|
Na
! Na ! Mamoste Berzo Mehmud. Çanda
kurdî bi zaravê kurmancî jî he ye . Dr.Ebdilmecît
Þêxo 19.o6.2007 Rêzdar
Berzo Mehmud nivîskar û zimanzanekî ji Kurdistana Rojava ye, ewî di pir
kovarên kurdî bi zimanê kurdî, zaravê kurmancî gotar û lêkolînên
zimanewaniyênivisîne, mamoste Berzo gelek salan di desteyên kovarên bi
zimanê kurdî de mîna"Gelewêjê " û " Pirsê" bi jêrbûn
kar kiriye, ji bo min cihê rûmetê ye ku min jî li gel wî û hin hevalên
din, nivîskarên rêzdar mîna Heyder Omer, Rizo Osê, û Merwan Osman di
desteya kovara "Pirsê " dekar kirî ye . Mamoste
Berzo danerê pirtûkeke zimanewanî (Rênivîsa peyva kurdî) li ser zimanê
kurdî (zaravê kurmancî) ye. Berêz
Husên Ehmed hevpeyvînek bi zimanê erebî li ser zimanê kurdî bi mamoste
Berzo re di malpera "welatê me" de weþandî ye. Mamoste Husên
pirsên balkêþ, mîna van pirsên jêrîn ji mamosteyê zimanzan
kirine;1-Ji bo çi ew bi zimanê kurdî dinivîse ?2- Eyan lêkolîner Berzo
dikane hest û nirînên xwe bi zimanê kurdî derbibire ?3- ji bo çi hemû
Kurd bi tîpên latînî nanivîsînin ?4-Çawa berêz Berzo li helwestên
partiyên kurdî di sebaret zimanê kurdî de temaþe dike? Li
gor nirîna min, mamoste Berzo bi awakî giþtî bersivên têrkirî û
sudar dane, wek nimûne ew jî di vê baweriyê de ku zimanê kurdîpêwîst
e bi tîpên latînî bête nivîsîn, lê eger ewa niha dijwar be jî, lê
divê zaravên kurdîbi kêmasî niha di warê ferhengî de bibe yek û her
weha ewî bersivên din jî bi zanstîpelandine, lê nirîna ku gelek bala
min kiþandî ye ev e; lêkolîner dibêje; DI RASTIYÊ DE EZ ÇANDA BI
ZIMANÊ KURDÎ (ZARAVA KURMANCÎ) NABÎNIM. Di
rastiyê de, min jî nedixwast bawer bikira ku hevpêþeyê me yê berêz,
weha pir hiþk li zaravê kurmancî û berhemên kurmancî temaþe dike..lê
di hevoka wî de pir zelal e, ewçanda kurdî bi kurmancî nabîne, ango
ewa- tune ye-! Di
vê derbarê de dixwazim ji berêz Berzo re bêjim; ku te xwe zor þaþ
kiriye, ji ber ku
ÇANDA KURDÎ BI ZARAVA KURMANCÎ HEYE lê ewa niha nedi asta pêþketina
zaravê soranî de ye, bi ya min be, ev nirîna pirtir cihê xwe di warê
zanistiyê de digre. Ez
gelek bawerim ku nivîskarê me Berzo navên van mezinan rind zane û berhemên
wanpir baþ xwedine, ew gelek çak zane ku evanan di çand û wêja kurdî
de gelek gernas û payebilind in; tenê ezê li vir navên çendekan hûnim
bîra dostê xwe yê hêca, ewên kuraperînên wêjeyîdi berhemên xwe de
çê kirine ; MeleEhmedê Cezîrî, Feqiyê Teyran, Eliyê Herîrî û paþê
Mîrê helbesta kurdî, pêþengê ramana netewîEhmedê Xanî ku îro navê
wî di nav wêjeya kevneþpoî ya cîhanî de hatiye naskirin. Herweha
Mile Mehmud Bayezîdî bi berhemên xwe di nav rojhilatnasan de jî dîsan
pir navdar e Nivîskar
Erebê Þemo damezrênerê ramana kurdî bi berhemên xwe " Kela
Dimdim".û Þivanê Kurd li seranserî Kurdistanê nasraw e û bi dehan
pisporên wêje û zimanê kurdî li Sovyetistana berê mîna Prof.Dr.Qenatê
Kurdo, Prof.Dr. Haciyê Cindî, prof. Dr.Celîlê Celîl, Prof.Dr. Zerê
Yosif, prof..Dr Celilê Celîl, wêjevan Elî Ebilrehman, lêkolîner û
helbestvan Çerkesê Reþ,helbestvan, ramannivîs û lêkolîner Tosinê Reþît.
û bi dehan û dehan berhemên xwe (Raman, helbest , çîrok, lêkolînên
zimanewanî, rexneyî)bi KURMANCÎ nivîsîneur Eger
li nik mamostê rêzdar rojnamegeriya kurdî beþek ji çanda kurdî be, divê
ez eshe Þahsîwarê rojnamegeriya kurdî Miqdat Medehet Bedirxan û yekemîn
rojnama " Kurdistan "( 1898 )bi bîra wî hûnim. Ma
ne tiþtekî matmayî ye ku lêkolînerê me, zimanzanê me di warê kurmancî
de naxweze mamosteyên xwe û yên me hemûyan di warê rêzimanê kurmancî
de mîna Celadet Bedrixan, Reþitê Kurd, Qenatê Kurdo û bi dehanyên nû
jî bibîne ? Ez
naxwazim navên hemû kovar û rojnamên kurdî bi zaravê kurmancî li vir
bi nav bikim, lê ez neçar im bi kêmasî dîsan navên van kovaran mîna
" Hawarê ", Ronahî". "Stêr" Gulistan",
"Gelewêj", "Pirs", "Gurzek Gul" Newroz"
"Pênûs" û h.d.hûnim zimên . Lê
dîsan eztênagînim ku ji bo çiberêz Berzo nexwastiye berhemên seydayên
me Cegerxwîn, Osman Sebrî, Hesen Þiyar, Ehmed Namîtîrêj yên wêjeyî
û dîrokî û zimanewanî bibîne? Îro
gelek nivîskar û rewþenbîrên navdar li Kurdistana Rojava peyda bûne,
û ewanan bi berhemên xwe çanda kurdî bi zaravê kurmancî dewlemend
kirine, navên mîna bavê Nazê,Dr. Husên Hebeþ, Heyder Omer, Muhemed
Osman (Hemdo),Hêmin Kurdaxî , Nezî Palo, DiyaCiwan,Helîm Yosif, Can
Dost, Pîrustem, Þahîn Soreklî, CanKurd, Mistefa Reþît, Gundî, Awazê
Kalo Rûxwaþ, Bextreþ, Rizo Osê, Berzo Mehmud, Elî Cefer, Þêx Elî,
Deham Ebulfetah, Keça Kurd, Konê Reþ, û yên mayîn di ezmana çanda
kurdî de bi kêmasî li Rojavayê Kurdistanê pir geþ in, lê dîsan berêz
Berzo nexwestiye wan jî bibîne, ji bo çiez nizanim ??? Mebesta wî çi ye
? Ez dîsan nizanim. !!??.. Eger
ez vegerim Kurdistana Baþur, bê guman e li wir jî bi sedan lêkolîner,
helbestvan, rojnamevan wêjevan bi zimanê kurdî, zaravê kurmancî pirtûkên
xwe pêþkeþî pirtûkxana kurdî kirine, mîna ku ez zanim" Yekitiya
nivîskarênkurdistanê " taya Dohukê nîzîkî ser pirtûkî bi zimanêkurdî
zaravê kurmancî çap kirine, yanê ez dîsantênagînim ku çawa mamostê
hêca nexwestiye navên mîna Sadiq Beha eldîn, Noredîn Brîfkanî, Ehmed
Nalbend, Ebdirehman Mizurî, Muhsin Qoçan, Hesen Silêvanî, Selah
Sedelela, Dr.Fadil Omer, Seîd Dêreþî, Dr. Mesud Kîtanî, Tehsîn Doskî,
Mihemed Emîn Doskî, Xelîl Dohokî, Necîb balayî, Hêvîn Berwarî,
Bayiz Omer, Dr. Kamîran Berwarî û bi sedan navdarên din û berhemên
wananbibîne ? Eger
ez navên hemû nivîskar û lêkolînvanên Kurdistana Bakur jî li vir hûn
zimên, dê gotara me tenê bi navên nivîsevanên zimanî kurdî, zaravê
kurmancî miþt bibe, lewra jî ez hêvî dikim ku evan navên jorîn û hîn
bi sedan, navên mayîn bala nivîskarê meBerzo ber xwe de bikþînin, taku
ewanan ji aliyê tu kesan de, ne îro û sibe netên setemkarkirin. Ez
dixwazim di vê sebaretê de ji berêz Berzo û ji xwendevanên rêzdar
carek din xalek an diyardeyeke zanistî di warê pêþketina þaristaniyê,
çand û wêje de li nik gelan yan li cem mirovan biçespînim, Yanê eger
em bêjin, wêja êngilîzî ji wêja almanî pêþdatir e, eva qet netê vê
wateyê ku em wêja almanî nebînin, yan eger em bêjin , wêja almanî ji
ya gelê Alban pêþdatir e, dîsan eva netê vê wateyê ku em çanda û wêja
gelê Albabnebînin . Dîsan
eger ez niha bêjim çand û wêja gelê Rus pir ji ya gelê Daxistanê pêþdatir
e , careke din ne ji mafê min e ku ez Resul Hemzatov nebînim û .h. w. û
nimûneya min ya herî dawiyê ev e, eger ez bêjim Kurdistan Mukriyanî
zimanzaneke pêþketî ye, dîsan eva netê vê wateyê ku ez Berzo Mehmud,
Selîmê Biçûk, Keça Kurd, Dr.Muhemed Ebdo, Mistefa Reþit, Dr.Zeredeþt
Haco, Deham Ebdil Fetah nebînim!! Eger
seyda Berzo dibîne ku çanda kurdî bi zaravê soranî li gor zaravên din
li pêþ e, ezzû kanim ji wî re serê xwe bihejînim, lê eger ew dibêje;
ezçanda kurdî bi zaravê kurmancî nabînim!!!, ez bawer dikim ku tu kes
ji nivîsevanên me nikane vê nirînahiþk bipejrîne, lê ez pir bawer
dikim ku hin zimanzanên zaravê soranî mîna Kurdistan Mukriyanî yan
Ferhad Þakilî ûhin rewþenbîrên mîna Muhsên Ciwanmêr, dê pir zû ji
mamoste Berzo bawer bikin û nîrîna wî mîna çekekê li hember zaravê
kurmancî bi kar hûnin û jime hemûyan re bêjin, de werin Kurmancino ! va
ye zimanzanekî we bi xwe dibêje; çanda me bi kurmancî tu ne ye !! Vêca
ji bo çi hûn dev ji tîpên latînî bernadin? Hûn ji bo çi dev ji zaravê
kurmancî bernadin … De bila hemû kurmancaxêvtenê bi zaravê soranî
bixûnin û binivisînin . … Lê
bi ya min be mamoste Berzo ta radeyeke bilind bi dadmendî rexna xwe di
derbarê qelsiya partiyên kurdî di warê zimanê kurdî de arast dike, ew
dibêje; faktorên obyektîv rolên xwe di þûndamayina zimanê kurdî de
dilîzin, lê faktora subyektîv ango (partiyên kurdî )ne hêzeke karîger
e ku zimanê netewa xwe pêþda bibe. Herweha jî ew rexna hin rewþen bîrên
Kurd dike, ewên ku rêzê li zimanê dayika xwe nakinûxwe bi zanîna zimanê
erebî serbilind dibînin. Ez
li virpir dixwazimpiþtvaniya nirîna Berêz Berzo bikim, û ez jî dengê
xwe bi wî re bilind radikim û dibêjim belê; piraniya partiyên tevgera
me li Kurdistana Rojava di warê zimanê kurdî de qels in, ewanan xwe ji bo
zimanê kurdî nawestînin, ez li vir tenê hez dikim nimûneke zindî ji
xwendevanan re binivisînim.Di êvarekê de, di sala 1998-99 an de,sekretêrek
ji sekretêrên partiyên me li Helebê sêmînarek ji rewþenbîrên Kurd
re lidarxist, piþtîku ewî axivtina xwe bi dawî anî, rewþenbîrekî nirîn
û baweriyên xwe li ser kêþ û aloziyên tevgera kurdî derbirî, mîvanê
me, sekretêrê rêzdar pir eþkere gote beþdaran, bi rastî min ji axivtinên
evî mamosteyî tiþtek fêm ne kir..ji ber ku ewî gelek bi zimanekî kurdî
paqij peyvî, lê mixabin ez hîn ne di wê asteyê de me …. . Eva
kêmasiya ne tenê li nik ewî heye, gelek mixabin ewa li nik piraniyên
serok û pêþengên tevgera me heye, lewra jî em dibînin zaravê kurmancî
bi piranî bi pênûsên rewþenbîr û nivîskarên zaravê kurmancî pêþda
diçe. Lê
divê ez vê rastiya dîrokî jî berçav bikim; mîna ku ez zanim hin partî
ji zû de û hin dezgehên nûh jî koreyên zimanê kurdî vekirine û niha
bi sedan li seranserî Kurdistana Rojava þagirt û mamosteyên nûh çê bûne,
eva rastiya jî cihê pesnê ye, ez lava dikim hemû partiyên din jî di vî
warî çalak bin, pêþketina zimanê kurdî erka hemû partî û rewþenbîran
e, bi nirîna mintêkoþîna netewîbê zanîna zimanê kurdî, bê weþandinakovar
û rojnamênkurdî û dipileyeke bilinde,ewa dibe têkoþîneke ne tewaw ûne
tomî. Di
dema niha de li Kurdistana Bakur jî rewþa zimanêkurdî pêþda diçe,
kongire û konfiransên zimanê kurdî û wêja kurdî li dardikevin, dîsan
eva nîþana pêþketina zimanê me (zaravê kurmancî ) ye . Ji
ber van hemû rastiyên pelandî, divê em çanda xwe bi zimanê xwe ( zaravê
kurmancî ) bibînin û em zû zû hemû samanên xwe yên wêjeyî, çandî,
zimanewanî, rojnamegerîbi destên xwewenda nekin. .
Li
dawiyê ez hêvîdar im ku minbi van du, sê rûpelan zengileke biçûk ji
xwendevananre lêxisti be, ta ku ewanan jî baweriyên min dewlemend bikin
yan kêmûkurtiyên min zelal bikin . |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org