|
Gurên
bersorî hûn çi dikin ? "Riyên
gelê me bû ne bust û hûn nebû ne dost" Dr.Ebdilmecît
Þêxo
Dîrok dibêje; di jiyana
civaka mirovperweriyê de heyameke mîtolocî he bû, di wê demê de zanîna
mirovan pir nizim û di serasera bû, her êlekê yan komek ji mirovan
di vê civakê de bawer dikir ku bavpirê xwe yê yekem lawirek ji
lawiran bû, yan jî hiþaniyek taybetî bû. Evan mirov û êlan xwe bi wan
lawiran yan bi wan hiþaniyan diparaztin û ewanan ji xwe re mîna xweda didîtin. Dîroknasê Turk Yalmaz
Awiztona di pirtûka xwe "dîroka dewleta osmanî " de
nivisiye; "Turk bawer dikin ku bavpîrê wan yê herî pêþîn
gurê bersorî bû û ji ber vê jî gur bû ye nîþana niþtimanî ji
Turkan re .. " Herweha dîrok dîsan dibêje;
cihwarê Turaniyan ya kevin pir bor û
belengaz bû, ewanan ji bo berdewamiya
jiyana xwe hevrikiyên dijwar li dijî jiyana tazî û hiþk dikirin, lewra
jî Turanî bi sertî û lêxistinên hovane perwerde bû ne, ewanan ji ber
birçîbûnê hêriþên xwe dibirin ser dirawsêyên xwe," gelên
Ariyanî" (Afganistan, Îran, Kurdistan )çimkî evan herêmanan
bi saman û þaristaniyên xwe dewlemend bûn. Mîna di dîrokê de hîn
hatiye destnîþankirin ku berê, her êlekê yan miletekê di cengan de
duruþmek mîna xwedayê xwe yê mêtologî
bilind dikir, ji ber vê jî Turaniyan
duriþma xwe mîna dîdema"Qizil
qurtê" bû, lê gelên Arî nîþana hetawê mîna xweda
di þeran de hildidan jor … Wek
di dîrokê de hatiye gotin; ku pêxemberê araynî- mîdî Zeredeþt li gel
80 peyrewên xwe li pîrozgeha bajara Belexê
(Afganistan )bi destên Turaniyên, yên ku xwe mîna gurên bersorî
"Qizil qurtê" peçinandi bûn, hatine kuþtin. Di pêvajoka dîroka îslamî
deTuraniyan herdem hêriþên xwe birine ser Farisan û Kurdan, lê ji nav
gelên aryanî, miletê Kurd pirtir ziyan ji dest "gurên bersorî"(Qizil
qurt) dîtiye. Li gor nirîna lêkolînvan Dr.Ehmed Xelîl, peyva
"Qizil qurt" damarên xwe bi kuranî berdane hiþên Kurdan û
ewann ta roja îro vê peyvê wek tirsdayinekê bi kar tînin. Cenga çekdarî di navbera
Turaniyan(Osmaniyan) û Farisan de dîsan ji bo dagîrkirin û çewsandina
samanên Kurdistanê bû, li dawiyê welatê me di nav xwe de di sala 1639
an de parvekirin. lê gelê Kurd ji berê de destgirêdayî nema ye,
welatparêzên Kurd mîna mîr Bedirxan raperînek li Botanê kir û konfêderliyek
kurdî 1830-1845 li wê herêmê
damezrand, lê mixabin dîsan gurên bersorî mîrþena Bedirxan rûxandin.
Piþtî heypeymana Saykis-Pîko di sala1916 de Kurdistan bi destên Firansa
û Êngilîz careke din parve bû. Bi vî rengî dijminan welatê me ji xwe
re zep kirin.. lê pirsa giring ev
e; ma gelo netewperestên Kurdan xwe radestî neyarên
kirin ?Bê guman mêjoya kurdî ya nûh bi raperîn û þoreþên xwe
miþt e, gelê Kurd ta niha bi melyonan keç, law, jin, mêr kirine qurbanên
Kurdistanê, û nijadperestên Turkan bi hêriþên hovane belgeyên dîroka
mirovperweriyê bi xûna Kurdan û Ermeniyan sor kirine. Tevî van babelîtên
mezin, gelê Kurd bi hemû awayî berxwedaye, welatê xwe Kurdistan biparêze. Tevgera kurdî bi dehên
salan e ku xebatên çekdarî û siyasî dike, dadmendiya kêþa kurdî hêdî,
hêdî li gorepana cîhanê de cihê xwe distîne û
damezrandina destlata kurdî piþtî raperîna1991 ê li herêma
Kurdistanê mînakeke ronak e. Li aliyê din di sala 1984
an de bizava çekdarî jî carek din li KurdistanaTurkiyê bi seroketiya birêz
Ebdela Ocelan dest pê kir, þoreþa E.Ocelan jî
serê destlataTurkên turanîst û kemalîst pir teng kir, helwesta
nijadperestênTurk li dijî gelê me li her derê her tund û tujtir bû û
li dawiyê bi pîlaneke navdewletî mezin serokê PKK hate girtin.D ijminên
azadiya Kurdistanê, ango serdarênTurkiyê "Qizil qurtên Turkiyê
" hevdu pîroz dikirin wekî ku þoreþa Kurdistana Turkiyê aþbetal
bû, lê weke Ereb dibêjin; "hesabê sokê"bazarê " li
sendoqê nehat ", piþtî demekê dîsan
þerê çekdarî li dijî roviyên kîndar dest pê kir, lê di navberê de,
P K K pir caran jî ala aþtiyê jî hildida jor, lê mixabin Turaniyên nûh
mîna bavpîrên xwe naxwzin hebûna gelê Kurd mîna neteweke serbixwe, xawên
welat û þaristaniyeke serbixwe nas bike. Ewanan ne tenê li dijî PKK ne,
lê li dijî hemû partiyên kurdistanî ne, li dijî çand û kelepûra
kurdî ne. Bi kurtebirî
PKK û hemû rêxistinên din kurdistanî, ne evîndarên xûnrêtinê
ne, ewanan tenê dildarên azadiyê û civaka mirovperweriyê ne ..lê dîsan
emê bêjin; gelek mixabin zimanê destlata Turkiyê tenê mîna zimanê
"gurê bersorî" ye, ewa tenê dixwaze bi her þêweyî milêtê
me, welatê me, ji nava dîroka civakê hilîne û hemû samanên Kurdistanê
ji xwe re bi darê zorê bistîne. Lewra jî, eger stêrkek li kîjan beþî
Kurdistanê geþ bibe,Turaniyên nûh bi alîkariya hin rêcîm û rêxistinên
regezperest li Rojhilata
Navîn dest bi lîstikên xwe li dijî
pêþketin û azadiya Kurd dikin . Piþtî ku rêcîma Sedamê
dîktatur di sala 2003 an de hate rûxandin, komara Îraqê ya fêderal hate
damezrandin, agir û pêt ketiye paþelên Turkên Turanîst û yên
hin dewletên mîna Sûriyê, Îranê û gelek hêzên din yên þovênîst.
Her yek ji van dewlet û rêxistinan bi awayê xwe ya nemaze li dijî Îraqa
fêderal û bi taybetî li dijî Kurdistana azad dixebite. Em pir texmîn
dikin ku hin hêzên destlata Îraqa fêderal hevgirêdanên xwe bi neyênî
bi dewleta Turkiyê re hene, ewanan hin caran bê hevaltiya nûnerên
Kurdan, diyalogan bi dewleta Enqerê re dikin, kî dizane
ku ev herdu alî bi hev re çi pîlanan li dijî herêma Kurdistana
Îraqê dihûnin ??? Kî dizane ku belkî hin aliyên destlatdar, weke Ereb
bi xwe dibêjin ";hamîhe û heramîhe"(him diparêze û him jî
didize ), bi ya me be, ev pîlana
hîn ji hukumeta Dr. Îbrahîm Elceferî de
dest pê kiri bû.û eger nûnerên Kurdan li Îraqê û hukumeta herêma
Kurdistanê bi seroketiya têkoþerê gewre M.Berzanî li yasa 140 î xawên
derdikevin û daxwaza pêkanîna wê dikin, hemû aliyên nijadperest û ne
dêmokrat ji tirsa re dilerizin, û Kerkuka Kurdistanî di xewnên rojan û
þevan de dibînin, lewra jî Dr. Nordîn Elmalikî dê wê
siyasetê berdewam dike. Çima Turkiyê ewqas
dixwaze bi lez gefguran bide gelê Kurd û hukumeta herêma Kurdistanê ?!-Bê
guman cerkî ku perlemana Kurdistanê di sala 1992 an hatiye damezrandin û
hukumeta kurdî hema, hema herêma kurdistanê mîna herêmeke serbixwe
birêve dibe, û ewa bi alîkariya gelê xwe yê pîdar, Kurdistanê
di hemû warên jiyanê de pir zû pêþda dide, lewra jî çavên Turkiyê
û hevalbendên wê pir teng û sor dibin.2- Di rûxandina rêcîma xûnvexwer
de, rola partiyên kurdistanî di qada navnetewî de zor berçavkirî bû
3-.Rêvebirên Kurdistanê bi seroketiya rêzdar mam Celal Talbanî û rêzdar
kek Mesud Berzanî bi hiþmendiyeke siyasî bilind û gelek
hevpîvayî têkeliyên
xwe bi hêzên erebî sinî û
þê î re ava kirin û di encamê de gelek hêz û kesayetiyên Ereb li Îraqê
helwesteke erênî dermafê gelê Kurd û herêma Kurdistanê wergirtin3- Li
ber çavên dagîrkerên
Kurdistanê, hukumeta herêma Kurdistanê
pêwendiyên
siyasî, dîplomasî, aborî, perwerdeyî bi dewletên
ewropî re çê dike. 4- Hêzên leþgerî li
herêma Kurdistanê pêþda diçe.5-Hêzên pêþmergên gehreman hîn
Kurdistanê diparêzin .. 5-Dewleta Emêrîka ta
roja îro li rex gelê Kurd û hukumeta herêma Kurdistanê
radiweste, û piþtvaniya mafê gelê Kurd li wir dike, lewra jî
destlata Turkiyê pir ditirse ku Emêrîka hîn bi ser vê de jî
baregeheke leþgerî li Kurdistanê ava bike û stunên herêma
Kurdistanê hêztir bibe û paþê wireyên gelê Kurd li beþên din jî
bilindtir bibe û têkoþîna gelê me li Kurdistana bindest de jî bi vîneke
pola bête vejandin.. Ji ber van sedemên jorîn,
perlemana Turaniyan di 17.10.2007 an de, bê ku ewa
ji dîrokê û komelgeha cîhanî þerm bike, çira kesk ji çêlkên
gurên bersorî re vêxistin ku ewanan hêriþên xwe bibin ser navçeyên
herêma Kurdistanê û niha bi hezaran leþgerên Turk li ber sênora
Kurdistanê ne..Vêca niha pirs
ev e; ku dewleta Turk dê rast têkeve Kurdistanê yan na ? Eger em li gor
siyaset û logîka hiþmendî texmîna xwe derbibirin, divê em bêjin
na ! Turkiyê gefgurên mezin mîna rastiyekê ji Kurdan û ji dewletên
hevpeyman re dide diyarkirin, ta ku ewa tirsê têxe dilên rêberêbn gelê
Kurd û di encamê de, ewanan dengên xwe ji bo pêkanîna xala 140 ji
destura Îraqê nizim bikin ta ku pirsa Kerkukê weha tepisî û bincil bimîne.
Erê Turkiyê bi awakî stratîcî naxweze ku Kerkuk di bin sîbera destlata
Îraqê de jî bimîne, lê niha ewa li gor rêbazeke tektîkî
mayina Kerkukê di çarçewa erdnîgariya siyasî ya herêma erebî
de bimîne, dipejirîne. Lê ta roja îro destlata
herêma Kurdistanê bi seroketiya birêz kek Mesud Berzanî û serokê
komara fêderal rêzdar mam Celal Talbanî bi her awayî ji aliyên xwe de,
tu kompirîmis li hember dewleta Turkiyê destnîþan nekirine.. .lê
berevajayî vê yekê, ewanan herdem li ser kêþa Kerkukê radiwestin û di
heman demê de jî ala aþtiyê û dostaniyê hildidin jor. li aliyê din jî
gengaz e, Turkiyê dixwaze ku hukumeta herêma Kurdistanê þerê çekdarî
li dijî girîleyên PKK bike û agirê þerê birakujiyê di nav herdu
aliyan de vêxe, lê ta roja îro rêberên gelê Kurd bersivên
dewletaTurkiyê zor bi sinciyeke siyasî bilind didin û ewanan
pir bi zelaî ji raya giþtî re dibêjin; em rêberên
PKK jî radestî Turkiyê nakin û em daxwaza çareserkirina kêþa
kurdî li Kurdistana Turkiyê bi awayên aþtiyane dikin…,îro Serok Mesud
Berzanî di kenala Elcezîr de dîsan bi vê wateyê got;
"Ev sed salên destladarên Turkan bi þer û cengan dixwazin
dawiya kêþa kurdî hûnin, lê bila ewanan carekê tenê jî, riya
aþtiyê û diyalogan bi kar hûnin.". Lê eger dewleta Turkiyê
rêzê li yasa û desturên navdewletî neke, bi zikreþî û kînên
kor derbazî gund û bajarên Kurdistanê bibe, vêca çi ji hukumeta
navendî li Îraqê, ji dewletên hevpeyman mîna Emêrîka û Birêtaniya,
ji komelgeha dewletên erebî û ji netewên yekgirtî tête xwestin??? Ma
gelo evan dewletan dê destgirêdayî bimînin? Ma gelo hukumeta fêderal, dê
dagîrkirina Kerkukê ji aliyê dewleta Turkan de bipejrîne ?lê dewleta
Turkiyê weha soz daye hin rêberên fermî di hukumeta fêderal de, ku
ewanan tenê dixwazin bingeha herêma Kurdistanêji hemû aliyan de birûxîne
?? Di siyasetê de her tiþteke
gengaz e, bersivên van pirsên jorîn em vekirî ji vîna azad
re dihêlin, lê di herhal de gelê me li Kurdistana baþur amedeye
ku berevaniya ax û rûmeta welatê xwe bike û her weha jî em di vê
baweriyê de ne ku gelê Kurd li sê beþên din jî dê li hember van hêriþên
hovane bê deng nemîne. Li dawiyê em
dixwazin bêjin "miþk axê dikule û wê li nav çavên xwe
dike " belkî jî dewleta Turkiyê
dixwaze hin caran bibe miþkek …..
!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!! .
27.10.2007
Almaniya ..
. .
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org