|
Ezbenî M.Ciwamêr!bi dara zorê zimanê kurdî nabe yek! Tikaye aramke,aramke ! Dr.Ebdilmecît
Þêxo Di
vê dema dawiyê de, di mehên 10,11,sala 2006an de Ronakbîrê Kurd û nivîskarê
jîr Muhsin Ciwamêr çend gotar di bin van navnîþanan de di derbarê
zimanê kurdî, di malpera Rojava.net de weþandine.1-"Ma rast e, ku
perlemana Kurdistanê zimanê kurdî yê hevbeþ çespandiye?
"2-"zimanê kurdî yek e."3-"Xwendina
xwendekarên Kurd li zanîngehên Kurdistanê weke dareke berhemdar e
"4-Divê kurdkirina Kurdên Turkiyê dest pêbike, bi bûneya
lidarxistna komgirê: Duhok pira rewþenbîriya kurdî ye" .Lê birêz
M.Ciwamêr hîn dibêje; min
pêþda mîna rêrastkirin
û amedebûnekê ji van gotarên xwe re, nameyek di derbarê zimên de ji
serokê herêma Kurdistanê birêz kek Mesud Berzanî re þandi bû. Em li
vir dixwazin bi awayeke giþtî li ser nama wî ji serokê Kurdistanê û li
nik gotarên wî rawestin.M.Ciwamêr ji serok Mesud Berzanî re di namê de
bi kurtî weha dinivise; "Biryarwergirtina
Xwendina pir zaravan li dibistanan cihê metirsiyê ye, eger ku kîjan
zarava bibe ya sereke, eva ne giring e, ya giringtir ew e, ku em li ser
zaravekî rawestin, û kî bi kîjan zaravî pir dipeyvin, ew jî ne giring
e, tenê em weha kanin yekitiya xwe ya netewî ta roja qiyametê biparêzin."
, herweha ew hîn ji serokê Kurdistanê re
wisa dinivîse; "Eger dîkteturiyet di her tiþtekî de guneh
be, lê ewa (dîkteturiyet)di ferzkirina zaraveke taybet ji bo yekbûna zimên
û wêje rindî û qenciyek e û her rindiyek bi deh
rindiyan e." Di
nirîna me de M.Ciwamêr di warê ramana netewî de wek bîrdoz û têorî
tiþtek nû negotiye, her siyasetmedarek, her welatparêzek, her zimanzanek
dizane, ku her miletek pêwîst e bi zimanekî tenê û ne bi du zaravên
bingehîn û bi çend zaravokên din bixûne, hebûna pir zaravan di zimanekî
de jî yasayeke xwezayî ye û zanistiya zimanewaniyê vê rudawa sirûþtî
bi sanahî dipejrîne.Lê di dîroka pêþketina zimanan de diyar bû ye, ku
pir zaravan alîkariyên hev kirine, ewanan bi hev re hevkêþî kirine,
lewra di zimanê kurdî de jî, diviya bû ji zû de hemû zaravên zindî
ango bi kêmanî yên ku, bi wanan tên nivisîn bi hev re hevkêþî
kiribana.Lê mixabin wêneya zimanê kurdî ji ber pir sedemên siyasî,
erdnîgarî û siyaseta dabeþkirinê ne cihê dilþadiyê ye. Piþtî ku
piraniya gelê Kurd ola îslamî pejirand, ewî jî tîpên erebî, tipên
zimanê pirtûka pîroz wek pir miletên din mîna Farisan ,Turkan û hin
din ji xwe re pejirandin. Wek me li jor gotiye; di pêvajoka dîrokê de
zaravên kurdî jî peyda bûn, û her zaravek li gor rewþa xwe pêþda
çûye, lê niha piraniya gelê Kurd bi zaravê kurmancîya Bakur (kurmancî
) dipeyvin û dinivîsînin(Kurdistana Bakur bi piraniya xwe ango li derdora
20 milyonan ), (Kurdistana Rojava li derdora sê milyonan) (Li Kurdisatan
Rojhilat dîsan bi melyonan), (li Kurdistana Baþur jî ne kêmtirî du sê
milyonan in ). Gelê Kurd di dîrokê de bi zimanê kurdî bi zaravê
kurmancî, ya ku nîzîk ya zaravê niha dipeyvî û bi dehan helbestvanên
Kurd yên kevneþopî bi vî zaravî berhemên xwe raberî gelê Kurd kirin
û wêjeya gelê Kurd xwe bi wan berheman serbilind dibîne. Mîr Miqdad
Medeht Bêg yekemîn rojnama kurdî "Kurdistan " bi zaravê
kurmanciya Bakur di 22.04.1898 an de li paytexta Misirê weþand, û di piþt
re ango di destpêka sedsala 20 an de pir kovar û weþanên kurdî bi zaravê
kurmancî li Turkiyê, Sûriyê, Libnanê û li Kurdistana Îraqê derçûn.
Dêmek zaravê kurmancî jî wek zaravê soranî, di bin siya rewþa
zordestiyê de serê xwe netewand ,ewî ji bo berdewamiya jiyana xwe bi pîdarî
berxwedan kiriye. Di salên sî û çeliyan de Mîr Celadet Bedirxan wek
zimazanekî nasdar, (ewî ji bilî zimanê dayika xwe bi heyþt zimanên din
biyanî(Almanî,firansî,êngilîzî,erebî,turkî, farisî, rusî û yonanî
û pir zaravên kurdî zanî bûn), ewî
pirojeya çespandina Alfebaya latînî û rêzimana kurdî li ser
bingeheke zanistî û zimanewaniyê amede kiri bû, di piþt re ewî zanyar
û zimanzanê mezin Tewfîq Wehbî ji Kurdistana Baþur(soranaxêv)
vexwendî cem xwe kir û Mîr Celadet Bedirxan reþpela pirojeya
Alfebaya zimanê kurdî li ser bingeha tîpên latînî û rêzimana kurdî
pêþkêþî Tewfîq Wehbî kir, û ewan herduyan bi hev re guftegoyên
vekirî li ser vê
pirojeya nû kirin,Tewfîq Wehbî razemendiya xwe li ser vê Alfebayê
û rêzimanê li nik Celadet Bedirxan dabû xûyakirin, ewî bi Celadet re
goti bû, ezê vê pirojeyê bi xwe re bibim Kurdistana Baþur û paþê ezê
te agahdar bikim.Tewfîq Wehbî vedigere Kurdistana Baþur
û Mîr Celadet Bedirxan demek dirêj çavnêriya bersiva Tewfîq
Wehbî dikir, lê mixabin ewî bersiva xwe ne bi erênî û ne jî bi neyênî
ji Mîr Celadet Bedirxan re þandi bû. M.C.Bedirxan neçar dibe vê
Alfebaya latînî û li gel rêzimana zimanê kurdî di hejmarên kovara
Hawrê de diweþîne.Ji wê demê de nivîskar û rewþenbîrên Kurdistana
Bakur û Kurdistana Rojava berhemên xwe bi kurdî latînî û li ser
bingeha rêzimana M.C.Bedirxan dinivisînin.Dîsan pêwîst e em li vir di
derbarê rêzimanê kurdî û Alfebaya latînî de zimanzan Reþîtê
Kurd(Kurdistana Rojava) û zimanzanê mezin prof.Qenatê Kurdo( Sovyetistana
berê ) jî bi bîr hûnin û rolên wan di pêþvebirina ziman û rêzimanê
kurdî (kurmancî ) de gelek balkêþ in.Dêmek di vê demên
60-70 salên dawiyê de, zimanê kurdî (kurmancî
bi tîpên latînî jî ) bi kêmasî li du beþên Kurdistanê gelek
pêþda çûye, ewa ne tenê zimanê devkî
ma ye, lê bi sedan pirtûk, kovar û rojname,û li van çend salên
dawiyê jî têlviziyon û malperên intêrnêt hatin û hîn tên weþandin.Bi
sedan nivîskar, rojnamevan û siyasetmedarên Kurd bi zaravê Kurmancî bi
tîpên latînî peyda bûne, û hin berhemên wan jî ji bo zimanên
biyaniyan jî hatine û hîn jî tên wergerandin.Lê eger em hîn li ser
rewþa zimanê kurdî (kurmancî bi tîpên erebî )li Kurdistana Baþûr
rawestin, emê baþ bibînin, ku çawa li navçeya Behdînan zaravê Kurmancî
bi tîpên erebî jî pêþketiye, navên pir nivîskar û zanyarên navçeya
Behdînan di dîroka wêjeya kurdî de li rex nivîskar û zanyarên zaravê
soranî gelek geþ û nasdar in.Em dixwzin texmîn bikin, ku aghadarî li
nik M.Ciwamêr di derbarê zimanê kurdî de û bi taybetî di derbarê
zimanê kurdî (zaravê kurmancî ) de gelek kêm in, em guman dikin, ku ewî
tu carî berhemek kurdî latînî nexwendiye, ewî pirtûkxana kurdî
(kurmancî ) baþ nedîtiye, em dibêjin eger wî ev samanên zimanewanî, wêjeyî
û zanyarî dîtîba, belkî ewî nikanînba weha weke li jor hatiye ji
serokê Kurdistanê re binivîsanda. Dîsan M.Ciwamêr di nama xwe de weha
dinivîse;" Mebesta me ne ew e, ku em zaravên din di zimanê kurdî de
jibîr bikin, an jî em naxwazin giringiyê bidin wan zaravên kurdî, lê
zaravên kurdî her dimînin û ewanan kêrhatî ne, mirov dikane sudan ji
wan zaravan wergre û hergîz bi wanan jî zimanê fermî dewlemend bike…lê
eva ne netê vê wateyê, ku mirov hin rewþên awerte û taybet li hin herêman
nebîne, divê mirov raweste ta ku mercên objêktîv li wir jî werin dîtin,
lê dîsan divê mirov ji zimanê hevbeþ û fermî re pabend (multezim )
be, û herwisa jî pêwîst e pisporên jêhatî werin amedekirin, ta ku
ewanan zimanê fermî li seranserî welêt bidin fêrkirin." Em li vir
pir bi kurtebirî ji M.Ciwamêr dipirsin, dê çawa Kurdên soranaxiv sudê
ji zaravê kurmancî bigrin, gava ku bi wî zaravî neyê nivîsîn û neyê
xwendin, û ew zarav bi awakî fermî di dezgeyên dewletê de neyê
naskirin ?????. Ji ber ku em li gor pêþiniyên raborde û îroyîn çak
dizanin, tevî ku zimanê kurdî (zaravê kurmancî ) mîna me li jor jî
gotiye; gelek dewlemend bû ye, lê mixabin birayên me soranaxiv sud ji
zaravê kurmancaxiv wernegirtine, berevajayê vê yekê, kurmanaxêv gelek
bi hezkirin û bi dilþadî peyvên soranî hîn dibin û wanan gelek bi lez
di nivîsarên xwe de bi kartînin, eva di riya pêþketin û yekbûna zimanê
kurdî de rudaweke pir erênî ye.lewra jî me hêvî dikir, ku rewþenbîrên
mîna M.Ciwamêr bi vê lezbûnê û bê lêkolînên berferh ji aliyên
pisporên zimanan de, nirînên weha zor hiþk û li dijî vîna piraniya
gelê Kurdistanê dernebirîna, saman û dewlemendiya wêja kurdî, zimanê
kurdî (zaravê kurmancî )bi du sê gotarên ne durbîn nedixistin erþîva
dîrokê an mozexaneyên Kurdistanê .. . M.Ciwamêr
di gotara "zimanê kurdî yek e"de dinivîs;" Ew kesên
hewaldanan dikin, ku bi zaravên xwe jî li dibistanan bixûnin, evan
hewaldanan destpêka metirsiyê ye, ku gelê me û zimanê me perçe bibe
… xwendina bi zaravê niha ya fermî li Kurdistanê ji sala 1970 î de
mêlg dike, ku ev zarava serkewtî ye, ewa kane bibe zimanê hemû beþên
zanyariyê li hemû herêmên kurdî, pir peyvên zaravên din jî di vî
zaravî de cihên xwe girtine, hêdî mirov nikane bi sanahî navê zaravê
li vî zaravî bik, ew hîn dibêje; Kurdên Turkiyê nikanin bi sanahî
zimanê kurdî yê fermî li Baþur fêrbibin, sedema wê ne ev e, ku zimanê
kurdî li wir dijwar e, lê ku em bêjin ev zimana li wir dijwar e, dîsan
ev ji aliyê perwerdeya fêrkirin û xwendinê de nayê pejrandin.Kurdên
Turkiyê ji ber sedemên bindestî û zordestiyê zaravê xwe jî baþ
nizanin,û piraniyên wan baþ zimanê turkî zanin, û wek nimûne, eger
mirov li Diyar Bekirê be ewa dê nizanibe, ku ewa li kevintirîn bajarên
kurdî ye,ji ber ku di hemû aliyên jiyana wir de, zimanê turkî û
turkayetî serdest e, lê her Behdînanek zaravê fermî têdigîne ..û
herweha Kurdên Kurdistana Sûriyê yên ku li Ewropa dijîn jî zaravê
soranî têdigînin….tiþtê pir matmayî
ev e; ku hin kes hene, fêrbûna zimanê xwe dijwar dibînin, û hînbîna
zimanên biyaniyan sanahîtir dibînin ….û M.Ciwamêr hîn ji xwendevanên
xwe dipirse; ma gelo hemû zimanên fermî li cîhanê, zimanên piraniya
gelên xwe bûn, lê pir caran ewanan (ziman)zimanên pir hindikan an yên
paþan an yên qeder û çarenûsiyê bûn
??..ew hîn dibêje; ew kesê ku dixwaze zaravê wî jî li rex zimanê kurdî
yê fermî bête xwendin, divê ew baþ zanibe, ku ev zarav jî dê bi demê
re hêdî hêdî bibe zimanekî serbixwe û ez bawer nakim, ku hiþmendên
Kurd bi van hewaldanan razî bibin, an ewanan bi vê teramerabûnê xwe
bextewar bibînin, yan serkirdayetiya Kurdistanê , dê ji bazara zaravan
hezke…."Wek me berê jî goti bû; zarav û zaravokên kurdî
diyardeyek e xweserî ye, zarav û zaravok dikanin zimên dewlemend bikin, lê
ev netê vê wateyê, ku em dibêjin, bila ta roja qiyametê gelê Kurd bi
du û sê zaravên bingehîn bixûnin û binivisînin, her Kurdek, her mêjonasek,
her rojhilatnasek zane, ku taybetmendiyek rewþa gelê Kurd ji van hemû
aliyan ve heye, (Erdnîgarî,dîrokî, zimanewanî, siyasî). Rast e Kurdên
Baþur ji sala 1970 î de bi zaravê sorarnî bi fermî li dibistanan,
xwendegehan, zanîngehan dixûnin, dîsan rast e, ku zaravê soranî li
Kurdistana Îraqê pêþda çûye û serkewtî ye, lê wê ne rast be, ku em
bêjin; zaravê kurmancî binketî ye û ewa nikane bibe zimanî fermî. Rewþa
siyasî li Kurdistana Bakur, li Rojavayê Kurdistanê ne mîna beriya sî
salî ye, li herdu beþan û li dervayî welêt bi dehan partî, rêxistin
û dezgeyên siyasî, rewþenbîrî hatine damezrandin, bi dehan kovar û
rojnamên kurdî bi zaravê kurmacî hatine weþandin û hîn jî tên weþandin,
bi hezaran ronakbîr, siyasetmedar, wêjevan, zimanzan, hunermend,
rojnamevan û pirtûk bi zaravê Kurmancî peydabûne, bi sedan ji wan bi
zaravê Kurmacî navdar bûne, her wisa jî nîzîkî deh salane, ku têlviziyona
kurdî M T V,Roj.T V bi zimanê kurdî, zaravê kurmancî jî weþanên xwe
dike. Zaravê Kurmancî bê ferman û bi awayeke xweserî li van herdu beþan,
li nav Kurdên Sovyetistana berê û li dervayî welêt bûye zimanê fermî.
Ango em dixwazin bêjin, ku zimanê fermî ne tenê zaravê soranî ye, lê
belê zaravê Kurmancî jî bûye zimanê fermî. Lewra jî em dibînin, ku
berêz M.Ciwamêr gelek bi nezanî, bê agahdariyên rasteqînî û bê lêkolînên
zanistî nirînên xwe derbarê zaravê Kurmancî de derbirîne.Di rastiyê
de M.Ciwamêr fermanên gelek metirsî di dermafê zaravê Kurmancî de
derxistine. Em guman dikin, ku ewî bê mebesteke xerap fermanên cehirkirî dermafê bi kêmanî
du beþên Kurdistanê derxistine, ew nizane, ku encamên van fermanan li
derûniya Kurmancan, dê çawa bin ?Ew nizane, ku ewa samana çanda kurdî,
dewlemendiya zimanê kurdî bi destên xwe dixe gornê. Eger em jî niha li
vir weke M.Ciwamêr biramin û bêjin; zimanê kurdî, zaravê Kurmancî pir
pêþketî ye, ewa jî bi demê re bû ye zimanê fermî, piraniya gelê
Kurd bi vî zaravî dipeyvin, dinivîsînin, zarava Kurmancî ji ya soranî
kevintir e, û di ayênde de bajarê Amedê, paytexta Kurdistana mezin e,
lewra jî divê zaravê Kurmancî li hemû beþên din li Kurdistanê bibe
ya fermî û bila ewa sudê ji zaravên soranî, dumilî û yên mayîn
bigre. Ma Gelo helwestên M.Ciwamêr û birayên me Soranaxêv dê çi bin
???? lê em gelek bawer dikin, ku rewþenbîr û siyasetmedarên Kurmanc
fermanên weha ne berpirsiyarne, ne îro û ne sibe dixwazin derxînin,.
ewanan gelek rêzê li zaravê soranî digrin, pir nivîskar û rewþenbîrên
Kurmanc ji Kurdistana Bakur û ji Kurdistana Rojava bi þehnazî wiþeyên
soranî fêr dibin û bi kartînin.
Em
naxwzin li vir li ser zaravê Kurmancî li navçeya Behdînan li Baþurê
Kurdistanê pir rawestin, lê em zanin, ku zaravê Kurmancî û bi tîpên
erebî li wir jî gelek pêþda çûye, asta berhemên nivîskar û wêjevanên
Behdînan pir bilind e, ewanan bi hezkirin û bi þêwakî ne fermî bi
zaravê Kurmancî dixûnin û dinivisînin.Vêca em nikanin têbigînin, ku
ji bo çi ev zarav jî li dibistanan nayê xwendin ?Eger M. Ciwamêr
xwendina vî zaravî di dibistanan de ziyan û metirsî ji bo perçebûna
netewa Kurd dibîne, lê em dibînin berevajayê wê ya rast e, ango eger
hukumeta herêma Kurdistanê xwendina zaravê kurmancî li dibistanan qedex
bike, û zaravê Soranî li ser Kurdên Behdînan ferz bike, em bawer dikin,
dê heyama netewî, siyasî, partiyetî, civakî pir li hevkeve, û li pêþ
hukumeta herêma Kurdistanê pir astengî çê bibin. M.Ciwamêr
di gotara xwe"Xwendina xwendekarên Kurd li zanîngehên Kurdistanê
darek berhemdar e" de dibêje;"300 xwendekar ji sê beþên din li
Kurdistana fêderal dixûnin,
mirov guman dike, ku ewanan xwendinên xwe kuta bikin û vegerin herêmên
xwe û ewanan zimanê kurdî yê fermî li wir bidin xwendin,ta ku ev
ziman(Soranî) li wir jî bibe zimanê xwendin û nivîsandinê.." Va
ye em dîsan dibînin, ku M.Ciwamêr dixwze xwendekarên beþên din ji
Kurdistanê zaravê Soranî li herêmên xwe bidin xwendine, ewî qet ji wan
xwendkaran nepirsiye, ma gelo ewanan ji bo fêrbûn û fêrkirina zimanê
kurdî (Soranî ) çûbûn Kurdistana fêderal ?lê ewanan ji ber
sedemên din yan ji bo pîþeyên din çûbûn Kurdistana azad?Ma gelo birêz
M.Ciwamêr dizane, ku gelê Kurd li wan sê beþên din dixwazin
zaravên xwe bi ya Soranî biguhêzin ?Lê nirîna gelê Kurd li sê beþên
din li nik M.Ciwamêr qet ne giring e, û li nik wî "Dîkteturiyet di
vir de xêr e, û her xêrek bi deh xêran ne!!!"
M.Ciwamêr
di gotara xwe ya di bin vê navnîþanê de jî "divê kurdkirina Kurdên
Turkiyê dest pêbike, bi bûneya lidarxistina komgirê:Duhok pira rewþenbîriya
kurdî ye:" nivisiye;" Ez bawer dikim ji ber çêkirina tîpên
latînî Kurdên Turkiyê ji birayên xwe li Baþur û Rojhilata Kurdistanê
hîn pirtir bi durketin, eger tîpên latînî piþta kesayetiya Turk carekê
þikandiye, lê ewê piþta kesayetiya Kurd pir caran þikandiye, ji ber ku
ewa bûye sedema, ku Kurdên Turkiyê ji Alfebaya xwe ya resen bi durkevin,
… û ew hîn dibêje; rûxandina zaravê Kurmancî, jarbûn û
rawestandina pêþketina wî li nik Kurdên Turkiyê mîna zimanê erebî li
nik gelê Ereb li Cezayêrê ye, lê li aliyê din zaravê Baþur ji hemû
aliyan ve gelek pêþketî ye…. Alfebaya
latînî Kemalîstî, Ataturkî ye
û ev Alfebaya hîn ji Turkan jî dur e."
Eger em bala xwe bidin navnîþana gotarê " divê kurdkirina
Kurdên Turkiyê dest pêbike "emê pir bi zelalî bibînin, M.Ciwamêr
di vê baweriyê de ye, ku Kurdên Kurdistana Turkiyê hîn Kurdayetiyê
ji ber du sedemên bingehîn nas nakin 1-
Pirên wan nizanin bi kurdî bipeyvin .2-Kurdên ku zimên jî zanin,
ewanan bi zaravê Kurmancî dipeyvin û bi tîpên latînî –turkî dixûnin.
Em nikanin bawer bikin, ku piraniyên Kurdên Turkiyê nizanin bi kurdî
bipeyvin, û eger ev texmîna
rast be jî, ev netê vê wateyê, ku Kurdên Turkiyê kurdayetiyê nas
nakin û divê ewanan werin kurdkirin, rast e di avahiya ramana netewî de
parastina zimên û pêþketina wî mercek
ji mercên sereke ye.Lê pêwîst e bê gotin jî, wek me li jor jî aniye
zimên, ku piraniya Kurdên
Kurdistana Turkiyê bi hemû hest û ramanên xwe kurdperwe in. Ewanan pir
hewaldanên þoreþgerî, berxwedanên niþtimanî, bizavên rewþenbîrî,
wêjeyî, hunermendî bi pir aliyan ve kirine û ewanan hîn niha jî li
Kurdistanê û li dervayî welêt dikin,lê tenê- gunehê wan ev e-
ewanan ne li gor ferman û daxwaza M.Ciwamêr bi zaravê Kurmancî yê
zikmakî, zaravê mîrê helbesta kurdî Ehmedê xanî, zaravê mîrê Botan
Celadet Bedirxan û li gor rêziman û Alfebaya ku wî danî ye, dipeyvin û
dinivisînin.Em dîsan ji berêz M.
Ciwamêr tênagînin, ku ji bo çi tîpên erebî ji bo gelê Kurd tîpên
resen in?Li gor ku em zanin piraniya zimanzanên Kurmanc mîna Celadet
Bedirxan, prof.Kamîran Bedirxan, prof.Qenatê Kurdo, Reþitê Kurd,
Dr.Zerdeþt Haco, Amed Tîgris, Dr.Fedil Omer, Keça Kurd, Deham Ebdilfetah,Î.Naso
û bi dehan kesên din li Kurdistanê û li dervayî welêt bi awayên
zanistî mêlag kirine, ku tîpên latînî ji bo zimanê kurdî baþtirîn
tîp in.Mîna me berê li banî diyar kiri bû, ku zimanzan û rewþenbîrê
gewre Tewfîq Wehbî jî razemendiya xwe ji pêþniyrên Celadet Bedirxan re
dabû xûyakirin, lê mixabin ji bo çi ew paþê poþmam bûye û bersiva
Celadet Bedirxan di derbarê guhartinên tîpan û rêzimanê kurdî de
nedaye ? Em nizanin.Ango eger ewî di wê demê de alîkariya Celadet
Bedirxan bikra, dê niha pirsgirêkên zimanê kurdî pir kêm bûbûna. Dêmek
niha rastiyek ne xweþ di zimanê gelê Kurd de heye, em bawernakin, ku
netewperestên Kurd weke M.Ciwamêr ji vê rewþa awerte dilþad in, bê
guman e danana pirojeya çareserkirina vê pirsgirêka zor û zor mezin erka
her rewþenbîrekî kurdperwer e, lewra jî em di vê nirînê da ne, ku birêz
M.Ciwamêr bi mebesteke baþ pêþniyarên xwe li Kurmancaxêvan dike, û bi
mebesteke baþ dixwaze em hemû Kurmancaxêv pêbendiyê fermana wî bikin.Lê
em dixwzin ji wî û ji hemû kesên weke wî diramin re bêjin; ev fermana we li nik me cihê xemgîniye
ye, derçûna fermaneke weha ne rewa,dê carek din Kurdan ji hev durxîne,
dê pir aloziyan di nav gelê Kurd de çêke, dê bandura wê rasterast li
ser jiyana siyasî li ser her çar beþên Kurdistanê bike .Ev netê vê
wateyê, ku em dixwazin ta roja qiyametê bi du sê zaravan bixûnin û
binivisînin, ne xêr!lê em naxwzin wek M.Ciwamêr nexweþiya sedsalan bi
fermanekê derman bikin, pir pêdivê, ku em bi awayên zanistî , û bi bêhna
fereh tiliyên xwe deynin ser vê pirsgirêka gelek dijwar û pir hestewer.
Em li vir dixwazin hin xalan, li gor nirînên xwe weke rêduzbûnekê li
ser riya dirêj û dijwar pêþniyar
bikin.!- Divê em di warê zanistî û derûnî de biçespînin, ku hemû
zaravên kurdî, yên ku niha bi wan tên nivîsîn, bingehên zimanê kurdî
ne .2-Divê her zaravek li yê dîtir bi pozbilindî temaþe neke û ewanan
hemû bi çavên nirxbuha li hev temaþe bikin .2- Divê siyasetmedar, nivîskar
rewþenbîr berxwe bidin, zaravên zimanê kurdî yên bingehîn nas bikin
û hêdî hêdî wan bixûnin.3- Hemû zarav sudê ji hev wergrin, peyvên
soranî têkevin nav zaravên din,wiþeyên zaravên din têkevin nav zaravê
soranî, ji ber ku pêkanîna
van mercan dihêle, ku zimanek dewlemend ji zaravên xwe peyda dibe. 4-
Avakirina dezgeyên zimanewanî li seranserî Kurdistanê û li dervayî welêt.5-
Divê koreyên zimanewanî bi awayên werzeyî û komgirên zimanewanî bi kêmasî
salê carekê li Kurdistanê û li dervayê welêt werin bestandin.Bê guman
ev gavavêtinan ne hesan in û ewanan zû zû pêknayên, lê ev gavavêtinan
zor giring in, û ewanan kanin pir dijwariyan li ser riya zimanê yekbûyî
ji holê rakin. Eger
em dîsan li pisporên gelê Kurd vegerin, emê bibînin, ku pisporekî
navdar mîna prof.Qenatê Kurdo hîn beriya 25,30 salî ronakbîr, wêjevan
û rojnamevanên Kurdistanê þîret bi devkî û nivîskî dikirin, lê sed
carî bidaxawa gelek wêjevan, siyasetmedar, rojnamevan û pisporên zimanê
kurdî guhên xwe ji van þiretên zanistî
û zimanparêzî re girtî bûn.Pisporên gelê Kurdistanê nikanî bûn
ji ber hin sedemên giring sudan ji pir pêþniyar û pir þîretên mezinan
bigirtana.Di dema niha de mercên siyasî pir ji berê baþtir e,çanda kurdî
baþ bi rêve diçe, beþek ji Kurdistanê azad bûye, heyama siyasî li
Kurdistana azad bi serkirdayetiya partiyên sereke û bi seroketiya kek
Mesud Berzanî rind pêþda diçe, Kurdistana Baþûr bûye navbendek zor
giring ji bo hemû beþên din jî, lidarxistina komgira rewþenbîrên
Kurdistanê di vê mehê de li Duhokê mînakeke geþ e.Dêmek niha
rewþenbîr, nivîskar, pisporên zimên dikanin xwe pir rind bilivînin
û gelek çalakiyên kêrhatî di derbarê zimanê kurdî de jî çêkin, pêþniyarên
zanistî bistînin.Em li dawiyê dixwazin ji birêz M Ciwamêr re bêjin,
belkî di zimanewaniyê de jî xebata bi hev re baþtir e, û weke ew jî
dizane" Destê xwedayê mîhreban bi karên hevbeþ ra ye ". Elmaniya,15.11.2006
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org