Royarê Amedî

Çi bi te hatiye dilo?

 

Çi bi te hatiye dilo?

Tu, li serê xwe,

            siwar dibî.

Û li ser þînên çavnêriyê

            Xilmaþ dibî.

Çi bi te hatiye, dilo?

Tu, di roniya rojê de

xwe, bi çavpêketinê re

                        girêdidî.

Û di gewdeyê gerdûnê de,

tu, li ser piþta giyên

            siwardibî.

Çi hatiye serê te, dilo?

Tu, her tiþtî,

            Naþewitînî..

 

            Pirs, hejmar 2, sal 1, Tîrmeh 1993