|
Li Kurdistan û cîhanê de xizanî û birçîtî Memo Þahin
Cîhanê
de îro bi milyaran insan xizan în, birçî ne. Nan nabînin ku bixwin, av
nîn e ku vexwin, kinc tûne ku li xwe kin, rût û tazî ne. Di
her demê de xizanî hebû. Hinek devlemend û hinek jî feqîr bûn. Le ew
rewþ ne wek îro bû. Hinek însan û herem xizan bûn, feqîr bûn, lê dîsa
jî dikarîbûn zikê xwe têr kin. Lê bi pêþveçûna teknîkê, sanayîyê
ferqa navbera heremên feqîr û xizan, û dewlemend, zengîn zêde bû. Evên
ku xwedî keþtiyên mezin bûn, xwedî çek û silahên, tifingên modern bûn,
ji Ewropa derketin û çûn Efrikayê, çûn Asya û Hindistanê, Emerikayê.
Mesela dibên Christopf Colomb Emerika kifþkiriye. Derevek bi duv e,
derevek mezin e. Ber ku berî Christopf Colomb jî li Amerîkayê însan
dijiyan û xwedî medeniyek pêþketî bûn. Lê çi bû, evên ku xwedîyê
çekên modern bûn, serketin û ev welat jî dagirkirin. Gotin niha þûnda
em in xwediyê ev hereman, ev welatan. Mesela,
filfil, îsota reþ, ev biharat li Ewropayê tûne bû. Ewrupî çûn ev ji
Hindistanê, ji Asyayê anîn û li Ewropa bi bihayê zêr firotin. Yanê
kilok îsot bi kîlok zêr firotin. An jî hewreþîm û kumaþên keþmîr.
An jî kevirên bi qîmet, wek dimant, madanên ku bo sanayiya Ewropayê
hewce bûn ji heremên din, ji Efrikayê, ji Asyayê û ji Amarika Latîn anîn
û her û her dewlemend bûn. Ne
tenê heyiyên, dewelemendiyên bin erd û ser erd, her ûsa însan jî
kirin kole, dîl kirin û anîn li Ewropa, li Rojhilata navîn û li Emerika
firotin. Bi
vê pêvajoyê, bi vê prosesê ferqa Ewropa û welatên din her çû zêde
bû û îro gihîþt wê merhelê ku, êdî hinek însan nan nabînin,
nikarin pêyda bikin ku bixwin. Mesela ferqa heremên dewlemend û zengin û
yên feqîr û xizan sed sal berê 1 û 4 bû (1:4) Bi gotinek din di despêka
sedsala 20an, ango 1900î Ewropa 4 car ji herem û welatên fekîr
dewelemend bû. Ev ferq sed sal þûnda, yanê îro 30 car zêde bûye. Bi
gotinek din, Ewropî û Emerikî îro 30 car ji Efrikiyan, ji Asyayîyan
dewlemendtir in. Ev ferq, hal û merc her diçe zêde dibe. Rewþa
cîhanê Niha
jî em bên tabloya îro. Îro dinyaya me, cîhana me 2 beþ e. Yên
dewlemend û yên feqîr û xizan. Yên dewlemend bi awayek giþtî li Bakurê
dinyayê dijîn, yên xizan û feqîr jî li Baþûrê dinyayê. Mirov
dikare bi awayek din bêje ku welatên ku li ser xeta Ekvator in dewlemend
in. Lê dîsa jî ferq di navbera heremên li Bakurê dinyayê de jî heye.
Welatên rojhilat û rojava ne wek hev in. Yên rojava, yanê Ewropa û
Emerika dewelemend in, yên rojhilat, yanê Asya xizan û pêriþan e. Îro
li dinyayê dora 6 milyar însan dijîn. ·
Ji van 6 milyar însanan, 2 milyar însan di rojê de 1 Dolar jî
nikarin bi dest xin. Ev 2 milyar insan birçî ne, nan nabînin ku bixwin.
·
Dîsa ji van 6 milyar însanan, 3 milyar xizan in, rojê de ji 2
Dolarî kêmtir dikeve destên wan. Dewlemendiya
dinyayê, cihanê ji 100î 90, yanê 90 prosent li Bakurê dinyayê ye.
Pereyên, dewlemendiyên ku li cihanê hene îro ji 100î 90 di destên
Ewropî, Emerikî, Japonî û Avustralîyan de ne. Nufûsa wan hemûyan jî
ji 1 milyarî kêm e. Yanê 5 milyar insan ji 100î 10 prosent bi kar tînin. Mirov
dikare vê ûsa jî þirove bike: Em bêjin, em 10 heval in, deh însan in
û nanek me heye. Em vî nanî bikin 10 perçe, 10 beþ. Yek ji me 9 perçe
nan dixwe û yên mayîn jî, 9 kes jî yek perçe nan, di nav xwe de parva
dikin û dixwin. Diyar e ku ev ne adalet e, ev ne însaniyet e. Dewlemendiya
dinyayê di destê 500 însan, an jî þîrketan de ye Dîsa,
li cîhanê de dora 40 milyon insan wek dewlemend tên hesibandin. Yanê
serveta wan, pereyê ku di destê wan in, ne kêmtirîn 500.000 Dolar e. Hêjmara
însanên ku meriv wan bi milyonerê Dolaran bi nav bike li dinyayê hemû
bi hevra, 1,3 milyon in. Hêjmara însanên ku meriv wan wek milyarderê
Dolaran bike, li hemû cihanê de 500 heb in. Dîsa, dewlemendiya 3 însanan,
ji ya 48 dewletan zêdetir e. Bill Gates, Paul Allen û Warren Buffet, ev
her 3 însan xwedî servetek 156 milyar Dolar in. ·
Însanek ku li Luxembûrgê dijî, sale de 42.000 Dolar dikeve para wî.
Ev li Swisra û Noveçê 38.000, li Almanya û Belçîka 25.000 Dolar e. Bi
gotinek gelemperî, tevayî li welatên pêþketî
(OECD) de para her însanekî dora 21.000 Dolar e, lê ev nayê wê maneyê
ku her insanek ku li welatên wek Luxembûrg an jî Almanya dijîn, her sal
dora 40.000 an jî 25.000 Dolar dikeve destê wan. Na. Hin însan hene salê
de milyon û milyar Dolar dikeve destên wan, hin însan jî hene ku bi
alikariya sosyalî, abgo bi 350 Ewro mehekî jiyana xwe dajon. ·
Însanek ku li Etopya, li Burundî, li Kongo dijî sale de 100 Dolar
nabînî. Niha
jî em werin tabloyek din: ·
Li Efrikayê ji her 5 zarokan 1 nikarin 5 saliya xwe bibînin; hên
nebûne 5 salî dimirin. ·
Her sal 11 milyon zarok, ber ku ava pak nîn e, nan nine ku bixwin,
ji ber nexweþiyan dimirin. ·
Ji ber xizanîyê her hefte 300.000 kes dimirin, bi gotinek din her
roj dora 40.000 însan jiyana xwe ji dest didin. Ev salê de digêhêje 15
milyon însanan. ·
1,4 milyar insan av peyda nakin ku vexwin, yan jî ava ne pak
vedixwin û nexweþ dikevin. ·
Tuvaleta, destþoya 2,6 milyar însanan nîn e. ·
Li cih û malên ku 2 milyar însan dijîn elektrik, karûba tune ye. ·
Xanîyê 1 Milyar insanan nîn e û ev li derva dijîn. ·
Û xwendin û nivîsandina 900 milyon însanan nîn e, 900 milyon
insan nikarin bixwînin û binivîsînin. ·
Her roj ji ber nexweþiya AIDSê 8.000 însan dimirin. Sedemên
xizanî û birçitiyê Sedemên
xizanî û birçitiyê gelek in û li jor hinek behsa wan hat kirin. Sedem
ji hene ku girêdayî aboriya heremên dewlemend in. Ev dewletên, welatên
dewlemend û zengîn, bona ku dewlemendiya xwe biparêzin û hên jî zêde
bikin, qeyd û mercan datînin. Bo vê armancê jî teþkilatek, rexistinek,
rêkxiravek drûst kirine. Navê vê jî rêxistina, an jî „Teþkîlata
Bazarganiya Cihanê“ ye. (WTO) Dewletên
girêdayî vê rêxistinê ne, bac û gûmrikan datînin, kote û þert û
þûrtan datînin pêþiya welatên þûndamayî. Ev welatên þûndamayî
ku dixwazin tiþt bifiroþin, nikarin bifiroþin, ber ku bac û gûmrik
giran in. Wekî
din dewletên pêþketî ziraatê subwanse dikin, alikariya cotgarên xwe
dikin. Wê çaxê, mehsûlên wan, ji ya gundiyên Efrikî erzantir dibe.
Ard, þekir, rûn, hemû erzaqên ziraatê li Ewopa ji Tirkiye û Efrikayê
erzantir e, ber ku dewlet alikariya gundiyan dike. Ev
çend sal in ku hinek dewletên Efrikî dixwazin fêkî, mêve, sewze, an jî
tekstîl, ango cil û berg bifiroþin dewletên dewlemend yên Ewropî û
Emerikî, nikarin wana bifiroþin, ber ku gûmrik zêde ne, ber ku li ber
hinek berhem û mehsûlan, tiþtan jî kota danîne. Dema ev nikaribin tiþtan
bifiroþin, nikarin Dolar, an jî Ewro bi destxin ku mekine, dezgehên
teknikî, febrike bikirin û bi kar bînin. Bona ku mekine, dezgehên teknikî
û febrike bikirin Dolar, an jî Ewro hewcene. Ber ku Dolar û Ewroyên wan
nîn e, ji derva, ji bankayan deyn digirin û di bin faiza wan deynan
nikarin xwe rizgar bikin û her diçe deynê wan zêde dibin. Welatek
Efrikî hebû, gundiyên wî welatî 3 sal berê bi alikariya Projeya Dewletên
Yekbûyi (UNDP) genim û garis çandîbûn û berhemek, mehsûlek baþ jî
girtîbûn, lê nekarîbûn bifiroþin derwa, ber ku gûmrik giran bûn û
genim li Ewropayê hên erzan bû. Ev welat piþtî salekê dîsa ber bi birçîbûnê
ve ma. Sedemek
din jî dijberiya navbera dewletên
Efrikî ye. Ev 40-50 sale ku li her mintiqe, herem û deverên Efrikayê þer
heye. Bona ku þer jî bimeþînin heweceyê çek û sîlehan in. Ev jî ji
derva dikirin û Dolar û Ewro didin. Dîsa
ji þerên navxweyî de bi milyonan Efrikî ji welatên bav û kalên xwe
hatin dûrxistin, sûrgin kirin. Dîsa bi deh milyonan Efrikî ji ber þer gûnd
û bajarên xwe terk kirin, çûn hemerêmên din. Ger
gund nebin, zevî, pêz û dewar nebin, ger kar û xebat nebin, însan çawa
bikarin jiyana xwe berdewam kin? Ev xizan dikevin, feqîr dibin û birçî
dimînin. Em
werin ser nexweþiyan: Dermanên AIDSê, malariya, vîrik/vijik (emel) û
veremê hene. Lê bûhayê wan gelek giran e. Ev derman dikarin li Efrikayê
jî bên çêkirin. Lê þîrketên dermanan, ku li Ewropa û Emerika ne,
patent standine û nahêlin ku ev derman li Efrikayê bên çêkirin û
erzan bên firotin. Eþkere
ye ku, ev siyaset, siyasetek bi du rûye, sextekar e. Bi pêþtaketina sanayî
û endûstriyê li Ewropa û Emerika, rewþa însanên ku li heremên feqîr
dijîn, hên jî xirab bû. Rewþa tabiyetê, hawayê hat guhertin. Sedemê
vê çi ye û kî ne? Ne
dewletên Ewropî ne? Yên ku hawayê qirêj dikin ev in, yên ku ji 100î
90 enerjiya dinyayê xerc dikin ev in. Lê
fature kî dide? Welatên þundamayî û xizan. Ger
baran nebare, ger zivistan û havîn, bihar û payîz tevlihev bin, wê çawa
rençber û cotgar bikaribin biçînin û mehsûlê ji ber bigrin? Di
sala 2000î di bin pêþengiya Dewletên Yekbûyî (UN) 191 dewlet bîryar
dan ku xizanî û birçîbûnê heya sala 2015an nivî bikin. Lê nebû.
2005an tabloyek ûsa hat pêþ ku, bona ku encamên biryarên xwe bi dest
xin, pêwiste 2 qat zêde pere amade bikin. Lê
naxwazin bikin. Dema ev bibe jî, dîsa qet tiþtek nîn e, pêþiya xizanî
û birçibûnê nayê girtin. Rewþa
Bakurê Kurdistanê Kurdistan
berê ne ûsa bû. Welatê me, cîh û warê kal û bavên me, dapîrên me
dewlemend bû. Av hebû, bax û bexçe, zevî, dewar û pez hebûn. Salên
heftî de, yanê 30 sal berê Bakurê Kurdistanê depoya, sîloya genim û
goþt bû. Têra
rojhilata navîn dikir. Lê niha însanên me nan peyda nakin ku bixwin. 80
sal berê, sala 1927an Amed, Diyarbekir li Tirkiyê 3. (sêyemin) bajarê pêþketî
bû. Istanbûl, Bursa û Amed dewlementirîn bajar bûn. Lê îro, 80 sal þunda
Amed ketiye rêza 63an, yên mayîn jî hemû li Kurdistanê ne. Li
gor istatîstikên dewleta Tirk, 18 bajarên þûndamayî û xizan hene û
ev hemû li Kurdistanê ne. Ev þundamayîn û xizanî bi siyaseta dewleta
Tirk girêdayî ye. Maden ji Kurdistanê derdikevin, lê ev li mintika
Tirkan tê bi kar anîn. Li
Tirkiye betalî û bêkarî ji sedî 11-12 ye. Ev li Kurdistanê digêhêje
ji sedî 70. Bona
tekstîlê çi hewceye, çi lazim e? Hirî û pembû. Ji sedî 43 hirî û
pembû ji Kurdistanê derdikeve, lê fabrikayek tekstîlê tune. Ev pembû
û hirî ku ji Kurdistanê derdikeve dibin Istanbûl, Bursa û Çukurovayê
û li wan deran bi kar tînin. Tirk
dibên me heta niha gelek pere bo Kurdistanê serfkiriye, xerckiriye. Ev
derevek mezin e. Heta niha dewleta Tirk 18 milyar Dolar bo projeya GAPê
serfkiriye. Ev sed û santralên elektrikê li Kurdistanê ne. Dewleta Tirk,
tenê ji elektrikê 20 milyar Dolar qezenckiriye û biriye mintika Tirkan. Erdên
herî baþ bo çandiniyê li Kurdistanê ne. Lê erdên ku 33 qat ji Kibrisê
mezin in, hatine mayîn kirîn. Bo çandiniyê nayên bikaranîn. Þer
rewþa însanên me hên jî xirabtir kir Di
nav ev 20 salên dawî de, dora 3.600 gundên Kurdan hatin þewitandin û wêran
kirin. Li wan gundan de insan dijîyan, heywan dijîyan, zarok dilêystin,
diçûn dibistanan. Kurd têr bûn û hewceyê alikariya tu kesekî nebûn. Lê
3 milyon însanên me ku ji gundan hatin derxistin, pêwendiya wan bi jiyanê
jî qut bû. Zevî, bax û bexçeyên wan li gundan man û wêran bûn. Pez
û dewarên ku li dest wan de bûn, yan ji dest wan hatin girtin, yan jî
erzan firotin û çûn li qeraxên bajaran de jiyanek xizan dajon. Di
wan gundan de, li wan herem û mintiqan de 2.200 dibistan hatin girtin,
zarok bê dibistan man. Di
wan gundan de, li wan herem û mintiqan de 500 saxlik ocaxi, muaxaneyên
tendurustiyê hebûn û hatin girtin. Niha
li Kurdistanê de hejmara pez û dewaran gelek kêm bûye, ber ku gund nema
ne, ber ku nahêlin ku Kurd biçin zozanan. Ev
însan hatin bajaran betal û bêkar man. Pere nîn e ku, evarê nanek bibin
mal. Man pêriþan, birçî û tazî.
Ma
însan dikare bi 30 Cent, an jî bi 1,5 Ewro rojekê bijî; bixwe, vexwe,
kirêyê xanî bide, heri dibistanan, derman bikire? Yasar
Kemal li Konferansa Aþitiyê li Ankarê bo rayedar û berpirsiyarên
dewleta Tirk re ûsa digot: „Her tiþtî bikin, lê bi rûmeta însan û
gelan melizîn“. Belê
Tirk bi rûmeta Kurdan dilîzîn, Kurd di nav xizaniyek rût û tazî de ne
û bav ji zarokên xwe þerm dikin, ber ku nikarin nanek tisî jî bibin
mal. Ma
li cîhanê ji vê mezintir zilm heye? Ev
rewþ çareser dibe?
Niha
li Tirkiyê bûye mode. Dibên zarok û xortên Kurdan dizitiyê dikin. Ev
ne rast e. Dizitî li her derê cîhanê heye û li Kurdistanê jî dibe.
Dermana, pêþî girtina dizitiyê heye. Ger
însan têr bin, însan tazî û xizan nebîn, ger kar hebe, ger mektep û
dibistan hebin, çima însan dizîtiyê bike, xwe bifiroþe? Çima
10-20 sal berê zarokên Kurd li kuçe û kolanan destmal, qelem û benîþt
ne difirotin, lê niha wan karan dikin. Sedem malûm e. Sedem ev þerê
gemar e û çareserî jî heye. Ev jî bi naskirina hemû maf û heqên
Kurdan û seferberiyek aborî çareser dibe. Rewþa
Baþûrê Kurdistanê Rewþa
Kurdistanê her roj ber bi baþiyê diçe. 15 Sal berê gund tûne bûn,
keriyek pez tune bû. Þîr peyda nedibû. Her der wêran bû û rewþa însanên
me jî pir xirab bû. Ev
15 salin ku Kurd bi destên xwe dewletek avadikin. Ji tûnebûnê, niha
heremek, dewletek dewlemend û rêk û pêk didamêzrinîn. Parlamentoyek
hilbijartin, hukumetek çêkirin û hîmên dewletbûnê danîn. Ev 15 salin
ku nifþek, neslek nû bejn de ku bi erebî nizane, bi Kurdî perwerde dibe.
Jîyan, karê rojê bi Kurdî tê meþandin. Sistem û awahiyên dadgehî,
aborî, tendûristî, asayîþ, perwerdehî her diçe cih digre û qeyîm
dibe. Ev
3-4 sal in -piþtî 2003an, piþtî rûxandina rejîma Saddam- Kurd
berxwedibînin û aboriya Kurdistanê peþda dibin. Kurdistan bi tewayî bûye
þantiye. Li
Baþûrê Kurdistanê de birçîbûn tûne ye, nîn e. Erzaq tê belav
kirin. Lê
xizanî heye. Ferq di nav hereman de heye. Tiþtek
din jî heye, ku pêwiste nebe. Ev jî peydabûna tebeqeyek, çînek
dewlemendên nû ye. Ev tebeke, ev grub ne ji deûbavan dewlemend in. Heta
3-4 sal berê rût û tazî bûn, lê niha xwedî serwet in û milyonerê
Dolaran in. Salên wan navbera 30-50an de ye. Bo dewlemendiyê her tiþt bo
wan mubah e. Þerm li ba wan nîn e, neditî û çav birçî ne. Ev grub li
Rusyayê, li Ukraynê, li Romanya û li welatên rojhilata Ewropayê jî
hene. Bona dewlemendbûnê her rê mûbah e û her tiþtî jî dikin. Hinek
însan hene ku heta 2 sal berê birçî bûn, hinek ji wan li Ewropayê
peneber bûn, mehê de bi 350 Ewro jiyana xwe berdewam dikirin. Lê niha
xwedî villa û koþkên milyon Dolar in. 300-400 xanî û mal çêdikin, lê
qet neçûne ser karê xwe, navnîþana înþaatên „xwe“ nasnakin.
Hinek heres in, saik û þofor in. Lê dema ku derdikevin pîyasê heres û
parêzkarên wan hene, ber ku xwediyê þîrket û fîrmayên gelek mezin
in. Piraniya wan çente û cûzdan in, çente û cûzdanên berpirsiyarên
siyasî ne. Hêjmara
ev gruba dewlemendên nû gelek kêm e. Herin li Kurdistanê pirskin, herkes
dikare navên wan bihêjmêre û bêje. Îhale, inþaat, avayî di bin destên
wan de ne. Karên ku bên kirin, di nav xwe de parva dikin û mudexeleya hevûdu
nakin. Ji alî siyasî jî bi hêz in, bi qûwet in. Destên wan digêhêje
her derê, her deriyan vedikin. Ger wer herê oligarþiyek çavsor pêyda
dibe û navbera gel û ev oligarþîyê de kendalên kûr û mezin çêdibin.
Ev
tiþt di Newroza par li Halepçe rû da. Rast
e, bo pêþtaçûna dewletekî, welatekî bejndana bûrjuvaziya netewî pêwiste,
lê ûsa nabe. Ev þaþîyên ku 50 sal berê neteweyên Efrikî, Latîn
Emerikî, Asyayî kirine, pêwîste em nekin û ji wan ders û sûdan
bigrin. Ev
hal, ev rewþ jî heta hetayê naçe. Ber ku çar aliyê Kurdistanê
dagirkiriye, ber ku cîranên Kurdan naxwazin ku Kurd xwedî dewlet bin,
niha hemû partiyên siyasî di nav hukumetê de cih digrin. Muxelefet
tune ye. Ger muxelefet, opozisyon
nebe, kontrol jî nabe. Ger kontrol nebe, her cûre xirabî tên kirin, dizî,
sextekarî, alîgirtin û parastina diz û sextekaran. Lê
çend sal þûnda parlamentoyek xûrt û gelek alî pêkwere û hukumetek û
muxalefetek çebe, wê çaxê kontrol jî dibe û pêþiya hinek xirabiyan jî
tê girtin. (28.01.2007)
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org