ARARAT

 

Rabe Ararat

Qîza dest bi hine

Bûka rû bi xêhlî

Tu qe serê xwe yê bilind

Di nav berfa sipî de ranakî

Ma qey tu nabînî

Nalîna Sîpan û Axîna Bagokê

Xuþîna Avaþîn nayê guhê te

Çiqas bi kul û bi derd in mîna min

Pêl bi pêl diherikin

Wek xwîna nav dilê min

ku nexwaz û nebaþ lê rûniþtî ne

Xwînxaran havîrdorên te girtine

Her zinarekî te tev kul û birîn e

 

Rabe Ararat

Tu çiqas bê xem î

Va dixwazin dest bavên

Xêhliya te ye sipî

Dilê min bû wek pêtên agir

Jiyan li me kirin wek arê dojehê

Gund þewitîn mal bûn wêran

Ji bo ku nekin welatê me talan

Rabe Ararat rabe ji bo rûmeta însan

 

Va ye dest da destê te Nûrheq

Deng da dengê te Engîzek

Dicle û Ferat

Ji bo rûmeta xêhliya te diherike Ararat

Rabe serxwe rabe Ararat

Birîna dilê min

Hisreta bav û kalê min

Can bi gorî Ararat rabe rabe

          

21 /10 /1987
             
STENBOL
          
Mürüvet Y.Cacim