|
Pelek
kesk ji dareke Efrînê Weþiya
( M. Norî Xorþîd, 1957- 2009 )
Dr.Ebdilmecît
Þêxo Erê
! Pelek kesk ji dareke berhemdar û bêhndar li Çiyayê Kurmênc weþiya. Sêwiyên
bajarê me û evîndarên peyvên narîn xwe di bin sîtavên vê dara
serbilind de, ji kîndarên mirovperweriyê
diparaztin. Lê
niha dara me perdeyek xemgîn ser rûçka xwe de berdaye , rondikên kesk ji
pelên wê dibarin û stêrka Mihemed Norî Xorþîd li êvaran
helbestên serxwþiyê ji dara bextreþ re dixwîne . Di
siba roja 10.10.2009 min û hevalê xwe Dr. Ehmed Ehmed û hevsera min Dilþan
li dervayî bajarê Efrînê , li destpêka riya gundê Maratê- gundê
Mezin bi dilêþeke kûr li çavnirîna
terma nemir bavê Ceger dikirin û min bi kovanên tûj ji hevalên xwe re
got ; Di rastiyê de herdem tête gotin ku kevir , hîm , rêk , newel , dar
, kanî , perçeyên ji sirûþtê ne û ciwan in , lê ewanan
bê giyan û hest in . Lê na
xanima min ! Na hevalê hêca ! Îro bi me re
dîmena sirûþtê jî
tengezar e , li derholên xwe temaþekin , bibînin
çawa darên zêtonan bi me re axînan berdidin , binêrin , çawa
zikê rêkê ji êþê avis bû ye , xwedê zana çend salan bavê Ceger
di ser vê rêkê re bi peya diçû û dihate dibistana Efrînê , darên li
kenarên vê rêkê tenê zanin ,
ku çiqas diltenikê me derdên sêwitiya xwe bi cegerxwînî ji qomriyan re
distira . Em hîn ji hev re
serxweþiyan bi çavên xwe dugihêzên , me dît pakrewanê me li ser piþta
baskên çêrokek birîndar sîwar bûye , di nav girî û þînê de berê
xwe daye nik balindên deng xweþ û fireþteyên buheþtê . Gava em gihane
gundê Maratê , min dîsan gote hevriyên xwe , we dît çawa kevirên
Maratê dinalin , hûn dengê girîna kaniya Maratê dibîsin ? ! Erê sirûþta
me qenciyên mirovên mîna dengbêjê êþ û derdan ,
Norî , bavê Ceger jibîrnakin , eger hûn bawer nakin , bibîsin nemir ci gotiye û çiqas ewî ji gund û gundiyên xwe hez
dikir (…… ………………………….
Min ji her kesî
hawîrdora
xwe hez dikir ,
min nizanî bû dilreþî çi ye,
ez mîna
kaniyekê diherikîm,
ez evîndarê balind û gulan ,
û þadiyên bilbilan bûm.
Min
ji hertiþtî hez dikir ,
her tiþtê li gundê min xweþik bû ,
bila ez bimrama ,
tenê min ji wir barnekira ,
ewa
bûhþta min bû,
lê min ewa winda kir )
( werger ji zimanê erebî )
Di
ber xwendina van çend rêzikan re , em gihana guristana (Gundê Mezin ) stêrên
çavên me di qermîçekên rûyên me de bi hawar û giriyên Keç
û lawên nemir hatin meyandin . Gava
ku nivîskarê mirovperwer binax dikirin , hevalê min
Dr. Ehmed bi min re got ; ez jî dixwazim hin gotinên hevalê xwe
Norî hûnim bîra we, Norî
di helbesteke xwe de lava kiriye ku ewa ne bi cawa spî bête pêçan , lê
tenê bi rojnaman , ewî jî helbestek ji me re xwend .
Dê rojekê helbest min bikuje
Pêriyên helbestê
serdanek jar li min kirin
þêweyên tirsê ji min re destnîþan kirin
û gotin : Dê helbest
rojekê
di vê dema kevirî de
te
bikuje
xxxxx
Ne xeme
ku
helbest min bikuje
belkî kuþtina min ji we re jî
ne qisawet be
lê lavayek ..lavaaaaa yek
min heye …!
li
dewsa cawa spî
min bi rojnaman bipêçin
pirtûkên min
bi min re têxin gornê
ta ku ewanan
min mijûl bikin
ax ....ezê çawa
di gorna xwe de
vê pirtûkên xwe bijîm ? !!!
( Werger ji zimanê erebî ) Mihemed
Norî Xorþîd di sala 1957 an ji dayik bû ye , ew
û belengaziyê ve cêwî bûn ,di bin baskên bexteke setemkar de û
bi tenayetî li gundê Maratê ( Çiyayê Kurmênc ) tev diya xwe Hizêranê
dijîya . Ewî
xwendina xwe seretayî , navîn û sernavîn li gundê Maratê û Efrînê kuta kiriye , nemirê peyvên rastgo; lêsansê di
zimanê erebî de ji zanîngeha Helebê di sala 1984 an de werdigre û di
pir dibistanên parêzgeha Helebê de mamosteyetî kiriye. Du
keç û pênc lawên rewþenbîrê zindî hebûn , hîn M.Norî. Xorþîd lingên xwe yên xwes , zikreþiyên derdora xwe ji bîrnekiribûn
, perwînên buheþtê giyana lawekî ciwan Rêzan li piþtên xwe sîwar
kirin û bi xwe re mîna çûkeke qeþeng û sazbend birin nik bêgunehên jînê. Bavê
Ceger bi xwîna dilê xwe pirûkek helbestî bi navê ( Balindê Bûheþtê
) di sala 2003 an de terxande
kurê xwe Rêzan . Çiqas
M.Norî bi dilzarî û agirþewat helbestên xwe li tevnê dixistin , gilûgazinên xwe ji meriyên xwe dikirin , lê ewqas jî
diltenk bû û di bin sîbera helbesta dilovan de hemû gunehên meriyên
xwe di girava hezkirina xwe de þewitandin.
Hûn li
kuderê bûn
Gava ez jar bûm
mîna segekî biçûk
bê
sud
li pariyek nan digeriyam ?!
X X X
hûn li kuderê bûn
dema
ez derbider bûm
tev firmêskên çavên xwe
pêxasî
dimeþîm
xûn ji dilê min diherikî
ji þerma tazîbûna guvdê xwe re
min serê xwe ditewand
ne xanî
ne xwedan
û ne jî siya darê hebûn ?!
X
X X
Hûn li kuderê bûn
min rojekê nedît
hûn bi min re bûn
min
tucarî nedît
destek dilovan
xwe dirêjî porê min
yan destên min kirin
û
ez ji hejartiyê rizgar kirim
yan
stêrên çavên min
paqij kirin
min tenê kînên we yên bê çav dîtin
para min ji we tenê zikreþî bû
...........
..........
........................................ )
Ey meriyên min
di
wan rojên min
mîna sedsalan derbaz dibûn
xudêkê
hûn di bin kê de bûn ?
ne
xem e , ey meriyên min !
tevî ku birîn mezin e
tevî ku setema we
weke þûrekê
bi
ser min de dihat
ez ji
dil de
li we diborînim !!!!
X X X
Min
rojekê ji bavê Ceger pirsî ,
mamoste tu çima hemû derd û zamên xwe bi zimanê erebî derdibirî ? Ewî
bi hêrseke nazîk , gote min ; kek Mecît ! Bi biratiya me herduyan ez
dixwazim bi zimanê dayika xwe binivisînim , zimanê me weke þîrê
dayikan þêrîn e, ez çi bikim , niha ez bê çar im , lê ezê mîna her
kesekî niþtimanperwer hewal bidim ku bi zimanê Ehmedê Xanî û Celadet
Bedirxan binivîsînim , kek Mecît ! Tu zanî ez çiqas xemxwarê gel û
welatê xwe me , ez dildarê civaka wekheviya gelan im , ka bibîne û
bibhîse ! Navê dîwana
min û navnîþana helbesta min
ya yekem çî ye ?
Kînga ezê navê te eþker bêjim Helbestvanê
me bi serhilmiþtî , bi kelgermî û hinarikên wî mîna gangilokan bûn,
helbesta xwe ji min re xwend;
Ez
te di dilê xwe de
vediþêrim
ez newêrim navê te
eþkere bêjim
ez te di hevokê de
di sîmbolê
de
di þanê
de
vediþêrim
niwe
li hawîrdora me
bi mij e
di serdema me de
wijdanên kesan
xew kirine !!!
X X X
Kînga ezê hestên xwe
yên zîndankirî serbest berdim
eþkere bêjim
ez ji te hez dikim
û sirûda xwe
ya xemgînî
li piþt
xwe bihêlim.........
(.....Kînga emê serketina peyvê
li ser bêdengiya
sedsalan
û germbûna rojê
li zîndanan de
li darxînin
?
Ese
dê
rojek were
ezê bi tijî devê xwe
ji te re bêjim
ez evîndarê te me.......
.......
)
( Werger ji zimanê erebî ) Min
dîsan ji wî pirsî, tu kê yan çi di dilê xwe de vediþêrî ? Ewî gote
min , ma rast tu nizanî ez Kurdistanê di dilê xwe de vediþêrim !
Min dîsan ewa hurhitand û gote wî, erê hevalo , xwaziya te ew
tirsa ji dilê xwe derxista !!! Danûstandina
me pir dirêj û germ bû , lê li dawiyê ez kanim bêjim ; Nivîskar M. N.
Xorþîd bê sênor mirovhez bû , ewî bi qaserî kanîn û gengaziya xwe
welatparêz bû, ewî mîna pisporekî zimanê erebî , lêveger li sê , çar
pirtûkên hevalên xwe kiri bûn ; mîna 1- Yelmaz Gûney , 2- Efsane û
serpêhatiyên Rojhilatê( Kurdî , E. M. Þ ) yên hilbijarte ji wergera
Dr. Ehmed Ehmed .3- Gurzek gul ji helbestên zimanê kurdî ji wergera nivîsevanê
vê gotarê (1995 ) . M.
N. Xorþîd di jiyana xwe de du
dîwan 1-( kînga ezê navê te eþkere bikim ,1997 ), 2- ( Hezarê behuþtê
, - balindê behuþtê- 2003 ) û pirtûkek ji çêrokan ( Êþên Xorþîd
, 2003 ) weþandin . Lê
pir mixabin , nivîskarê nemir
nikanî bû di xweþiya xwe de çavên jin
û keçên xwe bi du berhemên xwe yên ne çapkirî kil bidana ,
û ev herdu pirtûk li þûn wî mane 1-Dilê min û hêvê ve , ji kê
re didîgrîn -2- Ezê
herdem
helbestan biherikînim . Piþtî
ku min di vê nîvî þevê de , di êvareke bajarê Efrînê de , avceniyek
dijwar di gola bêzariya jînegerî û cîhana helbestên nemir de kir , ez
kanim tenê ji giyanê M. N.
Xorþîd re bêjim ; Erê, ne
dilê te û ne jî hêvê te kanîn ji kesî re bidîgrîn , lê hemû
hezkiriyên te , dê ji dil û hêva te re dilopan biherkînin û bi helbestên
te cavên xwe ziya bikin .....
.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org