Leyla
Zana ! Xaziya tu xûþka min ji dê û bavê ba…
Dr.Ebdilmecît Þêxo
Beriya çend rojan min
axivtina te, ya ku te di kongira "civaka dêmokrat" de li Amedê
goti bû, di malpera "Azadiya
Welat de "xwend, te pir hevokên watedar û giring anî bûn zimên; mîna
"Kurd ne têrorîst in ", "tu Kurdên bi þeref þerê birayê
xwe nake.", "hêzên cîhanê ta niha ji bilî komplo, fend û fêlan
li dijî gelê Kurd nakin…", "me welatê tu kesî dagîr
nekiriye", "divê Turkiyê li Emêrîka, Sûriyê, û Îranê
negere, çareserî li Turkiyê ye", "lê hevoka
ku gelek bala min ber xwe de kiþand, û ez
ji ber shabûnê bi girî kirim
ev bû;" KURDA HERÎ TIRSONEK EZ IM, EZ JÎ JI MIRINÊ NATIRSIM". Erê xanim Leyla Zana! Ez
li ser hemû nirînên te yên jorîn ranawestim, ji ber ku her hevokek ji
wanan li nik min dibe navnîþana mijareke taybetî, derbirîn û nirînên
te yên siyasî cihên pesnê ne, te siyaseta cîhanê û Rojhilata Navîn
pir bi kurtî li pêþ guhdarên xwe rêxistin. lê dîsan ezê vegerim ser
hevoka te "KURDA HERÎ TIRSONEK EZ IM, EZ JÎ JI MIRINÊ NATIRSIM"
eva gotina te tijî felsefe ye, ewa bi naveroka xwe gelek watedear e, bi pir
alî ye. Te nameyeke zor giranbuha arastî du aliyan kiriye, yekem, ji
dijminên Kurdistanê re û tu dixwazî di wê de
ji wan re bêjî; va ye, zîndana we LEYLE ZANE
netirsandî ye, gefgurên we yên rojane li dijî welatpêrz û dêmokratîxwazan
, vîna LEYLA ZANE natewandîye û nikane wê bitewîne û hevgirêdana wê bi gelê xwe re sist nake. Her weha jî tu hîn ji wan re weha dibêjî;
eger LEYLA ZANA ji wer e dibêje;
ya herî tirsonek ez im, lê dîsan ewa ji bo welatê xwe ji mirinê jî
natirse, ango
LEYLE ZANE ji dagîrkerên
Kurdistanê re yekser jî û ne yekser jî dibêje; yanê þer û
çekên we kêþa kurdî li Kurdistanê çareser nakin, dermanê
pirsgirêka me tenê aþtî ye, dîyalogên dêmokrat û dadmend in.
Ya duhem te nama xwe ji
Kurdistaniyan re, mêr û jinan
re, ji keç û lawan re þandî ye; tu
bi me hemûyan re dibêjî; va ye LEYLE ZANE ewqas sal di zîndana
toraniyan de raketî bû, ewqas
destlata Turkan bê rûmetî li wê kiri bûn, lê dîsan
ewa niha dengê xwe ji bo azadiya gelê xwe bê tirs bilind dike, yanê
ewa rasterast ji gelê xwe re dibêje; hûn dibînin, çawa " þêr, þêr
e, çi jin e çi mêr
e".Yanê dîsan TU! LEYLE
ZANE ! bi vê hevoka xwe ya zêrînî,
bê tirs û li ber guhên wan, qehremantî û pêdarîyê di hestên
Kurdperweran de diçînî û wireyên têkoþînî li nik wan bilind
dikî..Vêca çawa tu Kurda herî tirsonekî ??? Ez zanim tu dixwazî ji
dijminên Kurdan re weha bêjî ku "Kurdên tirsonek tunen in"
,"Kurd jî dixwazin li ser axa xwe mîna miletên din bi azadî
bijîn ", " Ewanan ji bo rûmeta welatê xwe ji mirinê re
jî amede ne…"…Lê erê Xanima têkoþer, tu ne Kurda herî
tirsonek î, tu þêra me yî,
tu zimanê hîm û latên Kurdistanê yî, tu sîwana
netewperestan î, tu lehenga zîndanan î . Eger ez çiqas di derbarê
te de bêjin, dê hemû peyv û pesnên min li hember tîpek ji tîpên
hevoka te ya jorîn û ya ez gelek bi girî kirim " EZ KURDA HERÎ
TIRSONEK IM Û EZ JÎ JI MIRINÊ NATIRSIM " ji ber xwe ve þerm bikin
û dê serên xwe bi rêzdarî li ber wan tîpên zêrîn re bitewînin. Li
dawiyê dîsan ez dubare dikim,
XAZIYA TU XÛÞKA MIN JI DÊ Û BAVÊ BA…"
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org