JI BO GELÊ  AMEDÊ

 

Dr.Ebdilmecît Þêxo, Efrîn. 5. 2.  2010

 

 

 

Gava min kovara « Gulistan » hejmara 38 an,  sal. 2008 ya PDPKS dixwend,  ez di wir de rastî hevpeyvînekê bi Sînem Bedirxan xanim,  keça Mîr Celadet Brdirxan re hatim.  Min di wir de hin tiþtên giring xwendin,  lê xala herî balkêþtir li nik min ev bû;

«. ..Sînem Bedirxan dibêje;  Wextê ez çûm Cizîrê,  baþtir e bêjim ez vegeriyam welatê xwe,  tiþtê ku min li wêrê dît,  ziman winda dibe.  Cizîrê dîsan baþ e,  ya  Diyarbekirê tevî Tirkî diaxivin,  mixabin.  Ez çûm restorantekî ( Xwaringeh ) rûniþtim û min li derdora xwe nêhrî ku herkes bi Tirkî qise dike.  Ez çûm li cem xwediyê restorantê  û min jê re got;  ez  bi navê Netweyên Yekbûyî lêkolîn li ser ziman çêdikim,  ji kerema xwe ji min re kaxez û qelem bide .  Ez çûm ber  masa yekê,  min got;  selmûnaleykûm

Ez lêkolînê  ser ziman çêdikim,  gelo hûn Kurd in,  gotin;  erê.  Min got,  hûn çima Tirkî diaxivin,  gotin  : tu zanî,  eva zimanê bazarganiyê ye,  min got; tu û hevalê xwe ser bazarganiyê qise dikin,  gotin;  na ! gelo çima tirkî diaxivin ,  Masayê dudo jî Kurd in Kurdî  nizanin ,  yê sisê dîsa Kurd in  lê Tirkî diaxivin .  Ya rastî depresyon ez girtim.  Min hiþt û ez vegeriyam... »

Bi rastî eva ne cara yekem e,  ez dibîsim,  di gotaran de dixûnim û min bi xwe jî li

Almaniya li bajarê Tutlîngênê,  Kurdên Turkaxêv dîtine. Bi destura Sînem Xanimê û xwendevanên vê gotarê,  ez jî dixwazim mînakekê pelandî û berbiçav li vir hûnim zimên.  «…. Ez li Tutlîngênê dijiyam,  ez çûm cem gerînderê dibistana gel ya bilind( Volks Hochschule ),  min ji wî lava kir  ku ez li wir bibim mamostê zimanê Kurdî,  ewî gote min;  Kurd li bajarê me tune ne,  lê tu dikanî li cem me bibî mamostê zimanê Erebî,  min dîsan ji wî re got;  na ! Ev kesên ku li vir bi Turkî deng dikin,  piraniyên wan Kurd in.  Ewanan li Turkiyê ji çavtengiya dweltê bi Kurdî  ne xwendine  û tirsa Toraniyên þovînîst hîn di dilên wan de maye.   Gerînderê dibistanê,   pêþniyara min pejirand  û rêklama fêrkirina zimanê Kurdî bi deriyên sedan dîkanan ve daliqandin.

Li dawiyê  keçeke tenê 15 salî ji Meraþê navê xwe li dibistanê nivîsand, ez li hember  gerînderê dibistanê þermezar bûm û mîna Sînem xanimê pir bêhnteng bûm.

Ez nizanim,  çima vê carê  peyv û helwesta Sînemê Bedirxan û bersivên mîvanên xweringehê pirtir bandurên xwe li derûna min kirin û ez jî  bi Sînemê re careke din þêt û mêt bûm, hestên min mîna pêlên sermest,  ez sergêjî kirim.

Tiþtên ku ez dixwazim ji birayên xwe,   nemaze  ji Amediyan re bêjim pir bi lez û kurtî ev in;  Gava em dixwazin ku her Kurdek bi zimanê dayika xwe bipeyve,  eva  netê vê wateyê  ku em riçperest in  yan em dijmantiya zimanên miletên serdest dikin. Ne xêr ! Em rêzê li her zimanekî,  her miletekî dikin, lê ta ku gelên din jî rêzê li me û zimanê me bikin,  divê em bi xwe rêzê li zimanê xwe bigrin û ji ber zimanê xwe ve þerm ne kin,  zimanê me jî dêrînî û resen e. Di vir de dixwazim mînakeke zindî bidim ber çavên Kurdên  Turkaxêv yan Kurdên  Faris û Erebaxêv;  Em hemû dizanin ku Qereçî ( Qurbet ) ji ber sedem û  mercên  mêjûyî li seranserî cîhana me belav bûne,  li çolan û baniyan dijîn û turikên parsê bi piyên wan ve ne,  lê dîsan ewnan ji ber zimanê xwe ve þerm nakin  û herdem bi hev re bi zimanê xwe dipeyvin û ji ber ku ewanan rêzê li zimanê xwe digrin ,  rêxistina navnetewî jî rêzê li gelê qereçî dike û berevaniya rûmeta wan  bi awakî fermî dike, ji ber ku zimanê wan jî weke her zimanekî din beþek e ji þaristaniya mirovperweriyê.

Em dîsan tekuz dixwazin bêjin,  ne þaþ e ku Kurd bi zimanên gelên serdest zanibin  bixûnin û binivîsînin ji ber ku neyartiya zimanan ,  yanê neyartiya þaristanî û mirovperweriyê  ne,  lê ya þaþ ew e;  ku her kesek,  her miletek zimanê xwe nizani be  û berxwedanê ji bo pêþketina zimanê xwe neke.

Li aliyê din,  kê gotiye;  ku zimanê Turkî yan zimanên Erebî û Farisî tenê kanin bibin zimanên bazarganiyê !! Na ! Na !  Va ye,  em Kurdên Sûriyê jî mîna hemû Kurdên beþên din bi zimanê xwe  li dibistanan naxwînin,  û bi sed hezaran Kurdên me li Helebê,  Þamê û hin bajarên din dijîn, lê dîsan  ewanan ji bilî hin awertan bi hev re   bi zimanê xwe dipeyvin,  Em li bajarên xwe  Efrînê,  Qamoþliyê û Kobaniyê  bazarganiyê jî bi Kurdî dikin. Zimanê me,  tev hemû zaravên xwe pir dewlemend e,  em ne tenê kanin bi zimanê xwe bazarganiyê bikin,  lê em kanin bi zimanê xwe,  hîn hemû þaxên zanyarên zanistiyê û bi ser de    pirtûka pîroz« Quranê »  binivîsînin.

Li gor nirîna min geva ku hin Kurdên me  dixwazin  bi zimanê Turkî,  Farisî,  yan Erebî  bi hev re bipevin,  eva rudawa neyênî ji ber hin sedemên  giring hatine; 1- ewanan xwe mîna netew kêm dibînin,  ango xwe kêmitirî netewên serdest dibînin,  eva jî bi ya min be nexweþiyeke derûnî ye.  2-Tirsa destlatên  zordar û kesên  nijadperst di dilên wan kesan de hîn heye.

Vêca ez jî dengê xwe tev dengê Sînem Xanimê dikim,  û ez pir hêvîdar im ku  Amediyên me  rêzê li dîroka Amedê,  þorþên Kurdî,  pakrewanên mîna Þêx Seîd Pîranî

bikin û zimanê Ehmedê Xanî,  Feqiyê Teyran,  Meleyê Cizîrî ,  Ceger Xwîn  û Osman Sebrî berbat ne kin.

Li dawiyê eva netê vê wateyê ku ez cevakêþên ziman û çanda Kurdî yên Amediyan û  

yên bajarên din jibîr dikim,  yanê ez rolên wan di pêþvebirina zimanê Kurdî,  wêje û hemû aliyên þaristanê de winda dikim ,  ew mîhrecanên zimên û wêja Kurdî carcar li Amedê dardikevin  li cem me  pir cihên serbilindiyê ne.

Ma ez bêjim;  wek min bihîst ku di 14 Þibata 2010 an de,   Konfiransa çîroka Kurdî li Amedê    lidarkeve,  ez hemû nivîskarên Kurd û nemaze yên Amedê  pêþda  spas û pîroz dikim.  Di rastiyê de,  nivîskarekî me pir hêca ji Amudê  ez vexwendî vê Konfiransê kirim,  lê pir mixabin,  rewþa min ya taybetî rêdanê nade min,  ku ez jî li ber dengvedanên çîroka Kurdî  bi Amediyan re bidegrîm û bikenim.   

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org