Helwestek û bangek

 

Dr.Ebdilmecît Þêxo

 

 

Di  rastiyê de nûçeya li ser bûyerên Þêxanê li Kurdistana fêderal ez gelek bêzar kirim, lewra jî ez mîna kurdekî musliman hemî hêriþên weha ne rewa li ser Kurdên Êzîdî û li ser navenda Êzîdîyan, mîna navenda Laliþê li Dohokê bi tundî û bi dengekî bilind þermezar dikim.

Li gor nûçe û ragihandinan, sersedema van bûyerên  reþ, jineke Kurd û musliman e, eger ewa ji ber lêdana mêrê xwe reviya be, an ewa rast bi kurdekî Êzîdî re reviya be, di her hal de, pêwîst e hêriþên tekane an bi awaya komelgeyî ji aliyê malbet û êla vê jinê de li ser Kurdên Êzîdî, yên resin çê ne bûna û ziyanên mezin ne gihandana wan.

Ez mîna muslimanekî nikanim ji birayên xwe musliman (êla Mizuriyan ) têbigînim, ku ewanan bê ku rastiyê baþ bizanibin, hêriþên xwe dibin ser birayên me Êzîdî û  navenda Laliþê ya ku bi þêweyeke fermî di sala 1993 an, ji aliyên birayên me de û bi piþtvaniya hukumeta herêma Kurdistanê hati bû damezrandin.

Weke ji me hemûyan re diyar e, armanca navenda Laliþê parastina û pêþxistina kelepûr û kultura Kurdên Êzîdî ye, çand û rewþenbîriya Êzîdiyan beþeke ji kultur û samanên ronakbîriya gelê Kurd bi giþtî.Lewra jî piþtvaniya çand û ola Êzîdî ji aliyê Kurdên musliman de, erkeke netewaytî, mirovayetî û þaristanî ye .

Serokê herêma Kurdistanê rêzdar M.Berzanî îro þandeke Kurdên Êzîdî bi seroketiya MîrTehsîn Beg û Baba Þêx pêþwazî kir, ewî gelek bi hiþmendî nirîna xwe derbarê van  bûyerên  reþ derbirî û got;"Eger Êzîdîyek an muslimanek þaþiyekê bike, çê nabe em wê þaþiyê li ser hemû Êzîdiyan an hemû muslimanan bijmêrin. "Her weha Mîr Tehsîn Beg jî helwesta serok M.Berzanî li hember Kurdên Êzîdî pir bilind nerxand û got; "Eger ne ji serok berzanî ba, navê Kurdên Êzîdî, dê îro di destura Îraqê de nehati ba."

Li ber roniya van rastiyan, ez bang li hemû rêxistin, dezgeh, komele, kesayetiyên rewþenbîr, nivîskar dikim ku ewanan bi leztirîn kat alîkariya hukumeta herêma Kurdistanê di pêkanîna yasayê li dijî her tewanbarekî di van bûyeran de bikin.

Her wisa, ez tikayê ji van hemûyan jî dikim ku ewanan bê rawestan bi aramî û awayên zanistî pirsgirêkên weha þirove bikin., ta ku em gelê xwe nekin qurban û nêçîra dijminên azadiya Kurdistanê . 

 

                                                                      Bijî dadmendî !

                                                                      Bijî biratiya olan! 

                                                                          21.02.2007

  

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org