|
Çend
gotin li ser "eniya rizgariya niþtimanî"
Dr.Ebdilmecî
Þêxo
Cerkî ku
Dr.Beþar Elesed ji sala 2000 î de serdariya Sûriyê dike, pir dezgeh, rêxistin
û eniyên rikberî li dijî rêcîma Sûriyê li hundir Sûriyê û li
dervayî Sûriyê ava bûne.Wek nimûne ji yên hundir Sûriyê "Ragîhandina
Þamê" bi hevparbûna beþekî
mezin ji tevgera kurdî li Rojavayê Kurdistanê di 16.10.2005 an de hatiye
damezrandin, tevî me gelek kêmkasî di daxûyaniyên wan de dermafê gelê
Kurd de dîtin, lê dîsan me "Ragîhandina Þamê"
bi gaveke erênî nirxand. Lê vê
carê eniyek din bi navê "Eniya rizgariya niþtimanî" li dervayî
welêt bi seroketiya cihgirê serokê Sûriyê yê reviyayî, Ebdil Helîm
Xedam bi alîkariya çavdêrê giþtî ya "Civata mislimanên
bira" Elî Sedir Elbeyanonî û bi
beþdarbûna siyasetmedarê Kurd Selah Bedireldîn di 17 avdarê,
sala 2006 an de li Biroksilê paytexta Belçîka hati bû ragîhandin û vê"
Eniyê" kongira xwe ya damezrandinê di rojên 4-5 .06.sala 2006 an li
Londinê lidarxisti bû. Dîsan vê(
Eniya Xedam ) kongira xwe ya duhem di rojên 16-17.09 sala 2007 an de li
Berlînê girêdan.. Di sereta
de em dixwazin bêjin ku avakirinên "eniyên
rikberî "ji bo pêkanîna dêmokratiyê li her welatekî rewa ne û
ewanan pêwîst in li ser binaxeke giþtî û li hevkirî werin avakirin. Lê
pirsa herî mezin ew e ku kî bi kê re
"eniyan" çê
dike?, û evan "Eniyan" çi careserkinên nû ji pirsgirêkên
kevin re li welêt di piroje û rêbazên xwe yên siyasî de pêþkêþî
gelên xwe dikin ? Ev herdu
siyasetmedaran, Ebdil Helîm Xedam û Elî Sedir Elbeyanonî damezrênerên
"eniya rizgariya niþtimanî " yên
sereke ne. Her kesek ji me zane ku Ebdil Helîm Xedam hîn hevalê
serokê Sûriyê yê berê Hafiz Elesed bû, para wî di destladariya Sûriyê
de pir mezin bû, ango ewî tu carî nizanî bû ku
dêmokratî û serbestî çi ne ? ewî bi dehên salan di rêvebiriya
partiya "Bes" de ya ku bi riçperestî û þovînîstiya xwe ta
niha di dîroka tevgera siyasî de nasdar e, xebitî ye. Piþtî ku
H.Elesed mir, diyar bû ku serokê nû Dr.B.Elesed û bi layingirên xwe ve
tu giringî nedidan E.H.Xedam û hêdî, hêdî destên wî di rêvebiriya
dewleta Sûriyê de kurt bûn, nirînên E.H.Xedam yên cuda tu carî ji
civaka siyasî re ne bi dizî û ne jî eþkere ne hatibûn diyarkirin. Di
rastiyê de, ew di biryarên dewleta "Bes" de
herdem bi çalakî beþdar bû. Piþtî ew
bê hêvî dimîne, ew direve Ewropa, vêca li vir
xwe mîna rikberê dewleta Sûriyê dide xûyakirin, bê guman jî,
li gorî texmînan perên wî bi Bilyonan di Benkên ewropî de henin….Bi
kurtegotinekê E.H.Xedam di vê "eniya rizgariya niþtimanî " de
nûnertiya þepêla erebperestên nijadperest dike û weke me gotiye, ew bi
ser vê de jî hîn xawên dîokeke tarî ye .
Elî Sedir
Elbeyanonî mosliman, erebperest û riçperest e, partiya wî jî mîna
partiyên din olperest û erebperest ta niha naxwaze bi gelê Kurd û bi
welatê Kurdan yê di nav çar dewletan de hatiye parvekirin, nas bike. Lê di vê
dema dawiyê de li gor heyama siyasî ya nû, ev herdu þepêl û li gor hin
berjewendiyên hevbeþ têkeliyên xurt bi hev re ava kirin, bi ser vê de jî
ewanan dixwastin bi tevgera kurdî li Kurdistana Rojava û li dervayî welêt
bikin û hîn jî bi awayên xwe yên taybetî berxwe didin, lê di
encama bizava van herdu þepêlan de, siyasetmedarê Kurd, Selah Bedir Dîn
jî mîna kesayetiyeke serbixwe dibe hevalê van heru þepêlan. Zayina
"eniya rizgariya niþtimanî " bi serpereþtiya van her sê navên
jorîn ji ber van sedemên jêrîn
dengvedanek, ne cihê pesnê di nav hêzên dêmokrat û gelê Kurd de çê
kir. !-Dîroka
kesayetiya Ebdil Helîm Xedam û ramanên wî yên besperest. 2-Helwesta
neyênî ya "civata mislimanên bira " li hember mafên gelê Kurd
yên rewa. 3-Selah
Bedir Dîn mîna kesayetiyeke serbixwe nikane bibe dengê gelê Kurd li
Rojavayê Kurdistanê. 4-Ne beþdarbûna
partiyên kurdî yên sereke di hundir vê "eniyê "de . 5-Ne beþdarbûna
hêzên erebî dêmokratîxwaz ji Sûriyê. Li gor ku
em belge û daxûyniyên vê "eniyê" diþopînin, ta niha em
gihane van encamên jêrîn. "eniya
rizgariya niþtimanî" bersiva vê pirsa xwe," projeya niþtimanî
ya guhertinê çî ye? " bi vî awahî dide; armanca niþtimanî ya
guhertinê avakirina Sûriyê mîna dewleteke þaristanî û nûjen e, ew
dixwaze bi aþtiyane desthilatê bi dest xwe ve hûne, û ewê (pirojeya
guhertinê…) dê hemwelatiyê bike bingeh ji bo maf û erkan…." Bê guman
her kesek dêmokratîxwaz û mirovperwer dixwaze hemû dewletên cîhanê bibin dewletên bajarvanî û nûjen, armanca me jî
ew e ku Sûriyê bibe komareke
nûjen, rêzê li yasa û destorên navnetewî bigre, lê pirsgirêka herî
mezin ew e ku gelek partî, rêxistin, dewlet li cîhanê henin ku her yek
ji wan fîstana dêmokratiyê û nûjeniyê li gorî bejna xwe dibire û wê
li xwe dike, wek nimûne, pir caran hevalên Ebdil Helîm Xedam, mîna serokê
Sûriyê yê berê û yê niha jî, nirîna jorîn ji raya giþtî re çespandine.
Dêmokratîxwazên resen û nameze nûnerên tevgera kurdî li Rojavayê
Kurdistanê bi çavên zor pêgumankirî li pêþeroja fîstana dêmokratiya
E.H.Xedam û Elî Sedir Elbiyanonî temaþe dikin. Ji ber ku
ev herdu þepêlên jorîn pir mixabin weke pir hêzên erebperestên þovînî
nikanin Kurdên Kurdistana Sûriyê mîna mileteke serbixwe û xudan erdeke
dêrînî bipejrînin û hîn nûh û li gor dêmokratiya xwe dixwazin gelê
Kurd weke kêmnetewekê li Sûriyê bibînin…,
vêca em nizanin avakirina Sûriyeke nûjen û þaristanî li ku derê ma?
Ma gelo þaristanî, gelan dipêþêve ? lê dîsan
E.H.Xedam û E.S.Elbeyanonî li gorî xwe jî peyva þaristaniyê þirove
dikin ??? Ne xêr, li gorî em dibînin ku peyva þaristanî mîna pir peyvên
din,( gel, netew, dewlet, dêmokratî, azadî, mafê çarenûsî, welat )û
h. w. d. peyveke zanistî ye, pêwîst e wateya wê li hemû welatan mîna
hev bin, eger ne weh be, dê tu astengî yan kêþe li cîhanê çareser
nebin… Dîsan di
bersiva pirsa jorîn de bi vê wateyê hatiye; ku dewleta E.H.Xedam û Elî
Sedir Elbeyanonî ya nûh dê ne hemdem xwe li ser destura sala1950 hilpesêre. Hemû
siyasetmedar û ronakbîrên Kurd dizanin ku mafê gelê Kurd yê dadmend
di wê desturê de jî ne hati bû terxandin û gelê me hîn di wê
demê de bindest bû û ji mafên
xwe yên netewî bê par bû. Li vir em dîsan ji nûjentiya E.H.Xedam û
E.S.Beyanonî matmayî dimînin û herweha jî em dixwazin ji wan
pirs bikin; ji bo çi "eniya rizgariya niþtimanî "
naxweze destureke nûh pêþkêþî gelên Sûriyê bike ? . Di Daxûyaniya
dawî ya kongira damezrandinê de weha hatiye;"partiya Bes yek ji
qorbaniyên rêcîmê ye .."ji ber vê jî "eniya rizgariya niþtimanî
"bang li besiyan dike ku ewanan xwe tev cemawerê gel bikin, ta ku Sûriyê
ji rêcîma zordar rizgar bibe …" , her dîsan divê setemkariya ku
li hemwelatiyên Kurd bû ye, ewên ku bi me re di welêt û çarenûsiyê
de hevbeþ in, divê ew zordestî ji holê rabe û pêwîst e encamên wê
setemkariyê jî di çareçewa yekitiya niþtimanî û mafên hemwelatiyê
de werin çareserkirin…" Ji van
gotinên daxûyaniyê de rind diyar e ku Ebdil Helîm Xedam hîn li ser rêç
û ramana Mîþîl Efleq û Zekî Elersozî diçe, tevî ku em hemû dizanin
ku partiya Bes bi seroketiya Dr.B.Elesed serdariya dewletê dike, lê hîn
ew bê dudilî dixwaze partiya Bes li Sûriyê xurtir bibe, lê bila vê carê
jî, dewleta Sûriyê bi seroketiya wî be û li ser rêbaza partiya Bes be.
Em bawer dikin ku rêbaza partiya"Bes" bi naveroka xwe ya
nijadperestî û kevneperestî di qada siyasî de pir zelal e. lê Ebdil Helîm
Xedam dîsan dixwaze çerxa demê þunde bizivirîne . Em gelek
kes dixwazin ji wî û ji kesên mîna wî re bêjin, çi cidabûn di
navbera wan û serdarên Bes li Sûriyê de henin, ma ne hûn hemî besîn e
?? Ma ne partiya Bes pirtirî 40 salî li ser textê dewletê yan li
ser singê gelê xwe danîþtiye ??? Vêca ev keftûlefta wan û yên bi wan
re digrin, dê ta kîjan radeyê bi encamên erênî bin ? Nemeze em ta niha
nabînin ku ewanan bi çavên rexneyî li partiya xwe temeþe
kirine……!!!! Di
naveroka daxûyaniyê de hîn bi vê wateyê hatiye nivisîn " eniya
rizgariya niþtimanî" ji dezgeyên asayþê û bi taybetî ji efseran
dixwaze ku ewanan bi berpirsiyariyeke niþtimanî û sincî hest bikin, bila
ewanan fermanên destên gemarî bi cih nînin …,û berdewamkirin di vî
karî de, yanê ewanan di tawanbarên
rêcîmê de hevbeþ in .." Bi
rastî em li vir komêntara xwe pir dirêj nanivisînin, lê tenê emê bêjin, belê, kî fermanên
serdarên gemarê û zorker bi cih bînîn, yanê ewanan jî tewanbar in, lê
eger Ebdil Helîm Xedam bi dehên salan di vê rêcîmê de serdar, xawên
biryar û ferman bû, yanê ewa bê hestên niþtimanî û sincî bû û
tewanbarê gewre bû, eger ne weha ba, çima ewî dikanî ewqas salên dirêj
li ser sîngê miltê Sûriyê rûniþta
??!! "eniya
rizgariya niþtimanî " li hebûna kêþeya kurdî li Sûriyê pir nizim temaþe
dike, wek nimûne; navê Kurdan mîna miletekî serbixwe di daxûyaniya
kongira damezrandinê de(4-5/6.2006 nehati bû, herweha jî
E.H.Xedam di peyava xwe ya di wê kongirê de xwendiye, gotina
"Kurd" jî ne ji dur
û ne ji nîzîk anî bû zimên. Erê, Elî
Sedir Elbeyanonî di cihekî de weha gotiye;" pêwîst e gelê Kurd li
Sûriyê hemû mafên xwe bibe, lê ew vê gotina xwe bi zelalî ronî dike
û dibêje; lê divê hemwelatî bingeha mafdestxistinê be ….". Ew hîn
dibêje; mafê her netewekê ye li Sûriyê ku rola xwe mîna yên din li
welêt hebin û ji mafên van kêmnetewan e ku taybetmendiyên xwe bi ziman,
çand û dîroka xwe derbibirin .. , bila zimanê wan di dibistanên wan de
werin xwendin ….,û em li dijî perçe bûnê ne .." Eger em dîsan
kûr li peyvên Elî Sedir Elbeyanonî jî binêrin, dîsan ji me re gelek
ronak e ku ew bi
peyv û bêjeyan dilîze, û naxweze ku gelê Kurd li Kurdistana
Rojava mafên xwe mîna neteweke serbixwe bistîne, û
ew mafên
Kurdan li ser bingeha hemwelatiyê diçespîne.. "eniya
rizgariya niþtimanî " mîna hemî erbeperestên nijadperest naxwaze dîroka
gelê Kurd ya kevin û ya nûh nas bike, yan jî ewa bi mebest û armancên
xerap mêjoya gelê Kurd bincil dike, û rola hevpeymana Sayiks –Pîko di
sala 1916 an de di dabeþkirina Kurdistanê de nabîne . Piþtî ku
"eniya rizgariya niþtimanî " kongira xwe ya duhem li dardixe,
ewa di daxûyaniya dawiyê de
dibêje; gelê Kurd li Sûriyê
bi me re di welêt û çarenûsiyê de hevpar in …"lê dîsan ewê "eniyê " di
bernama karê xwe ya duhatî de weha dinivîse; "divê di
destura dewletê de rêdan ji hemwelatiyên Kurd re hebe ku ewanan çanda
xwe bi kar hûnin û mafê wan
hebe ku zimanê xwe di hînbûn, ragîhandin û çandinê de pêk bînîn…mafên
xwe yên siyasî di çarçewa yekitiya niþtimanî de bi kar hûnin.." Bi nirîna
me "eniya rizgariya niþtimanî " bi mebest
xwe dixe hevdijiyê, ango carekê ewa dibêje; "hemewelatiyên
Kurd " û careke din
dibêje; "gelê Kurd"ta
ku di pêþerojê de li gor ramanên xwe bi van gotinên jorîn bilîze..
,lê ewa dîsan xaleke pir tirsdar di daxûyaniyê de gelek bi ronahî
diterxîne û dibêje;"çespandina nasnama þaristaniya erebî û îslamî
yên gelê Sûriyê…" Em ji vê
hevokê weha têdigînin ku nasnama netewî ya gelê Sûriyê, erebî û îslamî ye…"vêca em nizanin; kanî þaristanî û nasnama gelê
Kurd li kuderê dimînin ??? Ma gelo ev ne tê vê wateyê ku "eniya
rizgariya niþtimanî "ji niha de bi çarenûsa gelê me dilîze û ewa
berxwe dide ku bi hin gotinên xwe yên ne zelal nexwaþiyên ramanên xwe
bi awakî ne hemdemî pirspan bike, lê em pir rind bawer in ku siyasetmedar
û ronakkbîrên gelê Kurd bi van lîstok û tektîkên
nijadperestan nayên xopandin û dê ewanan bi çalakî çi li hundir
"eniyê" çi li dervayî "eniyê" li dijî van hevok,
peyvên dijberî hev bixebitin û vîna gelê Kurd ya rastîn derbibirin. Em dikanin di
sebaret helwestên"eniya rizgariya niþtimanî " de
li bermberî dewletên dirawsê mîna Libnanê, Îraq Îsraîl,
Felestîn, Îran bêjin, ku ewanan bi piraniyên xwe helwestên erênî nin,
baweriyên wê li li nik me bi awakî gelemperî ne cihê rexnê ne, tenê
em dîsan di vê gumanê de ne ku "eniya rizgariya niþtimanî"
helwesta xwe li ser kirîza
Îraqê ne ewqas zelal dide diyarkirin, ewa dibêje; "pêwîst e xwîn
li Îraqê ne herike û bila Îraq yekitiya xwe niþtimanî li gel erdê û
milet ve vegerîne .." Di
vir de vepirsîna me ev e; ma çima xaka Îraqê niha ne yek e? Ma niha komara Îrqaê ne fêderal
e ..?? Lê ewa " enî
"dixwaze bêje; ku Kurdan, Îraq perçe kiriye û destlata wan cida
ye!!?? . Bi rastî divê mirov
li ser van peyvên "eniyê" bi hurgilî raweste, çimkî ev herdu
þepêlên damezrêner ne ewqas cihê baweriyê ne. Li aliyê din, em jî li
dijî þerê navxûyî ne û bi tundî jî karên têrorîstî û layingirên
wan þermeze dikin, em piþtvaniya komara Îraqê ya fêderal dikin. Lê dîsan
têbîniyeke me din giring û balkêþ li ser helwesta " eniyê "
derbarê têrorîstên Usame bin Ladin û destdirêjiyên hin dewletên
dirawsê heye; ewa "eniyê" di belgeyên xwe de rîxistina "
Elqaîde ". û dûvkên wê yên ku roleke pir mezin di xwînherkandina
gelê Îraqê de dilîzin, ne cersandiye, lewra jî em guman dikin ku
siyaseta "eniya rizgariya niþtimanî" ji bilî Kurdan û siyaseta
hin dewletên mînaTurkiyê, Îranê û Sûriyê rastî hev hatine û
helwesteke hevbeþ neyênî di wan de peyda
bû ye . Piþtî ku
me bi kurtî wêneyeke siyasî ya vê "eniyê " pir ji çavên xwe
ve nîzîk kirin, û me hemû nirînên wê yên neyînî dîtin, dîsan em
dixwazin ji xwe û ji hemû Kurdistaniyan pirs bikin; eyan eger siyasetmedarên
Kurd di nav hêzên weha kevneperest û nijadperest de têkoþînê bikin
yan na ! ????? Li gor nirîna
me, her miletek, yan her tevgerekê taybetmendiyên xwe henin, heyam û rewþa
siyasî ya ku gelê Kurd ku tê de dijî, pir dijwar û nemaze ye. Miletê
Kurd bi sedsalan bindestî dîtiye û hîn jî li sê beþên din setemkariyê
dibîne, piraniyên hêzên miletên serdest jî li ser kêþa kurdî û mafên
gelê Kurd yên rewa pir zû bi nirînên destladarên dewletên xwe re
dibin yek. Di vir de em pir caran cudabûnên mezin di helwestên serdarên
van dewletan û hêzên rikber dermafê gelên bindest de nabînin, nimûneyên me jî gelek
in; eger em tenê li hundir Sûriyê temaþe bikin, dê pir mînakên geþ
werin ber çavên me, kanî em li bername û rêbazên mîna van partiyên jêrîn
temaþe bikin, hemû partiyên komonîst
li Sûriyê, hemû partiyên nasrî li Sûriyê, hemû dezgehên bajarvanî
li Sûriyê û sed carî mixabin hîn naxwzin bi nirînên nûjenî û dîrokî
li gelê Kurd binêrin, hîç partiyek ji van partiyên jorîn naxweze
Rojavaya Kurdistanê di çarçewa Sûriyê de bipejrîne, lê ewanan xwe ji
partiya destlatdart baþtir dibînin û bi navê dêmokratiyê, azadiyê û
mirovperweriyê dipeyvin û di vê dema dawiyê de ewanan li gorî hin
berjewendiyên xwe pir dixwazin bi tevgera kurdî re diyalogan bikin, vêca
eger em ji diyalogan birevin, danûstandinê li gel wan nekin û dîroka miletê xwe, armancên gelê xwe, mafên gelê
xwe bi þêwakî zanistî bi hulmên berferh bi berxwedanên pîdarî ji wan
re nedin xûyakirin û doza xwe bi wanan hêdî hêdî nepejrînin, yanê em
bi xwe deriyên danûstandinan bigirin, ew tucarî ne li gorî sud û kêrhatiyên gelê Kurd
e. Bi
wateyeke din dixwazim weha vepirsînekê
bikim, ma gelo, eger partî, yan rêxistinên erebî bi tewawî yan
bi tomî piþtgiriya doza me nekin, kanî em çi bikin ? Mal li pêþ
tevgera me ji bilî diyalog û danûstandinan, rêkên din henin ?
Almaniya,30.09.2007 .
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org