|
Çav
Ebdilmecît Þêxo
(1)
Eger tu bê mal î,
bê war î,
bê Dilber î,
bê
heval û welat î !!
WERE !
Nermik.....
Nermik
di
kenara çavekî min de,
holkekê ji darên gûzê
ji xwe re
AVA
BIKE !
(2)
Dar
Payîzê !
Çima tu li pir welatan
salê carekê dibî mîvanekî
xwînsivik ?
Lê tu salê
ÇAR CARAN
bi
xûngiranî
min þilftaaaazî dikî ????
(3)
Bext
Kî
dibêje; ez diçim
her derê ?
Kê got; ez
dikevim
her
malê,
tenê ez dibim
hevalê dilxwezan ??
Ma
hûn jî weke min
KOR IN ???
Almaniya, 2006
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org