim bi riya van
çend gotinan pirs û vepirsînan ji
tevgera me û ji layengirên biryara tevgerê bikim, mebesta
min tenê nasîn û zanîna rastiyê ye û hezar silav li giyanên
pakrewanên Kurdistanê
25.03.2008
..
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org