Kurtenêrînek li ser kitêba nû ya Salihê Kevirbirî

OZANEKÎ KU DI PIRTÛKEKÊ DE BI CIH NABE: ÞIVAN PERWER

 

MULAZIM OZCAN / STENBOL, mirazroni@hotmail.com

 

Hin kesayetî, hunermend an jî leheng hene ku çîroka jiyana wan di pirtûkek de bi cih nabe. Ji wan kesan yek jî Þivanê kurd e, ango Þivan Perwer e. Ew Þivanê ku ev devedevê sih salan e bi deng û banga xwe, bi awaz û saza xwe kolan bi kolan, derî bi derî li ber þîpika her kurdekî/ê li defa hewarê dixe da ku kurd ji demara xewa hezar sale hijyar bibin û ew jî wekî hemû dinya û alemê li ser warê bav û kalên xwe ji xwe re dem û dezgehek ava bikin û bi reng û dengê xwe, bi nav û nîþanên xwe di nav alema cîhanê de cihê xwe bigirin. Ew Þivanê ku gelek deman û li gelek deveran di nav kurdan de navê wî û doza kurdan bihev re dihate bilêv kirin.

Piþtî evqas dem û dewran ku dengê saz û awaza wî bi dizî hatin guhdarî kirin, piþtî ewqas car ku guhdarîkirina li deng û saza Þivan bû sedema girtin lêdan û zindankirinê, ew roj hatin ku me êdî bi awayekî eþkere li dengê saz û awaza wî guhdarî kir. Paþê me gotinên wî di rûpelên rojname û kovaran de xwendin û me di ekranên televîzyonan de  lê guhdarî kir. Îro jî pirtûka wî yan jî bi gotineke din, pirtûka ‘çîroka wî’ ciwanmêrê awaz û sazbendiya kurdî li ber destê me ye.

Pirtûka bi navê ‘Bir Dünya Ozaný Þivan Perwer’ (Ozanekî Cîhanê Þivan Perwer) ku ji aliyê rojnameger û nivîskarê ciwan Salihê Kevirbirî ve hatiye amadekirin cihê xwe di nav refên kitêbxaneya me de girt. Salihê Kevirbirî di qada kurdayetiyê de yek ji wan kesan e ku di bergeha çanda kurdan de kevneþopiyeke nû daye destpêkirin.

Heta vê serdema ku em tê de ne hema bigire tevahiya navdar, zana û hunermendên kurd bêyî ku li dû xwe tiþtek bihêlin ji nav me koç kirine û çûne! Kêm kesan li ser çîroka xwe ji me re hin agahî hiþtine. Gelek agahiyên ku  derbarê hin kesayetiyan de mane jî heyf û mixabin ku bê belge ne. Lê îro wekî ku em di pirtûka Salihê Kevirbirî de dibînin êdî çîroka jiyana navdarên me em ji devê wan bixwe dibihîzin û dixwînin. Êdî hewce nake ku em bibêjin; ‘li gorî gotina gotinbêjan filan tiþt wiha bû, bêvan tiþt wiha çû..!’ 

Heta niha li ser gelek kesayetî û hunermendên kurd di kovar û rojnameyên cihê cihê de gelek tiþt hatine nivîsîn. Lê li ber destê me wekî xebata ku Kevirbirî pêk aniye zêde xebatên dorfireh û bi rêk û pêk tunene. Em di vê xebata Salih de li fîlmekî ku li ser huner û jînenîgariya Þivan Perwer hatibe leyîstin temaþe dikin. Senaryoya fîlmê bixwe jî ji aliyê lehengê fîlmê ve hatiye nivîsîn ku derhêneriya wê jî nivîskarê me Salihê Kevirbirî pêk aniye.

Di pêþgotina vê pirtûkê de ku ji aliyê Müslüm Yücel ve hatiye nivîsîn, bi awayekî cihêreng rola Þivan, deng, saz û awaza Þivan hatiye þîrovekirin. Müslüm Yücel di pêþgotina pirtûkê de li ser gelek aliyên hunera Þivan hûr û kûr sekinîye û gotiye ku ew malzemeyên ku Þivan di muzîka xwe de bi kar aniye kurd in, di mûzîka Þivan de hemû nakokiyên kurdan tên dîtin û gotin. Her wisa di muzîka wî de helbest, awaz û bawerî xurt e.

Nivîskarê pirtûkê Salihê Kevirbirî di pêþgotina pirtûkê de li ser bandora deng û awaza Þivan Perwer a li ser xwenaskirina kurdan sekinî ye û her wisa diyar kiriye ku Þivan bi hunera xwe li ser fikir û ramanên wî jî tesîr û þopeke mezin hiþtiye.

Ez jî wekî guhdarekî deng û awaza Þivan Perwer dikarim bibêjim ku Þivan bi banga xwe li ser min jî tesîreke xurt hiþtiye û bûye yek ji wan sedemên bingehîn ku ez hê di temenê zaroktiya xwe de li nasnameya xwe xwedî derkevim.

Ev kitêba ku tê de gav bi gav jînenîgariya Þivan Perwer hatiye honandin wekî çîroka efsaneyeke zindî ye ku îro li benda xwendinê ye. Lê mixabin wekî ku em hemû pê dizanin, em kurd ji zimanê xwe piþtkul in. Ev piþtkuliya me di vê kitêbê de jî xwe daye der! Ango ev kitêb jî mixabin bi Tirkî ye. Helbet em dizanin ku ev kitêb di encama sohbet û guftogoyeke dûr û dirêj a Kurmancî de pêk hatiye. Jixwe em ji naveroka kitêbê pê dihesin ku Salihê Kevirbirî bi qasî 10 rojan bûye mêvanê Þivan Perwer û tevahiya hevpeyvîn, nîqaþ û sohbetên wan bi zimanê kurdî pêk hatine. Lê bila be çi be jî ya me ye. Ev jî rastiyeke me ye ku bazara zimanê me hê jî qesad e!

Bi hêviya di zûtirîn demî de ku ev pirtûk bi kurdiya rewan a Salihê Kevirbirî ronahiyê bibîne. Min ji Salih pirsî, ji niha ve amadekariya çapa kurdî dike. Serxêrê be! Wekî gotina dawî; Salihê Kevirbirî û ji bo wan kesên ku keda wan tevli vê kitêbê bûye dibêjim; ‘siheta we xweþ..!’ 

 

              

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org