|
Jina Kurd di pêvajoka dîrokê de, rewþa wê niha çi ye? Rêyên pêþketin û azadiya jina Kurd çi ne ? Kurtelêkolînek Dr.Ebdilmecît Þêxo "
Yê bêje û bike , mêr e, yê
ne bêje û bike þêr e, yê
bêje û neke kerê nêr e." Ji
pendên kurdî
Xeleka yeke
Pirsa
jina Kurd ji zû de li nik hin Ewropiyan û li cem hin Kurdên bîrewer bû
ye mijarek balkêþ, li gor hin çavkanî diçespînin ku Lecy M.J.Gornett
di sala 1891 ê de pirtûka xwe "
Jin li Turkiyê û folklura wê" weþandiye.
Di vir de lêkolînvan bi qaserî 80 rûpelan terxandine kar û ayinên
malbetî yên jina Kurd. Dîsan
N.A.Simîrnove pirtûkeke serbixwe "Jina Kurd " di sala 1927 an de
li Mosko çap kiriye, li gor texmînan eva berhema yekem e ku ewa petî li
ser jina Kurd hatiye nivîsîn. Di nirîna
lêkolîner Rohat Alakom de jineke danîmarkî Henny Harald Hansan baþtirîn
pirtûk li ser jina Kurd bi navê " Jina kurd " li Kurdistana Îraqê
bi zimanê êngilîzî di sala 1961 ê de weþandiye. Dîsan vê lêkolînera
danîmarkî berhemek
bi navê " Keçên xudê di nav jinên musliman de li Kurdistanê
"nivisiye, R.Alakom dibêje; "Henny Harald Hansan dayika lêkolînên
li ser jinên Kurd e ".
Lê ji
nav gelê Kurd, Mehmudê Beyazîdî yekemîn kes e ku berhemeke berfereh bi
navê "Erf-edetên Kurdan " di sedsala 19 an de nivisiye, di vê
pirtûkê de ew li ser rewþa jina Kurd, destlat, têkoþîn û ayinên wê
rawestiya ye, zaniyara nasdar M.B.Rodênko ji ber giringiya vê pirtûkê,
ewa di sala1963 an de wergerandiye
ser zimanê rusî. Ji bilî
van kesayetiyên jorîn hin kesên biyanî, mîna karmend, gerokan,
misyoneran(oldarên xaçeperest ola xwe bi gelên Rojhilatê jî didan nasîn
) li ser jina Kurd nivîsîne.
ji wanan ev in, C.J.Edmunds, E.B.Soane, Gasparad Droville, Wilhelm Köhlner,
Moritz Wagner, Pietro Della Valle û h.d. Di sala
1948 an de nivîskar Emînê Evdel yekem Kurd bû ku berhemeke zanistî li
ser jina Kurd bi navê " Jina Kurd angorî metiryalên (berhemên.E.M.Þêxo
) êtnografîk û folklorîk di malbeta pederþahî de
pileya doktoriyê li ser vê berhema xwe ya zanistî li Rewanê
wergirti bû.".Herweha Emînê Evdel dîsan pirtûkek bi navê " Pêwendiyên
pismametiyê" di sala 1965 an de daye çapkirin, di vir de nivîskar
pir bi awayeke berferh li ser jina Kurd rawestiya ye . Cara
yekem e pirtûkek xwerû bi navê "Afretê Kurd "bi zimanê kurdî
ji aliyê nivîskar Þakir Fetah, di sala1959 an de roniyê dibîne. Di sala
1984 an de keçeke Kurd ji Rojavayê Kurdistanê Leman Îbrahîm li ser
berhemeke zanistî"
Cihê jinên Kurdistanê di nav rûpelên weþanên kurdî
yên pêryodîk
de ", ji zanîngeha Lênîningradê ya berê, pileya Macêstêr
di pêþeya rojnamevaniyê de distîne. Herwisa jî lêkolîner Rohat Alakom
pirtûkek gelek dewlemend li ser jina Kurd " Li Kurdistanê hêzeke nû-
Jinên Kurd " di sala 1995 an de bi zimanê kurdî li Siwêdê weþandiye,
di baweriya me de cihê vê pirtûkê û rola wê di nav dîroka jina Kurd
de zor bilind de. Herwisa jî
di van demên dawiyê de gelek nivîskarên kurdistanî bi berhem û nirînên
xwe xwendina li ser pirs û kêþeya jina Kurd dewlemend kirine, em tenê ji
bo nimûne dixwazin navên çend xemxwerên doza jina Kurd li vir hûnin zimên,
Narîn (Helîme) Omer )."Netewa yekbûyî û setemkarî li dijî
jinan","Ketina jinê
hundir qesrê gunehkarî ye ",
"Keça ciwan û asoyên pêþeroj ", "Pirbûna jinanînê ji
bo mêrekî li dijî mirovpereweriyê ye ",
Çawa em serbestiyê di nav rêzikên çîna bîrewer de têdigînin
." .2-Lava Xalid " Jinberdan
", ewa û ewê", 3- Saman Emîn
"Jin û dîsan jin û li dawiyê dîsan jin "4-Konê Reþ
"Pencera jinan ", 5- Rewþen Qasim "Jina Kurd di navbera
seyrana têkoþînê û hêvîbirîna dadmendiyê de " 6-Suad Cegerxwîn
" Mafên mirovane yên jinan ".7-Hoþeng Osî "Þêr þêr e
çi jin e çi mêr e ", 8-Dr.Mihdî Kakayî "Jin û sêstêma cîhanî
ya nû" 9- " Hevpeyvîn bi Vînos Faîq re, Dr.Midiya
Mehmud"10- Jîn "Wateya azadiya aborî ji jinan re
çi ye ? , û bi dehên din lêkolîner,
nivîskar, malperên kurdî, telviziyonên
kurdî berxwe didin pirsgirên
jinên Kurdistanê þirove bikin. Wek ji me
re diyar bû ye, hemû biyaniyan pesna jina Kurd dane, chi û rolên
wanan di civakê de li gor jinên
miletên dirawsê baþ dîtine û ew rastiyên dîrokî di nav pirtûkên
xwe de bi chi anîne. Em li jêr wek çend mînakên pelandî tînin zimên.Gerokê
îtalî Pietro Della Valle bi hevsera xwe re serdanê li Îraqa niha û Îranê dike,
ewan dibin mêvanên malek Kurdan, pesnê jina malê Sultan xanimê didin û
dibêjin, ewa bi tenê li mal bû, em pêþwazî kirin, xwarin û vexwarin
ji me ra pêþkêþ kir.." ,
G. Droville di destpêka sedsala 19 an de ji gera xwe vedigere û
dinivîse;" li vir(-Herêmên Kurdistanê li Îranê-
M.Þêxo ) jin ji jinên Farisan pirtir serbest in, piraniya wan bi
sibê derdikevin û ta êvarê li derva dimînin, eger ewanan kuda diçûn,
mêrên wan xemên wan nedixwarin "
. W.Köhlner gotiye;" Li Rojhilatê tu jin bi qaserî jinên
Kurd azad nebûn e ." , C.J.Rich di pirtûka xwe ya li ser Kurdan de li
ser jineke Kurd ya Amazon (a
koordish amazon ) (" bi
mebesta jineke têkoþer") dipeyve; ji
êla Bilbasî jinek hebû ye, ewê baþ li hespê sîwar dibû û mîna
mêran cilûberg li xwe dikrin, rojekê ji rojan, peyakî Turk dixwaze bi
namusa wê bilîze, eva jina Kurd bi
rimê li wî Turkî dixe û dikuje..". Dîsan li
gor Rohat Alakom dinvîse; Mîsyonerekî emêrîkî li serê çiyan, di rêkeke
teng de rastî jineke Kurd tê, ewa ji niþkava hemû barê kerê xwe bi
qaserî 50 kîloyê
dide ser piþta xwe, bi meþa xwe dikeve pêþiya kerê, û bi ser da
jî bi destekî teþiya xwe dirêse. Lê Henny Harald Hansen rola jina Kurd
weke "Hêza Kurdistanê ya nû " bi nav dike. Li gor
nirînên biyaniyên ku me li jor bi navkirine û li gor hin cihderên dîn
dîroka jina Kurd ji pir aliyan ve, bi gelek rudawên xwe ve li gor jinên
gelên dirawsê pêþketîtir bûne,
ewanan herdem mîna nimûneyên geþ di nav jinên Rojhilata Navîn de
hatine danasîn. Di derbarê
jina Kurd de mîna me li jor nivîsiye; gelek pêzanîn hewasdar di berhem
û lêkolênên bîrewerên
Kurdan de jî hatine nivîsîn. Rola jina Kurd di hemû aliyên jiyanê de
pir caran bi erênî hatine destnîþankirin,
wek nimîne, jina Kurd dikarî bû rola navber di nav du êlên hevdij
de(ango yên li dijî hev þer dikirin) bilîsta û agirê þer di nav
wan de vemiranda. Nivîskar Erebê Þemo di bîranînên xwe de
gotiye; di navbera êlên Hetroþa û Simîreka þer çê dibe, diya min
Gewrê laçika serê xwe derdixe û li nik wan wê davêje erdê û dibêje
wan herdu êlan, bese hûn xûna hevdû birêjin! Bese vekþin ! piþtî van
gotinan herdu êl þerên xwe radiwestînin. Eva li aliyekê, li aliyê din
Kurdan di þerên nav xwe de li jinan nexistine, û bi ya me be, ev tun rêzlêgirtin
ji refên jinan re, ta roja îro
hatiye parastin, eva bê guman aliyekê
ji þaristaniya mêrên Kurd baþ dide diyarkirin. Dîroka
gelê Kurd hîn dibêje; di sedsala deh û yanzdan de navên jinên Kurd di
wara wêje de jî de hatine geþkirin,
mîna nimûne; Daya Tebrez Hewaramî, Celale Xanim Luristanî, Reyhan
Luristanî, Xatun Meyzad, Daya Xazan Serkat . Piþtî
Selah Eldîn Eleyobî diçe dilovaniya xwe, kurê wî dewsa bavê xwe di
serdariyê de dike, piþtî maweyekê ew jî têye kuþtin, vê carê
hevsera Selah Eldîn Eleyobî, Þeceret Eldure þûna kurê xwe destlatdariyê
li Misirê dike, hemû karûbarên giran têne ser þanên wê, lê paþê
diyar dibe ku muslimanên rikrewî nikanî bûn serdariya jineke musliman
bipejrandana, lewra jî ewa bi destên muslimanên asoteng û þûnmayî tête
kuþtin. Em li vir ji dîrokê têdigînin ku li nik Kurdan jina Kurd dikane
bi sanahî þûna mêrê xwe an bav û birayê xwe di pir aliyên jiyanê de
bigre. Yekemîn dîrokzanê Kurd Þeref
Xan Bedlîsî di berhema xwe ya dîrokî de van rastiyan diterxîne û
ew weke nimûne dinivîse; Dewlet Xatun jî piþtî mirina malxûyê
xwe rêbertiya êla xwe dike . Serpêhatiyên
"Kelha Dimdimê " ya di salên (1608-1610) ê de li dijî
Þah Ebasê yekem û qehremantiya jinên
Kurd di wê berxwedana mêrane de, rûpelên mêjuya jina Kurd geþ kirine,
ji ber vê jî bûyerên "Kela Dimdimê" li nik pir wêjevanên
Kurd bûne mijarên giring di berheman de, mîna nimûne, yekemîn romannivîsê
Kurd Erebê Þemo romanek bi navê " Kelha Dimdimê "nivisiye, ewî
di vê ramana dîrokî de qehremantiya jinên Kurd û berxwedanên wan li
dijî leþgerên Farisan baþ dide xûyakirin, ewî weha nivisiye; gava hêzên
Þah Ebas hêriþ birin ser "Kelha Dimdimê"
mêr û jinên Kurdan bi hev re û bi serdariya Emîr Xan( Xanê Lepzêrîn
) pir berxwedan li dijî wan kirin, li dawiyê leþgerên Farisan zora
Kurdan dibin, lê jinên Kurd nexwestin di vê cengê de xwe radestî dijminên
xwe bikin, lewra jî pirên wan xwe ji" Kelhê" avêtin xwerê, û
xwe kuþtin, û hinekan xwe bi cehrê kuþtin, û hinekan ji wan
"Kelha" bi ser xwe de hilweþandin, û jinêm mayîn mîna dîl û
yexsîran ketin ber destên leþgerên dijminan. Lê
helbestavanê navdar Hêmen dinivîs; piþtî þeþ salan jinek ji jinên Mîr
Ebdela Xan dîsan "Kelha Dimdimê " ji Farisan rizgar dike. Em li ber
roniya van bûyeran bawer dikin ku jinên Kurd tevî hemû dijwariyên
jiyana xwe ya taybetî, li rex mêr, bira û bavên xwe di çareserkirina
pirsgirêka Kurdistanê de rawestiyane, û ne hêþtine ku namusa wan di nav
lepên dijminan de bête berbatkirin, ev ne tenê nîþana welatparêziya
jinên Kurd e, lê bi ya me be ewa dibe nîþana xweparastina rûmet û
sinciyê jî. Di
sedsala 17 an , di dîroka jinên Kurd de dîsan Mîra Soranê Xanezade
Sultan gernas dibe, ewa nîzîkî
(13) salan navçeya Soran bi rêve dibe û ewa serdariya (12-40)
hezar leþger dike, bi ser da jî ewê gelek Kelha li wir ava kirine, û ta
roja îro "Kelha Xanzade Soran li herêma Soranan nas kiriye . Di salên
(1750-1794) an de Muhemed Kerîm Zend hukumetek kurdî li Kurdistana Îranê
damezrand, lê Îran bi
xwe jî di vê demê de, di bin destlatdariya Efxaniyan de bû, Kurdan li
gel Farisan li dijî Efxaniyan þer kirin, di vî þerî de jinên Kurd dîsan
bi wêrekî û mêrane li rex mêr û birayên xwe li dijî Evxaniyan þer
kirin, çavên leþgerên Evxan ji çalakiyên jinên Kurd pir teng bûn,
ewanan bi xwe dîtine ku çawa mêrên Kurd bi xwe re jinên Kurd jî dibin
þer, lê li aliyê din serbazên Evxaniyan nikanîbûn û nexwestine jinên
xwe bi xwe re bibin þer, lewra ewan tinaziyên xwe bi Kurdan kirine û
gotine "Mêrên Kurdan ketine bin dawên jinên xwe" .Lê em van
gotinên wan bê dudilî li vir pir bi erênî dinerxînin û em dibêjin
dijminên Kurdan bê mebesteke
pesneyî bi xwe dibin çavnirînvan ku çawa jina Kurd ne tenê bermaliya
malê bûne, lê ewanan herdem têkoþer û hevalên mêran jî
bûne. Di
destpêka sedsala 19 an (1805-1847)de jinek dîn Kurd li Rojhilata Kurdistanê(Senendecê
li Mîrþena Edelanê ) bi navê Mah Þeref Xan (Mestore ) mîna helbestvan
û dîrokzan pir navdar dibe, lê pêwîst e em li vir biçespînin ku rola
bavê Mestorê di perwerdekirina keça xwe de zor bala bû ye, ewî keça
xwe tim li malê ne dihêþt, ewa
bi xwe re dibir her deverekê, ewî ji Mestorê re keys û derfet amede
dikirin, li aliyê din jî Mestorê xwe þûnda venedikiþand û ewê mîna
keçeke þhereza gelek sudên nirxbuha ji gerên xwe wergirtine û pirtûka wê dîroka "Mîrþena Erdelan" di dîroka
Kurdistanê de ji lêgervanên mêjunivîs re herdem cihdereke giring û
balkêþ e. Dumahîk
heye |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org