|
Roviyên
kîndar nayên gazinckirin Dr.
Ebdilmecît Þêxo Dîroka
Osmanliyan û ya Kemalîstên toranîst di eniya cîhana dêmokrat û pêþverû
de pir bi xêzên hovane hatiye naskirin, çerx û dem li Turkiyê rawestî
ya ye, ne destladarên sîvîl, ne destlatdarên leþgerî û ne jî
destladarên bi navê ola îslamî kanîbûn zikreþiya xwe bi bayê pêþketina
cîhanê biþoin, an mêjiyên serên xwe bi guhertinên þarastanî hinekî
avdin. Bi
karanîna þêweyên ne mirovane ji aliyê roviyên gewr de li dijî miletên
bindest mîna gelê Ermen û gelê Kurd pir sanahî û xweserî ye. Eger em
tenê hinekî li rûpelên mêjûya nû li Turkiyê û li Kurdistana Turkiyê
vegerin, gelek bi lez pir bûyerên hovane têtin bîra mirov. Kuþtin, serjêkirin,
þewtandin, talandina namusên jinên Kurd, qelaþtina zikên jinan û zaroyên
Kurdan di hemû raperîn û þoreþên Kurdistana Turkiyê de,( þoreþa Þêx
þeîd Pîranî, þoreþa Dêrsim, þoreþa
Araratê ) li nikTurkên regezperest û kîndar zor rûdawek e xwezayî
ye. Gelê
Kurd li her çar beþên Kurdistanê pirtîrî çar hezar sal li dijî
dijminên xwe bi mêrane berxwe dide, gelê me ji bo azadiya xwe bi milyonan
pakrewan dane, eniya dîroka bizava azadîxwaza Kurdistanê li herderê mîna
stêrkan geþ e. Pakrewanên mîna Þêx Seîd Pîranî, Qazî Muhemed,
M.M.Berzanî, Dr. Ebdilrehman Qasimlo, Leyle Qasim û Zekiye Alkan û h.d Vîna
gelê me hîn hêztir kirine. Em
dixwazin di vê kurtegotara xwe ya nerazîbûnê de ji raya giþtî li cîhanê
û ji raya giþtî ya Kurdistanê re bêjin; dijminên me karên xwe li dijî
dêmokratiyê, li dijî mirovperweriyê, li dijî azadiya gelan dikin,
ewanan tu carî ji ber karên xwe yên ne bajaravanî û ne mirovane þerm
nekirine, û ne jî niha ji ber jehirkirina serokê (PKK ya berê) rêzdar
Ebdela Ocelan þerm dikin, di ferhenga siyaseta toraniyan û þovîniyên
Ereb û Faris de her tiþtek li
dijî Kurdan rewa ye. Ji ber ku dijminên
me bê rawestan, li me xistine, em kuþtine , serokên me darvekirine, lewra
jî em hêdî çi ji wan dibîsin, bi rastî, em matmayî namînin, û
yekser em dibêjin, dijmin, dijmin e, û pendeke kurdî dibêje; " Rî
bû ye bost, lê dijmin ne bû ye dost" . Lê tiþtê herî matmayî û
ne xweserî ew e, ku îro dengên dêmokratî û azadîxwazên Kurdistanê
û dengên hêzên dêmokratî li Rojhilata Navîn, li Ewropa û li hemû cîhanê
li dijî cehirkirina berêz E. Ocelan bilnd nabin, û deriya dadgeheke mezin
ji bo tawanên MÎT ên Turkiyê
venakin !!! Em
bi tundî hukumeta R.Ordexan ji ber vî karî tirsonekî, rûreþ û þermezardikin,
em dibêjin bijî hevkariya hêzên Kurdistanî, bijî hevkariya hêzên dêmokrat
û rizgarîxwaz li Rojhilata Navîn û li Cîhanê û azadî ji rêzdar E.
Ocelan re !!!!
10.03.2007
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org