HEWAR SÎNEM
 

Miraz Ronî

 

Hewar Sînem!...
Hewarareke pensedsale ye Sînem,
Ew hewara dilê Feqiyê Teyran îro jî her berdewam e û ew hewar îro hewara dilê me ye.
Ew hewar nalînek e, ku ji ber jana birîna me ya kevnare ye. Ew hewar serhildanek e, li hember bindestiya me ya bêyom. Ev hewar þermezariyek e, li hember bextreþiya me ya dilkovane. Ev hewar axînek e, li ser bêtaliî û bêmiraziya me ya dildêrane,…
 
Welatekî ku paymalkirî be, keleporeke ku talankirî be, ma dê li wir nexþe bi çi rengî be?
Ma hewce ye ku ez bi nav û nîþan kim pismamno!
Ezîzên min, ev welatê ku ez qala wî dikim Kurdistan e.
Dirok karê dîrokzanan e. Lê em hemû þahidê parçeyek ji dîroka talan û tar û markirinên li ser erda kurdan in. Heta roja îro gelek nirx û rûmetên me yên madî û manewî li ber talanan çûne. Lê ya heyf ev e ku îro roj jî hê me wekî  kurd nekariye pêþî li widabûn û talankirina nirxên xwe bigirin.
 
Heta îro her Xwedê dizane ka çend berhem û belgeyên çand û dîroka me hatine windakirin û paymalkirin. Ên ku mane jî ka bi çendî celeb ecêban giheþtine roja me ya îro, ew jî çîrokeke cihê ye.
 
Ez ê niha kurteçîrokeka þiîra –ku di heman demê de stran e jî- Feqiyê Teyran “Sînem” bibêjim.
Wekî ku tê zanîn Feqiyê Teyran yek ji çend þairên sereke yên edebiyata kurdî ya klasik e. Feqî ev nêzikî 500 salan e ku koça xwe ji vê dinê bar kiriye. Ev þiîra wî geh bi destên hin xwendayan nivîskî geh jî li ser zimanê hin dengbêjan devkî, dest ji dest û dev ji dev girtiye da ku heta giheþtiye destê me.
 
Gelek berê me, ji aliyê hin kesan de li ser berhemên nivîskî yên edebiyata Kurdî û her wisan jî li ser berhemên Feqiyê Teyran lêkolîn û lêgerîn hatine kirin. Lê di gel vê yekê jî bi qasî ku ez dizanim hê heta roja îro ev berhema Feqî nehatiye tesbît kirin û li tu deverê nehatiye çap kirin.  
 
Ev berhem ango ev strana ku ji aliyê hin dengbêjên herêmî yên der û dorên Bedlîs û Hîzanê ve heta panzdeh, bîst sal berê miha jî dihate strîn, îro hema bigir bi temamî hatiye ji bîr kirin. Û ji ber ku bi qasî ku ez jê agahdar im heta niha nehtiye çap kirin û tomarkirin jî pir kêm kes pê dizanin.
 
Min ev berhem ji keþkûla(defterok) Cemal Efendiyê Pînkanisî girt. Pînkanis gundekî li ser Tetwana Bedlîsê ye. Rojekê ez li Stanbolê bûm mêvanê Feqî Mehemed(Mehemed Avci) ku kurê Cemal Efedî ye . Di nav sohbetê de, me qala berhemên klasîk yên edebiyata Kurdî kirin. Feqî Mehemed rabû ji piþt dolaban defterokek derxist. Ji rewþa defterokê diyar dibû ku çendî ecêb hatibûn serê wê defterokê. Feqî Mehemed ji min re qal kir ku ev keþkûla bavê wî ye û 50-60 sal berê niha ji aliyê bavê wî ve hetiye nivîsîn. Di keþkûlê de ev þiîra Feqî û gelek þiîr û nivîsarên din ên cur be cur hebûn. Ji nav wan ên ku bala min kiþandin Sînema Feqiyê Teyran û þiîreke Mîr Mehemedê Hekarî bû.   Ji  ber ku  ev herdu berhem heta îro li tu deverê nehatibûn çap kirin.
 
Li gorî gotinên Feqî Mehemed gelek kitêb û destxet li ba bavê wî hebûne lê ji ber cerd û talanên dewletê ancax ev di destan de maye. Diyar bû ku wê keþkûlê gelek cerd û talanan dîtibû û xwendina wê jî gelek dijwar bû. Bkeþkûl bi herfên Erebî hatibû nivîsîn û destxet bû. Ji ber ku hem destxet ne bir êk û pêk bû û hem jî gelek kevn bibû xwendina wê pir zehmet bû. Min nîþanî çend melayan da nekarîn baþ bipiþkêvin. Dû re Seydayê Mele Îsmet ji heq derket.
 
Me ev berhema Feqiyê Teyran ji destxeta Cemal Efendî ya ku bi herfên Erebî hatibû nivîsîn, piþtî çend zehmetiyan paþê bi alîkariya Mele Îsmet Kiliþarslan bo herfên Latînî tîpguhêziya wê kir.
 
Niha ez vê berhema hêja bi nivîskî pêþkêþê gelê kurd dikim. Wisan dizanim ku dê ev berhem di nav klisîkên me yên sereke de cihê xwe bigire. Hêvîdar im ku di deme kurt de dê bi aweyeke kilam kî jî pêþkêþî gelê me bibe.   MIRAZ RONΠ   04.09.2005 / STENBOL 
 
 
SÎNEM
 
Hewar Sînem
Ew qesrika serê xanî
Derî ji zêr î mifte ji mircan î
Ez ê terka çav û biriyên belek nadim
Heta Esrafîl nefxa sûrê ket,
Li min rabit roja heþr û mîzanê
Lewra tu þêx î, ez mirîdê te me
 
Hewar Sînem
Ez çiqas dinya hebû geriyabûm
Kesî negot Sînem nexweþ e
Ez ê çûme hicra feqiyan dinivîsîn kêl û ferþ e
Ezê tembeh li miþk û maran bikem,
Bila xunavê tenikî carî biken, li ser ebleqê reþ e
 
Hewar Sînem
Tu rabe ev çi dem e?
Te bejin ji kelha Tîkrîtê
Te sing ji qumaþê Ecem e
Li min hatî mehka Remezanê
Ez ê fitra serê te me
 
Hewar Sînem
Ezê Hîzanê dihebînim
Zêde taxa qenterê
Van katiban hezar pênsed dane defterê
Miraz hatibû hasilbûnê
Mîr em þandine seferê
 
Hewar Sînem
Ezê Hîzanê dihebînim
Salê du car bihar e
Te rû eyne ye, þems û qemer tê de diyar e.
Ez ê herim Sînem bibînim
Dîtina min û Sînem ev car e
 
Hewar Sînem
Ez ê Hîzanê dihebînim
Zêde taxa Seraþan
Gul di baxan de kemilîn,
Pala xwe dan xaþxaþan
Miraz hatibû hasilbûnê
Kul kete nav oldaþan
 
Hewar Sînem
Min Sînem dîbû þeva erefatê
Te gulî þûþtine ji ava heyatê
Dê biçim Sînem bibînim
Sînem nexweþ e ber wefatê
 
Sînem hîva nûrîn e
Þewqê daye umetê
Gerden þûþa hiþîn e,
Nuqte nuqte xal ketê
Kesê Sînem bibînit,
Bêþik diçe cenetê
 
Min Sînem dîbû li eywana mîr ve
Te çavek roj e yek jî hîv e
Te ez kuþtim
Xûna min maye bi zendê spî ve
 
 
Hewar Sînem
Xweþ govend e li eywanê
Dinya li min xewxa ye
Ku vî best î hewranê
Çavreþ li min winda ye
Xwedê bide îmanê
 
 
Hewar Sînem
Dar û devî li min bûne gurî
Ji kulan û derdan
Hêstirên çavên min evdalê Xwedê digilgilî
Me tu xizmet ji padîþahê mezin re nekir
Çawa þah û xunkar mift digirî
 
Hewar Sînem
Þah û padîþah û xunkar siwar in
Her sê siwarê cengê ne
Pehlîvan li meydanê diçin têne
Þer çû sewta Xwedê(*)
Çavên reþ li ber sulhê ne
 
(*) : Þer çû sota Xwedê
 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org