|
Ker û Mirov
Dr. Ebdilmecît Þêxo
(1)
KER
Kerekî min hebû,
min kuda dajot,
wê
de diçû,
ez dibirim ser kaniyê,
nav rêz,
ez hildigirtim ta serê
Metîn,
di çeman
re ez dibirim û tanîm,
bi vî rengî çar demên salê,
me bi hev re
bi rêzdarî derbaz kirin.
Min
rojekê jibîr kir,
Kerê xwe avdim,
Zarokên gundê me ,
di wê rojê de,
ji dest zurîna kerê
min
XEW
NEKIRIN…..!!!
(2)
MIROV
Azepekî min jî hebû,
ji berbangê ta êvarê cot dikir,
bênderên nok û nîskan tev
herdu jinên xwe dikutan,
kevirên zeviyên me
bi
piþtên zarokên xwe paqij dikirin.
Rojekê min ji wan re
Firavîn nebir,
êvarê azepê min hat
li
ber lingên min
LIMÊJKIR !!!!!!
Lênîngrada
berê
1985
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org