|
Kurdistan, durûtiya dezgehên navnetewî û em - Nifûsa 168 dewletan ji ya Kurdan kêmtir e - Memo Þahin
Gelê
Kurd di nav rojên giring de derbaz dibe. Kevir û berdên ku dorberê
Kurdistanê girtîbûn û Kurdistan kirîbûn zindan, ev çend salin ku li
parçeyekî ji cihê xwe liviyan. Êdî
kes nikare kevir û berdên ku ji cihê xwe liviyane, duwarê ku rûxaye,
rast bike û têxe þûna xwe ya berê. Dîroka
gelê Kurd, di destpêka sedsala 21an de niha li baþûrê Kurdistanê de tê
nivîsandin. Dijminên gelê me, neyarên gelê Kurd hewl didin, dicivin,
berxwedidin ku çerxa dîrokê þunda bigerînin. Ev hewl, ev berxwedanên
neyar û dijminên gelê me êdî bê feyde ne. Ji
Mehebad û Kermanþan heta Sêwas û Rûhayê, ji Agirî û Dêrsim heta
Qamiþlo û Barzanê, ji Xaniqîn û Silêmanî heta Amed û Gencê,
Kurdistan ev 200 salin bi seranser wêran bû. Kurd bi sedhezaran þehid
dan, bi milyonan însanên me ji warên bav û kalan hatin dûrxistin. Bi
sedhezaran, bi milyonan zarok û mindal sêwî man, bi sedhezaran dayîkên
me reþ girêdan û þîngirtin. Qewlên bi dehhezeran keç û xortên Kurd
ne gîhîþtin cîh. Lê
ewqas êþ û azab, cefa û êþkence wala neçûn. Ala Kurd û Kurdistan
niha li seranserê baþûrê Kurdistanê li her derê, ji parlamenê heta
parêzgehên bajaran, ji nehiyan heta gundan li dar e. Pêwiste
gelê Kurd bi tevayî spasdariya xwe bo Kek Mesud Barzanî, bo Mam Celal
Talabanî, bo her du hukumetên Kurdistanê, bo peþmergeyên dilsoz û
qehreman û bo bi deh hezeran þehîdên Kurdistan nîþan bidin. Pewîste
hemû Kurd bý hevra ev destkevtiyên dîrokî wek çavên xwe biparêzin û
nehêlin ku dijmin û neyar destên xwe dirêjî wan bikin. Kurdistan dewletek e
Sed
sal berê dijmînên Kurdan, ji Kurdan jîrtir bûn, Kurd ne li ser hev bûn,
belav û sistbûn. Li ser de jî dewletên mezin wek Britanya û Fransa aliyê
dagirkeran girtin û dewletên peyk, wek Irak û Suriye avakýrýn. Ji ber
wan sedeman Kurd windakirin û Kurdistan bû çar beþ, çar perçe. Niha
sed sal þunda, 2 ji dijminên Kurdan, Saddam bi dagirkirina Kuweytê û
karbidestên Tirk bi rêgirtina hêzên Amerikî þaþiyek gelek mezin
kirin. Ji ber þaþiyên Saddam û Tirkan Kurd bi qezenc derketin. „Yan
Kurdistan, yan Neman“ bû þiar, nîþan û parolaya Kurdên baþûr. Di
destpêka salên 90î de Kurd, di nav çeperên dijminan da pencereyek
vekirin; deng û hawara xwe gihandin cîhan. Îro, deh-panzdeh sal þunda cîranên
Kurdan êdî ne tenê rejîmên dagirker û neyar in, her ûsa Amerika û
raya giþtî ya cîhanê ye jî. Kurd
êdî þunda ne mecbur in ku li payîtextên karbidestan, li Enqerê, li
Tehran û Þamê meqerên xwe vekin, bona ku ji cudayetiya dijminan sûd û
feyde bigirin û rêyek bo derve vekin. Ev guhertinên dawî rê didin
Kurdan ku têkiliyên xwe di nav xwe de baþtir bikin û dijayetiya hevûdu
nekin. Kek
Mesud Barzanî û Mam Celal Talabanî hemû plan û dekûdolabên neyaran pûç
kirin û di dîroka Kurdistanê ji niha de cîhên xwe yên pîroz girtin.
Alians û yekgirtina hilbijartin û referandûmê, civînên serkirdayetiya
her 2 partiyan, civînên parlamena yekgirtî, bîryara hukumeteka hevbeþ,
bîryar û kiryarên pîroz in. Pêwîste her Kurdek piþtgiriya vê prosesê,
vê pêvajoyê bike. Kurdistana
Baþûr, bi parlamento û hukumet, bi sîstema aborî, dadî û îdarî, bi
dezgehên asayîþ, bi polîs û leþger, bi sistema perwerdekirin û tendûristiyê
kî çi dibê bila bibê, bi xwe de facto dewletek e, dewletek bê îlan kirî
ye. Ger
Efganistan, Tirkmenistan û Ozbekistan; ger Gurcistan û Azerbeycan; ger
Kongo, Ruwanda û Nîjerya; ger Filipîn, Malezya û Endonezya dewlet in,
Kurdistana me, Kurdistana Baþûr ji wan ne kêmtir e, ji wan dewlettir e. „Xetên sor“ ya dewleta Tirk pûç
bûn
Siyaseta
dewleta Tirk li beramberî Kurdan pûç
bû. Tirkiyê, bona ku Kurd jê sûdê negirin, riya hêzên Amerikî girt
û nehîþt ku ev derbazî Kurdistana Baþûr bin. Ev jî bo Kurdan baþ bû.
Ev cara yekan e ku Tirk þaþiyek baþ û bi qezenca Kurdan dikin. Ev þaþîyê
Tirkan bo gelê Kurd pîroz û bimbarek be û xwedê Tirkan bê þaþiyên
wilo nehelê! Tirk
bi tevayî, bê problem, bê miþgûle piþtgiriya Filistin, Çeçenistan,
Arnavutên Kosova dikin, bi dilûcan dewletbûna wan dixwazin. Lê dema ku
dor tê Kurdan hemû bi hevra, çi kemalist û sosyalist, çi islamî û
laik, dijî Kurdan dibin yek, dibin þovenîst, nîjadperest û rasistên bê
numûne. Ev ne tenê dijî daxwazên gelê me yê bakûr derdikevin, her ûsa
dijî daxwazên Kurdên Kurdistana Baþûr jî derdikevin, dev davêjin wan
jî. Hemû bi yekgirtî dibêjin mafê Kurdan nîn e ku, dewletek avabikin;
mafê Kurdan tûne ku bi þeweyek federalî di nav Iraqek demokratik û
pirdengî da bijîn. Gora raya wan tenê rêyek pêþ Kurdan de heye: Ev jî
nîrê koletî ye, çi yê Ereb, çi yê Faris û Tirkan. Derbarê
Kurdan de terminolojiya militarist û kemalist, islamist û sosyalistên
Tirkan ji hevûdu ne gelek cûda ne. Ferqa wan tenê di nuansan de ye, di
fiiliyat û pratikê da ferqek mezin nîn e. Tirkên
ku heta ber çend mehan qala „xetên sor“ dikirin û damezrandina
dewletek Kurdî, Iraqek federalî, Kerkûk û berjewendiyên Turkmenan li
beramberî Kurdan wek sedemên þer û dagirkirina Kurdistana Baþûr bi
navdikirin, niha qet qala „xetên sor“ nakin. Ev jî nîþan dide ku
„xetên sor“ ya dewleta Tirk li beramberî Kurdan pûç bûn, ber ku
Kurd siyasetek baþ meþandin. Tirkiye,
Ýran û Suriyê mecbûr in siyasetên xwe yên qirêj li hemberî Kurdan
bigûhêrînin. Yên ku naxwazin xwe bigûhêrin, tên gûhertin. Ber ku dem
û wext hatin guhertin, ber ku dinya û cihan ne ya berê ye. Dinya, dem û wext hatin gûhertin
Bi
rûxandina duwarên Berlinê ne tenê þerê sar çû dawî û sistema
sosyalist hilweþiya. Her
ûsa nexþeya siyasî ya cihanê jî hat guhertin. Kî
dikarîbû 15-20 sal berê texminbikira ku li Ewropayê dora 10 dewletên nû
wê bên avakirin? Kî
dikarîbû 15-20 sal berê texminbikira ku reþik li Efrika Baþûr wê
bibin desthilatdar û Timora Rojhilat azad be? Kî
dikarîbû 15-20 sal berê texminbikira ku tekoþinên çekdar li Ýrlanda,
li Aceh û Endonezya biçin dawî û reyên aþitiyane vebin? Û
kî dikarîbû 15-20 sal berê bigota ku riya serxwebûna Filistînê wê
vebe? Ev
hemû guhertinên dawî jî nîþan didin ku, dinyaya me, dinyaya îro, ne
ya duhîni ye, dem û wext, pîvan û nêrîn hatine guhertin. ....lê Kurdistan hên jî sêwî ye Dema
meriv nexþeya siyasî ya cihanê binêre, dibîne ku îro dora 200 dewletên
serbixwe hene. Ger mîrov hêjmara Kurdan wek 35 milyon berbiçav bigre, dibîne
ku ji wan 200 devletan, ku nifûsa wan, ehlê wan ji ya Kurdan zêdetirin,
tenê 32 dewlet in. Nifûsa 168 dewletan, ji ya Kurdan kêmtir in. Ji wan
200 dewletên ku niha endamên UN, netewên yekbûyi ne, 37 heb nifûsa wan
ji 1 milyonê kêmtir in. Kî
wan dewletan nasdike? Sao Tome û Prinsip, Seyselen, Antigua û Barbuda,
Aruba, Bahamas, Barbados, Belize, Dominica, Grenada, Antilyaya Hollanda, St.
Kitts û Nevis, St. Lucia, St.
Vincent, Virgin Ýsland, Andora, Kanalinsel, Grönland, Samoya Ameriki,
Polonezyayê Fransa, Guama Amerika, Kiribati, Marshallinsel,
Mikronesien, Neuekaledonien, Palau, Samoa, Tonga û Vanuatu. Nifûsa
van dewletan ji 200.000 kêmtir e. Her yek ji van 28 dewletan, qasî Zaxo
nakin, lê ew wek dewletên serbixwe û soverên tên naskirin û 35 milyon
Kurd ji vê mafê bêpar in? Ma ev adalet e? Ger
mîrov wek pîvan, wek kriter mezinbûna welat û erdê bigire jî, tabloyek
wek ya jorîn dibîne. Erda Kurdan ji 500.000 kîlometrekare (km2) mezintir
e. Ji van 200 dewlatan, tenê erdê 22an ji Kurdistanê mezintir in. Gi
gotinek din 180 dewletên cihanê ji Kurdistanê biçûktir in. Ger
kriter û pîvan dewlemendiya binerd û sererd be, ji Kurdistanê
dewlementir çend welat hene? Ma Kurdistan ne deryaya ava þîrîn û neftê ye? Kurd
li ser erda xwe, li ser warê bavûkalên xwe dijîn. Teritoriuma wan li ser
hev e, yekgirtî ye, ne belav belav e. Zimanek Kurdan heye û ev jî ji ya
rejimên koledar cuda ye. Navbera Kurdan de ji ali çand û kulturî de, ji
alî dîrokî û historî de pêwendî û bingehên xurttirîn hene. Dema
ku qala Kurdan dibe, hinek dibên, mesele gelek girift e, tevlihev e û dema
avakirina dewletên netewî bihûriye. Ev hêz û ev kes derevan û durûtiyê
dikin. Raste,
di sedsala bûhuri de, sedsala 20an de bi dehan dewletên netewî sazbûn û
ev proses bi gelemperî çû dawî. Lê hin gel hene, ku tekoþina wan hên
jî berdewam in. Ji van gelan yek ji Kurd
in. Ger
dema dewletên netewî derbazbuyî be, ev dewletên ku ev deh salin li
Ewropayê avabûne çi nin? Hirvatistan,
Slovenya, Bosna û Hersek, Estonya, Litvanya, Letonya, Slovekya kîngê û
li ku avabûn? Riya
devletbûna Filistînê, kîngê vebû? Timora Rojhilat ne li vê dinyayê ye? Rêya
dewletbûna Albanên, Arnavutên Kosova, kîjan hêz vedikin? Ma ev ne
dezgehên wek UN, NATO, OSZE (AGÝT), Konseya Ewropa û Yekitiya Ewropa (EU)
nin? “Kes
nikare gelekî, xelkekî di nav rejimek zordar da bigire”
Mirov
qebûl bike an neke, îro Irak 3 beþ e, ev fakt û rastiyek e. Kurd ne Ereb
in, û Ereb jî ne wek hev in, di nav Þii û Sunniyan da bi sedan salin miþgule
û pirsgirekên mezin hene. Kurd
bi dilsozî piþtgiriya Irakek Federal dikin û hemû hêza xwe bo vê
armancê pêþkeþ û amade dikin. Di hilbijartina meha Yekan da, di
referanduma meha dehan (2005) de bi hemû hêza xwe beþdarbûn. Di
80 saliya dewleta Irakê de cara pêþîn hilbijartinek demokratik û adil pêk
hat û Kurd 77 Parlamenter þandin Parlamenta hevbeþ ya Bexdayê û Kurdek,
Birêz Mam Celal Talabanî bû serokê Komara Irak a Federal. Û Kurd di nav
hukumeta hevbeþ da bi xurtî cih digirin. Îro
ne, lê sibê, þerek di navbera Sunni û Þiiyên Ereb derkeve û Irak bibe
gola xwînê, pêwiste Kurd çi bikin? Îro
ne, lê sibê, aliyek ji Ereban, an jî bi tevayî bêjin, em Irakek Federal
naxwazin û dest bavêjin destkevtiyên Kurdan, pêwiste helwesta Kurdan çi
be û ji Kurdan çi tê xwestin? Dema
ku Serokê Kurdistan, birêz Mesud Barzanî dibê, “eme heta dawiyê xwe
biparêzin”, bê heq e? Gotina
sefîrê berê ya Amerika li Hirvatistanê, Peter W. Galbraith, ku li piþt
hilbijartina meha yekan û referanduma ku li Kurdistanê pêk hat û ji sedî
98% Kurd bo serxwebûna Kurdistanê deng dan, gotiye ne rast e? Galbraith
dibêje; “Dersên ku Amerika ji Yugoslavya’yê vergirtiye ev e: Kes
nikare gelekî, xelkekî di nav rejimek zordar de bigire”. Piraniya
dewletên Ewropî dijî avakirina dewletek Kurd derdikevin. Ma dikarin ev bêjin,
dema sibê eriþek li ser Kurdistana Azad destpêbike tewr û helwesta wan
çi dibe? Kurd çi bikin? Stûyê xwe dirêjî celladan bikin? Ev
dewletên mezin yên Ewropa, ev dezgehên navnetewî, ku dibên em li ser hîmên
demokrasi û mafên mîrovî pek hatine, dema Saddamê xwînxar bi êriþekî
de 182.000 Kurdên Barzan birin û kuþtin, qet dengên wan derket? An ji
dema Kurd wek li Halebçe bi hezaran bi gazên kimyevî hatin kuþtin, ev çi
kirin? Ev
hêzên mezin, ev dezgehên navnetewî, ku li beramberi kuþtina sedhezaran
Kurd, wêrankirina tevayîya Kurdistanê dengê xwe dernexistine, ma heqê
wan heye li ser duweroja Kurdan gotinek bêjin? 98% Kurd bo serxwebûnê
derdikevin û deng didin, maneya vê, giraniya vê qet nîne? Bo
van sedeman ji Kurd dibejin “garantiya jiyana me, em bi xwe ne”. Ev jî,
rê û imkanên hevbeþ a demokratik li Irakê nebe, li ser dewletek
serbixwe derbaz dibe. Wek her millet, heqê Kurdan ji heye, ku keþtiya xwe
bikþinin benderek aram. Yekitiya
Ewropa û Kurd
Belê
dinya hat guhertin, lê pîvan, kriter û standartên wê li beramberî
Kurdan yên berê ne, ji dema þerê sar mane û hên nehatine guhertin.
Bona vê jî, yên ku pêwiste xwe biguhêrînin ne Kurd in, yên ku ji
Kurdan jiyanek di bin nîrê koledariyê de dixwazin in. Yekitiya Ewropa (YE),
dikare,
bo parastina Kurdistanê jî rolek biçûk bigre ser milên xwe. Yekitiya
Ewropa dikare, bo avakirina dezgehek parastinê wek OSZE (AGÝT) li
Rojhilata Navîn dest bi kar bike, ber ku Rojhilata Navîn goristana kêmnetewe
û gelên bindest e, ber ku wek minak mesela Kurd çar dewletan alakadar
dike, ber ku istikrara herêmê bi demokratisekirina dewletên Rojhilata Navîn
û çareseriya pirsên gelên bindest derbaz dibe ûhwd. Yekitiya
Ewropa dikare, bo avakirina dezgehek abori û siyasi ya heremê û navdewletî
dest bi kar bike. Ereb, Faris, Tirk û Kurd dikarin bi hevre pêvajoyek,
prosesek nûjen û modern destpêbikin. YE
dikare li Hewlêrê Bûroyek, Officek veke û bo xurtkirina civaka sivil, bo
piþtgiriya dezgeh û rêxistinên sivil dest bi xebatê bike. Her ûsa
emdamên Yekitiya Ewropa dikarin balyozxane û konsolosxaneyên xwe li Hewlêrê
vekin. YE
dikare bi riya konferans û sempozyuman modela YE, ku li ser hîmên federalî
pêk tê, hêzên heremê ronî û
wana agahdar bike. YE
dikare þirket û firmeyên Ewropî bo maslahata xwe teþvîkî heremê
bike, daku ji ali aborî de pêwendi destpêbikin. Û
dinya û cihan, dezgehên navtenewî, ku li ser kuþtina Refik Hariri, koþka
Beþar Esad dilerizînin, nikarin çavên xwe li hemberî tekoþina
Tibetiyan, Çeçenan û Kurdan bigirin. Mafê
her neteweyan heye ku, di nav bexçeya xwe da bijîn Min
ev mînakên, nûmûneyên jorîn, ev mûqeseya mesela Kurd û yên din bo
armanca baþ fêmkirina Kurdan dan. Ez, wek þexs ne li dijî dewletên biçûk
im, ku mýn navê wan dan. Mafê her millet û neteweyan heye ku, di nav bexçeya
xwe de li gora dilê xwe bijîn. Dîsa, ez ne li dijî alikariya hêzên
navnetewî bo çareserkirina hinek pirsên netewî me ku, îro li Filistîn,
li Aceh, li Kosovayê tên meþandin. Lê ez dijî pîvan, kriter û
standartên du alî me û dibêm ev durûtiye. Pêwiste li qada navnetewî
de pîvan û standart yek bin. Rêberên
gelê Kurd, Birêz Mesud Barzanî û Birêz Celal Talabanî gelek caran
diyar kirin ku Kurd, di nav Irakek demokratik û federal da dixwazin bijîn.
Lê dema ku riyek ûsa bê girtin, bernameyek, programek hêzên navnetewî
heye, ku Kurdan li hemberî êriþan biparêzin? Wexta ku Kurd bexçeya xwe
dijî êriþkeran biparêzin, ev sucdar dibin? Erkên
Kurdên Ewropayê
Îro
li Ewropayê milyon heta milyonûnîv Kurd dijîn. Bi
sedan, bi hezaran insanên me yên têgîhiþtî hene. Lê dîsa jî, piþtgiriya
Kurdistana Baþûr gelek sist e. Di nav Kurdan de, di nav gelên Ewropî de
bêdengiyek mezin heye û mesela Irakê îro jî, sibê jî naqete û hal
nabe. Û piþtgiriya Kurdistanê tenê bi daxuyaniyên internetê jî nagêhêje
armancê. Pêwiste li her welatê Ewropayê komiteyên piþtgiriya Kurdistanê
bên sazkirin û lobî û gihandina raya gelemperî bi xurtî bê meþandin.
Dema
ku komite û dezgehên me hebin û di nav de dostên Ewropî, çi
siyasetmedar, ji rojnamevan û çi pispor, cih bigrin, dikarin tesîrek baþ
li ser hukumetên wan dewletan bikin. Ber ku em hemû jî dizanin vijdana
dewletan nîn e, dewlet di riya maslahetên xwe dimeþin. Lê meriv dikare
tesîrê li ser van bike. Dîsa
pewiste hukumeta Kurdistanê, ji her dewletên Ewropa heyetên ku ji
siyasetmedar, rojnemevan, pispor û ji dostên Kurdan pêktên, dawetê
Kurdistanê bike, daku ev Kurdistan baþ nasbikin û bo lobiya Kurdistanê
bikaribin bixebitin. November 2005 |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org