|
Têkoþîna nîvsedsalî
li Kurdistana Rojava li gelê Kurd û
li hêzên dêmokratîxwaz PÎROZ
BE Dr.Ebdilmecît
Þêxo 13.06.2oo7
Di
destpêka sedsala 20 ê de rûdawa koledaran mîna Firansa û Birêtaniya
hate holê, ewa ji bo gelên cîhanê seretayeke bêzar bû, þerê cîhanê
yê yekem 1914-1918 ji bo bidestxistina berjewendiyên koledaran pêk hat.
Di encama vî þerî de, Kurdistan cara duhem li gor Peymana Saykis-Pîko(1916)
parve dibe û Kurdistana Rojava (Cezîrê, Ciyayê Kurmênc û Kobaniyê) li
gor peymana Turkiyê û Firansa di 20.10.1921ê de bi Sûriyê re dikeve bin
nîrê Firansa . Dîroka
Firansa li Sûriyê reþ e, ewê cidabûn ne dikir navbera gelên Ereb û
Kurd, lewra gelê Kurd jî mîna azadîxwazên Ereb bi hemû tiwanên xwe li
dijî koledra Firansa têkoþîn dikir û ji jo azadiya Sûriyê bi camêrî qurbanî
pêþkþ kir. Lê piþtî ku Sûriyê bi saya têkoþîna gelê Kurd jî di
17. 04.1947 an de ji koledarên Firansa rizgar bû, destladarên Sûriyê
pir zû heval û dirawsiyê xwe(gelê Kurd )jibîr kir, ewanan tucarî nikanî
bûn nasnama netewî ya gelê Kurd nas bikirina, bi ser vê de jî, ewanan
zor û setemkarî li gelê me dikirin. Ronakbîrên gelê
me nikanî bûn rewþa awerte li ser gelê xwe bipejrandana,lewra jî hin
komele, rêxistinên civakî, û klup
bi destên wanan li Kurdistana Sûriyê hatin avakirin û paþê di roja
14.06.1957 an de hin têkoþreên rêzdar mîna nemir Osman Sebrî, nemir
Dr .Noredîn Zaza, Reþît Hemo, nemir Mihemed Elî Xoce, Ebdilhemîd
Derwîþ, Þewket Henan û hin din yekemîn rêxistineke siyasî û bi
armancên netewî zelal bi navê "Partiya dêmokrat ya Kurdistanê (Sûriyê)
damezrandin. Di
roja 14.06.2007 an de nîvsedsal tomî di ser avakirina yekemîn partî li
Kurdistana Sûriyê re derbaz dibe, eva roja, roja destpêkirina tevgera
azadîxwaza gelê Kurd li Kurdistana Rojava ye, hemû partiyên me, hemû
rewþenbîr û kesayetiyên welatparêz xwe bi bîranîna vê roja pîroz þehnaz dibînin. Di
rastiyê de, ji sala 1957 an
û ta sala 2007 an de pir
mixabin gelek partîyên me hatine
damezrandin, li gor ku ez zanim hejmara wan bi yên mezin û bi yên pir biçûk
ve, nimra 14 an derbas kiriye, lê li gor yasayên siyasî
û rêxistinî, bizava me ya dadmend van hemû partiyan diçerçewîne,
lewra jî gava ez niha bêjim tevgera me li Kurdistana Sûriyê, û bê ku
ez bêjim eva partiya jîr e û ya din qels e, yanê ez hemû partiyan û
kesayetiyên siyasî serbixwe jî bi nav dikim. Di
bin siya van çend rêzikên jorîn de dixwazim li vir hin rastiyên siyasî
û rêxistinî pir bi lez li Sûriyê biçespînim. 1-Tevgera me ji roja
damezrandina xwe de û ta roja îro têkoþîneke dadmend û aþtiyane ji bo
pêkanîna dêmokratiyê û bi destxistina mafên netewî li dijî hukumetên
regezperest û ne dêmokrat dike.2-Tevgera
me ji roja rojê de ji bo
biratiya gelê Ereb û gelê Kurd dixebite .3-Tevgera me tu carî negotiye;
emê Kurdistana Rojava ji Sûriyê veqetînin.4- Tevgera me baweriya xwe bi
karên hevbeþ bi rêxistinên dêmokratîxwaz re li seranserî Sûriyê tîne.5-
Tevgera me xwe beþek ji bizava dêmokratîxwez û aþtiyane li Sûriyê û
li Cîhanê dibîne.6- Tevgera me di xebata xwe de, xwe naspêre ser dewlet
û hêzên keysebaz û xwaên dîrokên ne paqij.7- Tevgera me tucarî li
dijî berjewendiyên gelê Sûriyê ne xebitiye.8-Tevgera me herdem
berevaniya gelê Sûriyê û axa Sûriye kiriye û gelek diyardeyên din erênî
ji sirûþt û riweþta tevgera me ne . Li
aliyê din destladarên Sûriyê ta roja îro qenciyek bi gelê Kurd
nekirine, ewanan tenê zordestî, setemkarî, arebkirina navên gund û
bajarên Kurdan, hejmara awerte(,ango vekþandina nasnamên hemwelatiya Sûriyê ji sêsed hezar
Kurd), zepkirina erdên Kurdan û erebkirina wan (Kembera erebî)
kirine . Herweha
jî destlatên Sûriyê naxwastine gelê Kurd mîna neteweke serbixwe xawên
dîrok, þaristan, çand û ziman bibîne,lewra jî ewanan ta niha rêdan
ne didan û nadin zarên me ku bi zimanê dayikên xwe bixûnin, çand û wêja
xwe nas bikin,û gelê me kovar
û rojnamên xwe serbest biweþîne.
. Bi
ser van hemû zordestiyan de, ewanan bi sedan têkoþerên gelê me derbend
dikirin û hîn jî dikin,û wanan bi pir awayên derûnî û laþî dêþandin
û hîn jî dêþîninn. Eger
çiqas tevgera me niha ne li hev be jî, ango ewa ne di tenderustiyeke baþ
de dijî, lê dîsan ewa li gor gengaz û hêzên xwe, li gor mercên siyasî
li Sûriyê û li gor heyama siyasî ya cîhanî têkoþîna xwe didomîne
û berxwe dide ku vîna gelê Kurd derbibire . Em
çiqas xalên erênî yên tevgera xwe dibînin, lê em ji ber pir xalên
neyînî jî di bizava xwe de dinalin, bi ya min be û
bi kurtî, divê ne tenderustiya tevgera me, bandura neyînî li
wireyên me yên netewî, siyasî neke, û nehêle ku em bi reþbînî li
tevgera xwe temaþe bikin, ji ber ku reþbînî jî bi xwe nexweþiyek hîn
girantir e, bervajiya wê, pêwîst e em nexwþiyên tevgera xwe bi geþbîniyê
çareser bikin, çimkî dîroka gelek tevgerên siyasî, þoreþên azadiyê
ji aloziyên siyasî û rêxistinî ne rizgar bûn, lê li dawiyê ewanan
bi geþbînî û bi berxwedanên pîdar armancên xwe pêk anîne . Ez
jî di vê baweriyê de me ku tevgera me dê pêþkeve, dê di pêþerojê
de xwe ji pir kêmaniyên rêxistinî û siyasî
azad bike, di vê sebaretê de jî ez
pir bi hêvî me ku rewþenbîrên siyasî , kesayetiyên siyasî
serbixwe , nivîskar û rojnamevanên welatparêz destên xwe ji tevgera xwe venekþînin û bi herdem bi awayên hiþmendî û zanistî
li gel tevgera xwe aloziyên ramanî
,siyasî ,çandî, rêxistinî bi
nirîn û pêþniyarên xwe çareser
bikin. Bi
bûneya vê cejna mezin ya tevgera me, ez gelê me, hemû partiyên bizava
me, hemû rewþênbîr û nivîskarên welatparêz
li Kurdistana Sûriyê pîroz dikim. -Bila
bi sedan çepkegul li ser gornên damezrênerên
mîna nemir apo Osman
Sebrî , nemir Þewket Henan , û
nemir Muhemed Elî Xoce û
yên mayîn bin ! -Hezar
silav li damezrênerên mîna Mamoste Reþît Hemo û mamoste Ebdilhemîd
Derwîþ û yên mayî
bin. -Bila
bi sedan gurzên gulan li ser gornên pakrewanên
tevgera me bin. -Bila
bimre zordestî û þovînîstî ! -Bijî
dêmokratî li Sûriyê ! -
Bijî tevgera me ya azadîxwaz !
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org