Royarê Amedî

Ne Tenê Me

Hêsirne zuha

ji çavên min

            têne xwar

Gotine pûç

li ser zimanê min

            Þîn tên

Pirsine bê bersiv

di mejiyê min de

            Ser hildidin.

Ji bo..

wan hêsirên zuha

            Û gotinên pûç

Û pirsên bê bersiv

Û ji bo tiþtên din

Ez bang dikim:

            Ne tenê me

            Ne tenê me