Hawarname
Merwan
Osman, Qamiþlo
14 / 3 / 2004
Dîsa
wek her caran, xwîna gelê kurd rijiya ji devan
Dîsa
wek her caran, gelê me, bê çek, dest vala, tikî tenê, di nav naperûþkên
xwînxwaran de ma.
Dike
hawar,
dike
firyad
dike fîxan
bi qîrîna xwe re dibe qîrîn
û
qîrîn dimîne
Lê
jê pêve, tu kes hawara wî nabihîze
Tu
kes li firyada wî nabe guhdar
Qîrîna wî qîrîn dima û qîrîn dimîne
Nijadperestên
Baass li vê hêla mirinê
weke hêla mirinê ya din
Gelê
kurd ji xwe re kirine nîþan bi gulleyên faþistiyane
Ne
tenê nêçîriya xewn û hêviyan ji mejiyan dikin
Nêçîriya mejiyan bi xwe dikin
Bi
kîneke zuha
Bi
guþtineke tazî
Bi
raman û kiryareke nijadperestane
gelê
kurd dane ber xwe û berî dane serjêkirinê
Dîsa
wek her qirkirinên berê
Kesî li dor xwe nabîne
Dîsa
wek her tunekirinên berê
Bê xwedî û xwedan dimîne
Ji
berê de, bê xwedî bû lê bi xwedan bû
Lê
vê carê xwedanê wî pîrozbahiyê dide ewan gilleyên ku wî dikujin
Ewan
gulleyan bi destên cîgirên xwe yên bêbext di sînga kurdan de diçîne
Dîsa
wek her caran
Kurd,
neviyên berf û xewnên revyayî,
Rondikên
xwe bi sêrengên ala pêçayî zuhadikin
Û
alê ji xwe re dikin qerqer û li bende tiþtine ne diyar dimînin
Dibe
ronîyeke ne pen, li pêþ gorê, ji wan re bibe kêl
Dibe
Mûhemed li nifira xwe poþman bibe
Dibe
ew xewnên her revyayî ji wan re bibe gewde
Ji
kurdan re, ji kurdan pêve kes palpiþt tune
Ev
hawarname
Derbirîna dawîye ji xewnên me re yên
revyayî û li zikmakî kuþtî
Ev
hawarname
Rengvedana êþek her li dare
Daxuyaniyeke ji gelekî her û her xewnên
wî dirvin û têne revandin
Ji
we pêve
Kurdên
penagehan
Kes
jêre nemaye
Hawara
wî bi weye,
Hûn
tenê jê re penagehin
Jêre
bibin hawar
Jêre
bibin penageh
Bêdengî
gunehkarîye
Bêdengî
hevkarîya qirkirinêye