|
Hêmen
Kurdaxaî di berhema xwe ya siyan de "Ez
biþewitim.. Dumanê min jî wê ji te hezbike" dara
zeytonê ye Dr. Ebdilmecît Þêxo Gava min çel helbestên Hêmen
Kurdaxî, tenê wek mînak; "Reva hespekî tî …..", "Cûdî
diþewite…", Ji devê berbangê…dara te pelên xwe avêtin",
Emê çawa bikin?"
xwendin, bê vîna min, gotinên bîrewer û helbestvanê ermenî Eboviyan
hate bîra min, ewî weha nivîsî bû; di demekê de nivîskarekî helbestên
xweji min re þandi bûn, min ewanan xwendin û min bersiva wî bi vî rengî
ji wî re nivisî "Erê te mîna wênekêþekî dixwast wêneya hespekî
nîgar bikî, lê mixabin bi te re wêneya kerekî çê bû." Lê
xaziya niha Ebovîyanekî Kurd jî heba, ewî bê guman dê li ser her rûpelekî
ji rûpelên Hêmen Kurdaxî wêneya hespekî rewan bidîta, ewî
bidîta ku çawa pelên dara
zeytonê herdem xwe bi peyv û hestên Hêmen diparêze, û damarên xwe bê
tirs berdide nav cegerê Hêmen, ewî bidîta ku çawa Hêmen diþewite lê
dîsan ewa namre, ji ber ku ewa heroj, her þev, li ber roniya hêvê, di
taristanê de, ji axa xwe re, ji deþt û çiyaên xwe re, ji hechecîkan
re, ji dilên kizirî re, li ber çogên zarokan limêj dike û riya bûheþtê
ji xwe re di nav herdu çeman,
Dicle û Feratê de duz dike.. " Li gor zimanewanî û sîmolociyê
(pêzanîna danîþanan ) navnîþan gelek giring e, ewa berdergehê deqê(
mijarê) ye, ewa kilîtek ji kilêtên mijarê ye, ewa deriyek ji deriya ne
ku xwendevan di wê re derbazî hundirê deqê dibe û eger em pir
kêse bibirin; navnîþana serkewtî mîna mijareke serbixwe û zor tîr
e, riweþtên derûnî yên mijarê di navnîþanê de vedibrûse .
Xûya ye; Hêmen pir rind
zane ku delamet û giringiya navnîþanê çî ye ? Ewî çel helbestên
xwe, ewî çel kesekesorên xwe, ewî çel balindên fireþteyên zarokên
xwe bi navnîþanekê di eniya xwendevanê xwe de bi ês û dilþadî
mor kiriye; " EZ BIÞEWITIM…..
DÛMANÊ MIN JÎ WÊ JI TE HEZBIKE." Di dema ku min bi hiþ û
weþa xwe di zeviya hestên helbestvanê me de seyran dikir, min di
xewneroja xwe de didît ku agir bi bênderên gundê
Qermîtliq ketiye û çel
Hêmen li ber alfê wî dikin qîrîn û hêdî hêdî diþewitin, lê
ewanan namirin, nehêniyên vê çi ne ? Tenê
kaniya helbestan, hêzên pêlên wan û çend stêrk li ezmanan
dizanin !!!
"……
Îro çiyayê Cudî diþewite
Duh jî þewitî…
Hêjî diþewite….
Îro……
Dilê þaristaniyê diþewite
…..
Em zanin ku tu serî
danaxe
Ne jî Gabar û Besta…
Lê çivîkên xwe þiyar bikin
Bila bifirin
.........
"
"....
Mîna çemên "
Rhein" "Ural" û " Donauê"
Xwîn di damarên me de diherike...
..... "
Rûpel
(11-16) Li
gor rexnevan mamoste Heyder Omer nivîsî ye; helbestvanê Ereb hîn
beriya hezar salî gotiye" Wate li ser rêkan weþandî ne, her kesek
dikane wan ji xwe re bide hev, lê ne her kesek dikare wan ji wan wateyan
bixe hundirê durvekî hunerî yê ciwan.." Rastiya van gotinên jorîn
li nik helbestvanê me di devê pepûkeke bedew de çîm dide, her
xwendevanek çêþker dikane di helbestên Hêmen de dûrvên hunerî yên
ciwan bibîne, lê Hêmen ne tenê bêjeyên qeþeng ji gulistana zimanê
Ehmedê Xanî, Meleyê Cezîrî, ji deþt û newalên Kurdistanê vebjartine
û ewanan li piþt hev, yan li ser hev bi awakî tewþankî sîwar kirine, lê
belê, ewî bi terzekî hunerî pir bala, bi hestên gelek kûr kardayî û
armancên zayîna helbestên xwe diyar kirine . Lewra li nik wî, "
Huner ne ji bo hunerê ye "
"…….
Gelek çiya di hilmeke min de dijîn …
Deriyên ko koçkên tarî,
Di paþ bijangên min de kutikkirî ne.
Û ji ber wê jî –sîngê min bi êþ e!
Her bi xwe de diqîrim:
Rojekê tu yê çiyak bî
Û
van valahiyan tijî gund bikî...
"
Rûpel (8) Dîsan
rexnevanê Rus yê di wêjeya cîhanî de nasdr Bêlînskî nivisîye;"
Huner di wêne da raman in ". Em
wateya vê gotina jorîn gelek bi sanahî li nik hunera Hêmen dibînin. Hêmen
bê westandin ramanên xwe dike rêjeya wêneyan û pir bi lezgînî jî
hunera xwe dike rêjeya ramanê û van herdu aliyan bi pisporî li ber ahengên
kenîn û giriyên sê qurnefîlên xwe, li ber sazên" zemawendên
cinan" li tevnê dixe. Li cem wî rawestandin di jiyana helbestê de
tune ye, yanê helbest herdem di nava xwe de di guhertinê de ye, jiyanbar
e, pir caran du rudawên dijhevî û bi þêwakî felsefî diyardeyeke nûh
diafirîne, eva jî bi xwe, di helbesta nûjen de, egereke zor payebilind e
.
"...
Rengên ronahiyê
Di hundirê hev re derbas dibin
Girêkên
dawî,
Xwe bi diranên xwînê guvaþtin ,
û di bin qêrîna hestên me de
veþartin
........
Nerm daket
Bedew bû
Biharek ji hilmê firiya keskesorê..
.....
"
Rûpel (76) Hêmen
Kurdaxî bi vê berhema xwe ya sêhem jî, wêja kurdî bi giþtî û
helbesta nûjen bi taybetî gelek dewlemen kir, em pir bi hêvî ne, ku
helbestên Hêmen bi pênûsên wergervanên zimanê erebî û zimanên din
biyanî werin wergerandin, ta ku helbesta me ya nûjen, bê þermî li
dergeha wêja cîhanî bide Li dawiyê em lêborîna xwe ji helbestvanê me
Hêmen û ji hemû rexnevanên pispor dixwazin ku me nikanî bû dengên van
helbestên resen mîna rexnevanekî bigandana xwendevanan, me xwest, em tenê
nrîna xwe weke xwendevanekî helbestdost pêþkeþî we bikin .
Tutlîngên,4.3.2008
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org