|
Newroz
e
Dîsa
agir, rev û coþ,… newroz e
Dîlan,
govend weke salên par newroz e
Destpêka
buharê, germbûna xweza ye newroz e
Daxuyanî,
peyam, bangên azadiyê newroz e
Keftilefta partî û rexistinên me
newroz e
Sal bi sal ne
xwezî ya bi salên par newroz e
Li serê çiyan li çol û beyaran
Li
salonan, li ser dikan
Bi
qêrîn û hewara dengbêjan
Bi
qerebalixa pêþkêþvanan
Bi
xweþikbûna keç û xortan
Bi
tolaziya kesan û malbatan
Dîsa
newroz e
Kawayê hesinkar, me naskir
21 adarê, cejna buharê jî me
naskir
Kurdistan bû çar perçe jî me
naskir
Kîne em û perwer
Sî û sê gul û Birader
Hozan, `mohzan´hemû jî bûn rêber
Ê
Newroz e
Me
ne Kurdistan
federal xwest
Me
ne komara demokratî
xwest
Keç
û xortên ciwan me dan bi dest
çi
pêþmerge çi þervanên Cudî,
hemû jî can, hiþ û hest
Me
Kurdistana mezin xwest
Me
newroza herî mezin xwest
|