|
Kek
Edîb !
Dr.Ebdilmecît
Þêxo
Cerkî
ku fireþteyên pîroz giyanê hevalê min Edîb (bavê Pêþrew) bi fîstaneke
sê rengî li baskên xwe sîwar
kiri bûn, li ber roniya çavên Pêþrew, û Zerdeþt ji balefirgeha dilê
xûþka me Leyle firyan û li nik nemirên mîna Osman Sebrî, Dr.Nore Dîn
Zaza, Ebdilhemîd Zîbarî û Ebdilrehman Osman peya kirin, hestên min mîna
pêlên çema Efrînê, mîna babelîskên sirtên "Gundê Mezin, mîna
bêzariyên kolanên gundê "Maratê"
li ser hev û li bin hev sîwar dibin, mîna karwaneke bê guneh, wek
balindên qeþeng bi ezmên de difirin û dixwazin bi 55 çepkegulên nêrgizê
li ber gorna nemir, birayê min Edîb pêþwaziya heval û hogiran bikin.
Hestên min dixwazin bi hestên Îbrahîm, Ehmed, Cemîl, Leman,Welîd û
Adil re, bi hestên darên
henarê û darên gozê re, bi hestên kaniya Maratê re siruda "Ey
Reqib" li ber awaza çûkên hêrên zeytonê bixûnin. Erê
kolanên Efrînê ! Erê rêk û çatên gundên Çiyaê Kurmênc" ! Erê
Kelha Horî! Erê gira Endarê ! Erê seyrangehên niþtimana kek Edîb! Ez
bi kelegirî û kovanên we re bi þevan û rojan dijîm, çavên stêrka
ezmana dilê min jî bi firmêskên xwe xwenên min yên zarokane þil
dikin. Erê dilberên min ! Çiqas min dixwast bi laþê xwe ve jî, bi we
re di govenda þêniyê de, li gel hevalên xwe yên resen beþdar bûma,
mistek ji axa pîroz û birîndar li ser gorna hevalê xwe belav bikira, me
nazên hev bi zimanên geþbînî serast bikirina û bi hev re bi dengên
bilind di rûyên dost û neyaran de bigota; hawar , hawar, birayê me Edîb
nemir e û nemir e….. Bajara
min Efrînê !Ez zanim çiqas tuyê îro malul û xemgîn bî, ez
zanim îro tuyê ji dengên nalîn, giriyên
keç û lawên xwe nikani bî bi hêminî xewkî, ez zanim îro çiqas
þagirtên nemirê me, dê reþiyê girêdin, ji hev re li ser rindî, sinca
mamostê xwe û parêzerê te bi ser bilindî bipeyvin….Erê Efrîna min,
lê tu ji min baþtir lawê xwe Edîb nas dikî, tu pir rind zanî ku çiqas
ewî rûmeta te bi aramî û mêrane parastiye….çiqas ewî berxwe dida ku
birînên hêva te bi tîrêjên çavên xwe derman bike ….çiqas ewî li
ber êþ û janên te ahengên têkoþînê girêdane, çiqas ewî li ber
roniya te destana "Mem û Zînê"ji kevir û latên te re, ji xanî
û avahiyên te re xwendîye, Erê dayê,
erê Efrînê bese tu
medîgrî !De kanî em bi hev re dîsan bikenin…em dîsan bi hev re
zemawendên evîndaran çê kin, gul û nesrînan di gulistanên dilên þikestî
de biçînin..De kanî em bi
findên xwe yên bê guneh stêrên çavên hev
paqij bikin û dîsan bi dengê bilind ji hev re bêjin,
Edîb nemir e… Edîb pakrewan
e …Edîb niha bi Osman Sebrî ,
Dr.Nore dîn Zaza û Ebilrehman Osman re di buheþta dilên rûmetdaran de
dijî… Edîb zindî ye û her
zindî ye …….
Almaniya
24.08.2007
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org