|
Min nizanî çi bû !!
Dr. Ebdilmecît
Þêxo Min nizanî çi bû !! Ji niþkava min dît hemû
gulên guldanên hawîrdora min
serxweþ,
çavbeloq bûn,
bi awirþewat bi stêrka Gelawêjê re
dipeyvîn.
Darên
çavên keçên min
babelîskên tûj
di nav porên dilberan de
berdan. Qîrîna
zaokên di pêçekan de
mîna çivîkan di dilên
jinên bedew de
dilorandin. Lê
min nizanî çi bû !! Min dît MELEKÎ
TAWUS
û neqþa welatê "Diyako "
ya ku li ser avraza Hesîrkê
û li sr berpala çiyayê Lêlunê
bi hevringa Rîngoyê Kîmarê nîgarkirî
rûçkên hev ji fêrmêskên
dilzariyê
paqij
dikirin. Lê
min nizanî çi bû!!. Min
dît baweþînên
darên zeytonê henarên
kerikî ji daran bi
ser serên bûk û zavên
bajarê min de berdidan. û
keskesorê ji gulistana xwe nêrgiz
bi ser alûleyên giyanên
dayikan de berdidan. Lê
dîsan min nizanî çi bû !!! Min
dît îro karwanên tivîrk
û hechecukên
gundên me
mîna berbiyan
bi
sêmfoniyên hestnazîk
pêþwaziya fireþteyekê
dikin. Dîsan
min nizanî çi bû!! Lê
min dît helbestên
Rûxwaþ û Hêmen
bi
destanên bajarê min
avdas dikin û
xûþxûþa kaniya "Maratê."
mîna minalekî
di dawa Xedîca Sewrên de
bê
mêtina memkan
û li ber lorîna Leyle bi ara
.................. amî.
xew
dike.......... .
.........................
...................................
Almaniya
1.09.2007. X:
Xedîca Sewrên : Dayika hevalê min, têkoþerê dilsoz û pakrewan Edîb
Îbrahîm bavê Pêþrew e. Edîb
Îbrahîm di roja 18.08.2007 an de li Almaniya dibe qurbanê welatê xwe. X:
Leyle: Hevsera pakrewanê gelê Kurd Edîb Îbrahîm e.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org