|
Nivîskar
Ferhad Þakilî dîsan hêriþan dibe ser Bedirxaniyan lê
nivîskar, siyasetmedar û dîrokzanên me çi dibêjin ??????????????????? Dr.Ebdilmecît
Þêxo 25.06.2007
Nivîskarê
nasdar ji Kurdistana azad Hesen Silêvanî kurtegotarek rexneyî bi navnîþana
"Çima ev hêriþên hovane li ser Bedirxaniyan??" derbarê zimanê
kurdî de di malpera "rojava.net"de di vê mehê de weþandiye. Rêzdar
Hesen Silêvanî dinivîse; mixabin di kongira perwerdeyî de li Hewlêrê
di rojên 22-24 gulanê 2007 an de hêriþek dijwar bi rengekî jehrawî
û plankirî ser malbeta Bedirxaniyan ji nû ve hate kirin .."û ew hîn
dinivîse; bi çi mafî wezareta perwerdeya Kurdistanê qebul kiriye ku ew
koma nivisînên bi cehrê reþandî li jêr navê zimanê standarda kurdî
û alfabaya standarda kurdî, komel gotar li dijî kurmanciyê û malbeta
Bedirxaniyan werin xwendin ?? Berêz Hesen Silêvanî ji xwendevanên xwe re
hin peyvên rêzdar Ferhad Þaklî bi kurtebirî dibelgîne;."Li nav
Kurd e, kes bi qaserî binemala Bedirxaniyan dilsozî bîr û bawer û îdyolokî
yê Etaturk ne bû…" Ewan eger çi bi rewalet li dijî Turkiyê bûn,
lê belam di rastiyê de nakokiyên wan tenê li ser destlatê bû. Celadet
û Kamîran Bedirxan li hemî jiyanê xwe de hewlî eweyan de da lasayî
yî Etaturk bikene we û zorîþ le dilewe sersamî kesayetî bîrkirdinewey
Etaturk bûn…." Di
rastiyê de, helbestvan û lêkolînerê wêjeya kurdî ne cara yekem e ku hêriþên
ne rewa dibe ser binemala Bedirxaniyan û bi taybetî li dijî mîr Celadet
Bedirxan. Ewî
hîn di 27.10.2oo5 an, di hevpeyvînekê, di malpera dimane.com de
gotiye;" Ew alfabaya ku Celadet Bedirxan çê kiriye û kurmanc pê
dinivîsînin, xebata împiryalîstan e û ji bo perçekirina Kurdistanê
ye, lewra jî ew alfabaya jî seqet e, ne zanistî û ne kurdî ye û bi kêrî
zaravê kurmancî jî nahêt .."Herweha jî ewî goti bû; kukes bi qasî
malbeta Bedirxaniyan dilzozê raman û îdyolociya Ataturk ne bû, ew
malbeta ji dil heyrana kesayetiyî û hizrên wî bû…" Dr.
Haþim Ehmed Zade, zimanzaneke ji Kurdistana Rojhilat e, di bersiveke xwe de
ji berêz Ferhad Þakilî re dinivîse; bi baweriya wî (F.Þakilî )
Bedirxanî casosin împiryalîstan bûn….."lê Dr. H.E.Zadebi vê
wateyê jî, nirînên wî pûç dike û dibêje; "Ew(F.Þakilî) jidanûstandinên
belgeyî, aqilane û objêktîva akadêmîk dûr in …" Mebesta
min ji vê gotarê ne ew e ku ez ji xwendevanên rêzdar re peyv û nirînên
Ferhad Þakilî li ser Bedirxaniyan û tîpên latînî çewt derxînim, çimkî
di nirîna min de, eger ez, an hevalekî dîtir niha berevaniya têkoþînên
binemala Bedirxaniyan ji bo mafê netewa Kurd bike, yan jî xebatên wan yên
ronakbîrî û zimanewanî, yan çapemenî dîsan di berçavan re derbaz
bike, yanê em ji nirxa mîr Bedirxan, Meqdad Medehet Bedirxan, Celadet
Bedirxan, Kamîran Bedirxan, kêm dikin, ji ber kuta roja îro pisporên dîroka
kurdî, pisporên zimanê kurdî, pisporên dîroka weþanên kurdî û bê
awerte herdem nirxeke pir buha dane û hîn jî didin berhem û têkoþînên
binemala Bedirxaniyan. Vêca
li vir, ne ez û ne jî bi sedan rewþenbîrên Kurdistanê hîn nikanin
bawer bikin ku niha kesek mîna Ferhad Þakilî û hin layingirên wî
berxwe didin ku raperînên netewî û çanda kurdî yên Bedirxaniyan bi
nirînên xwe yên navçeperestî û yên pir tirsdar biþewitînin. Lê
pirsgirêka pir alozber ew e; ku hin pisporên zimanewanî û wêje bi navê
konfiranseke fermî û di bin sîbera dezgeya perwerdeyî de li Hewlêrê,
paytexta Kurdistana azad, dîroka Bedirxaniyan bi mebest reþ bikin. Ferhad
Þakilî mebesta xwe pir zelal kirî ye; ew li dijî alfabaya latînî ye,
ewî bê bingeh û þîrovekirinên zanistî li dijî tîpên latînî
derdikeve, ne ewî û ne kesekî dîtir ta niha nikanî bû ji xwendevanên
Kurdistanê re, an ji zimanzanên ewropî re mêlag bikirana ku tîpên latînî
ji bo Kurdan, astengiyên zimên çê dikin !! lê li aliyê din pir
zimanzanên kurdî, (zaravê kurmancî ) bi dehan û dehan lêkolînên
zanistî terxandine zimanê kurdî û pêþniyar kirine ku tîpên latînî
ji bo zimanê kurdî baþtirîn û rastirîn tîp in. Lê tucarî nivîskarekî
yan zimanzanekî zimanê kurdî (zaravê kurmancî) negotiye ku danerê tîpên
erebî ji bo zimanê kurdî împiryalîst in yan jî, ewanan nokerên
regezperestên Ereban ne ..!!!! danûstandinên bi vî rengî nirxên alavên
zanistiyê nizim dikin. Dîsan
pêwîst ez vepirsîneke giring bavêjim gorepana hiþmendiyê; ma gelo ji
bo çi di vê mawa dawiyê de dijayetiya tîpên latînî -kurmancî, û
zaravê kurmancî pir dibe? Ma
gelo ji bo çi hin kesayetiyên siyasî û karmendên wezareta perwerdeyî
li Kurdistanê piþtvaniya vê rêbaza çewt û ne zanistî dikin ? Ma
gelo kî ji siyasetmedar, nivîskar, dîrokzan, zimanzan, wêjevan û
rojnamevan li Kurdistanê yan li dervayî welêt nizane ku mîr Bedirxan kî
ye? Kî ji van nizane ku mîr Meqdad Bedirxan kî ye ? Kî ji van nizane ku
mîr Celadet Bedirxan kî ye? Kî nizane ku Prof.Kamîran Bedirxan Kî ye? ?
Ji bo çi evanan niha bûne noker û casos? Welatparêziya
binemal Bedirxaniyan li seranserî Kurdistanê naskirî ye, hemû
siyasetmedar, þoreþvan, nivîskarên Kurdistanê nirxeke buha didin têkoþîn
û berhemênvê binemala netewperest û þoreþger. Ez dixwzim li vir mînakekê
tenê ji kesên mîna kek Ferhad re hûnim zimên; gava Prof.Dr.Kamîran
Bedirxan ji Ewrupa diçû Kurdistana baþur, serokê nemir, pêþengê gelê
Kurdistanê Mila Mistefa Berzanî pêþwaziya rêzdarê nemir Kamîran
Bedirxan dikir û li gor hin çavkaniyên devkî dihate gotin, ku serokê
nemir çentê Dr.Kamîran Bedirxan radikir !!!! Ma
gelo eger kesayetiyek mîna serok Berzanî , çentê Dr.K.Bedirxan radike!
Yanê eva li nik kek Ferhad û yên mîna wî çi wate ye ?? Dîsan
nimûneke din, gava þoreþa Kurdistana Îraqê di sala 1975 an de têk çû,
û nelihevî di nav tevgera siyasî û nav tevgera xwendekarên Kurd li
Europa dest pê kir,Têkoþer û rêzdar mam Celal Talbanî û têkoþerê
nemir Norî Þawîs li kongira me ya xwendekaran KSSE li Berlîna Rojava beþdar
bûn. Em mîna endamên komelê di kongirê de amede bûn, me ji niþkava dît
ku rêzdarên têkoþer mam Celal Talbanî û nemir Norî Þawîs rabûn ser
xwe û li piya mîna leþgeran rewestiyan, lê me li piþt xwe temaþ kir,
me dît ku nemirên mîna Prof..Kamîran Bedirxan, Dr. Noredîn Zaza û
Hemreþê Reþo derbazî hundira kongira me dibin, yekser em hemû li
serpiyan rawestiyan û me li gel berêzan mam Celal Talbanî û Norî Sawîþ
didan çepkan ta ku ewanan cihên xwe li rex têkoþer mam çelal Talbanî
girtin. Bê
guman kek Ferhad baþ zane ku 22.nîsanê cejna rojnamegeriya kurd e, û di
vê rojê de li Kurdistana azad jî, li seranserî Kurdistanê û li dervayî
welêt wêneya mîrê rojnameya kurdî Miqdad Medeht BEDIRXAN bi dîwaran ve
tête daliqandin. Ma gelo kek Ferhad qet ji hukumeta herêma Kurdistanê ne
pirsî, ku ji bo çi ev – nokera-li nik Kurdistaniyan cihê rêzdariyê ye
? Eger
em vegerin ser mijara zimanê kurdî û tîpên latînî, tu kes nikane ji
me tu kesî dîtir qedexe bike ku ewa nirînên xwedi derbarê zimanê
yekgirtî de bipeyive an binivîse; lê divê em hemû rêzê li nirînên
hev yên zanistî bigrin, divê kesên mîna rêzdar Ferhad bi awakî zanistî
pêþniyarên xwe bike û divê
ew bi rêzdarî jî li lêkolînên zanistî yên birayên xwe Kurmanaxêv jî
temaþe bike, yekgirtina zimanê kurdî, aloziyên zimanê me bi vê bextiyên
erzan çareser nabe. Pirsgirêka yekitiya zaravên kurdî ne hêsan e, ji bo
wê xebat û pir lêkolînên zanistî, konfirans û kongirên kurdistanî pêwîst
in. Bi ser vê de jî niha hukumeta herêma Kurdistanê û gelê Kurd xerîkî
hin pirsên din yên rojan ne, siyasetmedar, rewþenbîr û nivîskarên þehreza
rewþa Kurdistanê û Îraqê baþ dibînin û ewanan dizanin kînga
yekitiya zimanê kurdî dest pê dike. Di vê derbarê de jî
serokê herêma Kurdistanê kek
Mesud Berzanî bi zanistî û hiþmendî gotiye;" NIHA NE DEMA ZIMANÊ
YEKBÛYÎ YE "
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org