|
Serxweþiyek
vekirî ji malbeta apê Adîkê û gelê Kurd re Dr.Ebdilmecît Þêxo
Ez
jî mîna hemû kurdperweran bi koçkirina þahê tembura kurdî, þahê sazên
kurdî yên kevneþopî apê me, apê Adîk pir xemgîn û bê zar bûm. Cara
yekem min hunermendêkurdperwer ûrûmetdar di sala 1993 an de di yekemîn mîhrecana
roja helbesta kurdî de li "Kela Horî" nas kir. Temenê wî di
ser 80 salî re bû, gava me ewa bi navê komîta amedekar û bi riyê
hevalekî me vexwendî mîhrecanê kir, ewî goti bû, ez mirovekîkal im,
ez naçim þahiyan û zemawendan, lê eger eva mîhrecana helbesta kurdî
ye, ezê ji bo xatirê kurdweriyê û ji bo xatirênhevalên welatperwer li
mîhrecanê beþdar bim. Di rastiyê de jî apê me, sazbendê mezin bi rewþenbîr,
helbestvan û nivîskarên gelê xwe re li " Kela "Horî" tev
tembura xweamede bû, ewî bi sazên xwe dilên me vejand, ewî li ber sazên
tembura xwe hestên helbestvanan germ kirin, ewî bi sazên xwe lat û
nerdewanên "Kela Horî" yênbêzar, sernûve rûgeþ kirin, ewî
tev dengênhelbestvanên xwe mizgînî ji bavpîrênKurdan re diþandin.
Ewroja hîn di bîra min de ye ku çawa dîmenên derdora me, çûk û
balindên li ser daran bi sazên hunermendê me re dikeniyan. Ez
dixwazim dilþadiya xwe jî hûnim zimên, gava min keç û lawên gelê
Kurd li ser rûpelên malperên kurdî li derdora terma apê nemir Adîk dîtin,
eva dîsan tête vê wateyê ku gelê me û rêxistinên tevgera me ya
dadmend tucarî hunermendên niþtimanperwer jibîr nakin, bi ya min be jî,
ewa rudaweke þaristanî ye û nîþana pêþketina tevgera me û gelê me
ye . Ez
bi bûneya vê bûyera reþ serxweþiya malbeta hunermendê gernas û gelê
Kurd dikim, û dibêjim; bila dilên we hemûyan hêmin bin, apê me jî
niha tev karwana pakrewanên Kurdistanê di buheþtê de ye, ew niha li gel
hevalên xwe, dengbêj û sazbendên nemir ahengan ji bo pêþerojeke geþ
ji gelê Kurd re li dardixin. Careke
din serên we hemûyan xweþ bin ! Bila sed gurzegul
li ser gorna nemirapê ADÎKbin. Almaniya 8.06.2007 .
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org