|
Ta
kînaga gelê Kurd li Kurdistana Rojava Dr.Ebdilmecît
Þêxo Di
rastiyê de hêdî pir kesên
zaniyar, siyasetvan, dîrokzan helwestên gelê Kurd li hember Sûriyê baþ
zanin, jerkî beþek ji Kurdistanê li gor hevpeymana Sayiks –Pîko ya bêzar
bi Sûriyê re kete bin destên koledra Firansa, gelê Kurd bi hemû hêzên
xwe li gel gelê Ereb li dijî
Firansa rawestiya ye. Jerkî
tevgera azadîxwaza Kurd li Kurdistana Sûriyê di sala 1957 an de bi navê
"Partiya dêmokrata Kurdistanî" li Sûriyê dest bi xebata xwe ya
netewî kiriye, tevgera me li rex gelê Ereb têkoþîn ji bo pêþketin û
avahiya Sûriyê kiriye, û ewê jî herdem li gel gelê Ereb berevaniya Sûriyê
li dijî dijminên dervayî kirî ye. lê mixabin hemî hukumetên Sûriyê
û ta niha nikanîn hebûna netewa Kurd mîna neteweke serbixwe
bipejrandana, û bi ser de jî ewanan gelê me herdem bi hemû cureyên ne
mirovane bindest kirine û ew
çewsandine.Tevî van rûreþiyên destladarên Sûriyê û bi taybetî ya rêjîma
Bes, gelê me di beþdarbûna hilbijartinên encumena gel û encumena parêzgehên
Sûriyê amdebû ye. Bê guman, eger hilbijartinên encumenan vîna gel
derbibirin, ewanan dibin þêweyek ji alavên dêmokratiyê ye, û nûnerên
gel dikanin nirîn û pêþniyarên xwe li pênavê berjewendî û pêþketina
welêt di perlemanê de pêþkêþ bikin. Bi kêmasî ji sala 1963 an de gelên Sûriyê, Kurd , Ereb û
kêmnetewên din dêmokratî û azadiya xwe ne dîtine û eger gelê Ereb
carekê di bin nîrê zordestiyê de dijî, lê gelê me bi du rengên
dijwar dijî, yekem mina miletekî serbixwe bê xudî mafên netewî, siyasî
û rewþenbîrî tête bindestkirin, duhem, mîna hemwelatiya Sûriyê, dîsan
ew bê mafên dadmend e. Lewra
jî ji bo gelê me herdem pir giring e ku ew bi riya perlementan kanibe derd
û daxwazên xwe yên netewî û hemwelatî hûne zimên. Tevgera
me ya azadîxwaz tevî dijwariyên mezin, bi awaya ne rasterast, yanê ne bi
navê xwe yê rastîn di hemû xoleyên hilbijartinê de beþdar bû, lê
mixabin partiya "Bes "û hevalbendên wê di -"Eniya
pêþketî de "- herdem perlemêntarên
xwe pêþda amede dikin.Tevgera me di vî warî de xawên serbûriyên pir dewlemend e. Dr.
B. Elesed bi rêya ne rewa ji sal 2000 î de
seroketiya komara Sûriyê
dike, ew jî rêbertiya
Sûriyê ji bavê xwe rindtir nekiriye,
hemû sozên wî ji bo serrastkirinên siyasî, aborî û
civakî li badilhewa firiyane, bi sedan dêmokrat û aþtîxwez hîn
di zîndanên "Besiyan"
de ne, rewþa Sûriyê hîn
xeraptir dibe û navê wê li cîhanê û bi taybetî li nik welatên ewropî
û Emêrîka û hemî hêzên dêmokratîxwez bi xerapî deng vedaye. Li bin
sîtava van rastiyên jorîn, beþeke mezin ji tevgera me li gel hin partiyên
Ereb di
"Ragiyandina Þamê " biryar istandin ku ewanan di hilbijartina
xola 9 an ya encumena gel li Sûriyê beþdar nebin, lê li aliyê din du, sê
partiyên din kurdî dîsan dixwazin di vê þanoyê de beþdar bin , tevî
rêza min ji baweriyên wan re, lê di
nirîna min de "Eniyê " û "Hevbendiyê" helwesteke
rastir di derbarê vê þanoyê de istandine, ji ber ku ev herdu layan û bi
sedan rewþenbîr û siyasetmedarên serbixwe gihane vê baweriyê ku hêdî
bes e, gelê Kurd xwe bike lîstikên siyaseta partiya "Bes, "ewê(Tevgerê)
vê carê xwendinek baþ ji siyaseta partiya "Bes" re kiriye, ewa
dixwaze ji raya giþtî ji Sûriyê û ji cîhanê re bêje; va ye hêviya
me jî bi vê destlata zordar û þovînî nema ye, dewleta "Bes",
hemû saziyên wê yên peyrew û dûvik nikanin xwe biguhêrin, ewanan li
dijî dêmokratiyê û li dijî tevgera azadîxweza Kurd hîn pirtir çav
sor bûne. Lewra ez jî dibînm ku tevgera me di vê helwesta xwe de rastir çû ye. Li aliyê din
wek me gotiye; du, sê partiyên din bi awakî din li vê pirsê temaþe
dikin , ewanan dibêjin; em jî zanin ku destlata Sûriyê xwe pêþda nabe,
lê em dixwazin hebûna xwe û tevagera xwe ji destlata Sûriyê re mêlag
bikin. Bi ya min be ev nirîn hêdî kevin bû ye, çimkî tevgera me li Sûriyê
ne nû ye, tevgera me bi dehên
salan xebatên xwe kiriye, ewa bi navê gelê Kurd herdem beþdarî
hilbijartinan bû ye, ango, gel û tevgera me hebûna xwe berê ji destlata
Sûriyê û raya giþtî re mêlag kirine. Lewra jî ez dibînim ku ev
sedeman li nik wan partiyan hinekî kevin bûne, divê tevgera me li hin
alavên din bigere û þêweyên din ji bo xebata xwe bibîne. ji ber vê jî
tevgera me xwestiye vê carê bi alavek nû nerazîbûna xwe li dijî
hukumeta kevneperest û riçperest ji raya giþtî re bide diyarkirin. Li
rexberî vê jî dîsan tevgera me dixwaze nameyeke siyasî xurt ji hukumeta
Sûriyê re biþîne û ji wê re bêje; em mîna tevgera kurdî baweriya
xwe bi te nakin û em hêdî rolên xwe di þanoyên we de bi neyênî nalîzin
û em hêdî naxwazin di þanoyên we de yên li dijî vîna gelên Sûriyê
hevpar bin. Bi ya min be, ev nameya di vê wextê de baþtir e, gelê
Kurd li Kurdistana Rojava bi hêvî ye
ku tevgera xwe di pêþeroj de nameyên din baþtir û bi hêztir ji
rêjîma þovîn re biþîne, û alavên din nûhtir, dengdartir û bi awayên
aþtîyane li gel hêzên gelê Ereb yên dêmokratîxwez û pêþketî
biduzîne. Xaziya
tevgera me di roja 22.04.20007 an de bi
awayên aþtiyane li gel hêzên Ereb û hemû sazî û dezgeyên mafên
mirovan li bajarên mezin bi dengên bilind lîstikavanên þanoya pêkenok
þermezar bikirina, û herweha jî bi
dengên bilind û vekirî encamên xebat û karên encumenên berê jî
bidana xûyakirin. Çimkî eger tevgera me û hêzên "Ragihandina Þamê"nerazîbûn
û nama xwe tenê bi danîþtina di malan de
yan bi deranîna daxûyan derbibirin, belkî helwesta wan ya rastir
hinekî kulek bibe û bandora wê kêmtir bibe. Ma
ez bi bûneya roja 22.04.ê, cejna rojnamegeriya kurdî, tevgera
me ya rizgarîxwaz û hemû weþanên kurdî pîroz bikimû bêjim; her bijî
pênûsên rastgo! Û bila pênûsên keysebaz
û xwefiroþ bimrin ! Hezar
silav û rêz ji giyanê pakrewanê rojnamegeriya kurdî
MÎR MIQDAD MEDHET BEDIRXAN RE . 19.04.20007
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org