Dabeþbûna tevgera me li Rojavayê Kurdistanê bi destên me bû û hêzkirina bizava me jî bi destên me ye Dr
Ebdilmecît Þêxo Ramangirê
Ereb Prof.Dr.Burhan Xelyon dibêje; "
ÇARENÛSA ME NE LI SER ENIYA ME HATIYE NIVSÎN; LÊ
EWA BI DESTSÊN ME ÇÊ DIBE:"
Bê serdorên
dirêj dixwazim yekser li ser çarenûsa gelê Kurd û welatê me Kurdistanê
rawestim. Di pêvajoka dîrokê de ji ber dewlemendî û samanên Kurdistanê,yên
li ser erdê û bin erdê, welatê me her dem bi destên neyaran, dagîrker
bû ye. Ewa bi destên neyaran çend carkî hatiye dabeþkirin û bi destên
dijminan samanên welatê me hatine dizîn, ta niha jî li sê beþên din jî
ji aliyên destladran de têtin dizîn, gelê Kurd bê vîna xwe û bi darên
zorê ji dewlemendiya xwe bê par ma ye. Çarenûsa
gelê me ta roja îro bi giraniyek pir mezin bi destên biyaniyên dirawsê
û paþê bi destên koledarên ewropî hatiye destnîþankirin, ango mîna
ku li jor Dr. Burhan Xelyon nivisiye; "Çarenûsa me ne li ser eniya me
hatiye nivisîn ; lê ewa bi destên me çê dibe ..". Yanê çarenûsa
gelê Kurd jî li ser eniya gelê Kurd û li ser eniya Kurdistanê ne
hatiye nivisîn, ewa bi destên dijminan, koledaran hatiye parvekirin û
bindestkirin, lewra divê ewa bi destên me jî bête azadkirin. Gelê
Kurd di jiyana xwe ya siyasî û netewî de ji hemû miletên hawîrdoren
xwe û ji gelên cîhanê re mêlg kiriye ku ewî bi destên xwe, bi hêzên
xwe, bi xûna xwe pir ji bo çarenûsa xwe berxwedan kiriye û hîn jî ew
bi hemû kanînên xwe di vê riya pîroz de
bi pîdarî berdewam e . Di
nirîna min de riweþta herî giring û baþ ku mirovê Kurd kane xwe pê
serbilind bibîne ew e, ku ew yekcarî nikane zor û setemê bipejrîne û
ewa bê sênor baweriya xwe bi azadiya xwe tîne, ev rastiyên erênî dîroka
gelê me xemlandine, lê pirsgirêkên herî mezin li nik me, ne baþbûna
karên rêxistinî û dabeþkirina trevgera me ne. Di
vir de ez naxwazim li ser aloziyên rêkxirawî li beþên din ji Kurdistanê
rawestim, lê ez niyaz dikim ku bi çend rêzkên sakar dîsan
rewþa tevgera me di warê rêxistinî de
di ber çavên me re
derbaz bikim. Yanê cerkî "Partî dêmkoratî Kurdisanê li Sûriyê
di sala 1957 an de hatiye damezrandin, ne bi xêr cara yekem partiya me di
sala 1965 an bûye du beþ, di
sala 1972 an de bû ye sê partî û paþê her çend salan her patiyek ji
van partiyan dubare an sêbare bi destên me hatiye perçe,perçe kirin,li
dawiyê mîna ez zanim hejmara wan bi partiyên biçûk ve gihane 14
partiyan. Me
berê ji gelê xwe re digot; ev partiya yemînî ye (rastgir e) ya din yesarî
ye (çepgir e), ya sisiyan berzanîst e, ya çaran serbixwe ye.
Belkî di wê demê de pir kesan dikanîn bi hêsanî baweriya xwe bi
vê partiyê an bi wê partiyê bihanîna,lê piþtî ku her yek ji van
partiyan bû ye çend beþ, vê carê gelê me bi sanahî jî riya xwe di
warê rêxtinî de þas dike, bi sed hezaran Kurperwer ji hev û ji endamên partiyan vekirî
dipirsin û dibêjin; eger partiyek rastgir e, ya din çepgir e,
ya sisiyan berzanîst e, ya çaran serbixwe ye, lê partiyên din çin
e ???? Vê carê
berpirsiyar, kadêrê û dostên partiyan destên xwe li sîngên xwe
dixistin û digotine gelê xwe; em çepê li ser riya zanistiyê ne, çepên
din keysebaz in û ji riya Lênîn û Markis derketine. Partiyên
din jî digotin; ev partiya bi dewleta Sûriyê ve girêdayî ye, û
pêwendiyên pêþengên wan yekser bi dezgeyên asayêþên Sûriyê
re henin, hin partiyan jî li ser partiyên din digotin; ewanan bi Berzanî
ve besta ne, ewanan bi fermana wî li Sûriyê dixebitin. Li vê dawiyê jî
dîsan hin partî hatine holê û ewanan li ser yên din dibêjin; evan
partiyan li Kurdistana Sûriyê naxebitin û ewanan nikanin pirsgirêka Kurd
li Rojavayê Kurdistanê çareser bikin. Lê
weke her kesek îro dizane piþtî rûxandina sêstêma sosyalîstiyê
baredoxa siyasî li cîhanê pir hatiye guhartin, heyama nûh bandora xwe li
ser hemû têkoþînên siyasî kiriye, lewra jî hin partiyên me nav û
bernamên xwe jî guherîn, dîsan h.w.d.û niha partiyek bi ya din re
nikane bêje; tu rastgir î an
tu çepgir î, ango ev astengiya ramanî, eydeliyocî ji holê rabû ye . Lê
tevî van guhertinên nûh, dîsan partiyên me pir bûn, ez dixwzim li vir
çend sedemên serke hûnim zimên 1-Ez bê peraw û vekirî dibêjim;
nizimbûna pileya rewþenbîriyê û ramanê li nik pir siyasetmrdarên
tevgera kurdî.2-Ezeziya bilind, yan xwehezkirina pir mezin li nik gelek rêvebir
û kadêroyên partiyên me .3-Gelek pêþeng û rêberên partiyên me, ji
ber nexwþiya ezeziyê nikanin yan naxwazin fersendê bidin niweyên îroîn
û ewanan bawer dikin ku ew herdem mamoste û zana ne, tevî ku ji me hemûyan
re baþ diyar e, pir endamên partiyan di rêxistinên xwe de di rêzên paþîn
da ne, lê ewanan ji rêberên
xwe yên rêxstinî pir þehrezatir û ronakbîrtir in.4-Gelek caran pêþengên
partiyên me çavtengiyan li rewþenbîrên siyasî, yan li pisporên pêþeyan
dikin û naxwazin wanan li rex xwe, yan car caran jî li jor xwe bibînin
..5-Pir ronakbîr û bîrewerên me jî hene bê dadmendî xwe di ser
partiyan, yan xwe di ser tevgera xwe re dibînin, xwe ji partiyan dûrdixînin
û newêrin rexnên xwe jî vekirî arastî tevgerê bikin, an destên xwe aþkere
deynin ser nexweþiyên keysebaziyê, nezaniyê, ezeziyê, an dîkteturiyê
û h.w.d.6-du sê partiyên me li Rojavayê Kurdistanê henin, belkî ta
radeyekê li ser tektîkên xebat û çalakiyên rojane di hundir Sûriyê
de ne lihev bin, lê dîsan jî bi ya min be cudabûnên pir mezin di
navbera wan de tune ne.7- dijwarbûna sirûþta doza Kurd bi awakî giþtî. Eger
serok û merokên me kanibin xwe ji van rûdawên neyinî û zor tirsdar
rizgar bikin, belkî tevgera me kanibe xwe ji gelek aloziyên rêxistinî
rizgar bike, dê hejmarên partiyan û martiyan li nik me kêmtir bibin, dê
baweriya gelê me bi tevgera xwe xurtir bibe û dê bizava me di cîhana
siyasî de kanibe pirtir û rindtir xebata xwe bidomîne . Tu
kes ji me nabêje; bila hemû partiyêm me bibin yek partî, ne xêr!lê
em bi hezaran welatparêzên kurd bi dengên bilind bang li partî û
kesayetiyên ku mîna hev diramin, bi zûtirîn dem xwe bigînin hev, dema
me niha pir nazîk e, pir giring e, xebat ji bo dêmokratiyê, azadiya gelan
û mafên mirovan berdewam e. Li aliyê din, rûya zordarên gelê me di nav
siyaseta Rojhilata Navîn û cîhanê de reþtir dibe, lewra jî divê
partiyên me, kesayetiyên me yên rewþenbîr, rêzanzanên serbixwe li xwe
vegerin û bi kêmasî yên mîna
hev diramin, bi tenderustiyeke ramanî û siyasî baþ û bê nexweþiya
ezeziyê û kursiyê dîsan werin cem hev û hejmarên partiyên gelê Kurd
kêmtir bikin. Lê divê ez vê rastiyê jî
bêjim û li
gor
ez dibînim, cerkî ku rêjîma sedamî hatiye rûxandin, stêrka gelê
Kurdistana Baþur geþtir bû ye, helwesta herêma Kurdistanê ya netewî bi
seroketiya pêþmergê qehreman serok Mesud Berzanî xurtir dibe, serok
M.Berzanî namên yekser û ne yekser ji cîhanê û dewletên derdora me re
pir bi zelalî dibîje; mafê netewa Kurd heye ku dewletke xwe serbixwe
hebe, û her weha jî dîsan dibêje; emê piþtvaniya xebata siyasî ya gelê
Kurd li her sê beþên din jî bikin. Ev tun helwesta berpirsiyarene wireya
siyasî û netewî li nik gelê Kurdistanê û li nik hemû welatparêzên
Kurd bilind dike, baweriyên pir partî û cemawerê Kurd li her çar beþên
Kurdistanê hîn bi serok Mesud Berzanî hêztitr dibin, cimkî Mesud Berzanî
û P.D.K li ser binaxa rêbaza siyaseta welatparêziya hiþmendî ya nemir
Mistefa Berzanî têkoþanên xwe netewî, têkeliyên xwe mirovane bi gelên
dirawsê re dajon, û serok Mesud Berzanî rastiya rêbaza serokê nemir
Mistefa Berzanî ji niþtimanperwerên her çar beþên Kurdistanê re mêlag
kiriye û ewa(rêbaza ) bi sedên nimûyên jîndar li Kurdistanê, li
Bexdadê, li Rojhilata Navîn û li nav dewltên "Yekitiya Ewropî
" çespandiye. Li
ber roniya van sedemên jorîn, pir partî û rewþenbîrên Kurdên
Kurdistana Rojav jî careke din li xwe vedigerin û dixwazin berjewendiyên
gelê Kurd biparêzin û vîna miletê xwe derbibirin, lewra jî em niha dibînin
hin partî û ronakbîrên
Kurdistana Rojava vedigerin nik partiya xwe ya dayik û hin jî niha li ser
riya vegerêne, ewanan dibînin ku P.D.K El-partî bi seroketiya têkoþerê
navdar Mihemd Nezîr xawên helwesteke siyasî cîwest
e, partiyeke cemawerî ye, pêwendiyên xwe bi pir partiyên beþên
din ji Kurdistanê re xurt in û bi taybetî ewa xwe mîna partiyek bira ji
PDK li Kurdistana Baþur dibîne û li ber sîtava nirîn û felsefa siyasî
ya M.Berzaniyê pakrewan siyasetên xwe li Kurdistana Sûriyê û siyaseta
xwe ya dervayî jî dimeþîne. Bê
ku ez navên hin partiyan an hin kesayetiyên ku li partiya xwe ya dayik
vegeriyane û yên dixwazin vegerin hûnim zimên, ezê bê dudilî bêjim;
ewanan gavên pîroz avêtine û davêjin, ewanan xwe ji hin pirsgirêkên
saykolocî, siyasî, rêxstinî rizgar kirine, dixwazin hêza gelê Kurd li
Kurdistana Sûriyê xurtir bibe û roja serketin û azadiyê ji miletê xwe
re nîzîktir bikin. Ji ber vê jî ez dixwazim bi bûneya van xwelêvegerînên
siyasî û rêxistinî gelê me û P.D.K –El -Partî li Rojavayê
Kurdistanê pîroz bikim.Li aliyeke din ez hêvî jî dikim ku hin partiyên
me, hin serok û sekretêrên me yên ku mîna hev diramin û þêweyên çareserkirina
pirsa Kurdî mîna hev dibînin, bê dudilî refên xwe bikin yek, ji berku
pêþeroja gelê Kurd tenê di van gavavêtinên erênî da ye, ew kesên ku
niha ji ber sedemên ne rewa û diyardeyên ne tenderustî li pêþ yekitiya
hêza Kurd radiwestin, em neçar dibin ji wan re
bêjin; ku ewanan ji bo kursiyên xwe nikanin ji çar serokan,
serokekî tenê derxin holê. Di vê derbarê de ez hez dikim nimûnekê ji
welatê Ereban hûnim zimên, dibêjin; ji þalyarekî siyasetmedar pirsîn; te berê pir li ser
yekitiya hêzan, yekitiya partiyan û yekitiya dewletên Ereban dipeyvî û
te derbarê vê mijarê de dinivîsand, lê cerkî tu bû ye þalyar, em
gotin û nirînên te yên berê ji nabîhsin
?? Siyasetmedarê
Ereb weha pir eþkere û bi mêranî bersivand û got; ma ez dînim niha li
ser yekitiya hêz û partiyan û dewletan bipeyvim, eger dewletên erebî
bibin yek, cihê min dê li ku bimîne ? Vêca ez pir ditirsim ku pir serokên
me jî weha biramin, lê ewanan nikaninbin weha mîna þalyarê Ereb bersivên
xwe vekirî bidin gelê Kurd. .!!!
Elmaniya ,18.04.2007
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org