|
Çirûskek
ronahî li ser hin kongir û konfiransên penaberên
Kurdistana
Rojava li dervayî welêt Dr.Ebdilmecît
Þêxo Piþtî
rûxandina rêcîma dîktetur di 9.04.2003 an de hêviyên hêzên dêmokrat
û gelên bindest mîna gelê Kurd bi pêkanîna azadiyê her pirtir bûn,
lewra jî penaberên Ereb ji Sûriyê û penaberên Kurdistana Rojava gelek
bizavên rêxstinî li Emêrîka û li Ewropa
û bi razemendiya hukumetên wan welatan kirin. Helwestên destlatdarên
van welatan hîn gelek di paþ perdên mijan de þermok û hejhejokî ne, ez
nikanim hîn baweriya xwe bi dêmokratî û mirovperweriya Emêrîka û
welatên ewropî bînim, lê ez pir înan dikim ku berjewendiyên aborî û
darayî li nik wan mîna ku dîroka wan kevin û ya nûh çespandiye,
armanca sereke û pîroz e.Tevî van rastiyên jorîn penaberên Ereb û Kurd dixwazin
ji bo dêmokratiyê û serbestiya gelê Kurd berxwe bidin, konfirans û
kongiran li darxînin û hinekî balên wan ber kêþa dêmokratiyê li
Rojhilata Navîn de pirtir bikþînin. Di
12-13 . 03. 2006 an de kongirek di avahiya Encumena perlementerên emêrîkî
li Waþontinê bi serpereþtiya Dr. Þêrko Ebas hate bestandin. Nûnerên
piraniyên partiyên Kurdistana Rojava li Ewropa di vê kongirê de beþdar
bûn. Hin endamên kongirê bi hin berpirsiyar û siysetmedarên emêrîk re
li ser doza dêmokratiyê û pirsa kurdî li Kurdistana Sûriyê gufetegu
kirin. Li gor baweriyên min Emêrîka dixwast hin aliyên xwe bi du cureyên
siyasî nîþan bide1- Pêþbîniyekê bi Kurdên Sûriyê re çêke,
helwest, radeya Kurdên Sûriyê û hêza
tevgera Kurd li Sûriyê ji nîzîk û rasterast nas bike.2-Ewê
dixwast ji nûnerên Kurdan re bêje; ku ewa(Emêrîka ) ne mîna berê ye,
û ewa dixwaze piþtvaniya dêmokratîxwazan û gelên bindest bike û li
gor vê yekê jî ewê dixwast û hîn jî dixwaze gelê Kurd bi siyaseta
xwe ya dervayî bawerkirin bide. Ev li aliyekî li aliyê din, ewê dixwast
û hîn jî dixwaze bi destlata Sûriyê re bêje; eger tu siyaseta xwe li
gor berjewendiyên me li Rojhilata Navîn nekî, va ye em kanin yekser sê
milyon Kurd, hin rêxistin û kesayetiyên din Ereb li Sûriyê li dijî te
bilivînin. Dîsan
di vê perawîzê de "Kongira damezrandina encumena niþtimanî kurdistanî-Suriyê)
di meha hizêranê, sala 2006 an de li Biruksêlê û dîsan bi serpereþtiya
Dr. Þêrko Ebas hate damezrandin. Lê partiyên " Hevbendiya dêmokrat
" û hin partiyên din ji
ber sedemên siyasî û tektîkî di vê kongirê de beþdar nebûn û di
encama vê kongirên jorîn de heyamek siyasî û rêxistinî di navbera rêvebirên
vê kongirê û pêþengên bizava Kurd li Sûriyê de peyda bûn, ji ber ku
rêvebirên wan kongiran dixwastin bernamên
xwe yên siyasî derbarê çareserkirina kêþa kurdî li Sûriyê
û þêweyên têkeliyên bi welatên derve re li gor bawerî û zanînên
xwe bimeþînin, lê li aliyê din pêþengên partiyên me li Sûriyê tu
carî nikanin vê yekê ji penaberên dervayî welêt bipejrînin, ku ewanan
li derve û dûrî rewþa heyî li Sûriyê rêbaza siyasî ji tevgerê re
amede bikin, lewra jî bi ya min be tu carî kongirên weha bê razemendiya
pêþengên partiyên kurdî li
Sûriyê nikanin serkevtî bin.
Hin
nûnerên tevgera azadîxwaza Rojavayê Kurdistanê bi bawerî li siyaseta
Emêrîka ya dervayî temaþe kirin û beþekî din ji tevgerê bi çavên
gumankirî li siyaseta Emêrîka nirîn û hîn jî weha li helwesta wê ya
li gor berjewendiyên xwe guhêzbar dinêrin. Dîsan
li gor pêþniyaz û bi alîkariya
du kesayetiyên welatparêz û serbixwe Dr. Alan Emonê û rêzdar Ciwan
Simo konfiransa duhem di 16.03.2007 an de ji bo pêkanîna yekitiya hêzên
kurdî, yeknirîna siyasî û avakirina lêvegerek kurdî ji rêxistinên
kurdî li dervayî welêt re li Parîsê li darxistin. Li gor nirîna min ;
eva konfiransa di warê rêxistinî de li gor yên din pirtir serketî bû,
ji ber ku nûnerên sê navendên sereke ji tevgera Kurdistana Sûriyê li
dervayî welêt 1-( Hevbendiya dêmokrata Kurd), 2-(Eniya dêmokrata Kurd ),
3- (Komîta hevgirêdanê) û hin kesayetiyên serbixwe li vê konfiransê
û bê destdirêjiyên dewletên biyanî beþdar dibin. Di dawiya konfiransê
de, nûnerên partiyên kurdî li dervayî welêt bi yeknirîn daxûyaniyeke
dawî radigihînin. Di daxûyaniyê de hemû partî pir bi zelalî beþa çarem
ji Kurdistanê bi navê Kurdistana Sûriyê bi nav dikin û li gor vê
rastiya dîrokî jî; partiyên kurdî li dervayî welêt di daxûyaniyê de
13 xalên giring xwastine pêkbên. Xalên gelek balkêþ
ev in 1-Li gor yasa û belgeyên navnetewî divê mafê çarenûsî
ji gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê re hebe.2- pêwîst e tevgera kurdî li
Sûriyê bi yeknirîn lêvegereke kurdî ava bike.3- Divê diyalogên erebî
-kurdî ji bo bi cihanîna berjewendiyên herdu gelan û kêmnetewên din li
Sûriyê pêþda biçin, û ewanan hîn jî ferehtir û kurtir bibin. 4-Divê
tevgera kurdî alîkarî û piþtvaniya têkoþînên bizava kurdî li beþên
din jî bike û têkeliyên kurdistanî li ser bingeha rêzlihevgirtinê û
li gor taybetmendiyên her beþekî pêþda bibe. Herweha jî di daxûyaniyê
de hin daxwazên din nirxbuha cihên xwe dîtine. Li dawiya konfiransê komîtek
ji 4 nûnerên partiyên kurdî û kesayetiyek serbixwe
ji bo danana destur lêvegera kurdî li dervayî welêt di nava þeþ
mehan de, destnîþan bû ye. Di
nirînên min de daxwazên konfiransa Parîsê di cihên xwe de ne, lê
pirsgirêka siyasî ya herî mezin li nik vê konfiransê
ev e; ku ewa dixwaze lêvegereke kurdî li dervayî welêt bi
bernameke siyasî cudayî an dijberî daxwazên piraniya hêzên tevgera
kurdî li hundir welêt damezrîne. Ango tevgera azadîxwaza Kurd li
Kurdistana Sûriyê bi du
rêbazên siyasî li
Rojhilata Navîn û li dervayî welêt xwe bide nasîn. Ji ber ku em hemî
dizanin Ku "Hevbendiya dêmokrata Kurd "û "Eniya dêmokrata
Kurd "ta roja îro hîn nikane bi zelalî û eþkere bêje; ku gelê
Kurd li Kurdistana Sûriyê ye, an li Rojavayî Kurdistanê ye.
Di baweriya min de ewanan hîn ne amede ne ku navê Kurdistanê ya
erdnîgarî û dîrokî bi zelalî di bername û rêbazên xwe de biçespînin.
Lê divê ez vê dijberiyê di bernamên van hêzên siyasî de jî li vir
sercil bikim; ewanan di bernamên xwe de pir zelal dinivisînin ku piþtî
hevpeymana Saykis –Pîko (1916) Kurdistan di nav çar dewletan de parve bû
ye û ewanan weha dinivisînin;
1-Kurdistana Turkiyê.2-Kurdistana Îranê. 3-Kurdistana Îraqê. 4-lê li Sûriyê.
Her weha jî ewanan pir caran jî bi zelalî dibêjin; Kurd li Sûriyê bi
hezaran salan li ser axa xwe dijîn. Eger hemû partiyên me dibêjin;
Kurdistan çar beþ in; vêca ez nizanim çi wate ji veþartina navê
Kurdistana Sûriyê re li nik Ereban ma ye???, ji bilî vê rastiyê, çar
û pênc qenalên TV Kurdî û sî ta çel partiyên kurdistanî gelek vekirî di weþanên
xwe de û bi zimanên miletên serdest dibêjin; Kurdistana Sûriyê, an
Kurdistana Rojava û ewa jî ji mafên wan yên rewa ye ku beþea çaremîn
ji welatê xwe mîna beþên din bi Kurdistan binav bikin. Dîsan ez
dipirsim; wateya veþartina navê Kurdistanê li Sûriyê li ku ma ye ??
Ez hîn dixwzim vê vepirsînê jî ji têkoþerên tevgera me li
Kurdistana Sûriyê bikim; Eger partiyek an endamek ji " Ragihandina Þamê
" ji serokên tevgera kurdî bipirse; we di bernamên xwe de nivisîne;
Kurdistan di nav çar dewletan de parve bû ye; ji keremên xwe ji me re
diyar bikin, ku beþa çaremîn li ku dikeve? Ez nizanim serokên me, dê çi
bersivan bidin, lê ewanan nikanin bêjin; ku beþa çaremîn li Pakistanê
an li Afxanistanê ye !!!!Dîsan wateya veþartina Kurdistana Sûriyê li
nik tu kesî namîne. Eger partiyên me li Kurdistana Rojava ji vê pirsgirêkê
xwe rizgar nekin, dê herdem aloziyên mezin li pêþ damezrandina lêvegereke
kurdî peyda bibin, û tevgera me ya dadmend nikane bi yekdeng û bi yeknirîn
têkoþîna xwe ne li hundir welêt û ne li dervayî welêt bike. Xala
duhem û zor giring dîsan ev e; ku
piraniyên partiyên me
mafê çarenûsî ji gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê re naxwazin. Li gor
van herdu rêxistinan "Hevbendî" û "Enî" daxwaza mafê
çarenûsî daxwazek giran e û axivtin
li ser wê di rojên îroîn de aloziyên siyasî mezin li pêþ
tevgerê çê dike. Li aliyê din, weke li jor hate dîtin ku nûnerên
piraniyên partiyan li dervayî welêt du caran dijberî bernamên xwe yên
siyasî biryar istandine.1- Kurdistana Sûriyê 2-Mafê çarenûsî ji gelê
Kurd re. Bi vî rengî, tevger me li welêt xawêna bername û rêbazeke
siyasî ye û ewa li dervayî welêt xawêna bernameke siyasî cuda ye ! Vêca
li vir hêzên dêmokratîxwaz li Rojhilata Navîn û li Ewropa, dê xwe li
ser kîjan bernameya siyasî hilpesêrin ? Ma gelo ev dijberiya ne nîþana
nizimbûna asteya siyasî li nik tevgera me ye ? Ma gelo lêvegereke kurdî
siyasî divê li Kurdistana Rojava dest pê bike an li li dervayî welêt ?
Ma gelo em Kurdên dervayî welêt peyrewên tevgera xwe li Kurdistanê ne ?
An Tevgera me li welêt peyrewa Kurdên dervayî welêt e? Bila
tu kes ji min þaþ tênegihîne ku ez dibêjim; bila Kurdên dervayî welêt
nirîn û daxwazên xwe dernebirin, an ewanan ji bo gelê xwe têkoþînê
nekin ! ne xêr! Mebesta min ev e; ku em li dervayî welêt bê pêþengên
partiyên xwe li welêt nikanin rêbazeke siyasî cuda û li gor baweriyên
xwe biterxînin û li ber roniya
wê xebatên xwe berdewam bikin. Em tenê kanin nirîn, pêþniyarên
xwe ji partiyên xwe re derbibirin, berevaniya helwest û baweriyên xwe bi
devkî an bi nivisîn û bi awakî bajarvanî bikin û em hemî bi demê re
bê pozbilindî sudan ji hev wergrin û bigînin yek bawerî. Li
dawiyê ez dîsan dixwazim dubare bikim, bizava tevgera me li dervayî welêt
rewa û dadmend e, ewa beþeke giring e ji tevgera me ya giþtî, divê bi
her awayî têkeliyên xwe bi hemû rêxistin û dewletên dêmokratîxwaz
re xurt bike, û bi hiþmendiyeke siyasî, þehrezayî û bê ku xwe bike
qurbana lîstik û tektîkên vî welatî
an wî welatî xebatên xwe bi çalakî berdewam bike .
. |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org