Erê Efrîna min

Ebdilmecît Þêxo

 

 

Cobarên xemgîniyên te

                                    di bin lehiyên nalînên

dayika te de,

di newalên dilên me de

sêlroyekê bi firmêskên

                  zarên tazî,

bahozên bin lingên

dayikên pakrewanên

bajarê min

helbestên serxweþ

 dirêstin .

Cobarên xemgîniyên te

di rêyên çelexwarî de,

bi qaserî stêrkên ezmana

 Zîna min

pêrgî darên sindiyanê,

zeviyên zeytonan tên.

 

bi hev re bi zimanê

"Çiyayê Kurmênc"

li ber pêlên çema "Arasê"

ya ku rojekê ji rojan

qehremanên Kurdistanê

li piþta xwe mîna fireþteyên,

dilên cangoriyan sîwar kiri bûn,

û li ser destên þaxên bênbuharî de

rwaestandin.

 

Cobarên xemgîniyên te

                        di ber tîrêjên çavên

 jineke Kurd re diherikîn,

 rûyên xwe bi sê rengan

di eniya "Çiyayê Lêlon " deçandin

                              û çend rûpel ji dîroka kela Horî

ji balêndên dilên cegerþikestiyan re

 xwendin .

Cobarên xemgîniyênte

di nîva þevê de

    li deþtên bêhngenimî,

bêhnhenarî,

bêhnmêwên tirî

rastî govendên kotirên

                            basik birîn

 hatin.

Cobarên xemgîniyên te

 

            bi dilopên jinebiyên welatê min re

bi serbilindî ji xwe re

mîvanxaneyekê di devê hêvê de

ava kir .

Cobarên xemgîniyên min

xwe bi hilmên mindalên

 "HELEBCE"

li ber bendergeha çavên bêzar

                                                þuþtin .

Cobarên xemgîniyênte

seqamên li ser piþtên nûgihayên me

berfên li ser sînga destanên welatê min

                                                     herifandin

û rodankênnûh ji xwe re

bi dîdema stêrkan ava

                         kirin .

Cobarên xemgîniyên te

Siruda "EyReqîb" jixwe re

 kirinpîrozgeh,

         rengên xwe bi ava kaniya "Basutê"

 bi kenîna"Ednanê Cindo"

 bi limêjên wî li ser miriyên bajarê xwe

          diþuþtin.

 û di ezmanê keçên Efrînê de

 fireþteyên dilên xemgîn

 tîmar dikirin.

 Cobarên xemgîniyên te

 Îro hêþtin ku keskesor

 bi rondikên xwe awênan

 Ji dîlbera min re ava bike.

 Cobarên xemgîniyên te

bila Îro di 10 nîsanê de hestên xwe

bi þabûna Loriya ya rizgarkirî

bi rondikên bê guneh

xwe aþle bike

û bila çûkên çavên te

cîrokên dê û bavê di þevên zivistanê de

            ji gulistanan re bixûnin.

Cobarên xemgîniyên te

bila di nav pîsîrên dayikan de

bi kenîn û giriyên sirûþta

        deþtên genimî

 hêrên henaran

 hêlanên pîrozî

 çê kin .

Cobarên xemgîniyên te

                                  dê rojekê li ber bayên lingên

dapîra min

 û di nav lêvên gira "Endarê" de

 HÛR, HÛR BIBIN.

               Erê EFRÎNAmin

 Erêê ê ...............................................

   Tuttlîngên,15.04.2007

 

X. Loriya: Navê keça mine, ji roja dayikbûnê27.04.2004 an ji aliyê malbetek Elman de hati bû zepkirin, lê piþtî têkoþanên mezin ewa di 10 .04.2007 bi biryara dadgeha Stutgartê sernûva rizgar bû.

 

 

  

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org