|
Kurdên Elmanya û rewþa wan
Memo Þahîn
Koçberiya
kurdan ber bi Elmanyayê pêncî sal berê derstpêkir û îro jî hên
berdewam e. Di sedsalên borî de jî kurd hatîbûn Elmanyayê. Kûr û lawên
mîrên kurdan bo xwendinê berê xwe dayîbûn Berlîn, Paris û Swisreyê.
Mîr Kamûran û Celadet Bedirxan ji wan yên dawî û herî bi navûdeng
in. Paþê
dem buhûrîn û dor hat belangaz, xizan û feqîrên Kurdistanê. Bi
destpeka salên 1960î de wan jî riya xwe dan ber bi Elmanya û Ewropayê. Di
periyod û dema yekemîn heya 1973an de jin an jî mêr bi serê xwe wek
karker hatin Elmanyayê. Malbat, zarok û her tiþtê xwe li welat þûnde
hiþtin û bi çixin û bawûlek tenê hatin li Berlîn, Mûnih û Frankfurtê
peya bûn. Însanên
ku heya vê demê ji gund û bajarokên dor xwe cih û warek din neditîbûn,
di bajarên ku nîfûsa wan dora milyon an jî hên zêde bûn, hatin dinya
û cîhanek nû. Di
dem û periyoda yekemîn de piranî kurdên elewî berê xwe dan Elmanyayê.
Ber ku dewleta Tirk ku li ser hîma tirkitî û misilmantî de hatîbû danîn,
wan wek ûr û tîmorên ku bên avetîn, dihesiband. Ew hem kurd bûn û
hem jî elewî. Elmanya
deriyê xwe bo karkerên biyanî di 1973an de girt. Piþtî vê tarixê êdî
kurd nikaribûn wek karker bên Elmanya. Lê riya anîna malbatên wan vekirîbû.
Edî kurdên ku bo “çend sal bixebitin û paþê bizivirin welatê xwe”
hatîbûn Elmanya çixin û bawûlên xwe vekirin û xeyala þûndevegerina
Kurdistanê di dilê xwe de hiþtin. Jin an mêr û zarokên (malbatên) xwe
anîn Elmanya. Mîrov dikare vê demê wek periyoda duwêmin ya koçberiya
kurdan bihesibîne. Periyoda
sêyemîn ya koçberiya kurdan di dawiya salên 1970an de destpêkir û bi
darbeya leþkerî ya faþist li Tirkiyê di sala 1980an de gîhiþt konaxek
nû. Piþtî walakirin û rûxandina gundên Kurdistana Bakûr di salên
1980yî û 1990î de êdî her sal dora 20-30 hezar kurdên pênaber ji
Amed, Riha, Merdîn û bajarên din ên Kurdistanê ber bi Elmanyayê rêketin.
Ji sala 1980î heya 2009an dora 350.000 kurd ji ber þerê qirêj ya dewleta
Tirk reviyan û wek penaber hatin Elmanya. Ne
tenê kurdên Bakûr hatin Elmanya. Bi nasîn û vekirina riya penabertiyê
kurdên parçeyên din jî hatin Elmanyê. Berê kurdên Surîyê û Libnanê.
Paþê ji dawiya salên 1980î ku rejima islami ya Ýranê li hemberê gelê
kurd cihad îlan kir û êriþî gund û bajarên Kurdistana Rojhilat kir,
bi dehhezaran kurdên Rojhilat xwe gihandin Elmanyayê. Û piþtî þerê
birakujîyê di navbera Partî û Yekiti de, ji sala 1994an vir de bi
dehhezaran kurdên Baþûr berê xwe dan Elmanyayê. Ýro
kurd li Elmayayê ne tenê karker û penaber in. Her ûsa bi hezeran keç û
xortên kurd li Elmanya xwendegeh û zanko xelas kirin û bûn doxtor,
ekonomist, muhendis, bi gotinek din niha bi dehhezaran akademikerên kurd li
Elmanya dijîn. Îro
dora milyonek kurd bi sê nifþ, sê generasyon jiyana xwe li Elmanya
berdewam dikin. Rêxistinbûna
kurdan li Elmanya Dema
kurd hatin Elmanya ne tenê bê zar û ziman bûn, her ûsa bê xwedî jî bûn.
Ne rêxistinek wan hebû, ne jî cihêk ku biçin, hevûdu bibînin û
hesreta dilê xwe vemirînin hebûn. Paþê di salên 1970î de dest bi karên
rêxistinî kirin. Komel vekirin û çalakiyên çandî û siyasî meþandin.
Newroz û þev amadekirin. Lê tirs û xofê ku rejima kolonyalist a tirk
belavkiribû pêsira wan li vir jî berneda. Di þev û Newrozan de hejmara
beþdaran nedigîhiþt sedî. Lê di salên 1980î de rêxistinbûyina
kurdan gîhiþt astek bilind. Hemû hêzên siyasî hewl dan ku li Elmanya
û Ewropayê komel vekin. Û vekirin jî. Êdi hêjmara kurdên ku di nav
xebata Kurdistanî de, di Newroz, þev an jî meþan de cih digirtin, gîhiþt
dehhezaran. Dema
kurd hatin Elmanya kes kurd nasnedikirin. Lê bi kar û xebata komelên
kurdan ji aliyê têgîhiþtina raya giþtî li Elmanya jî karek hêja
destpêkir. Kurd li alikî de karên rêxistinî di nav kurdan de ajotin, ji
aliyê din jî bala raya giþtî li ser siyasetên rejimên koledar kiþandin.
Gowar û bûlten bi zimanê Elmanî derxistin. Pêwendiyek xûrt bi partî,
sendika û rêxistinên civakî girêdan. Êdî di salên 1980ê heya dawiya
1990î dem dema kurdan bû. Her partiyek Elman, çi sosyaldemokrat, kesk an
jî xiristiyandemokrat bin, grubek, komek parlamentêr yên dostên kurdan
binavkirin. Dem hat bi bîryarên parlamento rejîmên Tirkiyê, Iraq û Îranê
riswa û þermazer kirin. Dem hat firotina çekan bo Tirkiyê hat sar kirin.
Dem hat þûndevegerina penabêrên, ku statûya wan wek penaber nehatibûn
qebûlkirin, þûnde xistin. Û dem hat delegasyon û heyet þandin
Kurdistanê. Rêxistinên
tirk, balyozxane û konsolosxaneyên tirk nikarîbûn beþdarî civînên eþkere
bibin. Ber ku sempetiya Elmanan bo kurdan gelek bi hêz bû. Tirk diçûn ku
li vê derê Elmanan wan rexne dikirin. Lê
ev periyodê misbet jî gelek neajot. Dewleta Tirk di nîveka, orta 1990î
de siyasetek din meþand. Bi destê balyoza xwe Onur Öymen hemû cûre
komel û rêxistinên tirk anîn serhev. Dewleta Tirk bo þidandina lobiyek
tirk gelek hewl da, îmkan û pereyên dewletê seferber kir û dawiyê de jî
serket. Tirkên çep û rast, oldar û nijadperest di bin siwanê tirkbûnê
de komî serhev bûn. Ser
de jî kurd otobanên Elmanya iþgal kirin û êriþî polêsên Elman
kirin. Li ser vê bûyerê jî qedexeya PKK di sala 1993an hat îlankirin.
Piþtî sê salan, di sala 1996an de serokê PKK Abdullah Öcalan bi destê
þandayê hukumeta Elmanya, Parlamenter Heinrich Lummer, bi fermî ji
Elmanya lêborîn xwest. Lê êdî gelek dereng bû. Sempatiya ku bo kurdan
hebû êdî pûç bû. Lobiyek
xurt û dezgehên nûjen û Kurdistanî hewce ne Rewþa
Kurdên Elmanya niha ne gelek baþ e. Kurd hên bi rengên pasaportên xwe
wek tirk, faris an jî ereb tên hesibandin û ne wek grubek koçber a resen
tên naskirin. Sedemên vê gelek in. Lê ya herî giring ev e ku Elmanya bo
berjewendiyên aborî û siyasî “hassasiyetên” Tirkiyê berbiçav
digre û xwe ji kurdan dûr digre. Îro
jî kurd ji aliyê rêxistinbûna di nav koçberên kurd de xurt in. Li gor
raporên istixbarata Elmanya 11500 kadroyên aktif û 50000 aligirên rêxistinên
kurdên ku nêzikî PKK ne kar û xebata xwe dajon. Lê kurd li aliyê pêwendiyên
bi hêzên siyasî û rexistinên civakî de sist in. Xebatên têgihiþtina
raya giþtî kêm in. Pêwiste
kurd li ser van herdu xalan hûr û kûr bifikirin. Kurd pêwiste rêxistinên
xwe jî bo hewcedariyên demê bigûhurînin. Duh tenê kurdên Bakûr li
Elmanya hebûn. Lê îro ne ûsa ye. Îro ji her çar parçeyên Kurdistanê,
ji Qafkasyayê û ji dewletên Sovyeta berê dora milyonek kurd li Elmanya
dijîn. Pêwiste rêxistin û komelên me jî li gora demê xwe nû bikin,
komeleyên nûjen û Kurdistanî li ser hîmên welatparêziyê damezrinîn. Rexistinên
yuwnanî, ermenî û cûhî, komelên îspanî û îtalî li Elmanya ne cûrbercûr
in, yek tenê ye. Di nav komeleyên wan de ji her rengê siyasî de însan
cih digrin. Hinek ji wan sosyaldemokrat in, hinek oldar û hinek jî an
komunist an jî xiristiyandemokrat in. Lê bo berjewandiya endam û gelên
xwe di bin sîwanêkê de tên ba hev û bi hevra têdikoþin. Dema
kurd ji hemû parçeyên Kurdistanê li ser bingeha niþtimanperweriyê de
bigîhijin ser hev, di komel û rêxistinên me de bi her zaravayê kurdî,
çi kurmancî, dimilkî û soranî, bê axaftin û kal û pîr, jin û mêr,
ciwan û zarok cihê xwe di nav komelên me de bibînin û lobîyek xûrt bo
kurd û Kurdistanê bê damezrandin, kurd wê serkevin û hîmek xûrt bo
nifþên nû bihêlin. Vê demê her kes û her hêzek elman wê kurdan jî
berbiçav bigire û di her gavekê ku bavêjin hesaba lobiya kurdan jî
bikin. Dema
40 an jî 50 sal berê kurd nû dihatin Elmanya digotin “em çend sal dimînin
û þûnda vedigerin welatê xwe”. Lê ûsa nebû. Dema diya min çil sal
berê hat Elmanya digot di nav çend salan de “ezê bizivirim”.
Neziviriya. Em, zarokên wê jî hatin Elmanya. Em jî man û niha ez bi xwe
xwedî zarok im. Bawer nakim ku Rênas an jî Zana wegerin Kurdistanê. Ev
ne hevceye jî. Kurd li Elmanya û Ewropayê wê her hebin. 500 sal jî
derbaz bin kurd li Elmanya bi nav, çand û kultûra xwe her bijîn. Bona vê
jî pêwîste em kurdên Elmanyayê dûr û dirêj bifikirin û gora we jî
haziriya xwe bikin.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org