Jina Kurd di pêvajoka dîrokê de

Rewþa wê niha çi ye?

Rêyên pêþketin û azadiya jinê çi ne ?

 

Xeleka sêhem

 

Dr.Ebdilmecît Þêxo

 

"Yê bêje û bike  mêr e

yê ne bêje û bike þêr  e,

yê bêje û neke kerê nêr e"

ji pendên kurdî

 

Bizava jinên Kurdistanê, eger bi awakî rêjeyî be jî, bi rexberî tevgera xwe ya siyasî re xwe pêþda dide û li gor gengaziyên heyî hewaldanên xwe ji bo azadiya xwe û li pênawî serbestiya gelê Kurd li dervayî welêt jî dike, lewra em dibînin hin komele û yekitiyên jinên Kurdistanê li Siwêdê, Sovyetistana berê, Almaniya, Holenda bi alîkariya partî û saziyên kurdistanî yekser û nerasterast hatine avakirin.Emê li vir mîna nimûneyên pelandî hin saziyên jinan bi nav bikin; di sala 1980 î de" Komela jinên Kurdistanê" bi serdariya siyasetmedar Novîn Hersan ji Kurdistana Rojava li Siwêdê tête damezrandin, Novîn Hesen mîna siysetmedsreke Kurd di civaka siwêdî de jî çalakvan e, ewa di hin komgirên navnetewî de beþdar bû ye, û di wir de berevaniya kêþa jinên Kurd û doza gelê xwe kiriye.  Di vê salê de jî hin xwendekarên Kurdistana Rojava li Lênîngrada berê(Soveytistana berê) Fatme Resul, Leman Îbrahîm, Þehnaz û Hêvîn Quflî bi alîkariyeke rasterast ji aliyê nivîsevanê vê berhemê û xwendkar Ebdil Hemîd Sulêman de "Komîta damezrandina yekitiya jinên Kurdistanê liYekitiya Sovyetê" çê kirin. EvêYekitiyê hin çalakî û civînên kêrhatî bi jinên biyanî re amede kirin, dengê vê "Yekitiyê " bi riya nameyeke pîrozbahê giha bû kongira "Yekitiya xwendekarên Kurdîstanê li dervayî welêt (AKSA)-Berlîn). Weke diyar bû ku vê saziyê ji ber tunebûna alîkariyên berçav ji aliyên tevgera kurdî û dewleta Sovyetistanê de nikanî pirtirî salekê xebata xwe berdewam bikira.

Di sala 1985 an de "Komela jinên dêmokratên Kurdistanê" bi seroketiya Benî Hesen (Suad) keça helbestvanê gewre Cegerxwîn li Siwêdê tête avakirin, evê komelê bi jîrbûn karên xwe bi rêve dibir, li ser rewþa jinên Kurd pirtûkek weþandi bû û herweha jî ewê hin þanoyên giring derbarê kêþa jinên Kurdistanê de bi zindî pêþkeþî temeþevanên Kurd kiri bû,  Þanogeran di wan þanoyan de,"Ez nizanim, mêrê min zane", Sê Quriþ têra pênc koftan nakin ", Ne wextê mîzê ye " bi zelalî setemkariya mêrê Kurd û zordestiya destlatdarên Kurdistanê li dijî jina Kurd jî xûyan kiri bûn.

Em dikanin bêjin; ku evê komelê di maweyekê de roleke giring di pêþketina asoyaên tevgera jinên Kurd de lîstiye.

Weke hatiye diyarkirin ku jinên Kurd li Siwêdê têgihîþtin ku pirbûn û perçebûna  tevgera jinên Kurdistanê li dervayî welêt ziyaneke mezin dighîne tevgera wê, û  rudawa dabeþbûnê aloziyên ne xweserî li pêþ têkoþînên jinan peyda dikin. Lewra jî ewanan herdu komelên jinan li Siwêdê dikin yek sazî û  "Yekitiya jinên Kurdistanê li Siwêdê dadimezrînin, endamên vê "Yekitiyê"  dibin 500 keç û jin û dîsan Bunye Hesen dibe seroka vê "Yekitiya jinên Kurdistanê "Li gor agahdariyên me jiyana vê  "Yekitiyê" ta sala 2005 an hîn berdewam bû.

Di sala1987 an de bi piþtvaniya PKK"Yekitiya jinên Kurdistanê"li Almaniya tête avakirin, vê "Yekitiyê" ji sala 1992 -1995 an (8 )hejmar kovar bi navê "Jina serbilind"

Weþandine, zimanê kovarê bi piranî bi turkî bû ye, lê  pêwîst e em bêjin; ku eva"Yekitiya "navê xwe di sala 1994 an de dike"Tevgera azadiya jinên Kurdistanê".

Mîna diyar dibe ku vê rêxistina jinan giringiyek mezin dida perwerdeyên siyasî û leþgerî li nik jinên Kurd, lewra jî em bawer dikin ku evê rêxistinê kadirên siyasî û leþgerî ji þerê çekdarî re li dijî koledarên KurdistanaTurkiyê amedekirine, bi vî rengî em kanin biçespînin ku evê rêxistinê erkên xwe yên dijwar û rewa pêk anîne.

Dîsan di sala 1989 an de "Yekitiya jinên Kurdistanê "(Komjin) li Almaniya hate damezrandin,û ewê kovarek bi navê "Jin" derdixist.

Eger em dîsan vegerin Kurdistana Sûriyê, em dibînin ku di van salên dawî de jina Kurd hinekî ji berê çalaktir dibe, li gor nirîna me tevî ku tevgera azadîxwaza Kurd ne di radeyeke pesnebariyê de dijî, lê dîsan ewa dikane hin jinên Kurd ber bi qada têkoþîna siyasî ya aþtiyane bikþînin. Bi bûneya çejina zarokên cîhanî, nîzîkî 200 jinên  Kurd di 26.06.2003 an, bi rêbertiya çar partiyên Kurdî 1-(Partiya yekitî ya dêmokrata Kurd li Sûriyê), 2-(Partiya yekitî ya Kurd li Sûriyê ) 3-(Partiya çepa Kurd li Sûriyê ), 4-(Hevgirtina gelê Kurd li Sûriyê ) di xwepêþandanê de li Þamê beþdar bûn. Dîsan jinên Kurd di 12.03.2004 an, di raperîna Qamuþliyê de û paþê li Efrînê, Helebê pir bi jîrbûn amede bûn, dengên xwe li dijî karbidestên Sûriyê bilind kirin, û cara yekem e ku hin jinên Kurd li pênavê doza Kurd li Kurdistana Rojava þehîd û birîndar dibin.    Bi bîranîna roja navnetewî ya mafê mirovan di 10.12.2004 an de jinên Kurd di xwepêþandanê de ji bo mafên gelê Kurd li Þamê  bi mêran re hevpar bûn .

Em van hemû çalakiyên jinên Kurd mîna firkeke civakî, siyasî bi hin gavên erênî  dinerxînin, hêdî hêdî jina Kurd dixwaze xwe azad bike û ji bo pêþxistina tevgera gelê xwe, xwe berpirsiyar bibîne, û ev dibin nîþana destpêkirina þiyarbûnê li nik jinên Kurdistana Rojava.

Wek tête zanîn bizava jinên Kurdisatana Îraqê bi alîkarî û piþtvaniya hukumeta herêma Kurdistanê hîn bi leztir pêþda diçe, rewþa siyasî li wir di van salên dawî de pir baþ e, bi kêmasî jina Kurd ji sala 1992 an de ji rêcîma dîktetur rizgar bû ye, ewa niha  li Kurdistanê, ne tenê di karên siyasî û rewþenbîrî de beþdar e, lê hîn jina Kurd bi jîrbûn, bi wireyên bilind pêþeya leþgeriyê jî dixûne û di piþt re dibe efsera welatê xwe, bi vî rengî em kanin bêjin,  ku firkeke dîrokî payebilind di bizava jinên Kurdistanê de  hatiye terxandin. Ji 9 nîsana 2003 an de Îraq (beþa erebî ) jî ji destladara xûnmêj serbest dibe, û yekemîn car e ku jina Kurd Nesrîn Berwarî di hukumeta katî de dibe þalyara avahiyê li Îraqê. Lê eva netê vê wateyê ku jinên Kurdistanê, xwe ji hemû diyardeyên din, nexweþiyên civakî, aborî yên neyênî azad kirine, Jina Kurd hîn li her çar beþên Kurdistanê di heyamek þûnketî û bin zor û setema mêran de dîjin, ji sala1992 an de  ta sala 2005 an,  5 000 hezar keç û jinên Kurd li Kurdistana Îraqê bi sedema namusê ji aliyên bav, mêr û biran de hatine kuþtin, þêwirmenda serokþalyarê Kurdistan Nêçirvan Berzanî, ji bo mafên jinan, Mehabad Qeredaxî di 30.03.2006 an de li Kölnê(Almaniya) di Sêmînarekê de bi xwe goti bû; rewþa jina Kurd li Baþur ne baþ e, lê ewanan  bo mafê jinan her di nav hewaldanan da ne .." ji ber vê em dibînin ku  di 2-3.04.2006 an de li Sulêmaniyê Konfiransek li dijî zordestiya li ser jinan di bin navê "Têkoþîna li dijî zordestiya li hemberî jinan li Rojhilata Navîn "de û bi amedebûna nûnerên Libnanê, Îraqê û Filestîne hate girêdan.  Eva konfiransa ji aliyê rêxistina mafê jinan ya Narwêcê( NPAN) hate birêvebirin.  Di wir de ne tenê ser rewþa jina Kurd hati bû axivtin, lê li ser jiyana jinên hin welatên Rojhilata Navîn jî hati bû þirovekirin, weke hatiye ragihandin ku armanca vê konfiransê ew  bû jî, ta ku rêxistinên li dijî  zordestiya jinan dixebitin, kanibin agahî, pêzanînan bidin hev, sudan ji zanînên hevdu wergirin û planên kêrhatî ji bo pêþerojê amede bikin. Li gor texmîna me, ne bê sedem ev konfiransa navnetwî li Kurdistanê bû, diyar e, rêxistinên mafên jinan li ser rewþa jinên Kurd jî baþ agahdar bûne, û pêþda jî metirsiyên mezin pelandine, û di rastiyê de weke nimûne; wezareta tenderustiyê li Kurdistanê ragihand ku di 14 mehan de  831 jinan li Baþurê Kurdistanê xwe þewitandine, ji van jinan  35 jin bi destên mêrên xwe hatine kuþtin, lê "Navenda parastina jinan li Îraqê"  nivisiye;  di 12 salên dawiyê de 2604 jinan li Baþurê Kurdistanê xwe, xwe kuþtine,  ji wanan 2095 an xwe þewitandine, temenên wan jî, ji 12-25 salî bû ne.

Tevgera jinên Kurdistanê di pêkanîna destura Îraqê û hilbijartina endamên perlemana Kurdistana Îraqê de bi çalakî beþdar bû ye, lê mixabin gava ku encumena þalyarên Kurdistanê tête ragihandin, ji 43 þalyaran, tenê sê þalyar jin  têtin vebjartin, lewraji bo vê newekheviyê û ji bo pir pirsgirêkên din yên ku bi jinênên Kurdistanê ve girêdayî ,   rêxistinên jinên Kurdistanê konfiransan di bin vê parolê de " Hefteya helwestê "li bajarên mezin, Hewlêr, Dohok, Sulêmaniyê li dardixînin. Naciye Ehmed berpirsiyara çalakiyên  "Hefteya helwestê" got bû;  me nameyke arastî hemû mektebên siyasî yên partiyên Kurdistanê kiri bûn, herdu mektebên siyasî yên "Partî" û "Yekitî"li civîna Hewlêrê amede bûn, lê li Sulêmaniyê tenê endamek ji mekteba siyasî ya " Yekitî " û endamek ji partiya kumunîst beþdar bûn. Bê guman mebestên rêxistinên jinên Kurdistanê ji van civîn û koreyan ev bûn ku ewanan derd, nexweþiyên xwe, yên mêran û kêmkasiyên partiyên Kurdistanî bi awakî vekirî û li hember wanan guftegu bikin û pêþniyarên xwe ji wan re pêþkê bikin. Li gor em  bawer dikin, radeya          asoyên siyasî, rewþenbîrî li nik gelek jinên Kurdistana Îraqê bi þêweke rêjeyî bilind bû ye, ji ber vê jî  tevgera jinan bi wêrekî li rex û li pêþ hukumeta Kurdistanê dikane  rexnên xwe ji nûnerên hukemetê û perlemana Kurdistanê re bêje û mafên xwe yên rewa ji wanan bixweze, lê aliyê din jî, divê em vê rastiyê jî li vir biçespînin, eger herdu partiyên sereke P.D.K û Y.N. K û perlemana Kurdî rêz li dêmokratiyê ne girtana, dê  nûnerên jinên Kurdistanê nikanîbana bi serbestî rexnên xwe arastî hukumeta xwe kiribana. Eva rastiya li nik me di warê zanistî û siyasî de nîþana destpêkirina azadiya jina Kurd e. Lê eger em çiqas bi erênî li ser tevgera jinên Kurdistanê û hukumeta Kurdistanê bipeyvin, eva ne netê vê wateyê ku jiyana jinên Kurdistanê niha di tendeustiyeke baþ da ye,  yan ewanan ji nexweþiyên civakî û destlata mêran rizgar bûne, na! Zordestî û setemkariya li ser jinên Kurdistanê ji aliyên mêr, bav û birayên xwe hîn berdewame. Dîsan em mîna nimûne dikanin vê agahiyê bidin zanîn; Di  hejmartineke "Navenda Xatû jin"hatiye nivisîn ku ji 01 01 2006 an ta 01 07 2006 an de 166 jin li Hewlêrê bi birînên þewatê çûne nexweþxanê û li gor "Navenda Xatû jin"  þewtandina jinan di sala 2006 an de pirtir bû ne.

  lewra jî tevgera jinan bi jîrbûn xebatên xwe dike. Di bin siya hukumeta Kurdistanê, di  rojên 9.04-10.04 2005 an de li paytexta Siwêdê (Stokholmê) kongireke jinên Kurd ya navnetewî di bin vê parolê de" jin li Baþurê Kurdistanê û avahiya civaka bajarvanî " li darket, Mehabad Qeredaxî, Þene Hîdayetî, Munîre Muftî Zade di amedebûn û girêdana vê komgirê de roleke pir gewre lîstine. Di vê komgirê de Teha Berwarî peyva serokê encumena þalyaran, Nêçîr Berzanî xwend û ewî got; "... Berê barên jina Kurd  pirtir giran bûn..",lê niha biryara siyasî di destên hêzên kurdî û kurdistanî de ne.. û herweha serokê hukumeta Kurdistanê di peyvên xwe de çespand û got; divê yasayên nû li gor civakên bajarvanî werin deranîn, divê jin di hemwelatiya xwe û di dadweriyê de mîna mîran bi maf be .." Herweha jî pir lêkolînên cuda li ser pirsa jina Kurd di warên civakî,  perwerdeyî û siyasî de ji aliyên hin pispor û lêkolîneran de hatin xwendin.

Eger em li vir dîsan hinekî vegerin Kurdistana Bakur û bi lez li ser aliyeke din pir  neyinî û metirsî rawestin; emê bibînin ku bûyerên xemgînî di nav refên jinan de li Kurdistana Bakur jî pir çê bûn e; namusþikandin, kuþtin, xwekuþtina keç û jinan e. li gor çapemeniyên kurdî êliktronî dinivisînin; li Amedê  peyakî Kurd ji ber sedema namusê jina xwe kuþt, "Tevger jinên azad û yên dêmokrat" kuþtina vê jinê di daxûyaniya xwe  de bi tundî þermeze kir û dewleta Turkiyê ji rexne kir, ji ber ku ewa yasayên dadmendiyê li dijî tawanbaran pêk nîne. Herweha di vê çarçewê de, bajarê Batmanê bi kuþtina jinan û xwekuþtina jinan nasdar bû ye; lewra jî "Însiyatîvên jinên azad "gelek xwepêþandanên þermezariyê di bin van sloganan de "Wekheviya jin û mêran "," Dawî li xwekujiyan  bibe", "Xwekujî ne çareserî ye " li Batmanê çê kirine.

Li gorî agahiyên "Roj TV"di roja 25.03.2007 an de ; di 5 salên dawiyê de li Kurdistana Bakur 5000 jin bi sedema namusê hatine kuþtin û 5000 jinan xwe kuþtine

Di  rastiyê de li Kurdistana Rojava jî, jina Kurd bi gelemperî mîna jinên beþên din bindest e, lê ev rudawa kuþtina jinan an xwekuþtina jinan li wir di hundir pir salan de belkî bi qaserî 10-20  kesan tune bin.

  

Lê rewþa jina Kurd di warê rewþenbîrî, wêjeyî û zanistî de li her beþekî Kurdistanê bi rengekî  bi rêve diçe, bê guman e ji ber sedemên siyasî, heyamên lêhatî û azadiya Kurdistanê, rewþa jina Kurd li Kurdistana Îraqê di warên  rewþenbîrî de jî ji beþên din pêþdatir e, bi sedan nivîskar, zimanzan, dîrokzan di nav jinên Kurd de bi saya hukumeta herêma Kurdistanê peydabûne û di pêþketina þaristaniya Kurdistanê de hevpar in.

Lê di hersê beþên din yên ne rizgarkirî de, jina Kurd dubare bindest e, divê ewanan li zanîgehên miletên serdest û bi zimanên wan miletan bixûnin, lewra jî em dibînin ne tenê jina Kurd, lê mêrê Kurd jî li van beþên bindest nikanin wek tête xwestin çand, wêje û zimanê kurdî pêþda bibin. Lê di baweriya me de, tevî rewþa xerap ya awerte li her sê beþên din, dîsan rêxistinên kurdî, çapemeniya kurdî û  kenalên "KTV", ROJ TV", "KURDSAT" û niha  " KOMELE" rolên mezin di pêþketina hemû aliyên jiyana  Kurd li her çar beþên Kurdistanê de dilîzin.

Rêyên çareserkirina nexweþiyên bizava jinên Kurdistanê bi gelek faktorên têkeldar  ve girêdayî ne1-Bilindkirina radeya rewþenbîriyê di nav mêr û jinên Kurd de .2- Divê mêrê Kurd xwe ji ayênên kevneþopî, þunketî û destlatdariya bê rewa rizgar bike.3-  Pêwîst e jina Kurd kanibe li dervayê malê kar bike û ji warê aborî, ango darayî ji mêrê xwe, an bavê xwe an birayê xwe, xwe  rizgar bike û pêkanîna vê xalê di azadiya jinê de merceke serkîn e.4 –Divê jina Kurd  bi jîrekî di bizava siyasî de beþdar be.  5-Divê mêrê Kurd jî ji jina Kurd bixweze ku ewa mîna mêrê Kurd xwe di ber pêþdabirina  jînê de berpirsiyar bibîne. 6-Pêwîst e jina Kurd bi riyên avakirina dezge û rêxistinên jinên Kurdistanê li mafên xwe yên rewa xudîderkevin.7-Divê jina Kurd wateya serbestiya jinan  bi awakî rast û sincî bi kar hûne û divê ewa rêzê li kultura pêþketî û þarastanî bigrin.  8-Divê li Kurdistana Îraqê di destladariyê de (Perleman, wezaret, û  partiyan ) de pir beþdar bin. Eger jina Kurdistanê bi xwe di biryarwergirtinan de, ango di deranîna yasayên dadweriyê de  beþdar be, bê guman jina Kurd nahêle ku biryarên ne mirovane li dijî wê derkevin .9 -Divê jina Kurd li sê beþên din jî pir bi çalakî di partî û rêxistinên kurdî de beþdar bin  û li gel mêran biryarên siyasî û civakî  û h.w. bistînin .10 - Divê rêxistinên jinên Kurdistanê li Welêt û li dervayê welêt pêwendiyên xwe bi rêxistina navnetewî ya jinan re xurt bikin.11-  Pêþketina bizava azadîxwaza Kurd û Kurdistanê.12-  Azadiya gelê Kurd û Kurdistanê .

Eger mêrê Kurd li gel jina Kurd, û eger jina Kurd li gel mêrê Kurd bi hev re wan pêdivî û mercên jorîn pêk bînin, dê kanibin bi sanahî piraniyên alozan li ser riya doza azadiyê û þarastaniya Kurdistanê bidin aliyekê .

Di rastiyê eger em çiqasî li ser êþ û derdên jinên Kurdistanê û bindestiya wan  bipeyvin, em nikarin di kurtelêkolîneke weha de, wêneyeke dewlemend ji rewþa jinên Kurdistanê li vir, li ber çavan deynin. Pirsa jina Kurd kêþeyeke gelek dijwar e, lewra divê zanayên Kurdistanê, pisporên sosyolocî û derûnî jî gelek berhemên xwe yên zanistî ji bo doza jina Kurd biterxînin.   

 

 

-Çavkaniyên kêrhatî û sudar                                                                                                   -------------------------------------------------------------------------------------------------

1-Rohar Alakom"Li Kurdistanê hêzeke nûh, jinên Kurd" lêkolîneke dîrokî, çapa yekemîn , Stockholm, sala 1995.

2-Leman ÎBrahîm, "Cihê jinên Kurdistanê di weþanên kurdî yên pêryodîk de"nama  Macêstêr li zanîngeha Lênîngradê, bi zimanê rusî ,sala 1984.

3-Rojnama "Jina Kurd" ji weþanên " Partiya yektiya dêmokrata Kurd li  Sûriyê, hej.(16.17,19,21,22), sal 2000, 2001 bi zimanê erebî.

4-Erebê Þemo, romana "Dimdim" bi zimanê  kurdî, Stockholm, sala 1983.

5- Hin gotarên din mîna "Rêveçûna jina Kurd di dîrokê de" (Narîn Metnî),"Jina Kurd  di navbera seyrana têkoþînê û reþbîniya dadmendiyê de ",(Rewþen Qasim),"Mafên jinan yên mirovî û wekheviyê ", (Suad Cegerxwîn)," Jin û sêstêma cîhanî ya nûh", (Dr.Mihdî Kakayî ),"Mafên jinan û azadiya wê ", (Lava Xalid )," Keça ciwan û asoyên pêþerojê ", "Pirbûna  jinan li nik mêrekê li dijî  mirovperweriyê ye " (Narîn Omer )," Jin.. dîsan jin .. û li dawiyê dîsan jin ", (Saman Emîn ), ji malperên kurdî bi zimanê erebî .

6-Gelek nûçe ji malpera "Netkurd"derbarê  kuþtin û xwekuþtina jina Kurd li Kurdistana Turkiyê û Îraqê  bi zimanê kurdî.

 

 

 

                                                                                                    Avdar 2007

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org