|
Destlata Sûriyê ji dilreþiya xwe danagere Dr. Ebdilmecî Þêxo Weke
tête zanîn ku 22 dewletên Ereban henin, ewanan ji dewletên ewropî fêrbûn
ku "Yekitiya Perlemana
Dewletên Ereban" damezrînin û li gora berjewendiyên xwe yên
aborî, siyasî têkeliyên xwe bi hev re bidomînin. Li ser binaxa vê yekê,
ewanan di sala 1974 an de "Yekitiya" xwe li Þamê di bin sîbera"
Partiya Bes" ya kevneperest û nijadperst de damezrandin. Evan dewletan
dixwastin xwe mîna dewletên ewropî, têgehên dêmokratiyê, aþtiyê û
hevkariya nav gelên cîhanê di rêbaza xwe de biçespînin. Di
van rojên borî de hate ragîhandin ku vê carê dewleta Îrqaê, dê
rêvebiriya vê "Yekitiyê" bike, lewra ewê, ji ber sedema
nebûna aramiyê li Bexdadê, biryar istandiye ku vê carê kongira
"Perlemanên Dewletên Ereban" ya dehemîn li li Îraqê, paytexta
Kurdistanê li Hewlêrê
di( 28- 29) Avdarê de bête bestandin. Ta roja îroyîn
dewletên Ereban helwestên xwe yên neyênî derbarê cihê girêdana
vê kongirê dernebirîne, tenê dîsan mixabin dewleta Sûriyê li ser
zimanê serokê
"Encumena Gel "Mehmud El-ebreþ dilreþiya xwe li hember
doza Kurd û gelê Kurdistan, mîna hercarê bi zelalî dide xûyakirin û
ewa ji kînên xwe naxweze dagere. Li aliyê din jî, ewa dixwaze xwe rûreþ
li nik dewletên cîhanê nede diyarkirin, ji ber vê jî , serkokê
"Encumena Gel" dixweze biryara nebeþdarbûnê li vê kongrê
bi zimanbaziyeke dekedûlavkirî di "Perlemana" xwe de bi
riya piraniya dengan bistîne, ta ku ewa, vê biryara xwe bi navê gelê Sûriyê
rewakirin bide û gunehê xwe ji ustiyê xwe bi buhaneya dêmkratiyê têxe
hembêza gelê Sûriyê. Bi ya me be, têlên tembura Sûriyê pir zengarî
bû ne,
ji zû de tu kes nikane guhdariya sazên wê, ya sergêjî û
tolazene bike, siyaseta wê ya hundirîn û dervayî babidestî û bednav bû
ye Ewa ne tenê çavsoriyê li gelê Kurd li Kurdistana Rojava dike, lê bi
ser de jî ewa bi tundî li dijî her çiravêxistinekê li Kursdistanê ye,
ewa naxweze dewleta fêderal li Îraqê bipejrîne û bê þermî piþtvaniya
hêzên reþ û rikberên dewleta azad dike, ji ber ku binketina siyaseta
"Partiya Bes" li Îraqê, nerastiya siyaseta wê li Sûriyê jî
diþerpizîne. Dewleta
Sûriyê pêþda dizane ku di vê kongira duhatî de, dê di encamê de hin
biryarên erênî dermafê Îraqa nû de bête wergirtin, wek mînak; Pênasîn
û pejrandina Îraqa fêderal, ango
"Perleman û hukmeta herêma Kurdistanê" mîna rastiyeke dîrokî
û siyasî di vê kongirê de tête çespandin. Her weha jî dîsan di
kongirê de, karên têrorîstî û destdirêjiyên hêzên derve, dê werin
cersandin û þermezarkirin. Lewra Sûriyê naxweze xwe têxe vê qorziya
teng û çemberkirî. Helwesta
Sûriyê ya bêrû di vê derbarê de, ne tenê li dijî Îraqa fêderal e,
lê belê, ewa hîn li dijî vîna
"Yekitiya Perlmanên Dewletên Ereban" ne jî, vêca
pirseke din xwe di vir de berdide holê; ma gelo, eger bi rastîn Sûriyê
di vê kongirê de ne behredar be, dê
"Yekitiya
Perlemanên Dewletên Ereban " çi biryarê li dijî Sûriyê
bistîne ?? Yan piraniyanên wan dewletan jî, dê çavên xwe li ser
helwesta wê ya dilçepelî damrînin .??? Yan
jî ewan mîna "Perlemana Dewleta Istraliyê" ya nûh, ya ku lêborîna
xwe pir vekirî û bi mêrane ji gelê Eborcînê, yê berê di pêvajokeke
dirêj de bindestkirî, daxwaz kir, dê li xwe vegerin, hinekî bi wêrekî û
bi aweyeke bîrgeþî
rexnên dewletên þovînîst û Kurddijmin bikin, bandêra dêmokratiya
rastîn hildin jor û bêjin;
hêdî bese! setemkariya Kurd û Kurdistanê! Almaniya,26.02.2008
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org