Sipasname
Merwan
Osman,
Qamiþlo
8-3-2004
Þahgeha
bêdengî û tirsê ye,
Keleha
çavgirtin û gemkirinê ye
Miringeha
azadiya derbirrîn û ramanê ye,
Sûriya
min e,
Dagîrkera
min e
Xewn
û mirina xewnên min e
Welatê
min e;
lê
ez jê re ne hevwelatî me,
ez
jê re kerîkî pezim, bi çoyên bedroom ên tarî ajotî me
Tiyamata
sedsaliya bîst û yeka ye
Kur
û keçên xwe dikuje
Tariyê
li ser serên her kesên xwe dibarîne
Her
kesî,
lal,
pûç û bêhêvî dike
Li
vê derê,
dera
ne wek tu derê ,
dera
wek her derê
Li
bendî destê tijî ronî dimam
û hîn ez dimînim
ew
dest pîroz e
yê
ku xewst misteke ronî
bavêje hundirê vê tarîgehê\suriya
Li
hêviya dil-piran dimam
û
hîn ez dimînim
ew
dil, paktirîn
dil e
yê
ku xwest xwe bike pir bo..
giyandina
dengên xaç kirî
li
tarîtirîn xaçgeha deng û hêviyan
Ev
Sipasname
Bi
hêvîne dorpêç kirî strayîye
Bi
bendewarîyên ew..
Kesên..
Xewn
tazî
Laþ lerizî
Devgirtî
Dengdayî ye
Firyada
zindan-gora ye
Bihna
rondik û xwîna girtiyan li ser zemîneya odeyên lêkolîna ye
Ev
sipasname
Bi
qasî ku dixwaze bibe
nefeleke
bihndayî,di destê we hemûyan de, yên ku we tevan alîkarî kir, di herifîna
dîwarekî ji dîwarên vê tirsgehê, ya ku ji bêtirî 40 salî,
ciyografiya suriyayê tev dagîker kiri ye, û gelê wê - kurd, ereb û yên
din- dîl û ruswa kiriye.
Dixwaze
jî,
ku
bibe fîxaneke bê rawestan û bangewazeke berdewam
Bo
suriyayeke demokrat,wekhevî, û azadiyane..
Suriyayeke
karibe mafê derbirîn û ramanê bide her kesên xwe…
Suriyayeke
dadwer û sîng vekirî ji hemû hevwelatên xwe re…
Suryayeke
gelê kurd têde karibe bigihê mafê çarenûsa xwe wek her gelên cihana
me.
Suriyayeke
bibe welat ji hevlatiyê re ne cîgeh be ji kerîyan re
Sipas
ji
we tevan re, ji hemû kesayetiyên ronakbîr,rewþnbîr,mafperwer, û
siyasetmedar re.
Ji
hemû dam û dezge û sazimanên mafên mirov û yên rewþnbîrî û ramyarî
û hemû yên din re.
Ji
Pena navnetewî û hemû þaxên Pen ê li her derên cîhanê , û bi
rengekî taybetiyane ji Pena engilîzî û Pen a kurd re
Ji
hemû komelmirovan re, yên ku li pêþya dadgeha bilind a ewlekariyê
radiwestiyan, û yên ku bi meþ û xwepêþandanan radibûn çi li welêt
û çi li derve
Ji
hemû komelmirovên ku pêþwaziya me kirin gava em hatin berdan.
Sipas
ji
her kesî re, ji her damudezgeyê re, yên ku bûn hevkar bo bilind kirina
dengê suriyaya demokrat û wekhev, û yên ku dest dane gelê kurdistana
suriyayê, ku karibe qêrîna mafê xwe yê neteweyî yê rewa, sînorên bêdengiyê
bibuhurîne û piþtgirtiyeke navnetewî bistîne.
Des
bi dest,
Bo
damezirandina welatekî demokratîk, avakirî li ser bingeha wekhevî û
dedweriyê, bê zor bê sitem bê cudakirina nijadperest
Gav
bi gav
bo
cîhaneke vekirî ji her jîndarên xwe re, bê þer û bindestî. bi aram
bi ewle, û aþtiyane