|
Çêrok Îþev Misto mîvanê Rîngo ye
Dr.Ebdilmecît
Þêxo
Îro
Þemî ye , Zivistan e, baran ne barî ye , tolik li ber kenarên rêkan ,
li nav zevî û latan miþt bû ne, îroj tîrêja roya Efrînê pir dilovan
e , þîvên pir jinên Efrîniyan pincar e . Darên
zêtunê barên xwe sivik kirine , lê dizan îsal jî kêmanî ne kirine
karên xwe, pir darên zêtunê di nîvî þevan de ji xwe re rêþ kirine ,
lê çi dibe bila bibe , îro Misto diçe Helebê , ewî bîra dostê xwe Rîngo
û peyvên wî yên þêrîn kirine. Misto
bi lez sê tenke zêt bi erzanî firotin , ji xwe re taqumek Turkî û pêlavek
kirîn. Misto
di çarþiya kevin re bi peyatî diçe , ew her çend mitran dimeþe , ji
dest kurtan vedikulime , derlingên pantron û solên wî ji golên avê û
heriyê pir gemarî û þil dibin , neyse ; Misto xwe bi cersiyeke mezin
gihande mala hevalê xwe yê ku li El-eþrefiye
rûdine… Êvara
te xweþ û geþ be xûþka min ! Êvara
te jî xweþ û geþ be bira , lê. bi xwedê êvara min ne xweþ e û ne jî
geþ e… ,fermo !!, fermo !! , lê Rîngo ne li mal e …, ew dîsan li kîjan
çayxanê rûniþtiye , ez nizanim , fermo !!, ser çavan tu hatî ….
Misto bi þermî derbaz bû , lê xûþka min ez ji ber derling û pêlavên
xwe ve pir þerm dikim , kolanên Efrînê mirovan dicersînin , tu dibêjî
qey þaredariya bajarê me tim xew kirine . Bêhna xwe pir teng meke birako
, ma kê gotiye , taxa me El- eþrefiyê ji Efrînê baþtir e !!! ???, ma
te li derve komên turikên gemarê ne dîtin ? Xwedê xêra te vê êvarê
bide kekê Misto ,. Weleh min bîra dostê xwe Rîngo kiriye , Zênebê li
Telîfona mêrkê xwe xist , lê Misto di vê navberê de bang li keçka Rîngo
kir û ji wê pirsî , birazê Bêrîvan , tu niha di kîjan polê de yî ?
Mama ! Mama ! Bêrîvanê bang
li diya xwe kir , û ji wê bi zimanê Erebî pirs kir , hade Zelemê þo bîqul
? ( Ev mêrka çi dibêje ? ), Misto rûçkê xwe tirþ kir, kovanek kûr kiþand
û berda , bê deng rûniþt û di dilê xwe de got ; helbet dê niha bavê
Bêrîvanê were . Rîngo weke her car li taksiyê (Taxî) yê sîwar bû û
vegeriya malê xwe , perên wî ji ku de tên , qey ne xema wî
bû . Êêêê
Ehlen û wesehlen Misto ! Her
bijî , her bijî Rîngo !
Misto got û yekser pirs kir, Rîngo ! Rîngo ! Eger ez ji pend û
þîretên kurdî tiþtekî ji
te re bêjim , tu xwe ji min na
xeydînî ? ( Belkî ev peyvên Cegerxwîn
bin jî , ez nizanim ). Hey
wex ji te re Misto, ez , ez !
Ez dikanim marên gewr li ser sîngê xwe di kela havînê de biçirînim û
xwe ji jehrên wan biparêzim , de bêje loooo... ´´Kî
nebêje û bike þêr e kî
bêje û bike ew mêr e kî
bêje û neke ew kerê nêr e..`´ Te
sed carî di nav heval û dostan de gotiye, bi zimanê xwe bipeyvin , bi
zimanê xwe bixwînin , bi zimanê xwe
silavê bidin û bi zimanê xwe li silavê vegerînin , vêca tu çi
dibêjî rebeno ? Vê
carê, Rîngo nizanî bû xwe di kîjan qulêke , hema ev firka bi kenekî
berevajî derbaz kir. Piþtî
þîvxwarinê , ev herdu heval û Zêneb xanimê bi hev re þevbuhêrka xwe
li ser rewþa civakî , rêzanî, darayî derbaz kirin , ji Efrînê
de ketinê , ra di Biruksilê re derketin û li cem doza Felestînê
rawestiyan . Lê piyalên meyê
hîn li pêþ wan in , Zênebê ne
xwast Rîngo hîn pirtir bipeyve , ewê mîvanê xwe þande nava nivînê. Misto
du , sê piyale mey ji Rîngo kêmitr vexwari bûn , guhên xwe di nav nivîna
xwe de bel kirî bûn , Rîngo yekser bi Zênebê re got , te dît Zêneb ,
vî bê namusî çi gotin davêtin min , ax
Zêneb tu zanî , eger ev bergîra hevalekî me di rêxistinê de ba
, minê ewa bi hezar û pêncsed kîlo mitir ji partiya me bi dûrxista . Çawa
? Çawa ? Zênebê
ji serxweþê xwe pirsî , hûn dikanin ewqas zû rûmetên hevalên
xwe birîn bikin ? Zêneb ! Zêneb ! Ew kesên zimanên xwe bi kesayetiyeke
mîna min re dirêj bikin , em wanan pir zû li ser dûvên xwe rûniþtin
didin , tu ji min têgihîþtî , lê na
Zênka min , beseeeee , ev ne karê te ye , tu wê þûþê Bîre
jî ji min re hûne , hîn ezê hin
waneyên din bi te dim rebena min . Lê Misto di nav nivînê de ji serma re
, xwe melisandiye , ew dixwaze here mîzke , lê ew ditirse Rîngo zanibe ku
Misto hîn xewnekiriye , ew di turkeke neylon de mîz dike û di beriya
pardesonê xwe de vediþêre , lê ew hîn guhdar dike . De
bese looooo , bi serê Ahoramezdayê mîhreban , vê vexwarina meyê te ez jî
sermest û gêj kirim , Zênkê
gote mêrkê xwe , Rîngo jê
pirs kir , te got çi , çi bi serê kê !! ? Kî ye ev ? Zênebê got, baþ
e , baþ e bi serê Parse Xatunê , Lê
Zênika min tu van navan ji ku
tînî ! ? Lew Rîngo ! Min duh
wateyên çend peyvên kurdî ji te pirsîn , te gote min , ez nizanim , min
pêrar ji te lava kir, ku tu hinekî ji min re li ser dewleta Mîta
–Horiyan bipeyvî, tu ji
bersivê reviya yî , rind e ku tu kes guhdarî me nake , bi gorna bavê min
te yê em bicerisandana !! Hey wex bextê , hey wex
! Ez bi kîjan nezanî de ketime !!! Nîvê
þevê derbaz bû , Misto hîn xwe ne dilvîne û ne diþivîne , di berxwe
de dikene û ji xwe re dibêje ; min zanî bû ku min îþev çi kir !!! Te
got ci rebena min , ez
kî me ? Ma rast tu nizanî ez çi me !
? Wey mala te xera be , ez çel
salên rêber im û ji bo azadiya kesên mîna te lotikvanê têkoþînê
dikim , te bihîst ? Erê , erê min bihîst rêbero , lê kanî bêje , tu
tim çawa dibî rêber û mêber ? Bi
rastî , jinik ! Rêbertî
pir hesan e, lê ev ne karê te ye , lê eger ku tu
dixawzî ese zani bî , siba ji Misto pirs bike , ew sîh sal in
dostaniyê min dike.. Di
roja din de , Rîngo mîvanê
xwe li mal dihêle û ew bi lez diçe ser sozê xwe , Misto ji xewê þiyar
dibe , Zêneb di ber qehwevexwarinê re
ji Misto dipirse ; keko Misto ! Bi serê xwedê ez na xeydim û ne jî , ji
Rîngo re bersiva te dibêjim
, eger tu ji min re bêjî çawa Rîngo bû ye rêber ? Xûþka min Zêneb !
Bi serê lawê min Ciwan ez jî nizanim !!! , lê ez zanim ku Rîngoyê me hîn
ji pir rêber û mêberan zanetir e . Zênebê
got , TEEE
GOOOT ÇIIIII
????!!!!!!!!!!!!!
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org