Eyzîdî Kurdistanperest û qehreman in

 

Ey reqîb her maye qewmê Kurd ziman

Naþikê û danayê topên zeman

Kes nebên Kurd dimirin

Kurd jîn dibin.

Jîn dibin qet nakeve ala Kurdan

Jîn  dibin qet nakeve ala Kurdan

.........................."

DILDAR

Dr.Ebdilmecîd Þêxo

 

 

  Bi kêmasî her Kurdek dizane ku berê çend sedsalan bavpîrê xwe eyzîdîperest bû, û eyzîdî olek ji olên pêþîn bû ku bi xwedayekî bawer kirin. Piþtî ola îslamî bi riya pêxember Mohemed tête ragiyandin û ew ola li nik pir gelên cîhanê bi riya cengan tête pejrandin, gelê Kurd jî bi piraniya xwe mîna gelek miletên din, di bin zor û setemê de ola îslamî, ya ku li girava erebî  dest pêkiri bû,  bawer kir, yan xwe bi bawerkirin dida .

 Weke pir rind di dîroka îslamî de tête zanîn ku bi dehan û sedan Kurdên îslamperest navdar in, ewanan navê ola îslamî pir bilind kirin û paya wan di serketinên cengan de zor bilind bû. Selah eldîn Eyobî eniya dîroka îslamî bi qehremantî û serketinên xwe xemilandiye. Em naxwazin li vir pir dûr biçin, bi kurtî  beþek ji gelê me li Kurdistanê xwe radestî îslaman nekir, ewî beþî ji bo parastina ola Kurdan ya resen bi pîdarî berxwedanên dijwar kiriye, evî beþî 72 fermanên tevkujî û setemkariyê di bin navê îslamperestiyê de dîtine, û rûberek mezin ji deþt, newal û çiyayên Kurdistanê bi xûna van pakrewanên "Eyzîdayetiyê "  hatine avdan û  bi saya van Kurdên bawermend ola Eyzîdî mîna beþek ji felsefe û þaristaniya jînê ta niha hatiye parastin.

Eger em vekirî bêjin; Kurdên eyzîdî ne tenê setemkarî ji aliyê milêtên biyanî dîtîne, lê  gelek mixabin ewanan pir zordestî û hêriþên hovane ji aliyê hin birayên xwe, Kurdên musliman jî dîtine, dijminên netewa me pir caran hin Kurdên musliman xopandine û ewanan li dijî birayên xwe çav sor  kirine, lê li aliyê din divê ez pesnê gelê me yê eyzîdî bidim ku piraniyên wan tucarî nexwestine ji welatê xwe Kurdistan birevin û koçberî welatên din bibin, ewanan herdem li cihûwarê bavpîrê xwe mîna çiyayê "Araratê" û çemên "Feratê" û "Dicle"cîhwest mane û herdem welatê xwe KURDISTAN û OLA xwe bi vîneke netewperestî û bi baweriyeke olî bilind parastine.

Di mêjoya nûjen de neyarên gelê Kurd û Kurdistanê dîsan bi awayên ne zanistî û ne mirovane berxwedane ku nasnama Kurdên eyzîdî ya netewî bi riya hin noker û xwefiroþan biguherin, lê dîsan bi saya  Eyzîdiyên Kurdistanî helwestên wan yên mêrane pîlanên dijminên gelê Kurd bi serî nebûn ango bi serneketin, ronakbîrê û welatparêzên me yên Eyzîdî bi qehremanî û bi þehrezayî dek û dolabên neyaran pûç dikirin, li aliyê din jî mîna birayên me Eyzîdî baþ dizanin ku bi melyonan Kurdên musliman bi çavên rêzdarî li ola xwe ya kevnare temaþe dikin, birayetî û hevaltiyên xwe li ser bingeha netewayetiyê bi Kurdên Eyzîdî re dikin.

Ez dibêjim belkî ne zêde be ku ez li vir tenê birek ji helwesta xwe wek nimûneyeke zindî ji xwendevanên rêzdar re hûnim zimên; gava ez di sala 1993 an li Kurdistana Îraqê bûm û min  mîna mamosteyê zimanewaniyê di beþê kurdî li zankoya Selaheldîn kar dikir, di wê salê de jî navenda Laliþê li Duhokê bi alîkariya desthilata kurdî hate damezrandin, min jî weke her kurdekî ronakbîr bi mamosteyê nemir Hemîd Surî re  serdan li navenda Laliþê kir û me pîrozbahiya rêvebirên navendê kir, li wir min seydayê mezin pîr Xidir Sulêman nas kir, ewî gote min; mîvanê me ji Kurdên Rosiya henin,  ewanan dixwazin  seredanê li LALIÞ NURANΠ bikin, ma tu jî dixwazî bi me re  biçî wir ?. Min bi wî re got; mamoste , te daxwaza dilê min anî zimên, diyar e te hestên min di çavên min de xwendin, ma çawa ez naxwzim herim þaristaniya bavpîrên xwe bibînim û hinekî çerxa dîroka setemkar hûnim bîra xwe.

Bi kurtî ez bi birayên xwe re  çûm "LALIÞÊ",  li wir ez li dîroka bavpîrên xwe vegerîm, min rêdan ji seyda Pîr Xidir Sulêman xwest ku ez jî dixwazim li vir  mîna we bikim, û rêzê  li vê cihê pîroz bigrim, ewî gote min tu çi dikarî wê bike ! Di rastiyê de, mîna ku tête bîra min, min pir gav  weke birayên xwe eyzîdîperest avêtin û min rêzeke bê sînor li  "LALIÞA NURANÎ" kir. Ev wêneya di dil û serê min de herdem zindî ye, ez xwe bi wê serdanê pir serbilind dibînim û herdem ji xwe re dibêjim, eger ez welatparêz bim yan  mirovperwer bim, ev  serdana min li "LALIÞÊ"" beþeke ji welatparêzî û mirovperweriya min e……Ez hêvîdar im ku bi van çend rêzikên xwe li ser wê serdana dîrokî, min nama xwe gihan dibe birayên xwe musiliman û eyzîdîperestan.

Rola piraniyên Ezîdiyan di dîroka tevgera azadîxwaza Kurdistanê û her weha jî di pêþvebirina çand û behemên zanistî de ji me hemûyan re gelek diyar e.Lewra jî dijminên gelê Kurd û bi taybetî rêcîma partiya Bes li Îraqê gelek tawanên mezin li  Kurdên eyzîdî kirin û beþekî mezin ji Eyzîdiyan li navça Þêxan û li derdora wê, di sala 1992 an de ji herêma dayik "Kurdistan" veqetandin û li jêr destên xwe de hêþtin .lê dîsan niþtimanperwerên eyzîdî xwe ji tevgera xwe ya netewî veneqetandin û ewanan bi hemû awayan piþtvaniyiên xwe çi bi dizî û çi eþkere derbarê herêma xwe Kurdistan  ya azad derdibirîn.

Piþtî  ku di 9.04.2003 an de rêcîma Sedamê dîktetur hate rûxandin, dewleta fêderal li Îraqê ava bû, xala 140  î di destura Îraqê de bi saya cemwerên Kurdistanê, di nav wan de Eyzîdiyên welatparêz li navça Þêxan û deverên din, û bi saya  nûnerên hêzên Kurdistanê, bi taybetî  P.D.K bi seroketiya kek Mesud Berzanî û P.Y.N. bi seroketiya mam Celal Telbanî di perlemana Îraqeê de hate pejrandin… Hêviyên birayên me Eyzîdî hatin vejandin ku ewanan piþtî pêkanîna yasya 140 î  têkevin  bin siya destlata xwe ya kurdî û ya resen …Ev daxwaz û armancên Kurdên Eyzîdî li nik neyarên Kurd û Kurdistanê zor zelal bûn, lewra jî dijminên me, ango dagîrkerên Kurdistanê dîsan  mîna hercar bi hev re pirojeyên xwe li dijî armancên gelê Kurd bi dizî bi alîkariya   têrorîstên îslamî û nijadperestên miletên serdest li ser rêça xûnvexwer Elî Kîmawî berdewam kirin û di sêþemeke reþ, 14.08.2007 an de bobelateke gewre bi ser Kurdan  ve anîn, ewanan carek din Helbceyeke duhem di eniya dîroka xwe ya tarî û qirêj de çandin û bi sedan Kurdên Eyzîdî pakrewan bûn û bi sedan jî birîndar bûn .

Armanca neyarên me pir diyar e, ewanan dixwazin gelê me li Þingalê çavtirsiyaî bikin ta ku ewanan ji welatê xwe awere bibin û beþek ji welatê xwe ji biyaniyan re bihêlin .., lê ez kanim bêjim ku dijminên me ta niha hîn tênegihîþtine ku vîna gelê Kurd di pêvajoka mêjoyê de tu carî nehatiye tewandin, gelê me xawên pêþbîniyên zor dewlemend in, niþtimanperwerên Kurdistanê pêþda zanin ku qelengê azadiyê tenê qurbanî û pakrewanî ye û di pend û þîretên  kurdî de hatiye; "Her bostek erd temenê xwe tasek xwîn e .", dêmek pêwîst e, neyarên me vê rastiya me baþ bizanibin ku gelê Kurd, Kurdên îslam û eyzîdî perest tucarî ji ber dijminên xwe axa xwe ya pîroz bi chi nehêþtine û ne jê dê bi chi bêhilin, eger ne weha ba, dê gelê me ji zû de mîna hin miletên din dêrînî li Rojhilatanavîn bihata piþaftin û bê xak û welat bima ..

Di encama van gotin û nirînên xwe de ez dixwezim hest û helwesta xwe li ser tevkujiya bêzar derbibirim û ez jî mîna her kurdperwerekî dixwazim bi malbetên  Kurdên Eyzîdîperest re azerî û janên wan ji dil de parve bikim û ji wan re bêjim ku  derd û êþa we beþek ji bêzariyên me ye, birîn û zamên we, birîna gelê Kurd  e, nirx û buhaya axa Þengalê mîna buhabûna Amedê, Muhabadê, Dohokê, Efrîn û Qamoþliyê ye û bila serê we û gelê Kurd sax bin û hûn herdem bimînin Kurdistanperest û qehreman.

                                                                                      Almaniya  20.9.2007                                    

                     

       

 

    

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org