|
Rapora Bêkir û Hamilton ne tenê li dijî gelê Kurd de, lê ewa li dijî bayê
dêmokratiyê li Rojhilatanavîn e jî Dr.Ebdilmecît
Þêxo Pir
caran di dîrokê de þer û borandinên cîhanî mezin ji bo rizgarkirina
gelên bindest dibin fersendên kêrhatî, ewan gelan sudên mezin ji wan
heyamên awerte dibînin û dewletên
serbixwe an nîv serbixwe ava dikin. Þerê yekemîn di salên (1914-1918)
de, rûxandina Împiratora
osmanî û avakirina hin dewltên nîvserbixwe li ser xaka welatê erebî
nimûneyên diyar in. Dîsan rûxandina destlata Sovyetistanê û
Yogislafiya berê ji sala 1990 î û vir de bûne sedema serxwebûna pir
komarên Sovyetistana berê û piþtî cengeke mezin navxweyî di salên 1992-1995 de
hin dewltên serbixwe li þûn Yogislafiya yekgirtî li gor
hevpeymana"Datiyon" di sala 1995 an de bi alîkariya Emêrêka
hatin damezrandin û herweha jî di encama hilweþandina sêstêma
sosyalistiyê ,Almaniya Rojava
û Almaniya Rojhilat jî bûne yek dewlet. Girêdayî
van axivtinên jorîn jî, mirov dikane dîsan hevpeymana "Sêverê"
ya ku di piþtî cenga cîhanê ya yekem de, di sala 1920 ê de
pêk hatiye, bi bîrhûne. Li
gorî peymana "Sayiks-Pîko di sala 1916 an de, dewletên hevpeyman pir
gel û axên wan gelan ji bin nîrê Osmaniyan rizgar
kirin û dewletên nîvserbixwe di bin siyên koleddarên nû mîna
Firansa, Birêtaniya, Îtaliya de av bûn. Di
wê demê de nûnerên gelê Kurd mîna Cenêral Þerîf Paþa daxwaza
avakirina dewletek kurdî ji kongira aþtiyê"Hevpeymana Sêverê
" kir, lê dewletên hevpeyman li gorî berjewendiyên xwe hinek giringî
dane gelê Kurd û biryara pênasîna mafê gelê
Kurd û damezrandina dewletek autonomî li ser(sedî 40) ji axa
Kurdistana Bakur istandi bûn. Ev
hevpeymana û pênasîna mafê netewî ji aliyên dewletên navnetewî de di
dîroka Kurdistanê de cihekî nirxbuha istanti bûn, lê mixabin dewletên
hevpeyman li ser sozên xwe neman, her dewletek ji wanan li gorî kêrhatiyên
xwe têkelî bi Mistefa Kemal Ataturk re kirin, li gorî sudên xwe li doza
gelê Kurd temaþe kirin û nedixwastin biryara "Sêverê"
dermafê gelê Kurd zû, zû pêk hûnin. M.Atatuk pêwendiyên xwe bi
dewletên hevpeyman re rind dikir û li dawiyê di sala 1923 an de peymana
"lozanê " derket hola siyasî.
Dewletên hevpeyman di vê peymanê de gelê Kurd yekcarî ne anîn ser
zimanên xwe,û ne jî çêra hevpeymana "Sêverê "
bûn.Bi vî rengî gelê Kurd bûye qurbana berjewendiyên dewletên
sermiyandar û koledar. Lê
dîsan gelê Kurd xwe ne spart qedera siyasî, ewî raperîn û þoreþên
kurdî berdewam kirin. Di sala1946 an de li Îranê komara Kurdistan bi
seroketiya nemir Qazî Muhemed û bi alîkariya hin dewletên navnetewî ava
bû û bi alîkariya van dewletên navnetewî bi xwe jî
komara Kurdistan hate rûxandin û serokê
komara Kurdistanê jî hate darvekirin. Ev jî dîsan di dîroka
siyaseta dewletên navnetewî de mîna Emêrîka, Firansa, Birêtaniya,
Sovyetistana berê mînakeke geþ e, armancên van dewletan berî her tiþtî
berjewendî ne û ne pêkanîna dêmokratiyê ye. Dîsan
wek nimûne, þoreþa Kurdistana Îraqê ya dawiyê bi seroketiya nemir
M.M.Berzanî di sala 1975 an de bi alîkariya Emêrîka hate rûxandin , Emêrîka
sozên xwe bi nûnerên gelê Kurd re bi cih ne anîn û þalyarê derve yê
Emêrîka Hinrî Kêsingir gote raya giþtî ku di siyasetê de sincî nîne. Di
sala1991 ê de raperîn li herêma Kurdistana Îraqê çê bûn, bi milyonan
Kurd penaber bûn. Di 5. 04.1991 ê de encumena
parastinê ya navnetewî biryara parastina herêma Kurdistanê
derxist , di 19.05.1992 an de yekemîn perlemana kurdî hate hilbijartin û
di 5.07.1992 an de yekemîn hukumeta kurdî jî hate ragîhandin . Di
van serbûyerên jorîn de rola Emêrîka di piþtvaniya gelê Kurd de pir
bilind bû, Kurdan gotin ; hêdî Emêrîka li xwe vegeriya ye, ewa dixwaze
alîkariya gelê Kurd bi kêmasî
li Kurdistana Îraqê bike, lewra jî piraniya partiyên Kurdistanê xwestin
helwestên Emêrîka yên berê, û helwestên dewletên hevpeyman yên neyênî
dermafê gelê Kurd di hevpeymana "Lozanê "de û rola Emêrîka
di rûxandina þoreþa 1975 an
de jibîr bikin û bi hiþeke nû, bûyerên nû li cîhanê
û bi taybetî li Rojhilatanavîn bixûnin. Li
aliyê din bi rastî Emêrîka û dewletên din mîna Birêtaniya, herêma
Kurdistanê ji hêriþên Sedamê dîktetur parastin û gelê Kurd herêma
xwe Kurdistan bi xwe xwe û bi rêbertiyên du partiyên sereke, P.D.K (kek
Mesud Berzanî ),Y.N.K(mam Celal Talbanî
bi rêvebirin. Pêwendiyên pêþengên Kurdistanê bi partiyên Erebên
Îraqê û ji bo rûxandina rêjîma
Sedam xurtir dibûn. Herweha jî hemû partiyên kurdistanî û yên Îraqî
bi karên hevbeþ ji bo têkçûna rêjîma partiya "Bes"
têkeliyên xwe bi Emêrîka û Birêtaniya re pir baþ kirin, û
evan herdu dewletên hêzdar bi razîbûna hêzên
îraqî û kurdistanî destlata "Bes" di 9.04.2003 an de bi
hêriþeke leþgerî rûxandin.
Heyameke siyasî nû li Îraqê peyda bû, d i cîhana siyasî de hate
gotin, ku Emêrîka pirojeya xwe ya bi Rojhilatanavîn ya nû ji Îraqê de
destpê kir, hemû hêzên dêmokrat û bi taybetî li Rojhilatanavîn bi rûxandina
rêjîma dîktetur dilþad bûn, ewanan bi hêviyên mezin li pêþerojên
xwe temaþe kirin. Du hukumetên
Îraqê yên katî bi lihevhatinên partiyên kurdî û erebî û bi
serdariyên van herdu berêzan 1- Îyad Elawaî
2- û Îbrahîm Elceferî hatin damezrandin Di
piþt re hukumeta Norî Elmalikî hate avakirin û berêz Mam Celal Talbanî
mîna serokê Îraqa fêderal cara duhem hate vebjartin. Bê
guman di vê heyamê de jî destura Îraqa fedêral di perlemana Îraqê de
hatiye pejrandin,û di desturê
de hatiye ku divê li gorî xala 140 î
pirsa Kerkuka kurdistanî ta sala 2007 an çareser bibe. Lê
weke ji hemû cîhanê re rind diyar bû ye ku ji roja rûxandina rêjîma
"Bes" de û ta roja îro rêxistina "Elqaîde" ya têror,
rêxistinên erebî sinî û hin caran yên þî-î
û bermayên partiya "Bes" bi alîkariyên hin dewletên cîran
û bi taybetî mîna dewleta Sûriyê þerê hukumeta Îraqa fêderal bi hemû
alavên ne rewa dikin û ta
niha bi hezaran hemwelatiyên
îraqî bi karên têrorî û xwekujtinî hatine þehîdkirin . Hêzên
dewletên hevpeyman bi seroketiya leþgerên Emêrîka û leþgerên komara
fêderal gelek aloziyên dijwar dîtine û hîn jî dibînin, ewanan mixabin
nikanî bûn û hîn jî nikanin gelê Îraqê ji hêriþên têrorist, hêzên
netewperest û kevneperest
biparêzin, ango gelê Îraqê di bê aramiyeke mezin de dijî. Di van mehên
dawiyê de pir eþkere bû ku dewletên hevpeyman bi serdariya Emêrîka ji
xwe re li hin berdêlên çareseriyê digerin, lê bê guman ewanan dizanin
ku çare li nik hêzên Erebên
sinî, partiya "Bes" û dewletên dirawsê
ye. Lewra jî destlata Emêrîka hîn beriya
9 mehan du kesayetiyên nasdar1-Bêkir ji partiya komarî (Elcomhorî ).2-Hamilton ji partiya Eldêmokratî ji bo
amedekirina raporeke giþtî þandin Bexdadê,û evan herduyan rapora xwe bi
160 rûpelî û
bi 79 xalan di 1.02.2006 an
de pêþkêþî raya giþtî
kirin. Çima ev rapora hate holê? Her
mirovek hêdî zane ku dewletên hevpeyman bi seroketiya Emêrîka hêdî
nikane berevaniya gelê Îraqê bike, gelên wan dewletên hevpeyman û
pir partiyên wan dewletan, rexnên xwe arastî destlatên xwe dikin,
ewanan dibînin ku Emêrîka ,Birêtaniya li Îraqê binketî ne û hêdî ewanan
naxwezin hemwelatiyên xwe li Îraqê bimirin. Ev her du partî naxwzin
cemawer ji xwe
dilsarî bikin û naxwazin jî berjewendiyên xwe li Rojhilatanavîn
winda bikin, ji ber vê jî ewanan
xwe neçar dibînin, ku nameyekê bi 160 rûpelan ji van hêzên karîger û dewletên dirawsê re biþînin .Bi ser vê de jî
balyozê dewleta Emêrika Xelîl Zade hîn berîya derketina vê raporê
bi dizî diyalogên lihevhatinê bi rêberên
partiya "Bes" re li Urdonê pêk anî bûn. Diyar e mercên
pêþengên Besiyan li ser Xelîl Zade pir giran bûn, çimkî ewanan
ji wî re goti bûn û ji wî xwesti bûn;
ta ku diyalog di navbera
me de berdewam bibin, divê hûn
di gava yekem de Sedam Husên ji zîndanê serbest bikin. Dêmek pir ji me
re zelal dibe, ku çiqas Emêrîka li Îraqê serketî ye û ewa çiqas
binketî ye. Wek
me got; rapora Bêkir-Hamilton nameyek pir zelale, Emêrîka dixwaze li ser
navên van herdu siyasetvanên navdar Bêkir û Hamêlton ji dewletên cîranên
Îraqê bi belge bêje; va ye tiþtên ku hûn ji wan ditirsin, emê wan
tirsan ji dilên we derxînin. Dewletên dirawsê pir bi dilxweþî li vê
rapora bêzar temaþe kirin ji ber ku, ewanan û hemî hêzên dijî
dêmokratiya Îraqê baþ dîtin; ku Emêrîka li Îraqê westîya ye û ewa
hêdî nikane pêdariyê baþ li Îraqê bike .2-Ewa hêdî nikane pêpendiyê
bi destura Îraqê ya rewa bike ango ewa niyaz dike ku destura Îraqê li
gor hin berjewndiyên wan dewletan û wan hêzên
regezperst bi kar hûnin.3- Ya herî giring ew e ku Emêrîka
dixwaze bi çavên din li gelê Kurd û Kurdistanê temaþe bike, yanê
Emêrîka (Bêkir –Hamilton) navê Kurd û Kurdistanê di rapora xwe de bi
mebestek neyênî neanîne zimên, lewra ne dûr e ku ewa dixwaze
nerasterast dîsan hevpeymana "Lozanê"hûne bîra van dewletên
dirawsê û hevkarên wan.4-Ewan di rapora xwe de pirsa çareserkirina
Kerkukê rawestandin.5- Ewanan dixwazin fêderaliya Kurdistana Îraqê jar
bibe û destlatiya dewleta navbendî li Bexdadê li ser Kurdistanê hêztir
bikin, ango ewanan dixwazin hukumeta herêma Kurdistanê qelstir bikin, ta
ku rola gelê Kurd li Kurdistanê jartir û qelstir bibe û nikanibin di pêþerojê
de bi hêz berevaniya mafên gelê Kurd yên dadmend bike û ta ku hukumeta
herêma Kurdistanê nikanibe sudan li gelê Kurd li beþên din jî bike 6-
Bêkir û Hamilton bi awayeke vekirî diyalogan bi dewletên cîran re
dixwazin . Lê
dewletên cîran jî bi tektîkên jêhatî û li gorî berjewendiyên xwe
bazarê bi Emêrîka re li ser
hin pirsan vekir û li ser hin pirsên din bi nehênî dikin wek nimûne; Îran
ji Emêrîka dixweze ku ewa pirojeya wê ya atomî rewa bibîne û hêdî þerê
wê neke . û Sûriyê jî dixwaze ku Îsraîl gira Colanê li wê vegerîne.Turkiyê
jî yekcarî naxweze ku Erebên þî î li Îraqê xawên roleke mezin bin,
an fêderalî li herêma baþura
Îraqê ji bo þîyan jî ava bibe. lewra jî me dît ku di vê mehê de, çawaTurkiyê
kongira Erebên sinî li Istenbolê hembêz kir. Li
aliyê din Sûriyê bi dizî ji Emêrîka dixwaze ku ewa çavên xwe li ser
dadgeha navnetewî derbarê kujtina Refîq Elherîrî û þalyar Bîr Cemîl
damrînin . Em
nikanin bawer bikin ku Sûriyê bi van daxwazên xwe re rastgo ye, ewa jî
weke Emêrîka bazirganiya xwe dike, yanê ewa pir qezencan ji Emêrîka û
ji Îsraîl dixwaze, lê bi ya me be, Sûriyê di rewþa niha de dê tenê
li ser du daxwazan raweste;1-Divê ku Emêrika û hevalbendên wê rasterast
bi rûxandina rêjîma partiya "Bes"li Sûriyê
neramin.2- Divê evan dewletan rastiya rapora dadgeha navdewletî
dermafê Refîq Elherîrî û Pîr Cemîl bincil bikin3-Divê evan dewletan
piþtvaniya sazî û rêxistinên rikber li hundir û li dervayê welêt
nekin. Lê
bi ya me be, hemû daxwaziyên din ji Sûriyê re ne pir giring in, ewa bi
van daxwaziyên xwe mîna vegerandina gira Colanê, ji xwe re dike mîna
ciwankirina rûya xwe ya netewî . Li
aliyê din jî Kundelîza Rayis þalyara derve ya Emêrîka hin caran di
ragihandinê de dibêje; em diyalogan bi Sûriyê û Îranê re napejrînin.
Bi vî rengî nirîna wê tersî banga Bêkir û Hamilton ji Sûriyê û Îranê
re ji bo diyalogê ye. Ev du nirînên bervajî hev ji dewleta Emêrika cihê
gumanin mezinin. Em dibêjin herdu dewlet
pir tiþtan ji hev dixwazin, lê herdu jî dixwazin li dawiya bazarê
de li ser van du xalên niha zor giring û metirsî rawestin .!-Sûriyê alîkariya
komara Îraqê ya fêderal bike,û alîkariya
rêxistinên rikber û têrorîstan neke. Ev niha ji bo Emêrîka zor
giring e.2- Li hember wê Emêrîka hukemeta Sûriyê ji rûxandinê
û rikberan biparêze . Bê
guman eger di rastiyê de ev herdu dewlet li ser van herdu xalan bi tenê û
bi dizî li hev bikin, di nirîna me de ewa ne tenê lêdaneke neyînî
mezin ji Kurdan re ye, lê ewa wek tîreke din arastî
hemû hêzên dêmokratîxwez li herêma Rojhilatanavîn dibe . Hêzên
dêmokratîxwz li van welatan berê qels û jar in, ewanan û mixabin
nikanin li ser lingên xwe li
hember destlaên welatên xwe rawestin. Vê carê ewanan dê her qelstir
bibin û dê carek din cîhana dêmokratîxwezan bibe qurbana qezencên
dewletên keysebaz û
berjewendparêz. Belkî
ji ber van siyasetên Emêrîka
yên çewt,Turkiyê wêrî bû, komgira
Erebên sinî li Istenbulê hembêz bikira, ta ku Emêrîka hîn pirtir
kompirîmîsan bi dewletên cîran re bike, hin daxwazên wan yên giring mîna
pirsa Kerkukê û fêderaliya Kurdistanê )li Îraqê bibihîsin,û
destkewtiyên gelê Kurdistanê dîsan beravêtî bikin . Derçûna
rapora Bêkir-Hamilton bêaramiyek mezin li nik serkirdayetiya hikumeta
Kurdistanê û gelê Kurd li her çar beþên Kurdistanê peyda kir, serokê
herêma Kurdistanê gelek bi lez helwesta xwe bi neyînî li diji vê raporê
derbirî ,hemû partiyên Kurdistanê û bi hezaran rewþenbîr û
siyasetmedarên serbixwe eva rapora rexnekirin. Tevî
em dizanin ku serok Corc Boþ bi
telîfonê bi serokê Kurdistanê kek Mesud Berzanî re û bi serokê Îraqê
mam Celal Talbanî re goti bû , divê hûn xwe bê aram nekin, emê her tiþtî
li gor sudên Îraqê bikin, û em destkewtiyên xwe û we li Îraqê têknadin…serok
Corc Boþ bi van gotinên gelemper bersiva herdu serokan û bersiva gelê
Kurdistanê û Îraqê anîn
zimên. lê mixabin em dibînin ku bersiva serokê Emêrîka
bersiveke ne zela e, di wê de tu çespandin li ser destkewtiyên gelê
Kurdistanê û li ser Kerkukê û hêzkirina Kurdistana fêderal ranewestiya
ye, lewra jî gelê Kurdistanê di ne hêminiyê de dijî û em hemî
naxwazin bawer bikin ku Emêrîka carek din sozên xwe bi
pêþengên Kurdistanê û gelê Kurd re bi chi nîne Di
encama van gotinên xwe de em dixwazin bêjin ku niha Emêrîka cihê
rexneyeke mezin e 1-Ji ber ku
ewê nikanî bû rewþa Îraqê berî rûxandina rêjîma dîktetur baþ
bixwenda. 2-
Ewê nikanî bû pêþde rastiya hundir Îraqê bidîta.3-Ewê pêþda lîskên
xwe yên siyasî bi dewletên dirawsê re nekiri bûn. 4-Emêrîka zora xwe
tenê dabû hêza xwe ya leþgerî.5-Emêrîka û hevalbendên wê piþtî rûxandina
rêjîma Sedamî dîsan pir caran bi serê xwe biryar istandine û li gor
nirînên xwe û bê qedirdayîn ji nirînên partî û rêxstinên îraqî
re, bi taybetî di warê asayêþê de gavên xwe þaþ avêtine. Em
bawer dikin hîn pir xalên din li piþt perdan hene ku em niha nikanin wan
bibînin, bê guman di rojên duhatî de dê hîn gelek pirsên din zelal
bibin . Lê
eger sedemên Emêrîka çi
dibin ,bila bibin ,ewa û hevalbendên xwe ve bi pêkanîna vê raporê
dîsan birîneke gewre di terma tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê de
vedikin û ziyaneke bêsînor
digînin bizava dêmokratiyê li Rojhilatanavîn. Lewra,
divê ne tenê gelê Kurd li Kurdistana baþur nerazîbûna xwe ji rapora
van herdu siyasetmedaran
derbibirin, lê pêwîst e gelê
Kurd li her sê beþên din jî, hemû rêxistin û partiyên dêmokratîxwez,
aþtîxwaz û bi kêmasî li Rojhilatanavîn bi awayên þarastanî helwestên
xwe li dijî xalên neyênî di raporê de hûnin zimên .
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org