|
Jina
Kurd di pêvajoka dîrokê de Dr.Ebdilmecît Þêxo Rewþa
wê niha çi ye ? Rêyên
pêþketin û azadiya jinê çi ne ? Kurtelêkolînek
Xeleka
duhem
"Yê
bêje û bike, mêr e, yê
ne bêje û bike þêr e, yê
bêje û neke kerê nêr e " Ji
pendên kurdî Bizûtinewa
azadîxwaza Kurd bi awakî gelemper di sedsala 19 an de pêþketiye, hin mîrþenên
kurdî serbixwe li Kurdistanê hatine damezrandin, lewra jî leþgerên
Osmaniyan hêriþên xwe li dijî gelê Kurd pirtir û xurtir kirin.Wek nimûne,
leþgerên Osmaniyan bi serdariya Reþît Paþa di sala 1838 an de hêriþên
xwe birin ser Kurdan, di berxwedana Kurdan de jinên Kurd li rex mêran
rawestyan û bi hev re li dijî dijminên
azadiyê û wekheviya gelan þer kirin, efserê Elman R..Moltkê bi xwe ew
þer dîti bû û li ser jina Kurd weha nivîsî bû; min dît çawa jineke
Kurd bi xençerê leþgerekî Turk kuþt. Dîsan
mînakeke din, di raperîna Mîr Bedirxan, sala 1842 an de jineke Kurd, Helîme
Xanim, hevsera Mîr Noreela Beg navdar bû, ewê destlatdariya kelha navçeya
Boþkalî dikir. Di
dîroka gelê Kurd de herdem baþ diyar bû ye ku çawa Kurd bi hilmeke
mirovane, helwestên erênî li rex miletên dirawsê li dijî hêriþên
derva istandine, di þerê Kirîmê (Qirmê), sala 1853 an, navbera du Împiratorên
mezin, osmanî û rusî de peyda bû, jina Kurd Fatma Reþ ji Kurdistanê
tev 300 sîwarên xwe diçe Îstenbolê û ji destlatdaran re dibêje; em
amede ne li gel we li dijî leþgerên Rusan þer bikin.Li ser çûyêna wê,
rojnameke elmanî nivîsî bû;"Þêra Kurdistanê giha ye Îstenbolê"
Dîsan xanim Fatma Reþ di cenga (1877-1878) an de li dijî Rusan hevpar bû,
ewê 500 leþgerên Kurd ji bo piþtvaniya leþgerên osmanî þandin qada
þer. Bi vî rengî têkoþer Fatma Reþ di cîhana ewrupî de jî mîna
qehremaneke navdar hatiye nasîn û wêneya wê jî di nav rûpelên rojnamên
ewropî de hatiye weþandin. Di
destpêka sedsala 20 ê de jina Kurd, Qedem Xêr li Luristanê li Rojhilata
Kurdistanê dewsa birayê xwe
Yosif digre û ewa pêþengiya
serhildanê li dijî Þahê Îranê berdewam dike, piþtî berxwedaneke dirêj,
Sahê Îranê bi alîkariya Omer Xanê Þikakî êriþeke mezin dibe ser vê
serhildanê, lê Qedem Xêr ta dawiyê berevaniyê dike, paþê ewa ji aliyên
hêzên Þah ve tête girtin, ewa sê salan di girtîgehê de dimîne û bi
nexweþiyê di wir de jî pakrewan dibe .
Piþtî
rûxandina Împiratora osmanî çalakiyên jinên Kurd pirtir bûn, jinên
Kurd rewþa xwe ya þundamayî baþ dîtibûn, erkên xwe jî rind nas kiri
bûn, lewra ewanan "komela pêþketina jinên
Kurd"di sala 1919 an de li Istenbolê damezrandin. Hîn di destpêkê
de berpirsiyarek ji vê komelê, EncamYamlukî
rola jina Kurd di pêþketina jînê de dabû xûyanîkirin, û ewê
goti bû: "Îro pêþeroja hemû netewan dikeve qunaxeke nû, di wê
qnaxê de, ji her kesekî re mafek tête dayîn, em jî mafên xwe
dixwazin." Li gor pêþniyara "Komela pêþketina jinên Kurd
"Emîne Xanim jina Þerîf Paþa ya ku di wê demê de li Parîsê
dijiya, dibe seroka vê komela jinan. Pisporê
dîrok û kêþa Kurd M. Lazêrêv nivisiye; Kurdan li rex Turkan li dijî
Yonaniyan di sala 1920 ê de þer kirine, û Fatme xanim keça apê Simko di
vî þerî de cilên leþgerî mîna yên mêran li xwe dikir û serkêþiya
100 leþgerî Kurd dikir. Piþtî
1923 an de bergeheke nû li Turkiyê û li Kurdistanê destpê dike, raperîn
û þoreþên Kurd mîna, þoreþa Þêx seîd Pîranî
di sala 1925 de, þoreþa Araratê 1930 î de, þoreþa Dêrsimê di
sala 1938 an de li dijî Kemalîstan çê dibin. Di van þoreþan de bi
hezaran jinên Kurd bi hemû þêweyên hovane hatin þewtandin, zik qelaþtin,
pir keç û jinên Kurdan ta ku xwe radestî dijminan ne kin, ji neçarî
xwe avêtin binî newalan an jî nav çeman, herweha jî gelek jin ji aliyê
Turkan de dihatin girtin û ewanan bê mêrên wan diþandin Rojavayê
Anadolê. Em dixwazin li vir mînakek tenê derbarê helwesta jina Kurd ya mêrane
hûnin ziman; Ezet Beg û kurê xûþka xwe piþtî soreþa Þêx Seîd têtin
kuþtin, serên wan ji laþên wan dibirin û wan seriyan diþînin Muþê,
destladarên Turk xûþka Ezet
Begê, Gulnazê ji zîndanê derdixin û wan herdu seriyan nîþanî wê
dikin.Gava Gulnaz serê lawê xwe û serê
birayê xwe dibîne, ewa yekser dibêje: "Ev kurê min e ji bo vê
rojê min þîr daye wî, eger min ji bo Kurdistanê ewa weha nedîti ba,
minê þîrê xwe ji wî re herem bikra."
Di
destpêka sedsala bîst an de Hefse Xanim Neqîb bi navûdeng dibe, ewa malxûya
Þêx Qadir û paltoza Þêx Mehmud bû, ewa di sala 1881 ê de ji dayik bûye,
û di sala 1953 an diçe ser dilovaniya xwe. Ewê dîwanxana xwe kiri bû mîna
navbendeke xwendinê, dibistaneke êvarene ji bo jinan vekiri bû. Bi ser vê
de jî Hefse Xanim avahiyeke xwe ji bo vekirina dibistanekê raberî
"Komela zanyarî "dike. Hefse Xanim ne te tenê balên xwe daye
rewþa civakî û ronakbîrî, lê belê ewa hîn þehrezatir bû, ewa hîn
di sala 1930 î de nameyekê dermafê doza azadiya gelê Kurd de ji rêxistina
yekitiya miletan re diþîne û di namê xwe de balên nûnerên gelên cîhanê
ber kêþa Kurd ya rewa de dikþîne. Li
gor çavkanî dibêjin; Xanim Hefse bi rindî û helwestên xwe yên
mirovperwerî Þêx Mehmud ji sêdarê rizgar kiri bû.Tête gotin; di dema
ku Êngilîzan liKurdisanê li dijî Þêx Elhefîd þer kirin, çend efserên
Êngilîzan ji alîyên Kurdan de hatin yexsîrkirin, Hefse Xanim nedixwast
ku Kurd ziyanê bigînin wan efserên Êngilîzan, ev qencî û dilovaniya
Hefse Xanimê li cem Êngilîzan jibîr ne bûbû, ji ber vê jî Êngilîzan
biryara darvekirina Þêx Mehmud sivik kirin û li þûn wê biryara zîndankirina
ta dawiya jînê dermafê wî
de derxistin. Dr.Kemal
Mezher dinivisîne; Fatme Mihyeeldîn xanima þalyarê darayî Ehmed Beg kurê
Fetah Begê di hukumeta Þêx Mehmud de yekemîn mamoste li Îraqê bû, ewê
yekemîn dibistana jinan bi navê Elzehra di sala 1926 an de li þarê
Sulêmniyê vekir, jinên mezin bi temenê 25 saliyê jî di vê dibistanê
de pola yekê dixwendin, jinên dewlemend û yên belengaz jî li wê
dibistanê hîn dibûn. Jineke
din "Adile Xanim"(di
sala 1859 an de ji dayik bûye –sala 1924 an de diçe dilovaniyê ), ewa
li Erdelanê gewre dibe, keça efserkî Kurd bû, lê ewa di sala 1895 an de
bi serokê êla Caf ( li derdora bajarê Helebce) Osman Paþa re dizewice,
ewa bi mêrê xwe re êla Cav bi rêve dibin, gava ku Osman Paþa di sala
1909 an de dimre, Adile Xanim bi tenê destlatdariya Helbece 15 salan
kiriye, ewê di vê demê de bazarganî, çandinî û avahî li Helebce pir
pêþda dabûn, dîsan ewê dadgehek li bajêr ava kir û ewa bi xwe jî
dibe seroka vê dadgehê, herweha ewê zîndanek jî li wir ava kir bû. Di
sala 1946 ande komara Kurdistan li Mahabadê bi seroketiya Qazî Muhemed
hate ragihandin. Qazî Muhemed baweriya xwe bi hêz û mafên jinan hebû, ji ber wê jî ewî
ji malê xwe de dest pê kiri bû û di wê salê de jî "Yekitiya jinên
Kurdistanê " tête damezrandin, Mîne Xanim malxûya serokê komara
Kurdistanê dibe seroka wê rêxistinê. Di
jiyana komara Mehabadê de bizava jinên Kurd li Kurdistanê bi lez pêþda
diçû, di her kolaneke Mehabadê de jinek ji bo seroketiya wê kolanê
dihat destnîþankirin. Qazî
Muhemed pir piþtvaniya têkoþîna jina Kurd dikir û wireyên wanan
bilindtir dikir, wek nimûne; gava destlata Þahê Îranê komara Mehabadê
rûxand, biryara darvekirina Qazî Muhemed derxist, Mîne Xanim digriya, Qazî
Muhemrd ji wê re digot; tu çima digrî? Pêwîst e jina Kurd nedîgrî û
girî qet li jina Kurd nayê. Di
sala 1952 an de rêxistina jinan ya yekem bi navê "Yekitiya Afretanî
Kurdistan " û bi alîkariya "Partî dêmokratî Kurdistan"
li Kurdistana Îraqê hate damezrandin, seroka vê rêxistinê ji destpêkê
de Zekiye Heqî Îsmaîl bû û paþê Þêrîn Îbrahîm dibe seroka wê, þaxên wê li çar bajarên
Kurdistanê Hewlêr, Sulêmaniyê, Dohok, Kerkuk hene, evê yekitiya afretan
piþtvaniya þoreþa Îlolê di
sala1961 ê de dikir, ji nav vê
rêxistinê pêþmerge jî peyda bûn, pir jinên Kurd baweriyên xwe bi
serok M.M.Berzanî xurt bûn, jineke Kurd ji rojnameke biyannî re goti bû;
eger Cenêral M.M.Berzanî çi ji me bixweze, em amede ne. Di
sala 1957 an de kongireyek li dijî koledarên Rojhilata Navîn û li weletên
deriya sipî li Atîna, paytexta Yonanistanê hate girêdan. Rewþen jina Mîr
Celadet Bedir Xan jî nûnretiya gelê Kurd di wê kongirê de kiri bû û
di wir de ji bo azadiya Kurdistanê rind axivti bû.
Di
sala 1970 î de jineke Kurd bi navê XedîceYeþar li Enqerê di siyaseta
kurdeweriyê de nasdar bû û ewa rêbertiya kovara "Rizgarî"
dikir, paþê
ewa dibe sernusera kovara " Ala Rizgarî ", dîsan ewa dibe
yek ji damezrênerên " koma ala rizgarî", piþtî hatina cunta
faþêst di sala 1980 î de ser
textê dewleta Turkiyê û Kurdistanê, ewa û tev 150 hevalbendên xwe
direvin Sûriyê. Xedîce Yeþar diçe Kurdistana Baþur û li wir jî sê
salan dimîne û ji sala 1983
an de li Ewropa û niha li Firensa dijî, lê mixabin em niha agahiyan li
ser çalakiyên wê yên siyasî, an civakî nizanin.
Keçeke
din xwendekar bi navê Leyla Qasim bi têkoþîna xwe pir nasdar bû, Leyla
ji bajarê Xaneqînê bû, ewa ji minalî de tev malbeta xwe awereyî Bexdadê
bûn. Li vir ewa li zanîngehê, beþê zanyariya civakî dixûne, û
ewa mîna endameke jîr di nav rêzên "Yekitiya xwendekarên
Kurd " de çalakiyên pir balkêþ dike, ji ber vê jî ewa di êvarekê
de li gel 5 hevalên din Kurd ji aliyên serbazên îraqî de têtin
girtin.Wek tête zanîn li nik dijminên azadiyê û dêmokratiyê, têkoþer
herdem tawanbar in, lewra jî destlata Bexdadê evan her þeþ xwendkaran li
ber telvîziyonê mîna kesayetiyên gunehkar
pêþ hemwelatiyên Îraqê dikirin. Rêcîma dîktetur bi hemû rengan zor
dibirin ser Leyla ku ew lêborîna xwe ji destlata faþîst bixweze, lê
Leyla bi qehremanî berevaniya xwe û doza xwe dikir, ewê rûmeta gel û
welatê xwe di ser her tiþtî re didît, gefgurên xûnvexwerên þovînîst
nikanîn bûn vîna Leyla bitewandana. Serdarên
xûnmêj di 13.05.1974 an de Leyla ya 21 salî û li gel çar hevalên din
li sêdarê kirin.Li gor ku cihder û çavkaniyên kurdî diçespînin, ku
li cîhanê cara yekem e, jinek tête darvekirin. Navê Leyla bi kêmasî li seranserî
Kurdistanê bi mêrantî hate bihîstin, ewa pir caran dibû û hîn jî
dibe cihderê derbirîna hestên helbestvanan, navê wê li ezmana her
kurdekî welatparêz mîna stêrka gelewîjê vedubrise û ewa bû ye beþeke
giring ji bizava tevgera jinên Kurdistanê. Di
Kurdistana Turkiyê de bizava jinên Kurdistanê jî li rex tevgera kurdî pêþda
diçû, ewanan jî mîna jinên din li cîhanê sud ji heyama siyasî li cîhanê
bi gîþtî û ji kêþa jinên cîhanê bi taybetî werdigirtin, lewra jî
jinên Kurd di sala 1977 an de "Komela
jinên dêmokratên þoreþger " ava kirin. lê piþtî
ku cunta faþêst di sala 1980 î de destladariya Turkiyê û
Kurdistana Turkiyê dike, ewa karên vê komelê qedexe dikin, û dewleta Turkiyê di sala
1986 an de damezrênerên wê komelê, mîna Methiye, Sebîne, Gulê,
Zekiye, Muzeyen, Fethiye tawanbar
kir, lê 6 jinên damezrêner jî kanîbûn xwe ji dezgeyên ewlekariyên
Turkan rizgar bikirana û bireviyana Ewropa. Di
dîroka bizava rizgarîxweza netewên Kurdistanê de cara yekem jineke Kurd
bi navê Sakîne Cansiz di sala 1978 an de dibe endama komîta navbendî ya
PKK, lê Sakîne di sala 1978
an ta sala 1991 ê de
dikeve zîndanê, navê wê li nik welatparêzên Kurdistana Turkiyê
baþ hati bû naskirin. Di rastiyê de PKK giringiyeke bê sênor dida rola
jinên Kurd di xebatên siyasî û leþgerî de, evê partiyê bi hezaran
jinên Kurd derxistin qada siyasî û leþgerî, bi sedan kadêr û girîlayên jin bi saya PKK çê bûne, ji sala
1983 an de jinên girêla di þerê çekdarî de li dijî dewletaTurkan ji
bo azdiya gelê Kurdistanê beþdar in, li gor lêkolîner Rohat Alkom dinivîse;
3500 keç û jinên Kurd di þerê çekdarî de hevpar bûne û bi sedan, ji
wanan pakrewan bûne. Di sala 1979 an de "Yekitiya jinan" li
Mehabadê bi piþtvaniya P.D.K. hate
damezrandin, endamên wê yekitiyê 200
bûn . Di sala 1980 î de hukumeta Îranê hêriþên
mezin birin ser gelek bajarên Kurdan, jinên Kurd berxwedanên pîdarî
û bi taybetî li bajarê Senendecê li dijî leþgerên dewleta îranî
kirin, nîzîkî 300 jinên Kurd ji aliyê dewletê ve hatin girtin û hinek
ji wanan bi guleyên leþgerên Îranê hatin þehîdkirin. Di sala 1980 î
de kovareke firansî hevpeyvînek
bi jina Kurd Þehîn Bawafa re ji bajarê Senendecê çê kir, li gor
vê hevpeyvînê, destlata Îranê wê yekser bi gul û qurþînan dikuje.
Weke em zanin jî keça Qazî Muhemed Fewziye Qazî di sala 1980 î de dibe
endamê komîta navbendî ya P.D.K.
li Îranê.û keça wê ya din Efat di roja 6.09.1990 î de li Swêdê bi
nameke îranî dînamîtkirî þehîd dibe.
Mîna
di dîroka nû de diyar e, leþgerên Îraqê di sala 1984 an de hêriþên
mezin li navçeyeya Behdînan birin ser Berzaniyan, û 8000 mêrên
Berzaniyan birin cihên ne naskirî û ta roja îro ewanan winda ne. Li gor
vê karên ne mirovane dîsan jina Kurd ziyaneke mezin dibîne, bi hezaran
ji wan bê mêr, belengaz û sêwî dimînin. Di sala 1988 an de jî rêcîma
hov hêriþên mezin bi navê "Elenfal" dibe ser Kurdan û ewa li
gor peyvên xwedê di pirtûka pîroz de li ser "Elenfalê"her tiþtî
ji xwe re rewa dibîne û dîsan bi hezaran mêr û jin revandin, ewanan
birin þûnên ne naskirî û binaxkirin, bi hezaran jin bê mêr, keç bê
bav û dê dimînin, di gelek gundên Kurdistanê de jin tenê mabûn.
Seroka "Yekitiya Afretên Kurdistanê" Þêrîn Îbrahîm ragihand
ku 10000 jinên Kurdistana Îraqê ji bo azadiya welêt þehîd bû ne. Di
sala 1988 an de dîsan jineke Kurd Eyþê Gulakî, endama partiya komunîst
li îraqê tête darvekirin, gelê Kurd
ji wê re peykerek li bajarê Koyê çê kirine. Herweha
jî rêxistineke din ya jinên
Kurdistanê bi navê " Yekitiya jinên Kurdistanê "di sala 1989
an de bi alîkariya Yekitiya niþtimanî Kurdistan hatiye damezrandin.
Dumahîk
heye
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org